Di vê dosya-analîzê de jibilî destpêka çêkirina Xeta Boriya Petrolê ya Kerkûk-Banyasê, rêjeyên aborî, di heman demî de bandora vê xeta boriyê ya li ser têkiliyên navbêra di serî de Sûriye-Iraq û hemû hêzên navneteweyî û heremî ya li ser heremê bigirin dest.
YEKEMÎN ŞERÊ EREB-ÎSRAÎLÊ
Xeta Neftê ya Kerkûk-Banyasê Şerê 6 rojî di encama aloziya ku ji Şerê Yekem ê Ereb-Îsraîlî yê ku di 5ê Hezîrana 1967an de di navbera dewletên Ereb-Îsraîlî de dest pê kiribû, pêk hat. Misirê ji bo rêgirtina li hinartina petrola Îranê bo Îsraîlê, Boxaza Tîranê ji keştiyên Îsraîlê re girt. Li aliyê din bi piştgiriya London û Washingtonê Îsraîlê êrîşî Misir û Sûriyeyê kir. Di konferansa ku welatên Ereb di 1’ê Hezîranê de li dar xistibû de, biryar hat dayîn ku hinardekirina petrola Ereban a li hemberî welatên ku êrîşî welatên Ereban dikin an jî piştgiriyê didin êrîşan, were rawestandin. Di vê mijarê de ji ber bandora şer cara ewil xeta boriyê hat girtin. Her wiha welatên Ereb jî Kanala Suweyşê (Sûsê) girtin. Girtina her du boriyê û kanala Sûweyşê bû sedema zêdebûna lêçûnan û nirxê her bermîlek petrolê di sala 1971ê de ji 1,80 dolarî bû 2,24 dolarî, piştre di sala 1972ê de bû 2,48 dolar û di sala 1973 de jî bû 3,29 dolar. Erebîstana Siûdî û Kuweyt li dijî ambargoya petrolê derketin û îdîa kirin ku ev ambargo zirarê dide aboriya welatên Ereb. Serkeftina ku tê xwestin bi ambargoya petrolê pêk nehat, faktorên sereke jî nebûna reftareke (welatên ereb nebûn yek) hevpar a welatên
IRAQ Û SÛRIYÊ JI BO PETROLÊ LIHEVNEKIRIN
Piştî netewbûna kompanyaya petrola Iraqê di 1ê Hezîrana 1972an de, milkiyeta wê li ser welatên ku boriyê tê de derbas dibû, hat dabeşkirin. Paşê, di navbera wan û hukûmeta Sûrî de mijara xercên derbasbûnê derket. Di meha gulanê de, Wezîrê Petrolê yê Îraqê serdana Şamê kir û bi Serokê Komara Sûriyê Hafiz Esed re li ser xercên transît û butçeyê gotûbêj kir. Serokomarê Sûriyê diyar kir ku xercên derbasbûnê û îmtiyazên barkirinê yên welêt ji xercên derbasbûn û barkirina boriyên din ên heyî erzantir nabin. Daxwaza Sûriyê her tim zêde bû û Wezîrê Petrolê yê Iraqê û şandeke pê re di nîvê meha Tîrmehê de çûbûn Şamê ji bo ku bigihin rêkeftinekê li ser xercên transît û barkirinê. Lê belê hemû argumanên ku ji aliyê Iraqê ve hatin pêşkêşkirin, ji ber zehmetiyên darayî yên ku ji ber veqetandinê derketine, pûç bûn. Sûriyê daxwaza 100% zêdekirina xercên ku Kompanya Petrol a Iraq (IPC) dide. Iraq dixwast proseyeke di navbera her dewleteke Erebî yan jî dewleteke biyanî de bipejirîne ku çareseriyek ji vê nakokiyê re were dîtin. Ji ber vê sedemê ji bo çareseriyê bi du pisporên petrolê yên Ereb şêwirîn. Îraq amade bû ji bo xercên veguhestinê bide Sûriyê heta ku pirsgirêk çareser bibin, lê Sûriyê razî nebû ku herikîna petrolê vegere. Di sala 1973an de, Iraqê ji sedî 50 xercên derbasbûnê bo Sûriyê zêde kir û ev peyman 15 sal derbas bû. Lê mafê Sûriyê hebû ku heta dawiya sala 1975-an carek din mijara pereyên derbasbûnê bîne rojevê. Lê belê divê Sûriye bi dayîna 3,5 dolarî ji her bermîlekê re miqdareke petrolê bikire da ku bikaribe serfkariya navxweyî pêk bîne. Lihevkirineke nû di navbera hikûmeta Iraq û Sûriyê de li ser xercên transît hat kirin. Iraqê xercê transît ji 14.96 sentan daxist 22.5 sentan. Wekî din, heya ku Kanala Sûweyşê girtî bimîne, serê bermîlê sedî 50 zêdebûnek çêbû. Xercên barkirinê li Banyas jî ji 3,4 sentan bû 4 sentan her bermîlekê. Şîrketa IPC her weha razî bû ku ji bo îddîayên berê 33,6 mîlyon dolar drav bide. Iraq dê salê nêzîkî 1.5 milyar dolar xercê transît bide Sûriyê.
Zêdebûna buhayê petrolê ji ber şerê Ereb-Îsraîl di sala 1973’an de bû sedem ku gelek şîrketên petrolê qezenc bikin. Exxon li gorî sala borî sedî 80 dahata petrolê zêde kir û Gulf jî sedî 90 dahata xwe zêde kir. Qezenc ji bo BP ji sedî 332 û ji bo Shell ji sedî 153 zêde bû. Ji ber sedemên curbecur ên wekî Sûriyê rawestandina herikîna petrolê û metirsiya sabotajê, Iraqê dest bi lêgerîna rêyên alternatîf bo hinartina petrolê kir. Di sala 1970 de projeya boriya nû ya ku dihat plankirin ji Kerkûkê bigihêje Bendera (lîman) Ceyhanê ket rojevê. Ev xeta boriyê 101,60 cm û dirêjiya wê 948 metre ye. Di sala 1977’an de, bi girêdana yek ji zeviyên petrolê yên bakurê Iraqê bi Termînala Dortyolê ya Tirkiyê ya li Herêma Îskenderûnê re, xeta boriyê hate xebitandin. Kapasîteya vê xetê rojane 700 hezar bermîl e. Xeta boriyê ji bo her du welatan di rewşek bi awantaj de bû. Digel ku parastina zêdetir ji hinardekirina nefta heyî ya ji bo Iraqê peyda kir, di heman demê de dahatek zêde bi xercên transît ji bo Tirkiyê peyda kir. Parvekirina vê xetê li gorî herêma ku xet jê re derbas dibe di navbera her du welatan de hat parvekirin. Girtina boriya petrolê ya Kerkûk-Banyas girîngiya vê boriya petrolê zêde kiriye. Di sala 1987’an de bi xeta ku di ser Tirkiyeyê re derbas dibe re xeteke nû hate çêkirin. Xeta boriyê 116,84 cm ye û kapasîteya hilberînê ya giştî bi xeta yekem re gihiştiye 1,6 mîlyon bermîlan. Di dema Şerê Kendavê de, ku di sala 1990 de dest pê kir, dema ku Iraqê Kuweyt dagir kir, hinek ji stasyonên pompeyên Iraqê hatin bombekirin. Ji ber Kuweyt hat dagirkirin, Neteweyên Yekbûyî sizayan li ser Iraqê kir ev jî bû sedema girtina xeta boriyê ya Iraq-Tirkiyê.
ŞERÊ ÎRAQ-ÎRANÊ
Xeta boriya Kerkûk-Banyas di sala 1979an de, bi qismî be jî, hat vekirin. Di 22’ê Îlona 1980’an de şerê desthilatdariyê di navbera Iraq û Îranê de dest pê kir, ji ber ava Şettul Ereb nakokiya sînor derket û di 22’ê Îlona 1980’an de Iraqê li dijî Îranê dest bi şer kir. Di sala 1980’an de bi destpêkirina şer re hilberîna petrolê li gorî sala berê ji sedî 24 kêm bû û daket 131,1 mîlyon ton. Di sala 1981’an de li gorî sala berê ji sedî 66 kêm bû û gihaşt 44,5 mîlyon ton. Îran û Iraq berî şer di rêza pêncem de di nav welatên hinardekarên petrola xam de bû, di sala 1985’an de piştî şer daket rêza 9’emîn. Dema ku di sala 1980 de 131,3 mîlyon ton neft hilberand, di sala 1985 de daket 69,8 mîlyon ton. Di salên paşerojê de, berhemanîna petrolê ya her du welatan kêm bû û dabînkirina petrolê ya cîhanê ketibû bin bandora xwe. Ji ber şerê Îran û Iraqê nirxê her bermîlek petrolê 36,83 dolar bû, di sala dawî ya şer de kete 13,18 dolarî. Di vê rewşê de hinardekirina petrolê li Iraqê ji 23,6 milyar dolar di sala 1979 de daket 12,2 milyar dolar di sala 1981 de. Şerê Îran-Iraqê Tevî ku di sala 1979an de herikîna petrolê di Xeta Neftê ya Kerkûk-Banyasê de hat vegerandin, lê di sala 1982an de ji aliyê Sûriyeyê ve ji bo ku Sûriye ji Îranê neftê îtxal bike ev boriya petrolê ji aliyê Sûriyeyê ve hat girtin. Di sala 1982an de ji ber şerê Îran û Iraqê hinardekirina ku 2 milyon û 502 hezar bermîl bû ji sedî 20 kêm bû û derket 900 hezar bermîlan. Her wiha 650 hezar bermîl ji boriya petrolê ya Kerkûk-Yumurtalık, 250 hezar bermîl jî ji boriya petrolê ya Kerkûk-Banyasê hatiye dabînkirin. Girtina vê boriyê bû sedem ku rejîma Sedam Husên rojane 17 milyon dolar û salane 6 milyar dolar winda bike.
Ev boriyê di 10ê Nîsana 1982an de ji aliyê Sûriyê ve di dema Şerê Îran û Iraqê de hat girtin û bû sedem ku Iraq li xeteke alternatîf bigere. Ji ber ku hikûmeta Iraqê baweriya xwe bi Sûriyê nedianî, du projeyên boriyên neftê hatin amadekirin da ku herikîna petrolê di rêya Erebistana Siûdî re berdewam bike. Xeta yekem a ku di sala 1985’an de hat qedandin, rojane 500 hezar bermîl e û firehiya wê 137,16 cm û dirêjiya wê 1,126 km ye. Xeta duyemîn a ku bi xeta yekem re paralel hatiye çêkirin, di sala 1990’î de hatiye qedandin. Ev xet bi dirêjahiya 2 hezar û 534 km bi lûleyên bi qantira 142,24 cm. Bi tevahî kapasîteya hilgirtina gihiştiye 1,65 mîlyon bermîlan.
DAGIRKIRINA KUWEYTÊ YA JI ALIYÊ IRAQÊ VE
Di sala 1980ê de 2 milyon û 482 hezar neft hinarde kiriye û 26 milyar dolar dahat bidest xistiye, di heyama şer de jî 714 hezar û 600 bermîl petrol hinarde kiriye û 10 hezar û 39 milyar dolar dahatê bidest xistiye. Di sala 1982an de bi 846 hezar bermîlên petrolê 9933 milyar dolar û di sala 1983an de jî bi hinardekirina 702 hezar bermîl petrol 7816 milyar dolar hatiye hinardekirin. Di dawiya civîna bilind a Yekîtiya Ereban de di Gulana 1990 de, Saddam got ku ew dikare bersivê bide şerekî muhtemel bi îdiaya ku Îmarat û Kuweyt şerekî aborî li dijî Iraqê dane destpêkirin, ku bû sedema nirxê petrolê bi zêdekirina hilberîna petrole ya kotaya ku ji aliyê OPECê ve hatiye diyarkirin. Iraqê siyaseta bilindkirina nirxê petrolê pejirand. Diviyabû di sala 1990’î de OPEC’ê 22 milyon bermîl neft hilberanda, lê 24 milyon bermîl petrol derxist bazarê. Di rastiyê de, dema ku Erebistana Siûdî û Kuweytê ji bo şerê Îran û Iraqê ji aliyê aborî ve piştgirî kirin, tê texmîn kirin ku bi giştî 80 milyar dolar deyndarê van welatan in. Seddam dayîna vî deynî red nake. Sedam bi hinceta ku bi şerê bi Îranê re pêşî li gefên rejîma Xumeynî yên li ser dewletên Ereban girtibû, xwest ku lêçûna şer were parvekirin. Ji destpêka sala 1980’ê ve, welatên rojava bi dahata petrola Iraqê re bazirganiya çekan kirine û Iraq bi qasî 100 milyar dolar deyndar bûye. Bi saya bazirganiya çekan, Iraq xwedî hêza herî bihêz a leşkerî li herêmê ye. Lê, wî Kuweyt tawanbar kir ku nêzîkî 2.4 milyar dolar dahatê ji zeviya petrolê ya El-Rumeyla wergirtiye, ku ji sedî 90’ê wê girêdayî xaka Iraqê ye. Iraq tenê dikare bi dahata petrolê hem deynên xwe yên derve û hem jî bazirganiya xwe ya salane ya çekan ku 10 milyar dolar derbas kiriye, bide. Bi daketina nirxê petrolê re ku di sala 1979’an de 21 hezar 382 milyar dolar dahat çêbibû, di sala 1983’an de daket 7 hezar 816 milyar dolar û Iraqa ku zirar dîtibû ber bi qeyraneke aborî ve çû. Ji ber van sedeman Iraq di sala 1990 de Kuweyt dagir kir.
Piştî ku Iraqê Kuweytê dagir kir, Erebistana Siûdî biryar da ku xeta boriyê bigre, hinardekirina petrolê ji sedî 84 kêm bû û bi danîna Bernameya Xwarin, Derman û Pêwîstiyên Mirovî yên Neteweyên Yekbûyî di berdêla neftê de, di sala 1998an de gihîşt 104,2 milyon ton û 125,3 milyon ton.
Bi dahata ku ji îxracata petrolê tê bidestxistin tenê xwarin û derman dikare were kirîn. Lê hat îdiakirin ku Iraqê biryara Neteweyên Yekbûyî bi cih neaniye û bi rêbazên curbecur rojane 450 hezar bermîl petrola xam firotiye. Yek ji van awayên curbecur jî ew bû ku bi rêya boriya Kerkûk-Banyasê petrolê bigihînin welatên kendavê. Tê texmînkirin ku Iraq salane di navbera 600 milyon û 2 milyar dolaran de ji vê firotina neyasayî qezenc dike. Îraq hewil da ku hinardekirina xwe ya kêmbûna neftê bi cûrbecûrkirina boriyên alternatîf hevseng bike. Bi dagirkirina Iraqê bo ser Kuweytê, berhemanîna petrolê ji 139 milyon ton di sala 1989an de daket 105,3 milyon ton. Di sala 1991ê de bi destpêkirina Şerê Yekemîn yê Kendavê re, hilberîna petrolê li gorî sala borî ji sedî 86 kêm bû û bû 13,9 milyon ton.
DI DAGIRKIRINA IRAQÊ YA JI ALIYÊ DYA DE HEDEFA PÊŞÎ XETA KERKÛK-BANYAS BÛ
Sûriyê petrola Iraqê bi buhayekî gelek erzan 7 yan 8 dolar bo her bermîlek kirî, dema ku nirxê petrolê her bermîlek normal 28.50 dolar bû. Lêbelê, Sûriyê nefta xwe bi bihayên bazarê hinarde dikir, bi piranî ji ber xwesteka qezenckirinê. Tê texmînkirin ku hikûmeta Iraqê salane bi awayekî neqanûnî nêzîkî 1 milyar dolar petrol bi rêya boriya petrolê dişîne Sûriyê. Di 20’ê Adara 2003’an de DYA’yê bi hinceta “çekên biyolojîk çêdike” êrîşî Iraqê kir. Armanca yekem a van êrîşan xeta petrolê ya Kerkûk-Banyas bû. Li gorî daneyên BP’ê, hilberîna petrolê ku di sala 2002’an de 103,9 mîlyon ton bû, bi dagirkirina Iraqê re daket 66 mîlyon ton. Di dema ku dihat plankirin ku boriya nû ya petrolê paralelî boriya heyî ya di navbera hikûmeta Iraq û Sûriyê de were çêkirin, lê bi dagîrkirina Iraqê re boriya petrolê ya heyî nayê bikaranîn. Sedema êrîşên li ser boriyan ew e ku parastina boriyan zehmet e. Ji ber vê yekê, ew armancek nisbeten hêsan e. Ji ber vê sedemê di êrîşê de xeta boriyan yekem e ku zirarê dibîne û dê zirareke mezin bide aboriyê.
Fırat ALİ