Di çend mehên borî de, 20’emîn civîna bilind a çaralî li Astana û piştre ji bo komîserhevkirina endamên NATO yên belavbûyî û ji qontrolê derketine di çerçoveya konsepteke nû ya di Rojhilata Navîn de, biryarên hatine danîn pêk bînînin hevdîtinên tên kirin, dewleta Tirk a faşîst û dagirker di nav lêgerîna xwestina piştgiriya ya ji bo politikaya xwe ya înkar û îmha ya di şexsê Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurd de dixwaze li ser gelê Kurd bimeşîne, pevçûnên wekalet û tifaqên ku ji aliyê du hêzên blok ên DYA û Rûsya li ser hêzên herêmê, alozî û nakokiyên ku di statukoya Kerkûkê de derketine holê û hewldanên hemû hêzên li herêmên Tenef û Dêrezorê ji bo berjewendiyên xwe eşîretên heremê dixwazin bikşînin aliyê xwe û bi wan bidin meşandin û hwd… Ev hemû geşedan û pêşketinên bi lezûbez û tevlîhev bi çi ve girêdayî ye û div ê hevkêşeyê de jî xeta boriya petrole ya Kerkûk-Banyas (Lazikiye) ku wek alternatîfa Xeta Petrolê ya Kerkûk-Ceyhan (Edene) ya Tirkiyê ye, em ê balê bikşînin ser giringiya wê. Sedema bidestgirtina vê mijarî ew e ku dema me li hin çavkaniyên vekirî û veşartî, şopandin, danûstandinên dîplomatîk ên di navbêra hêzan dinêrin û her wiha agahiyên ku di derbarê hin planên operasyonên taybet ku her çiqas qût qûtî bin jî me dît ku di van gengeşî û pêşketinên dawî de girîngiya bazirganiya neftê (petrole) derdikeve holê.
Em dixwazin binê wê dûbare xêz bikin ku; pêşketin, îtîfaq, pêvçûn an jî şer, hevsengiyên siyasî yên di heremê de diqewimin hemû bi Xeta Boriya Petrolê ya Kerkûk-Banyas an jî giştî bazirganiya petrole ve girê bidin dê şaş be, jixwe armanca me jî ne ew e. Lê belê daxuyaniyên Wezîrê Karên Derve yê hikûmeta faşîst a AKP-MHP’ê Hakan Fîdan ên di hevdîtinên Bexda û Hewlêrê de kirî plana êrîşa mezin a li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê, pevçûn û aloziyên li Kerkûkê û hwd. Rewşa nakokiyan û êrîşên li ser Tenef û Dêrezorê girantir bûne yek ji lengên herî girîng a vê hevkêşiyê (denklemi) bazariya petrolê em nikarin paşguh bikin. Bi gotineke din, neft ne tenê di warê sotemeniyê de, ji bo hebûn an jî bicihkirina hêzan jî weke hincetek girîng e.
Ji ber vê yekî em dê di vê dosya-analîzê de jibilî destpêka çêkirina Xeta Boriya Petrolê ya Kerkûk-Banyasê, rêjeyên aborî, di heman demî de bandora vê xeta boriyê ya li ser têkiliyên navbêra di serî de Sûriye-Iraq û hemû hêzên navneteweyî û heremî ya li ser heremê bigirin dest.
AVAKIRIN Û GIRÎNGIYA XETA PÊTROLÊ KERKÛK-BANYAS
Xeta boriya petrolê ya Kerkûk-Banyas Em dikarin zeviyên petrolê yên Iraqê bikin sê parçe: Bakurê Iraqê, Iraqa Navîn û Başûrê Iraqê. Li herêma bi navê Bakurê Iraqê bîrên petrolê yên Mûsil û Kerkûkê hene. Nêzîkî ji sedî 25 ya rezerweyên petrolê yên Iraqê ji bîrên petrolê yên Kerkûkê tê derxistin. Herêma Îraqa Navîn li ser sînorê Îran û Iraqê ye, lê ji aliyê rezervên petrolê ve ne dewlemend e. Herêma Başûrê Iraqê dikeve başûrê rojavayê bajarê Besrayê. Keşfa vê herêmê di navbera salên 1953 û 1958’an de pêk hatiye. Li vê herêmê bi giştî 75 bîr tên xebitandin. Dema em li rezervên welatên OPEC’ê yên sala 1980’ê dinêrin, piştî Erebistana Siûdî welatê ku herî zêde rezerwên neftê lê ye, bi 59 milyar bermîlan rezerwe (berhemên petrolê) heye. Dema em li rêjeya berhemanîna petrolê dinêrin, Iraq bi 131.1 milyon ton berhemanîna petrolê di rêza duyem de ye di nav welatên OPECê de, lê di pileya cîhanî de li paş e. Ev rewş bêîstiqrariya Iraqê di hinartina petrolê de nîşan dide. Iraq ku di warê rezervên petrolê yên piştrastkirî de di cîhanê de duyemîn e, dema ku em rezervên wê yên neftê yên ku nehatine îsbatkirin li ber çavan bigirin, berendamê serkirdayetiya rezerva petrolê ya cîhanê ye.
Bajarê Kerkûkê ji bo Iraqê xwedî girîngiyeke cuda ye. Yekem petrola Kerkûkê di sala 1927an de ji bîra Baba Gurgur hat derxistin. Li gorî daneyên ÇED’ê ji sedî 40’ê nefta ku li Iraqê tê hilberandin ji bîrên petrolê yên Kerkûkê tê derxistin. Girîngiya Kerkûkê ji bo Iraqê baştir tê fêmkirin ku dema ku di salên 2000-2001 de li Iraqê rojane 2.5 milyon bermîl berhemanîna petrolê bû, milyonek bermîl jî ji Kerkûkê dihat. Ji ber bêîstiqrariya herêma Kerkûkê, bi hemû hêza xwe hinardekirin (kapasite) nayê kirin. Ger kapasîteya tevahî were bikar anîn, dê bi qasî 1,6 milyar bermîl were hinardekirin. Sûriye ji ber cihê xwe yê jeopolîtîk hem welatekî Rojhilata Navîn û hem jî li Deryaya Navîn e. Çavkaniyên herî girîng ên bin erdê yên Sûriyeyê neft û gaza xwezayî ne. Li gorî daneyên BP’ê yên sala 2018’an 2,5 milyar bermîl rezervên petrolê hene. Ew jî bi sedî 0.2 ji rezervên cîhanê re têkildar e. Sûriye, di ser Deryaya Sipî re digihê Ewropa û Asyayê û di ser riya rojhilatê Behra Sipî jî digihê Afrîkayê. Sûriye welatekî pêwîst e ji bo dewletên ku serdestê Rêya Îpekê ye, ku yek ji riyên bazirganiyê yên girîng di dîrokê de ye. Welatên ku Rêya Biharatê kontrol dikin û niha ji dûr ve Kanala Sûweyşê kontrol dikin û dixwazin ku serdestiyê ser Deryaya Spî ya wekî rêyek alternatîf ji Kendava Basrayê re bikin Sûriye ji bo wan welateke jêneger e. Di warê kalîteya petrolê û lêçûnên derxistina petrolê de li gorî welatên din ên Rojhilata Navîn pir biha ye. Petrol cara yekem di sala 1956’an de li Sûriyê ji aliyê şirketeke Amerîkî ve hat dîtin.
Yekem hilberîna petrolê di sala 1959 de dest pê kir. Di sala 1968’an de hilberîna petrolê 1 mîlyon ton bû, ev hejmar bi salan zêde bûye. Hilberîna herî zêde ya petrolê di sala 2002 de 32,7 mîlyon ton bû. Di sala 2011an de, ji ber şerê navxweyî li Sûriyê, berhemanîna petrolê 16,9 milyon ton bû, lê li gorî sala borî bi qasî ji sedî 50 kêm bû û daket 8,1 milyon ton. Di sala 2018an de berhemanîna petrolê 1,1 milyon ton bû. Sûriye jî ji bo petrola Iraq û Erebistana Siûdî bi rêya boriyan deriyê Deryaya Sipî ava dike. Li Sûriyê 3 benderên (lîman) sereke hene bi navê Laziqiye, Tartus û Banyas. Di dema ku hinardekirina nefta welêt bi rêya bendera Banyas tê dabînkirin, bazirganiya neftê jî bi rêya benderên Laziqiyê û Tartusê tê kirin. Di sala 1930’an de ji aliyê Şîrketa Petrola Iraqê (IPC) ve projeyek boriya petrolê hate amadekirin da ku petrola xav (xam) bi rêya Deryaya Spî re bişîne Ewropayê. Xeta boriya ku ji petrola Kerkûkê ya li Bakurê Iraqê heta bajarê Hedîse yê Iraqê dirêj dibe, ji wê derê bi du aliyan ve hatiye dabeşkirin. Xeta yekem digihîje Trablusê û ya din jî digihîje Bendera Heyfa ya Îsraîlê.
Çêkirina boriya petrolê ya Kerkûk-Heyfa di sala 1934an de bi dawî bû. Herikîna petrolê heta sala 1948an berdewam kir. Xeta Petrolê ya Kerkûk-Heyfayê ji ber nakokiya Ereb-Îsraîl ku di sala 1948an de bi avakirina Dewleta Îsraîlê derketibû, hat girtin. Ev boriye pêşgotina xeta petrolê ya Kerkûk-Banyas bû. Di sala 1950 de, ji bo veguhestina petrola Iraqê bo Trablus û Bendera Banyas, ji aliyê şîrketa (kompaniya) petrolê ya BP ya Brîtanî ve boriya petrolê ya Kerkûk-Banyas dest pê kir. Ev xeta boriyê di 23ê Nîsanê de bi dawî bû û di 18ê Mijdara 1952an de bi merasîmekê ku şahê Iraqê Feysel ê Duyemîn û dewletên din beşdar bûn hat vekirin. Rêya her du boriyên paralel ên ku di sala 1950 de li ser hatibû lihevkirin, dê ji Kerkûkê derbasî Bendera Trablusê ya Lubnanê bibe û xeta duyemîn jî dê di navbera Kerkûk-Tartûs-Banyas de derbas bibe. Dirêjahiya giştî ya Xetê 1410 km û kapasîteya barkirina wê ya salane 35 milyon ton e. Zêdebûna hilberîna neftê ya piştî boriyan ketin meriyetê di daneyan de xwe nîşan da. Di sala 1951’an de hilberîna rojane ya petrolê 177 hezar û 929 bermîl bû, di sala 1952’an de jî 384 hezar û 326 bermîl bû. Di çar mehên destpêkê yên sala 1952’an de rêjeya rojane ya hilberîna petrolê bi qasî 854 hezar û 740 bermîl bû. Di sala 1951ê de berhemanîna rojane ji kêlgeha petrolê ya Kerkûkê 322 hezar û 627 û di sala 1952an de jî 449 hezar bermîl bûye. Ji ber ku ev her du boriyên bi hemû hêza xwe kar nakin, rojane 475 hezar bermîl petrol hildigirin.
Xeta boriyê di nava 4 mehên piştî ku ket meriyetê de bi giştî milyonek û 970 hezar û 500 bermîl hilgirt. 800 km ji van boriyan xeta boriya petrolê ya Kerkûk-Banyas û yên mayî jî xeta boriya petrolê ya Kerkûk-Trablusê ne. Dema ku boriya petrolê bikeve meriyetê, kapasîteya hinardekirina petrolê ya Iraqê dê salê 26 milyon ton be û dê 42 milyon dolar dahatê peyda bike. Xeta petrolê ya Kerkûk-Banyas 81 cm dirêj e û rojane 300 hezar bermîl e. Her sal 14 milyon ton nefta wê pompe dike. Heger boriya petrolê bi hemû hêza xwe kar bikira, ji sedî 41ê petrola Iraqê di sala 1955an de, %28 di sala 1960 de û %21 jî di sala 1965an de bi rêya boriya Kerkûk-Banyas dihat veguhestin. Lê belê ji ber bêîstiqrariya Iraqê rojane 150 hezar heta 250 hezar bermîl petrol hildigire. Di vê rewşê de %15ê nefta ku di sala 1965an de hatiye berhemanîn bi rêya boriya Kerkûk-Banyasê hatiye veguhestin. Di navbera salên 1950 û 1960î de, Iraqê nêzîkî 40 milyon ton petrol hilberand. Ev hilber bi saya boriyên ku di sala 1952’an de hatin tetbîqkirin û bîrên petrolê yên li herêma Başûrê Iraqê beşdarî hilberînê bûn, pêk hat. Di sala 1951’an de hilberîna petrolê 8,9 mîlyon ton bû, di sala 1954’an de 31,3 mîlyon ton û di 1960 de 49 mîlyon ton zêde bû. Piştî vê salê hilberîna petrolê di sala 1980’an de gihişt asta herî bilind û gihaşt 138,2 milyon ton. Bi projeya boriya petrolê ya Kerkûk-Banyas re, armanc dike ku petrola Iraqê ji Bendera Banyasê derbasî Deryaya Sipî bibe. Bi vê projeyê petrola ku ji Rojhilata Navîn tê derxistin dê di ser Deryaya Spî re bigihê bazara Ewropayê û dê dahatê jî bide welatên ku welatên transît in. Di sala 1955an de, di navbera hikûmetên Iraq û Sûriyê de lihevkirinek hat kirin ku qazancên ji dahatê bi awayekî wekhev parve bikin.
(BEŞA 2: YEKEMÎN ŞERÊ EREB-ÎSRAÎLÊ, IRAQ Û SÛRIYÊ JI BO PETROLÊ LIHEVNEKIRIN, ŞERÊ ÎRAQ-ÎRANÊ, DAGIRKIRINA KUWEYTÊ YA JI ALIYÊ IRAQÊ VE, DI DAGIRKIRINA IRAQÊ YA JI ALIYÊ DYA DE HEDEFA PÊŞÎ XETA KERKÛK-BANYAS BÛ)
Fırat ALİ