Destpêk
Ji avabûna gerdûnê heta çêbûna gersitêrkan û heya mirovê destpêkê; ji mirovê destpêkê jî heya çêbûna klan, kabîle, xanedan, êl û eşîran. Ji vir jî heya împarator, dawleta netewe û pergala kapîtalîzmê. Ev dîrok qasî em pê dizanin 8.3 milyar sal in. Di vê dîroka em tê de derbas bûne, me bi xwe re hest anîne. Mirov dikare bêje ku dîroka gerdûn û mirovahiyê, di heman demê de jî dîroka hêstan e. Ji ber ku eger di mirovê destpêkê de hestên jiyanê nebûna, dê nekariya xwe li ser lingan bigirta. Em jî ji koka vê dîrokê tên. Ji sedî sed ne be jî lê belê me bi xwe re taybetmendiyên ku ji dîrokê girtine anîne. Rêbertî vê rastiyê weha tîne ziman: “Em di destpêka dîrokê de, dîrok jî di roja me de veşartî ye”. Mirov dikare bêje ku hestên me yên îroj, ne yên îroj in. Yanî di destpêkê de bi me re hebûne. Lê mirovan nedizanî ka dê van hestan çawa bînin ziman. Mirovê destpêkê çawa xwe parastiye, çawa xwe têr kiriye û çawa xwe zêde kiriye? Ev sê xislet ji bo domandina jiyanê nebin nabe. Yanî mirovê destpêkê haj ji van xisletan heye ku ev sê xislet bi cih anîne. Hem xwe parastine, hem xwe têr kirine û hem jî xwe zêde kirine. Ev her sê pirs, ne ji rêzê ne. Gelo çi bûye sedem wan mirovan xwe parastiye? Çima xwe têr kirine? Çima xwe zêde kirine? Em li vir dikarin vê bersivê bidin: Hest bûne sedem ku ev her sê pêdivîyên jiyanê pêş ketine. Me di beşa pêşgotinê da anîbû ziman ku mirov ji pirtikan pêk tê û her pirtik jî zindî ye û xwedî hestan e. Di vir da pirsek din tê pêşberî me. Ev jî ev pirs e. Çi bûye sedem ku mirov ber bi hestan ve çûye. Dibe ku bersiva me ji sedî sed nebe. Lê bele ji sedî 99.9 para xwe ya rastiyê heye. Bersiv jî ev e, “azadî”. Ji ber ku armanca hestan ew e ku azad bin. Ji bo ku hest azad bibin jî pêdiviya wan bi rêbazekê heye ku bigihije armanca xwe. Em di roja îroj da ji vê rêbazê re dibêjin “helbest”. Dema mirov nav lê kirinên destpêkê binêre, dê mirov bibîne ku, li gorî hestan nav li tiştên heyî kirine. Eger em çend mînakan bidin; agir, ba, ax, av û hwd. Baş e, çi bûye sedem ku mirovên ewil ewqas bi jîyanê ve hatine girêdan? Di vir da em dikarin vê bêjin; ji bo xwe bigihînin rastiyê. Ji bo mirov bigihije rastiyê jî têkoşîn, azwerî, mejî û hêvî lazim in. Ji bo ev taybetmendiyên me anîne ziman pêk werin jî dîsa hest pêwîst in. Ji ber vê jî mirovên destpêkê bi her aliyan ve xwedî hestên bê hempa bûne. Mirov dikare di vir de, hinek qala mejiyê mirovan bike. Di mejiyê mirovan da du cure mejî heye. Yekem: Mejiyê hestyar, duyem: Mejiyê analîtîk e. Mejiyê hestyar bê ku xeletiyan bike tevdigere û qet şaşitiyan nake. Mejiyê ku mirovan ber bi hestan ve dibe jî ev mejiyê hestyar e. Mejiyê analîtîk rewşa heyî analiz û şîrove dike. Ji ber vê jî hin caran dikeve şaşitî û xeletiyan. Dema mirov li dîroka derbasbûyî binêre, mirovên ewil sedî not bi mejiyê hestyar tevgeriyane. Lewra wan dikariyan ji bo dîroka mirovahiyê bibin hîmê jiyanê.
Bi Hev Ve Girêdana Hest û Azadîyê
Tu tişt tuneye ku armanca xwe ne azadî be. Her tişta ku di gerdûna me da heye, bê sedem û bê sebeb nîne. Her tişt qasî cewherê xwe yê resen, bandora xwe li gerdûna me dike. Her tişta ku di gerdûna me de heye, bi hev ve girêdayiye. Tiştek bê yê din nabe. Yanî em her tişt in û qet ne tu tiştek in. Ji moriyekî bigire heya teyrê li asîman, ji teyrê li asîman bigire heya baran û berfê, ji baran û berfê bigire heya karxezalên li ser lat û zinaran, armanca me tevan yek e. Ev jî azadî ye. Lê yê ku me tevan tîne li gel hev û du hest in. Hest dibin sedem ku armanc û daxwazên me tevan bibin yek. Lê mixabin di roja îroj de pergala kapîtalîzmê şerê hestan li ser civakê dike. Ez dê li ser vê mijarê, di beşên pêş de, bi berfirehî binivîsim.
Em zindî tev, ji alîyê hestan ve bi hev ve girêdayî ne. Carna mirov vê girêdanê bi çav dibîne, carna mirov bi guh dibihîze û carna jî mirov bi pêhesînên xwe pê dihese. Ji bo mijar baş were zanîn, em çend mînak û nimuneyan bidin. Bihizirin! Şivanekî li ber berxan, çiqas ji berxên xwe hez dike. Lê dama bibihîze ku dê berxê wî bikin qurban yan jî di cihekî de miriye. Bêguman dê şivanê berxan bihestyar bibe. Ji ber ku wî şivanî piranîya jiyana xwe bi wê berxê re derbas kiriye. Bi wê re geriyaye. Li ser lat û zinaran, li ser çem û kaniyan, li ser mêrg û deştan. Ma kî dizane dibe ku carna were xewna wî jî. Ji ber ku ew bibû parçeyek ji jiyana wî. Şivan li gel berxê xwe azad dibe. Jixwe azadiya ku em qala wê dikin, ev bixwe ye. Di kêliyê de, azad jiyîn, yanî kêliya em tê de ne, bi azadî jiyîn e. Di vir de jî dîsa têkiliya hest û azadiyê tê ber çavên me. Di esasê xwe da jî azadî, di hestan da veşartî ye. Ya di vir da girîng, mirov hewil bide wan hestan derxe holê û bi watedar bike. Nimuneya me ya din ev e: Eger tu gulan biçînî, pişta xwe bidiyê, dê ev gul li gor dilê te şîn nebin. Lê eger tu gulan biçînî, her roj av bidî, axa gulan bikolî, wezexa gulan bikî binê û pêre eleqedar bibî, dê ev gul pir zutir şîn bibin û zutir bîhn bidin û mezintir bibin.
Her gava ku gul mezintir dibin, bîhna wan jî mezintir dibe. Hestên wan berfirehtir dibin. Têkilîya gulan û xwediyê gulan, roj bi roj xurttir û qayîmtir dibe. Êdî gul jî xwediyê xwe nas dikin. Xwediyê gulan jî ji kû derê re dema bîhna gulan bîhn bike, dê nas bike. Gerek em vê jî bînin ziman: Ev têkiliya gul û mirovan, bandora xwe li ser jinan bêhtir dide nîşandan. Ev jî ji têkiliya jinxwezayê tê. Em dê piştra li ser vê xalê jî bisekinin. Di vir de ya esas hevsengiya hestan e. Eger ku hestên xwediyê gulê û hestên gulê li hev bikin, ev tê vê wateyê ku azadî bi hevsengiya hestan ava bûye. Mîsala me ya dawîyê jî ev e; têkilîya mirov û hespan.
Em demekê li eyaleta Cîlo bûn. Ji bo hin xiradên me yên jiyanî, li gel me hesp hebû. Dema em ji nuqteyekê biçûna nuqteyek din. Me xiradên xwe li hespê dikir. Yanî hesp her dayim li cem me bû. Herî zêde heval Bager Erdal pêre mijul dibû. Ji ber vê jî hestê hespê herî zêde heval Bager nas dikir. Hesp fêrî heval Bager bibû. Heval Bager hesp bar dikir û barê wî datanî. Demek şunde heval Bager ji bo karekî dê biçûya Çarçela. Lê dema heval Bager xatir xwest û dê rê biketa, hema ji nişka ve hespê kire şîqeşîq û lingên xwe bi erdê ra bir û anî. Heya demekê wisa kir.
Piştra bezî çû li cem heval Bager û serê xwe bi milê heval Bager re dianî û dibir. Wekî ku jê re bêje: “Neçe.” Ji ber ku heval Bager ji me hemûyan bêhtir bi hespê re mijul dibû. Wî ava hespê didayê. Wî xwarina wî didayê. Wî ew dibir digerand. Ji ber vî jî hesp bi heval Bager ve hatibû girêdan. Lewma dema dît ku dê heval Bager biçe, hestên wî wisa darketin pêş.
Encam
Wekî ku ji sernavê gotara me jî diyar dibe, helbest jiyan e. Ne hest ji helbestê qut dibe, ne jî helbest ji hestan qut dibe. Ne azadî bê hest dibe, ne jî hest bê azadî dibe. Ya ku di vir da girîng e, hevsengiya di navbera hest, helbest û azadiyê de ye. Eger me karî em vê hevsengî û ahengê qasî ji me tê xwestin pêk bînin, wê demê me gavek ber bi rêya rastîyê ve avêtîye.
Di hefteya bê de, em dê li ser girêdana “hest û rastiyê” bisekinin. Li benda me bin!
Şoreş ÛZÎMÎ