• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên GOTAR

Helbest Jiyan E! -BEŞA 3

Rêya heqîqetê, rêyeka dûr û dirêj e. Rêyeka zor û zehmet e.Rêyeka bi azar û xemgînî ye. Rêyeka ku tu tê da birçî û pêxwas dimînî ye. Ji ber vê jî yên ku berê xwe dane rêya heqîqetê, ev hemû dane li ber çavan.

Yayınlayan Lekolin
23 January 2024
Kategori: GOTAR
305 16
A A
Helbest Jiyan E! -BEŞA 3
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Rêya heqîqetê, rêyeka dûr û dirêj e. Rêyeka zor û zehmet e. Rêyeka şîn û gêrîyê ye. Rêyeka tejî kul û elem e. Rêyeka bê dawî ye. Rêyeka bi kelem û sitirî ye. Rêyeka hebûn û tinebûnê ye. Rêyeka bi azar û xemgînî ye. Rêyeka ku tu tê da birçî û pêxwas dimînî ye. Ji ber vê jî yên ku berê xwe dane rêya heqîqetê, ev hemû dane li ber çavan. Eger te ev hemû dan li ber çavan û tu dê ya di xwe da, bibiryar bî. Wê demê rêya te dibe rêya azadî, wekhevî û edaletê.
Ji ber ku mirovên berê xwe dane rêya heqîqetê, xwedîyê hestên herî bilind in. Eger ku bi mirovekî ra hestên azadiyê, wekhevî û edaletê nebin, ew kes nikare gavekî ber bi rêya heqîqetê ve biavêje. Mirovêkî ku di aliyê hestan da biryara xwe dabe, ew kes dikare bigihije encamê. Eger mirov di biryara xwe da bi israr be, wê demê rêya dûr û dirêj li mirov nêz dibe. Zor û zehmetî ji mirov re dibin coş û xiroş. Şîn û girî ji mirov re dibin kêfxweşî û dilgeşî. Kul û elem li ba mirov dibin sebir û hedara jiyanê. Hemû kelem û sitirî, ji mirov re dibin qedirbilindkirina heqîqetê. Û li şûna tinebûnê hebûneka bê dawî cihê xwe digire. Mirovên dev ji her tiştên dinyewî berdane, dikarin di vê rêyê de bimeşin.
Ji ber vê jî ji van mirovan re, mirovên kamil, arif, filozof, pêxember, zanyar, derwêş û hwd tê gotin. Ev kesane xwedî jeyaneka xwerû (sade) ne. Tinê armanca wan ew e ku ji mirovahiyê re bibin hîmek. Dema mirov li dîroka xwe binêre, dê mirov bibîne ku her yek ji me, li ser rûyê vê cîhanê kevirek e ku di hîmê gerdûnê de cihê xwe digere. Ji ber vê jî di bingeha me hemûyan de lêgerîneka heqîqetê heye.

Jİ DESTPÊKÊ VE

Em bala xwe bidin mirovên destpêkê. Qasî em pê dizanin -li gorî Şikefta Şanîdarê- dîroka mirovahîyê heya heftê hezar sal berê diçe. Li gor nêrîna min zêdetir e. Dîroka me heftê hezar sel e. Yanî di hemû qonaxên vê dîrokê re em derbas bûne. Me birçîbûn dîtiye. Me tazîbûn dîtiye. Me kuştin dîtiye. Me talan û wêran dîtiye û hwd. Me evqas bûyer jiyan kirine. Ev hemû li ser derûniya me hatine qeyd kirin. Ji ber wê jî bi milyaran sal jî derbas bibin, nayin jibîrkirin.
Ev tiştên me anîn ziman, bûne sedem ku mirov ber bi hestan ve biçe. Koletî bûye sedema hestên azadiyê, mirin bûye sedema hestên bêmiriniyê, neheqî bûye sedema hestên edaletê, wêran û talan bûne sedema hestên kîn û acizbûnê, derew bûne sedema hestên diristbûnê, dizî bûye sedema hestên wijdantiyê, destavêtin bûye sedema hestên xwekuştinê û xweparastinê. Mirov dikare van mînakan zedetir bike. Lê ne hewce ye. Mebesta me ew e ku mijar were fam kirin. Mirov xwediyê dualîzmê ne. Yanî yek nebe a din jî nedibû. Mînak reş nebe sipî jî nabe, an jî roj nebe şev jî nabe. Wekî din xem heye li hemberê wê şahî heye, girî heye li hemberê wê ken heye.

DUALÎZM (DİMİLÎ, DUMİLÎ)

Yanî di gerdûna me de her tişt bi rêbaza dualîzmê dikare jiyana xwe bidomîne. Ev tiştên me anîn ziman, di bingeha hemûyan de jî hest hene. Dema mirov baş bala xwe bide rûyê kesan wê mirov bibîne ku di yek rûyî de pir hest xuya dikin. Mînak, dema mirov dikene di rûyê mirov de hestên mirov cuda xuya dikin, an jî dema mirov digirî dîsa hestên mirov cuda tên xuya kirin. Li gorî hestan ku ji hindirê mirov dertê, wisa li ser rûyê mirovan tên xuya kirin. Eger em vegerin li ser mijara xwe.
Mirovên hestên wan gihiştîye astekê ev mirov dikarin di rêya heqîqetê de gavên mezin biavêjin. Ew kes pêwîst e li hemberê neheqiyê, li hemberê bêwijdantiyê, li hemberê destavêtinê, li hemberê diziyê, li hemberê koletiyê û li hemberê her cûrê zilimkariyê xwedî helwest be. Ji ber ku yên van rêgezên jiyanê li ber çavan negirin, nikarin bibin pêşengê civak û jiyanê. Jiyana bi rûmet xwediyê rêgezên herî bilind in. Jiyana bi rêgezan hatiye jiyîn jî, ew jiyan xwediyê hestên herî bedew û bi qîmet in. Ji ber van rêgezên jiyanê, jiyan bi wate û bi qedir dibe. Yên ku van rêgezan, di jiyana xwe de bi cih tîne, ew dibe pêşeng û rêberê civakan.

TAYBETMENDİYÊN RÊBER Û PÊŞENGAN

Yanî yên dibin rêber û pêşengên civakan, ew ew kesin ku wan gavek ber bi rêya heqîqetê ve avêtine. Yên ku gavek ber bi rêya heqîqetê ve avêtine jî ew ew kes in ku jiyana xwe gorî mirovahîyê birêxistine ne. Dema mirov li jiyana pêxember û feylesofan binêre dê mirov bibîne ku her tişt ji bo hîn baştir be, kar û xebat kirine. Her tişta ku jiyanê bi rûmet dike, ji hestên pêşdîtinê yên mirovan tê. Mirovek ku xwediyê hestên kûr be, ew kes dikare berî ku hin tiştan ji bo jiyanê xirab bike, dikare pêşîyê li wan bigire. Û ew kes dîsa dikare ji bo jiyaneka wekhev pêşdîtinên ku jiyanê ber bi başiyê ve bibe bike.
Di demên berê de, mirov hebûn ku gund bi gund digeriyan, şîret li gundiyan dikirin. Ji wan re qala qencî û neqencîyê dikirin. Tinê armanca wan ew bû ku faydeyeka wan bigihije civakê. Bê ku ti berjewendiyên xwe bifikirin. Ji ber vî jî civakan pir qedir û qîmet dida, ew kesên wisa. Lewma ew ji xwe re wek rêber an jî derwêş dihesibandin. Mirovên wisa ji bo civakan her tişt bûn. Ji bo wê jî ti tiştên wan kesan tinebû.
Tinê nan û ava wan û destek cilê wan hebû. Ji ber ku wan kesan di kesayetiya xwe de civak didîtin. Û xwe fedayê civaka xwe dikirin. Ne li malê dinê dinêrî û ne jî çav berdabû zêr û zîvê milet. Tinê yek armanca wan hebûye, ew jî civakê ber bi wekhevî û azadiyê ve bibin. Ji ber van taybetmendiyên wan, di roja me ya îroj de jî hêj ew kes tên bibîranîn. Û qet nayên jibîr kirin.
Navên wan li zarokên nû dibin tê kirin. Yanê ew kesên wisa nemir in. Ger ku mirov di vê dorbendê de li hest, helbest û heqîqetê binêre, dê mirov bibîne ku hest hîmê bingehîn yê civakan e.

RÊBAZ Û HELBEST

Rêbaza ku mirov pê bigihêje encamê, rêbaza helbestê ye. Rêbertî di vê mijarê de hestên xwe weha tîne ziman: “Nivîsandina helbestê rêbazek lêgerîna heqîqetê ye” Em ji vê gotina Rêbertîyê fam dikin ku helbest mirovan ber bi heqîqetê ve dibe. Mirovên helbestan dinivisînin ji aliyê hestan ve ji yên din cudatir in. Ji ber ku ew xwediyên hestên kur û bêdawî ne. Mirovên helbestan dinivisînin xwediyên bîrdozî, çand û exlaqêkê civakî ne. Ji ber van taybetmendiyên wan, ew pir têne hezkirin. Lewma civak wan her tim dide jiyankirin.
Zimanê herî sivik û zu tê jiberkirin helbest e. Roman, bîranîn, geryanname, serbihorî, çîrok pêkenok, jiyanname û hwd, ev hemû cara pêşîn bi zimanê helbestwarî hatine nivîsandin. Ji ber vê, bav û kalên me, dê û dapîrên me, tevî ku xwendin û nivîsandina wan tine bû jî, lê dîsa ev hemû jiber kiribûn.

Jİ BO BEŞA 1 BİTİKÎNE

Jİ BO BEŞA 2 BİTİKÎNE

Şoreş ÛZÎMÎ

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kuridstanê

Etiketler: AzadîCivakDualiteHelbestHeqîqetReRêbazRêbertîRêwîziman
Önceki yazı

Helbest Jiyan E – BEŞA 2

Sonraki Haber

Piştî Te!

Benzer Haberler

Rewşa Dawî ya Îranê û Pêşbîniyên Gengaz
GOTAR

Rewşa Dawî ya Îranê û Pêşbîniyên Gengaz

10 July 2026
Qirker Dîsa Vedigerin Peravê…
GOTAR

Qirker Dîsa Vedigerin Peravê…

27 June 2026
Di Civaka Kurd De Aqilê Civakbûyîn, Berhevkirina Siyasî û Lawaziyên Pêkhatî – 2
GOTAR

Di Civaka Kurd De Aqilê Civakbûyîn, Berhevkirina Siyasî û Lawaziyên Pêkhatî – 2

18 June 2026
Sonraki Haber
Piştî Te!

Piştî Te!

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    587 Paylaşım
    Paylaş 235 Paylaş 147
  • Öcalan: Kürtler Arasında Kan Dökülmesin

    671 Paylaşım
    Paylaş 268 Paylaş 168
  • KÜRDİSTAN’DA COĞRAFYA VE KÜLTÜR

    568 Paylaşım
    Paylaş 227 Paylaş 142
  • Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125
  • KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!

Şoreşa 19’ê Tîrmehê: Hafizeya Gel, Destkeftî û Dersên Ji Bo Pêşerojê

Kalkan: Mifteya Aştiyê Îmraliyê Ye, Divê Rêya Siyasetê Were Vekirin

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

Mîrateya Hz.Birahîm, Kurd, Cihû û Li Rojhilata Navîn Lêgerîna Aştiya Demokratîk

Di Germahiya Tîrmehê De Azadî

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist