Şerê cîhanê yê siyemîn diqewime, yê ku dibe qurbaniya van şeran civak e jin e, zarok e, ciwan in, kal û pîr in. Mînaka vê yekê jî gelê ku di dîrokê de mafê xwe bi dest nexistine weke Kurd û Filistînî, ev gel her tim di jenosid, komkujî, asîmîlekirin talan û wêrankirina hem fîzîkî û hem jî çandî re derbas dibin. Di dîrokê de gelê Filistîn timî bi kevir, dar û agir parastina xwe li hemberî Îsraîliyan kiriye, tu carî bi xwe êrîşî hawirdora xwe nekiriye heya tam nekariye xwe biparêze jî. Ji ber ku tu kesî piştgiriya wan di dîrokê de nekiriye û nehîştine bi aştî û ewlehî bijîn.
Tevgera Hemas a ku şer li hemberî Îsraîliyan da destpê kirin nekarî yek mirovî/ê biparêze û rizgar bike,rêbazê ku bi kar tîne, ne rast in û xizmeta doza gelê Filistîn jî nake. Lê ev êrîşên jenosidê ku siyonîst pêş dixin jî nayên qabûl kirin. Lê DYE û gelek dewletên Ewrupa li ber çavên cîhanê ew jenosidê erê dikin, teşwîq dikin. Ew carekî din rastiya hêzên kapitalîst modernîte derdixe berçavan. Îro gelê Filistîn careke din di qirkirinê re derbas dibe, dewleta Îsraîlê pîvanên şer daye milekî û mîna cinawirekî çavkor tenê êrîş dike, di pîvanên şer ê cîhanê de ku dewletan bi xwe diyar kiriye û qedexe hatine nîşandan di şerê dewletan de li gorî berjewendiya wan an tê pêkanîn an jî qet cidî nayê girtin. Di pîvanên şer de qedexe ye ku êrîşî mirovên sivîl were kirin, qedexe ye ku êrîşî nexweşxaneyan were kirin, qedexe ye ku zarok û jin werin kuştin. Dîroka asîmîlekirina gelê cihû pir kevin nîn e, divê ku gelê cihû rastiya dîroka xwe ji bîra neke, dîroka Hitler a li hemberî gelê Cihû tenê jî mirov bi bîr bîne dihêle ku mirov îsyan û şoreşê li hemberî sîstemên dîktator rabike. Hitler xwest gelê Cihû di dunyayê de tune bike û bi milyonan qetilkirin, her cûre rêbazên kuştinê, işkencekirinê û talankirinê pêkanî, bi sed hezaran Cihû di nava agir de şewitandin, darvekirin, bi sedan di pencere, derî û bînayan re avêtin xwarê, dayîkên ducanî heya zarok, kal, pîr û ciwan bi erebeyan ser wan re diçûn dihatin, kolanên Almanya tijî cenazeyên mirovên bê guneh bû. Ya ku Hitler li serê Cihûyan kirî divê ku gelê Cihû ji bîra neke û li hemberî gelê Filistînê pêkneyne. Di heman demê de çawa ku Osmaniyan xwest gelê Ermen tune bikin û bi dehan êrişên qirqirin, komkujî pêkanîn, çawa ku gelên Ereb kirin 22 dewlet parçe parçe kirin û biratî û yekbûn di nava wan de nehîştin.
Çawa ku Kurdistan kirin çar parçe û hîna jî Turkiye dixwaze gelê Kurd bi rêbazê qirkirinê tune bike û roja ne qetil dike û guhartina demografîk pêktîne, îro Îsraîl jî dixwaze gelê Filistînê ji holê rake. Li malên civakê dide, li nexweşxaneya ku mirov tê de perîşan bûne û ji mirinê direvin dide bi hezaran zarok, jin, ciwan û mirov qetil dike, Filistînî jî mîna Kurdan di nava pencên qirkirinê de ne. Gelo! Ev ne qirkirina nijadî ye lê çi ye? Ev ne komkujî ye lê çi ye? Ev ne sûc û pîvanên derveyî şer e lê çi ye?
Dewletên Yekîtiya Amerîka û Yekîtiya Ewrupa ku dadgehên mafê mirovahiyê û saziya mafê mirovahiyê digire nava xwe lê ew rupoşeke,rastiye dixwazin veşêrin. Sazıyên navnetewî heger erkên xwe pêk neyne wê wextê, ew sazî weku nav li hewayê dimîne.
Dewleta İsraîlê di sala 1948’ an de bi piştgiriya Amerîka hat avakirin, dîsa jî Cihû li her dera cîhanê belavbûne û bi taybet Cihûyên herî dewlemend di nava projeyên kapîtalîzmê de cihê xwe digirin. Ji ber vê yekê Amerîka di daxuyaniyên xwe de Îsraîlê mafdarê vî şerî dibîne û soza ku bi cebilxane û istîxbaratê piştgiriyê bide Îsraîlê dide. Ev yek jî wisa dide nîşandan ku di qetilkirina mirovên sivîl de destê DYE tê de heye. Çawa ku di dîrokê de bi peymana Lozan destûra qirkirina gelê Kurd dan, îro jî di vir de îsrar dikin.Ya ku bi serê gelê Filistîn dikin jî ev e. Dagirkeriya qirker ya Turk dewletên kapîtalîzim yên di nava peymana lozanê de tehdîd kir ji bo mafê Kurdan ji peymanê were derxistin, dewletên kepîtalîst ji tirsa ku Turk ji bin kontrola wan dernekeve û tevlî Hegemonya wan bibe Peymana Lozanê de mafê Kurdan derxistin, bi vê yekê Turk qezenckirin û tevlî hegemonya xwe kirin. Bi vî awayî DYE ji bo ku berjewendiyên xwe yên bi Îsraîlê re ji bin kontrola xwe dernexe û zirar neghîje Hegemonya wî piştgiriyê dide Îsraîlê û piştgirya milê bi hêz dike, û aliyê din jî di nava kuştin û talankirinê de dihêle. Di dîrokê de û ta roja me ya îro dewletên hegemon li şûna ku bi polîtîka û diblomasî şer bidin seknandin û çareseriyê bidine qezenckirin, berovajî wê yekê dikin, di siyaseta xwe de hem rasterast, heman wextê de di pişt perdeyan de jî li gor berjewendiyên xwe tev digerin. Lê belê rasterast jî cebilxaneyan û çekên giran didin Îsraîlê di heman wextê de jî nakokiyan û şer jî gurtir dikin. Ev yek pêvajoya şerê cîhanê yê sêyemîn gur dike. Çawa ku di dîrokê de Sumeriyan li ser pişta bi hezaran mirovên kole keleh û bajar dan avakirin, di roja îro de jî hemû dewletên Hegemon li ser kuştina mirovên bê guneh û bê sûc dixwazin hem erdnîgariya dewleta xwe berfirehtir bikin û hem jî xwe weke hêza herî xurt ya dunyayê bidin raghandin. Ji bo wê timî jin, zarok, ciwan û hwd dibin qurbaniya desthilatdariya wan a dîktator û faşîst. Gelê Ereb di dîrokê de timî hatiye parçe kirin di şerê Filistînê ya roja îro de pir baş ev yek xuya dike ku 22 dewletên Ereban hene îro yek dewlet xwedî li civaka Filistînê bi şêwazeke rast dernakeve . Hê jî helwestekî cidî û bi bandor nîşan nedane.
Di zihniyeta netew-dewlet de çareserî tune ye. Ew hat ceribandin û tekez kirin ku bê encam e. Ji bo çareseriyê tenê riyek heye, ew jî riya ku paradigma rêber APO ya Netewa Demokratîk e. Ya ku Gelan, ol û baweriyan, jin-mêr wek hev dibîne. Ji bo vê dawî li şerê di navbera Filistîn û Îsraîlê de anîn tenê di riya çareseriya Neteweya Demokratîk a Rêber Apo de tê dîtin. Ji ber ku di dîrokê de şerê di navbera Îsraîl û Filistînê de, ne bi dawî bûye û ne jî çareser bûye, bi kuştin û qirkirinê tucarî çareserî û aştî nayê, gelê Cihû bi xwe jî rastiya vê yekê baş dizane ji ber ku bi xwe jî di nava pencên qirkirinê re derbas bûye. Ji bo vê divê ku gelê Ereb û gelê cuhî hewl bidin bi rêya Neteweya Demokratîk a Rêber Apo dawî li şerê Filistînê û israîlê bîne û çareser bike û yekbûnekê ava bike.
Ji bo wê jî pewîst e şoreşgerên gelê Ereb û demukrat û rewşenbîrên û aşîtî xwzên gelê Cihû, dest bidin hev dengê xwe bilind bikin. Di pêşengtiya jin û ciwanan de gavekî nû ya çareseriya demukratîk bavêjin .
Mizgîn BOTAN