JI BO HEREKETA AZADIYA KURD GIRÎNGÎYA VÊ XETÊ
Ger ku ev xeta boriyê zindî bibe, dê di nav axa ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê de ne an jî di bin kontrola wê de derbas bibe. Ger rewşeke wisa stratejîk hebe ku ber bi welatên Ewropayê ve diçe, wek QSD li vir hêza herî girîng in û wê bibin yek ji faktorên girîng ên vê hevkêşeyê (denklem). Bi nêrîna me sedema herî mezin ku ligel ku gelek cihên girîng ên heremên Bakur û Rojhilata Sûriyê de hene jî Amerîka baregehên xwe yên stratejîk di vê herêma dike, ev e. Eger ne wisa bûya em ne di wê baweriyê de ne ku Amerîka tenê ji bo astengkirin an jî acizbûna çend têkiliyên Îranê ya bi eşîrên rojhilatê Firatê ye. Yanî herêma Dêrezorê herêmeke girîng e ku rê dide rêveberiya Rojava ku di qada navneteweyî de di warê siyaseta civakî de siyasetê bike. Qadeke girîng e ku dê hin nîqaşên siyasî li ser platform û maseyê pêşniyar bikin, lê em bi taybetî ji bo rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar dikin; em nizanin çiqas di ferqa vê girîngiyê de ne.
Di warê têgihîştina girîngiya vê herêmê (Tenef-Ebû Kemal-Dêyrezor) de, tiştên ku di sala 2017’an de di dema yekemîn hemleya QSD’ê ya li Dêrezorê de qewimî, hin agahiyên stratejîk dide. Helbet hin pirsên wekî DYA’yê çi ferzkirin, pêvajoya çûyîna ber deriyê Sînor ê Ebû Kemal çawa pêk hat, ji kesên ku yek bi yek di hemleyê de cih digirt an jî dişopand were pirsîn dê israra van hêzan a di vê heremî-xetî de derkeve holê.
DYA û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di çerçoveya tifaqiya dijî çeteyên DAIŞ’ê hemle li Reqa, Tebqa û Dêrazorê kiribû, hinek ya Rûsya aciz kiribû. Bi qasî tê bîra me Rûsya di pêvajoya dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, di hin daxuyaniyên xwe de aciziya xwe anîbûn ziman û digotin dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta Tirk ve encama ji ber QSD hemleya xeta Dêrazor, Reqa, Tebqa ne bi me re pêkaniyê ye.
Ji ber ku di pêvajoya azadkirina Reqa û Dêrezorê de, ji bo girtina Ebû Kemal jî bi hêzên rejîma Sûriyê û Rûsya de di nav pêşbirkê de bûn. Yanî li bakurê avê operasyonek ji aliyê QSD’ê ve bi piştgiriya DYA’yê û li başûrê avê jî ji aliyê hêzên rejîma Sûriyeyê yên bi piştevaniya Rûsyayê ve pêk hat. Pêşbaziyek hebû ku kî pêşî bigihîje Ebû Kemal. Rejîm beriya QSD’ê digihêje Ebû Kemal û bi piştgiriya hewayî ya Rûsyayê Ebû Kemal ji destê DAIŞ’ê tê derxistin.
Piştî demek kurt, çeteyên DAIŞ’ê yên aliyê Iraqê careke din bi hêzek mezin ji bo Ebû Kemal ji nû ve vegerîne êrîş kir. QSD jî ku jixwe armanca wê têkbirina DAIŞ a ku dijminê mirovahiyê ye destek da û nehişt ku DAIŞ careke din bikeve wir. Lê Ebû Kemal di destê rejîma Sûriyê de ma.
DI ENCAMÊ DE;
Bi globalbûna cîhanê re, enerjî bûye hêmanek pir girîng a hêzê ne tenê wekî amûrek aborî ya di navbera dewletan de, lê di heman demê de wekî faktorek diyarker a sîyaseta navdewletan, hem ji bo welatên peydaker û hem jî ji bo welatên ku xetên veguheztinê yên serfkirinê (xerckirinê). Ji bo welatên pîşesazî, pirsgirêka enerjiyê pirsgirêkek ewlehiya neteweyî ye û dê bimîne. Pêbawerî, berdewamî û hebûna çavkaniyên cihêreng û rêyên alternatîf di dema bidestxistina çavkaniyên enerjiyê de ji armancên girîng ên welatan in. Rêbaza herî girîng ku ji bo peydakirina çavkaniyên enerjiyê li vir tê bikar anîn xetên veguhestina enerjiyê ne. Ev xetên veguheztinê ji ber cihê xwe welatên li ser rêyên xwe jî girîng dikin. Di vê çarçoveyê de, dewletên ku rêyên ku xetên veguhestina enerjiyê tê de derbas dibin kontrol dikin, divê xwedî hêzek mezin a leşkerî û aborî bin. Nexwe wê gelek zehmet be ku welatan bigihin aramiya aborî û siyasî. Dema ku rêyên bazirganiyê yên dîrokî yên girîng li Rojhilata Navîn bûn, îro xetên veguhestina enerjiyê şûna riyên bazirganiyê girtine.
Zêdebûna rezervên petrolê yên li Rojhilata Navîn bala gelek welatan dikişîne. Bi têgihiştina ku dewletên xwedî çavkaniyên enerjiyê dê serdestiya cîhanê bi dest bixin, eleqeya li herêmê zêde bû. Di vî warî de boriya petrolê ya Kerkûk-Banyas, ku hikûmeta Iraqê %8.5ê reverwên petrolê yên cîhanê di destê wê de ye, dê bi rêya Deryaya Sipî derbasî Ewropayê bike, ji bo Iraqê girîngiyeke aborî ye. Ew ji bo hilgirtina 35 milyon ton petrolê di salekê de bi dirêjahiya 800 km hatiye çêkirin. Eger îro boriyê bi hemû hêza xwe kar bikira, ji sedî 15 ji berhemanîna petrolê ya salane ya Iraqê dê bi rêya boriya petrolê ya Kerkûk-Banyasê were veguhestin. Lê belê, ji ber demên bêîstîqrariya siyasî ji aliyê hikûmeta Iraqê ve gelek caran boriya petrolê hat girtin. Şerê Kendavê yê Yekem di sala 1990 de bi dagirkirina Iraqê ya Kuweytê dest pê kir. Heger Iraqê Kuweyt dagirkiriba, dê ji sedî 20ê petrola cîhanê ketibûya destê Saddam Husên. Rewşeke wiha dê nekaribe bihaya petrolê ya cîhanê kontrol bike. Bi biryara ambargoyê ya ku Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî di 6’ê Tebaxa 1990’î de dabû sepandin, hilberîna petrolê ji 2 hezar û 149 bermîlan daket 285 bermîlan. Welatekî din ê ku ji vê rewşê bandor bûye Tirkiye ye. Tirkiyê ji bo piştgirîkirina mueyîdeyên Neteweyên Yekbûyî yên li dijî Iraqê û di dema Operasyona Bahoza Çolê de axa xwe ji DYE’yê re vekir. Xeta boriya Kerkûk-Yumurtalikê ku bi salane qebareya bazirganiya wê 2,5 milyar dolar e, ji ber ambargoya Neteweyên Yekbûyî ya li ser Iraqê ji aliyê Tirkiyeyê ve hat girtin. Di encama van geşedanan de, di encama ambargoya 13 salan a li dijî Iraqê de salane bi qasî 2,5-3 milyar dolar dahata Tirkiyeyê kêm bû.
Di çarçoveya Bernameya Alîkariya Di Berdêla Xwarinê de ku di sala 1996an de dest pê kiribû, ambargoya li ser Iraqê hat rakirin û ji aliyê Amerîkayê ve heta sala 2003an 62 milyar dolar dahatek ji hinardekirina 3,3 milyar bermîlên petrolê pêk hat. Beriya dagirkirina Iraqê, piştî peymana petrolê ya Saddam a bi Rûsyayê re û êrîşên 11’ê Îlonê, DYA’yê bi hinceta ku çekên komkujî çêdike, êrîşî Iraqê kir. Piştî dagirkirina Iraqê, peymanên petrolê yên bi welatên wekî Rûsya, Fransa û Çînê re hatin betalkirin û petrola Iraqê li ser welatên ku DYA pêşengiya wê dike û piştgiriyê didin dagirkeriyê, hat belavkirin. Di vê lêkolînê de, rêkeftinên petrolê yên ku ji aliyê kompaniyên petrolê yên Amerîkî ve, ku pişka herî mezin ji petrola Iraqê werdigirin, nîşan dide ku Amerîka dixwaze bibe yekane hêza li herêmê. Di heman demê de bi dagirkirina Iraqê re vekirina xeta boriya Kerkûk-Heyfa careke din hat rojevê. Bi vekirina boriya petrolê re, tê plankirin ku petrola Kerkûkê di ser Îsraîlê re derbasî Behra Sipî bibe. Xeta boriyê hem dê hewcedariyên enerjiyê yên Israîl peyda bike hem jî dê di bin kontrola DYA de be û nefta Rojhilata Navîn dişîne Derya Spî. Bi vegerandina herikîna petrolê ya bi rêya boriya petrolê ya Kerkûk-Banyas re, hêza Rûsya û Îranê li herêmê li hember DYA’yê dê zêdetir bibe. Îran ji bo berdewamiya hinartina petrolê di egera xirabbûna şert û mercên ewlehiyê yên Kendava Hurmuzê de, hewl dide xeta boriya alternatîv çêbike, wek boriya petrolê ya Kerkûk-Banyas ku li beravên Deryaya Navîn e û petrolê dişîne Ewropayê. Şîrketa petrolê ya Rûsî bi hikûmeta Lubnanê re peymanekê îmze kir ku li herêma Trablusê ya Lubnanê lêgerîna petrolê bike.
Dema ku Rûsya li vê herêmê ye, eger boriya petrolê careke din bikeve operasiyonê, dê Rûsya mafê kontrolkirina beşek ji boriya petrolê bidest bixe. Di vê rewşê de boriya petrolê ya Kerkûk-Ceyhanê dê fonksiyona xwe winda bike. Rûsya jî di wê baweriyê de ye ku dê beşeke mezin ji hinardekirina petrola Rojhilata Navîn bo bazara Ewropayê kontrol bike. Ev pêşketin dê pêşbirka Rûsya û Rojava ya di warê enerjiyê de jî bileztir bike. Di encamê de xeta boriya petrolê ya Kerkûk-Banyas ji aliyê cih û rêya xwe ve ji bo welatên weke DYA, Rûsya û Îranê di navçeyeke gelekî girîng de ye. Ji ber vê yekê Komara Tirk a dagirker ku tê gotin cîranê herêmeke bi vî rengî girîng e, bi tevlîbûna dem bi dem di operasyonên li herêmê de hem ji aliyê aborî hem jî ji aliyê stratejîk ve dikare were nirxandin. Di encamê de her çiqas armanca sereke ewlekarî be jî girîng e ku li herêmê xwedî gotin be, ji ber ku ewlekarî bêyî hêza aborî nayê avakirin.
Fırat ALİ