Li gor agahiyan, Waliyê AKP’yî ya Rihayê Hasan Şildak, di nava du mehên dawî de 9 caran li heremên dagirkirî bi taybet Serêkaniyê û Girê Spî ji bo koçberên Sûriyê bi taybet malbatên çeteyan karibin di hilbijartinên heremî yê 31’ê Adarê de dengê xwe bikar bînin bi rêveberên meclîs û serçeteyên komên girêdayên dewleta Tirk a dagirker re civîn lidarxistiye. Di van civînan de ji bo qeydkirina navên bi taybet malbatên çeteyên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê ne qeyd bikin, li Girê Spî, Serêkaniyê, Riha, Semsûr, Mereş, Edene û Stenbolê gelek ofîsên ne fermî hatine vekirin.
PENABER DIKARIN DENG BIKAR BÎNIN?
Rûxmê ku li gor zagona Neteweyên Yekbûyî (NY) û dewleta Tirk a dagirker de qedexeye penaber (koçber) di welatekê biyanî de ji bo hilbijartinên giştî û heremî deng bikar bînin jî, ev vekirina ofîsan û qeydkirina navên koçberan bi taybet malbatên çeteyan ji bo wê rêbazek hatiye dîtin. Ji bo wê jî navên kesên ku bi taybet di kampên koçberên Sûriyê yên li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê perwerdeya zimanê Tirkî dîtine têne qeydkirin ji bo karibin wan rasterast weke hemwelatiyên Tirkiyê bidin nîşandan. Ji bo vê yekî jî tê gotin ku berî 8 mehan ji bo gelek malbatan îkame hatine çêkirin û bi mixtaran dane erêkirin.
BI HEZARAN NAVÊN KESÊN MIRÎ HATINE QEYDKIRIN
Li gor agahiyan, ji aliyê Walitiya Rihayê ve lîsteya navên hezaran kesên berê mirine an jî di erdheja ku 6’ê Sibatê ya sala 2023’an de navenda wê Meraş bû jiyana xwe ji dest dane, ji van ofîsên qeydkirina navan re hatine şandin da ku karibin ew malbatên çeteyan di şûna wan de qeyd bikin.
WALIYÊ RIHAYÊ ŞILDAK BIXWE ORGANÎZE DIKE
Li gor çavkaniya pê bawer, diyar dike ku organîzeya vê yekî ji aliyê partiya AKP’ê ve Waliyê Rihayê (Urfa) Hasan Şildak hatiye erkdarkirin. Lewra Walî Şildak wek kesekî nêzî Erdogan tê naskirin û di gelek mijaran de propagandaya AKP’ê û Erdogan dike.