• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Analîz Siyasî

Portreya Mêtîngeriyê

Kolonyalîzm ango mêtîngerî li Kurdistanê 'yekane' ye û pêdivî bi lêkolîneke berfireh heye. Ger bi destgirtinek rast û durist li dîrok û zanistê were mêzekirin, karektera qirker û wêranker a kolonyalîzma Kurdistanê wê baştir were fêhmkirin.

Yayınlayan Lekolin
26 February 2024
Kategori: Analîz Siyasî
275 12
A A
Portreya Mêtîngeriyê
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Albert Memmi di berhema xwe ya bi navê “Portrêya Mêtînger, Portreya Tên Mêtînî” de, li ser tiştên ku mêtînger dixwazin di civakên kolonyalîst de biafirînin de wiha destnîşan dike: “Heya ku kesê kolonîzer mêtîngeriyê tehemûl bike, ji bo kolonyalîstan tekane alternatîf asîmîlasyon an jî wek kevirê hişk û bicemide ye.”

Kolonyalîzm ango mêtîngerî li Kurdistanê ‘yekane’ ye û pêdivî bi lêkolîneke berfireh heye. Ev piranî karê civaknas, dîroknas û rewşenbîran e. Ger bi destgirtinek rast û durist li dîrok û zanistê were mêzekirin, karektera qirker û wêranker a kolonyalîzma Kurdistanê wê baştir were fêhmkirin.

Îsmaîl Beşîkçî rewşa kolonyalîzmê ya li Kurdistanê weke “koloniya navneteweyî” pênase dike û ev pênas hema bêje rast e. Welatê Kurdistanê ne tenê di navbera çar dewletên kolonyalîst de perçe bûye; her wiha welatekî ku ev rewşa parçebûnê ji aliyê hêzên herêmî û cîhanî ve hatiye garantîkirin. Rewşa îroyîn û dîrokî ya Kurd û Kurdistanê tenê li ser vê bingehê tê famkirin.

Heyînên civakî bi tiştên ku hildiberînin xwe diafirînin; Afirandinên hilberînê yên herî şênber ziman û hebûnên çandî ne. Hebûna ziman bi mirov û erdnîgariya ku lê dijîn re di nasnameya xwe de pêş dikeve. Çand û serpêhatiyên civakî mohra xwe li erdnîgariyê dihêlin. Civak ne tenê li erdnîgariyekê dijîn, bi wê erdnîgariyê re yekitiya ruhî, bedenî û çandî jî diparêzin. Di vî warî de êrîşa li ser erdnîgariyê êrîşa li dijî tevahî hebûna civakî ye.

Ger paşxaneya îdeolojîk a kolonyalîzmê û çîroka desthilatdarî ya li Kurdistanê bihata nivîsandin, belkî di teoriya nûjen a rastiya civakî û dîrokî de em rastî çîrokên pir ecêb û hovane bihatana. Tehlîlkirina bîrdozî û aliyên hêzê yên asîmîlasyon û qirkirinê li Kurdistanê di warê zanista civakî de mijareke girîng e. Qirkirina fizîkî û îdeolojiya desthilatdariyê ji nêz ve girêdayî ne, bi hev re û hevdem in; Bi taybetî civakê bi serdestiyê dîzayn dike. Rola dewletan li vir ew e ku bi endezyariya civakî şîdetê di nava civakê de saz bikin û avakirina îdeolojîk temam bikin.

Bê şik xwesteka kolonyalîstan a ji bo guhertina navên erdnîgarî û demografiya Kurdistanê bi vî awayî tê ravekirin. Ez wisa difikirim ku bêyî fêhmkirina qirkirina kûr a ku di bingeha vê nêzîkatiyê de ye, pêkanînên kolonyal ên li Kurdistanê nayên fêhmkirin. Ev ne nêzîkatiyek hêsan e. Siyaseta dewletên kolonyalîst bi giştî ew e ku îmtiyazên xwe yên li Kurdistanê ji kesî re nehêlin, nehêlin ti kes li ser wan munaqeşe bike, rewşa heyî biparêze û siyaseta jenosîd û asîmîlasyonê bi dawî bike. Ji bo vê siyasetê ji hebûna “Kurdan”, bi destxistina mafên xwe yên civakî û pêşketina wan bi tirs û xoftir tiştek tuneye.Ji bo vê jî kolonyalîzma tirk dixwaze her tişt bi navê kurdayetiyê were tunekirin. Siyaseta qirker û asîmîlasyonê û Helwesta ku li Bakurê Kurdistanê pêk tîne têrê nake, nikare parçeyê Rojava tehemûl bike û xwe ji qirkirin û asîmîlasyona li wir berpirsyar dibîne.

Dewleta Tirk bi berdewamî derewan dike ku dibêje ew li dijî PKK’ê ye û kêşeya wê bi Kurdan re nîne, lê ji ber hin sedeman rejîma Tirk a qirker ji qirkirina li Bakurê Kurdistanê ne razî ye û bê ku xiza xwe kêm bike tehemûla navên kurdî û navên cihên erdnîgarî yên Rojavayê Kurdistanê jî nake. Her çiqas hewl dide dijminatiya xwe ya li dijî Kurdan bi PKK’ê bike hincet jî, makyaj bi ser nakeve û boyaxa balkêş a li ser rûyê maske yê derewan ji holê radike. Dixwazin li Rojava polîtîkaya asîmîlasyon û qirkirinê ya dewletê bixin meriyetê. Ji ber ku tehemûl nakin ku navê Kobanê wek e Ayn-el Arap ku rejîma Baas a Sûriyeyê ji bo Kobanê weke nîşaneya polîtîkayên xwe yên asîmîlasyon û qirkirinê bi kar tîne û her wiha Dêrikê bi navê Malikiye û Girê Sipî jî bi navê Tîl Abyad ferz dike. Kesên ku navên rastî, dîrokî û erdnîgarî yên van deran rast bilêv dikin, tehemûl nake, êrîş dike û sûcdar dike. Dijminatiya li Kurdan çavê wan kor kiriye û mejiyê wan şuştiye ku ger li fezayê tiştekî Kurdî bibînin, weke gayekî ku sor dibîne, xwe ji êrîşan bernadin. Klîka faşîst a kesk û sor a dewleta Tirk a ku bi hevkariya AKP û MHP’ê dest danî ser desthilatdariyê, li ser navê Kurdayetiyê dixwaze her tiştî ji dîrokê derxîne.

Harun ŞIKAKİ

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: Bakurê KurdistanBaşurê KurdistanÇandCivakDewleta Tirka DagirkerKolonyalîstKurdMetîngerîPKKsiyaset
Önceki yazı

Piştgiriya PDK’ê Ya Ji Bo Dewleta Tirk a Dagirker û Gihîştina Sînorên Mîsakî Millî- NÛÇE ANALÎZ

Sonraki Haber

Armanca PDK’ê Di Bikaranîna Çeteyên Roj De Li Dijî Gerîla – NÛÇE TAYBET

Benzer Haberler

Şoreşa 19’ê Tîrmehê: Hafizeya Gel, Destkeftî û Dersên Ji Bo Pêşerojê
Analîz Siyasî

Şoreşa 19’ê Tîrmehê: Hafizeya Gel, Destkeftî û Dersên Ji Bo Pêşerojê

19 July 2026
Mîrateya Hz.Birahîm, Kurd, Cihû û Li Rojhilata Navîn Lêgerîna Aştiya Demokratîk
Analîz Siyasî

Mîrateya Hz.Birahîm, Kurd, Cihû û Li Rojhilata Navîn Lêgerîna Aştiya Demokratîk

15 July 2026
Di Germahiya Tîrmehê De Azadî
Analîz Siyasî

Di Germahiya Tîrmehê De Azadî

14 July 2026
Sonraki Haber
Armanca PDK’ê Di Bikaranîna Çeteyên Roj De Li Dijî Gerîla – NÛÇE TAYBET

Armanca PDK'ê Di Bikaranîna Çeteyên Roj De Li Dijî Gerîla - NÛÇE TAYBET

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    587 Paylaşım
    Paylaş 235 Paylaş 147
  • Öcalan: Kürtler Arasında Kan Dökülmesin

    671 Paylaşım
    Paylaş 268 Paylaş 168
  • KÜRDİSTAN’DA COĞRAFYA VE KÜLTÜR

    568 Paylaşım
    Paylaş 227 Paylaş 142
  • Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125
  • KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!

Şoreşa 19’ê Tîrmehê: Hafizeya Gel, Destkeftî û Dersên Ji Bo Pêşerojê

Kalkan: Mifteya Aştiyê Îmraliyê Ye, Divê Rêya Siyasetê Were Vekirin

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

Mîrateya Hz.Birahîm, Kurd, Cihû û Li Rojhilata Navîn Lêgerîna Aştiya Demokratîk

Di Germahiya Tîrmehê De Azadî

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist