Dîroka kolonyalîzma Rojava ya li Rojhilata Navîn ku hikûmeta AKP’ê bi projeya BOP’ê tê de cih girtiye, ji 150 salî derbas dibe, dîroka nakokiyên mezhebî jî hezar salî derbas dike. Helbet çareseriyeke Kurdan a ji bo ku ji xitimandina Rojhilata Navîn derbikeve û pirsgirêkên wê yên pêkhatî ji holê rake heye; û ew jî Paradîgmaya Neteweya Demokratîk e.
Destwerdanên Tirkiyê yên li ser Rojhilata Navîn bi taybetî li ser axa Kurdistanê berdewam dikin. Ji Misirê heta Lîbyayê, ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta Başûrê Kurdistanê, destwerdanên li gelek welatan, weke nîşaneya polîtîkaya neo-osmanîyê, Şerê Cîhanê yê Sêyemîn kûrtir dike. Bi taybetî hewldanên destwerdana hilbijartinên Kerkûkê yên li Kurdistanê, êrîşên berdewam ên li dijî Rojava û îşareta şerekî nû ya bi tevlîbûna Iraqê, daxwaza berdewamkirina vê siyasetê radixe ber çavan.
Sererkanê faşîst Tayyîp Erdogan ku li ser navê desthilatdariya şer a faşîst a AKP-MHP’ê ya di hilbijartinên 31’ê Adarê de têk çû, dîsa fatureya wê ji Kurdan re derxist û gefa mezinkirina şerê heyî xwar. Helbet ev tehdîd weke berdewamiya hewldana destwerdana demdirêj a desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ya li Rojhilata Navîn bi polîtîkaya xwe ya Neo-Osmanizmê dikare were xwendin. Lê belê mirov vê rewşê tenê wekî xewna avakirina Împeratoriya Osmanî bixwîne dê kêm bimîne.
DI CEWHERA FAŞÎZMA AKP-MHP’Ê DE NETEW-DEWLETPARÊZÎ HEYE
Dewletên ku berdewamiya împaratoriyan in, her tim dixwazin xwe bigihînin hêzên xwe yên berê. Di serdema dewleta netewe de, dibe ku çîn, beş û partiyên ku vê hesretê temsîl dikin hebin. Polîtîkayên rastgir, faşîst dimeşînin, lê bilindbûna van polîtîkayan di konjonktureke diyar de mumkun e. Mînakên herî tîpîk di konjonktura krîza aborî, siyasî û civakî ya li Ewropayê ya salên 1930’î de hatin jiyîn. Li Elmanyayê, Adolf Hitler îdîa dike ku wek Reich a sêyemîn di sala 1934 de Komara Weimar veguherandiye Împeratoriya Alman. Neteweperestên Alman kokên xwe yên emperyal digihînin heya Împaratoriya Romaya Pîroz. Reich a yekem berdewamiya Romaya rojava wek Împaratoriya Germen (Alman) a Roma ye, Prûsya ya ku di Yekemîn Şerê Cîhanê de têk çû wek e Reich a duyemîn tê hesibandin. Reich a sêyemîn jî Hîtler xwe îlan dike. Hitler bi xwe sernavê ango unwana ‘Führer’, ku tê wateya yekane serok, împarator, distîne. Reîcha Sêyemîn bi êrîşên ku ji Ewropayê dest pê kiribûn armanc kir ku cîhanê bi dest bixe. Di encamê de wan di pêvajoya krîza pergala kapîtalîst a modern de fonksiyonek bi cih anîn û winda bûn.
Diyalektîka Osmanî ya li Tirkiyeyê her çiqas di nava xwe de cuda be jî dişibe hev. Yek ji diyardeyên ku bi kaos û krîz, reqabet û qeyrana sîstemê li cîhanê û herêmê derketiye holê ye. Dewleta Tirk bermayiya Împaratoriya Osmanî ye. Ji ber vê yekî ye, carinan li ser axên ku di serdema Imperatoriyê de winda bûne doza mafên xwe dikir.
Lê di serdema desthilatdariya faşist a AKP’ê de, polîtîkaya dewleta Komara Tirkiyeyê ji ber hebûna Kurdan li Rojhilata Navîn di hêla statû-pozîsyona xwe de baldar bû. Li aliyê din AKP ji kevneşopiyeke siyasî û bingeheke siyasî-îdeolojîk ku ji destpêkê ve rejîma komarê red dike, tê. Di konjonktûreke ku statukoya sedsalê ya li Rojhilata Navîn têk çûbû de rabû. Di vê konjukturê de hatina desthilatdariya AKP’ê ya ku motîvasyona xwe ji desthilatdariya beriya komarê girtibû, şert û mercên ji bo firehbûnê guncav kir. Weke ku ji piştgiriya MHP û komên mezin û biçûk ên neteweperest jî tê fêmkirin, Osmanî îro ji bo berfirehkirina netewe-dewleta Tirk pir bikêrhatî ye. Bi argumanên cuda yên derve hewl dide dagirkeriya xwe rewa bike. Esasê meselê ew e ku li herêmê di parvekirina emperyalîst de para xwe bigire û bibe hêzeke jêremperyal. Împaratoriya Osmanî ne netew-bingeh bû, di bingehê berfirehkirina faşîzma AKP-MHP’ê de jî netew-dewletparêzî heye.
UMMETÎ-BIRATIYA OL A SIXTE Û KURDÊN HEVKAR
Bi taybetî destwerdanên desthilatdariya faşîst a kolonyalîst AKP-MHP’ê ya li ser axa Kurdistanê, destwerdana li her qada ku Kurd lê xwedî statû ne, bi kurtasî dijminatiya li Kurdan, helbet xwedî planeke piştperdeya dîrokî ya Osmanî ye. Tifaqa ser bingeha ummet-xîlafet di navbera çînên desthilatdar ên Kurd û Împaratoriya Osmanî de heta komarê dewam kir. Polîtîkayên rejima komarê ku armanca wan ji holê rakirina hebûna kurda ku bi kurdan re ti îtîfaqê çênekê, meyla ku heyama osmanî weke “xirabiya piçûk” a di têkiliyên tirk û kurdan de were dîtin bihêztir kir. Bi rastî di serdema Osmaniyan de jî têkiliyên kurd û osmanî bê pirsgirêk nebûne. Her çend îttîfaqên curbecur hatin pêşxistin jî, ev tifaq gelek caran hatin şikandin, bi serhildan û zextan hatin qutkirin û ji nû ve hatin rêzkirin.
Îro ne mimkûn e ku di dema Împeratoriya Osmanî de heman têkilî û tifaqê ava bikin. Desthilatdariya faşîst a kolonyalîst AKP-MHP’ê dixwaze gelê Kurd û Kurdên hevkar têxe xizmeta berjewendiyên netewe-dewleta Tirk. Ji ber ku avakirina serweriyê tenê bi hêzê pêk nayê, ji bo wê jî destûr pêwîst e. Hêz di girêdana Kurdan bi dewleta Tirk re bêbandor bûye, vê carê dixwazin bi ummetîzmê encamekê bi dest bixin û kolonyalîzmê rewa bikin. Bi ‘biratiya olî’ berfirehbûna dewleta Tirk kamûfle dikin. Di van demên dawîn de li ser qanalên kurdî nîqaşên “rêya kurdan rêya Îdrîs-î Bedlîsî ye” tê kirin. Bi vê yekê re hewl didin wê têgihiştinê bidina afirandin ku divê kurd di sadsale 21. de careke din bibin xizmetkarê dewleteka serdest. Ji ber ku biratiya ummetê nayê pirsîn ka çima her tim di zerara kurdan de ye, hewl tê dayîn ev nîqaş bi awayekî vekirî bên kirin. Ji ber ku ji xizmeta AKP-MHP’ê memnûn in û ji ber xizmetên wan tên xelatkirin.
Rûyê hundirê sextekariya “ummetperestî” û “biratiya olî” li herêmên Başûr û Rojava yên dagirkirî diyar dibe. Li van herêman hemû çavkaniyên aborî û xwezayê bi rastî tê talankirin. Ji rûnê wê heta bi daristanên wê, ji zeytûnên wê heta petrola wê, tên girtin û didin kê? Gelê Kurd û Kurdistanê dikare jê sûd werbigire? Kurd li seranserê Kurdistanê di nava xizaniyê de ne, komek hevkarên ku behsa ummetîzm û hêzên sermaye yên girêdayî AKP-MHP’ê dikin, bi awayekî hovane çavkaniyên Kurdistanê îstismar dikin. Rûyê hundirê Osmanî û ummetîzma AKP’ê ev e; Ji nû ve kolonîkirin û talankirina Kurdistanê bi şêwazê kapîtalîst a modern…
DIXWAZIN KURD WEK E DI BIN NASNAMEYA TIRKAN DE BIMÎNIN
Destwerdana dewleta Tirk a dagirker û kolonyalîst li dijî xwerêveberiya Kurdan û gelan bi taybetî li herêmên weke Rojava, Kerkûk û Şengalê heye. MÎT û wezîr ji bo pêşî li hilbijartina parêzgarê Kerkûkê bigirin ketin nava hewldanan. Helbet tê zanîn ku polîtîkayên li hemberî Kurdan ên statûyê ne nû ne. Ji ber ku kodên kevneşopiya dewleta Tirk a li ser vê mijarê ji Împaratoriya Osmanî heta Komara Tirkiyeyê û ji wir heta roja îro weke xwe mane. Dixwazin kurd wek bin-nasname û mêtingeriya tirkan bimînin. Gihîştina statuyê di dawiyê de tê wateya avakirina têkiliyek wekheviyê. Di zîhniyeta serweriya Tirkiyeyê de cihê vê nîne. Ji bo serdest, divê yên jêrîn hebin. Her wiha gelê Tirk manîpule dikin û feraseta ku destkeftiyên Kurdan wê zerarê bide wan ferz dikin. Lêbelê, rastî bi tevahî cûda ye. Bingeha feqîrkirina gelê Tirk ev e ku çavkaniyên welat ji bo tepisandin û qirkirina Kurdan tê xerckirin. Di van 50 salên dawî de ji xeynî çavkaniyên aborî yên ji bo şerê li Bakur hatine xerckirin, bi yên ku di 10 salên dawî de ji bo dagirkirina Rojava û Başûrê hatine xerckirin qat bi qat zêde bûne. Sedema ku aboriya Tirkiyeyê têk bir, şerê li dijî hebûna Kurdan e. Ev yek ji gelê Tirk veşartiye. Bedelê nenasîna nasname û hebûna Kurdan ji bo gelê Tirk, ne tenê hilweşîna aboriyê ye, di heman demê de têkçûna pergala giştî li gel hiqûq, perwerde û çavkaniyên mirovî ye.
PERGALA KU LI ROJHILATA NAVÎN TU CARî NEHATIYE CERIBANDIN
Çima miletek ku bi pîvanên azad û demokratîk dijî, miletekî din tehdîd bike? Kurd naxwazin dest deynin ser tiştên Tirkan, dixwazin mafên xwe bi kar bînin û bi gelên Tirk, Suryan, Ereb û Tirkmen re di nava têkiliyên wekhev û aştiyane de bijîn. Pergaleke ku heta niha li Rojhilata Navîn nehatiye ceribandin û hewl didin pêk bînin pêşniyar dikin. Em ji prensîba vê sîstemê re dibêjin “Neteweya Demokratîk”. Gelo ji bo gelan sîstemeke ji naskirin, qebûlkirin û hurmeta hevdu çêtir heye? Gelê Bakur û Rojava li ser vê bingehê têdikoşe, li Basûrê jî heman tişt e. Meylên demokratîk û populîst ên Kurdan di serhildanên jinan ên li Îranê de bi awayekî zelal derket holê. Tepisandin an jî piştgirîkirina hişmendiyeke wiha ya Kurdewarî wê bi kêrî gelên herêmê were? Demokrasî û wekheviyê tu carî gel winda nekir. Li dîroka civakan binêrin; her ku hêz, çavkanî û desthilatdarî dihat parvekirin aramiya civakê zêde bû. Li ku derê hikûmetên yekdest, desthiladarparêz hebûn, li wir yên ku winda kirin jî gel bûn.
Statuya ku Kurd hewl didin bi dest bixin, xwedî naverokeke demokratîk e û ji xeynî kêmîneyeke ku xwedî daxwazên serwerî û desthilatdariyê ye, di berjewendiya hemû beşên gel de ye. Kurd ne xwediyê rojeveke din a veşartî ne, armancên wan pir zelal in. Dixwazin mafên xwe yên ji aliyê dewletên serwer ên herêmê ve hatine desteserkirin bi dest bixin û biparêzin û azad bijîn.
BIHEVKETINA BERJEWENDAN
Dema em li êrîşên dewleta Tirk a faşist û dagirker yên li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê dinêrin, her çiqas wek e ew van êrîşan bi tena serê xwe dikin xuya bike jî lê, sedema bingehîn a bêdengiya hêzên navneteweyî yan jî tenê, ji daxuyaniyên “em bi fikar in” wirdedir naçin, dikarin weke nakokiya berjewendiyan bê şîrovekirin. Şefê faşîst Erdogan û polîtîkayên wî her çiqas hêzên serdest (Amerîka û Rûsya) bêzar kir jî, bû yek ji hevalbendên wan ê herî bikêrhatî. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ji bo berjewendiyên stratejîk ên van her du dewletan tehdîd nake. Ji ber vê yekê çavê xwe ji desthilatdariya AKP-MHP’ê re digirin ku li Başûr, Rojava an jî li Kafkasyayê li gorî rojeva xwe tevdigerin û dibe ku piştgiriyê bidin êrîşan. Lê belê rastiyek jî heye, wê êrîşên Erdogan ên ku ji hevsengiya her du eniyan sûd werdigirin, heta hetayê neyên qebûlkirin.
Ji aliyê din ve ku Kurd di bin êrîşên dewleta Tirk de ne, ji bo DYA û Rûsyayê jî feydeyên xwe hene – dewletên din jî dikarin li van zêde bikin. Bi vî awayî dixwazin Kurd weke hêzeke serbixwe tevnegerin û bi hêz nebin. Yanî dixwazin ji aliyekê divê Kurd bi tevahî neyên perçiqandin û di aliyê din jî divê pir bi hêz jî nebin. Wateya gotina “em bi fikar in” di têkiliyên navbêra navdewletî de pisporên mijarê baştir dizanin, lê guman tune ku ew durûtî û bêexlaqî ye.
XWESTEKA ERDOGAN A BIBE SEROKÊ BEYNELMÎLEL A MISLIMANAN
Îslama nerm projeyek bû ku DYA tê de razemenî kir. Her çend di destpêka damezrandina Îxwanan de mebest ji hev cuda bûn jî, bi pêvajoya Bihara Erebî re, ew ber bi rêgezek ku bi polîtîkayên Amerîkayê re têkildar bû û di nav Projeya Rojhilata Navîn a Mezin de cih girt, pêş ket. Tevgerên Îslamî pirsgirêkeke mayînde û bingehîn e; Nikarin veguherin tevgereke li derveyî sîstemê. Tevgerên batînî (yanî rastiyekê veşartî ya tevgeran) xwedî vê potansiyelê bûn, lê mezhebên îslamî yên dîrokî ji hêla pêkhatî ve di nav sîstemê de ne. Ji ber vê yekê ew bi hêsanî di nav yên din de tên helandin, dikevin nav hêzên serdest û zû bi zû ji holê radibin. Di dawiyê de, piştî lîstina rola ku DYE li welatên Erebî dixwestin lîstin, rastî mudaxeleyan hatin, li gelek deveran (wek Misirê) destwerdan li wan hat kirin, ji çav derketin. Erdogan di vê pêvajoyê de ji bo serokatiya Îxwan lîst, lê bi ser neket. Di dawiyê de dema ku stêrka Îxwanîzmê wemirî, berê wê guherî. Hêviya serokatiyê ya Erdogan tenê bi xeteke siyasî re sînordar nîne. Daxwaza wî heye ku bibe rêberê beynelmîlel-navneteweyî yê misilmanan û ji bo ku bigihîje vê armancê her derfetê hembêz dike û bikar tîne. Têkiliya wê ya bi çeteyan (cîhadiyan) re jî li ser heman bingehê ye. Pragmatîzma siyasî ya Erdogan êdî rastiyek e. Bi baweriya wî bi girêdayiya prensîban bawer nake. Ji bo vê dikare her kesî û her tiştî feda bike û dike.
SEDEMÊN BINGEHÎN KU ÇIMA ROJHILATA NAVÎN DI KIRÎZÊ DE YE
Bi ti awayî alozî û krîza li Rojhilata Navîn di demeke kin de çareser nabe. Ji ber ku bûye navenda Şerê Cîhanê yê Sêyemîn, stokên çekan ên cîhanê li vir diherikin. Ev hemû çek û keştiyên balafiran vala vala nayên berhevkirin. Ji dema dagirkirina Iraqê û vir ve statûkoya herêmê têk çûye. Li Iraq, Sûriye, Libnan û Lîbyayê tu nîzameke kevin nîn e; Ji nû ve parvekirina herêmê bi dawî nebûye. Zehmet e ku meriv pêşbînî bike ku wê çawa û kengê ji krîza pergala cîhana kapîtalîst derbikeve. Geşedanên li Rojhilata Navîn û rewşa şer ji vê krîzê ne serbixwe ne. Lêbelê, sedemên bingehîn hene ku Rojhilata Navîn di nav qeyranek berdewam de ye. Ji bo ku çareserî pêk were, divê pêşî ev pirsgirêkên avakerî rast werin analîz kirin. Rojhilata Navîn a ku nakokiyên mezheb-ol û etnîsîteyê çareser nekiriye, zemîna destwerdana hêzên derve diafirîne. Dîsa netew-dewletparêzî faktoreke ku gelên herêmê her tim di nava nakokiyan de dihêle ye. Nebûna rêveberiyên demokratîk girêka mezin e ku van hemû pirsgirêkên avakerî-mayînde bêçareser dihêle.
Bêyî guhertineke radîkal a etnîsîte û rêveberî li Rojhilata Navîn, kaos û krîz bê rêzik dê berdewam be. Tenê derketina guhertina mijara gotinê ji dînamîkên navxweyî yên gelên Rojhilata Navîn dikare çareseriyeke dîrokî ya mayînde bîne. Li Rojhilat adeta ravekirina hemû xerabiyan bi hêzên emperyalîst heye. Ev ji tenê înkarkirina çavkaniya rastîn a pirsgirêkê tê. Mudaxeleyên emperyalîst di wateyekê de encam in. Kolonyalîzma Rojava-Ewropa 150 sal in li Rojhilata Navîn heye, lê nakokiyên mezhebî vedigerin hezar salan.
Civakên me ji bilî sultan, şah, qral û dîktatoran nexwestine ku xwe bi rêkûpêk bi rê ve bibin, meyl û tevgerên li ser van bingehan bi awayekî hovane hatine tepisandin. Ji ber vê yekê ezmûna demokrasiyê pir lawaz maye. Manîpulasyona vê pirsgirêka demokrasiyê ya li Rojhilata Navîn di destwerdana hêzên derve de serdest e. Kevneşopiya demokrasiyê ne tenê ya Rojava-Ewropa ye, her wiha çanda gelên vê erdnîgariyê heye, lê hatiye jibîrkirin. Divê gelê me vê çand û siyasetê vejîne.
Yê ku rêveberiya demokratîk û saziyên wê yên rojava-Ewropa jî di nav de derdixe holê, gel e. Şoreşa Îngilîstan, DYA û Franseyê bi destê gelan pêk hat. Ger gelên Rojhilatî nakokiyên xwe yên bingehîn ên ku enerjî û çavkaniyên bi awayê her tim xerckirinê ji holê rakin -derfetên vê jî hene- ew ê ewqasî rastî mudaxaleyan neyê. Dê nebe navenda van hemû qeyranan. Bê şik, ger civak bi têkoşînên gelêrî ji bo veguhertineke bi vî rengî ya radîkal daxwaz bike û bikeve nava tevgerê mimkûne. Kurd xwedî paradîgmaya çareseriyê ye ku wê ji xitimîna li Rojhilata Navîn derbikeve û pirsgirêkên xwe yên pêkhatî ji holê rake. Pêşniyaz dike ku pirsgirêkên etnîsîte û rêveberiyê li ser bingeha yekîtiya demokratîk a gelan a Rojhilata Navîn çareser bike. Sîstema li Rojavayê Kurdistanê guherteya pratîk a paradîgmayê ye. Li Rojhilata Navîn çareseriyeke din jî heye ku dikare neteweya demokratîk û veguhertina baweriya demokratîk-çandî pêk bîne û ev jî di berjewendiya gelê heremê de ye.
Jİ EDÎTORYA
Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê