Di rojeva giştî ya herêmê de hilbijartinên li Tirkiyê weke xala esasî û diyarker li ser pêşeroja herêmê tê dîtin. Di bin siya vê hilbijartinê de hinek planên cidî li dijî Kurdan tê meşandin. Firsenda nirxandinê û bi awayekî qaşo bêdeng ev yek tê kirin. Jixwe raya giştî ya cîhanê pirî caran li hember planên dijî Kurdan bêdeng maye. Tê zanîn ku di van rojên derbasbûyî de mijara belavkirina wargehên partiyên siyasî û koçberên ji Rojhilat û Bakur ên ku li Başûrê Kurdistan û Iraqê penaber bûne bi girîngî li ser disekinin. Li vir pêwîst e her kes bizanibe ku çima li ser mijara belavkirina van wargehan tê rawestandin? Ma li van wargehan kî heye? Bi serdana şêwirmendê dezgeha MÎT’ê Hakan Fîdan a ji bo Bexda mijara esasî ya ku ji Iraq daxwazkirina hedefgirtina Mexmûr, Şengal û Qandîl e.
Li vir qaşo hikmeta Iraqê difikrin û dixwazin hinek pêkanînên ku bi leşkerên xwe nikarîbûn, bi rêya hikmeta Iraqê bikin. A rast, mebesta wan ew e ku bi destê Iraq û îstîxbarata Parastinê destpêkê wargeha Mexmûrê belav bikin. Ger ku encamên şênber bi dest bixin, wê berê xwe bidin Şengal û li wir bi alîkariya PDK, Erebên Sunnî yên girêdayî partiya faşîst a BAAS û bi destê artêşa Iraqê Şengal ji Şengaliyan bistînin û çeteyên DAIŞ’ê yên li wargeha Holê dimînin bînin li wir bicih bikin. Di van rojên dawiyê de bi destê hinek Kurdên qaşo Êzidî ku bi armanca tunekirina Şengalê bi salan e li wargehên Dihokê hatine amadekirin û malbatên çeteyên DAIŞê, demografiya Şengalê biguherînin. Tê zanîn ku ev plan ne ya niha, dibe ku di mijara xiyaneta PDK li Şengalê ya sala 2014’an de mijara esasî dîsa radestkirina Şengal ji bo DAIŞ’ê bû.
Heman rewş ji bo wargeha Mexmûrê jî derbasdar e. Wargeha ku li hember DAIŞ’ê li ber xwe da û nehişt bajarê Hewlêrê were dagirkirin, îro bi zextan dixwazin belav bikin û çeteyên DAIŞ’ê li wir bicih bikin. Di dema şerê DAIŞ’ê de xelkê herêmê yên Kurd û Ereb mal û xaniyên xwe li derdora Mexmûr û Musilê berdan û heta niha jî gelek ji ewana venegeriyane ser mal û milkên xwe. Bi destê partiya BAAS a ku Hewlêr weke navenda xwe ya rêxistinkirinê bikar anî, gelek malbatên DAIŞ’ê ji bajarê Enbar anîn û li wê herêmê bicih kirin. Pirsa esasî jî ew e ku ‘’gelo hikmeta Iraqê çima nikare wê herêmê ji DAIŞ’ê paqij bike?’’ Tê zanîn di çolan de ku derfeta jiyanê tune ye, ti zindiyek nikare berdewamiya xwe bîne. Lê DAIŞ çawa dikare ewqas li wan çolan xwe biparêze? Bersiva vê pirsê li gel xelkê herêmê ye. Malbatên ku partiya BAAS a faşîst berê wan daye wê herêmê, weke çavkaniya sereke ya berdewamiya DAIŞ’ê ne. Çalakiya xwe li wê xetê dikin û şev jî weke hemwelatiyekî diçin mala xwe. Hikmeta Iraqê vê yekê ji herkesî baştir dizane. Di belgeyên ku arteşa Iraqê dema lêdana DAIŞ’ê de bidest xistiye û di raya giştî de jî parve bûbû, pirr eşkere diyar dibe ku xwarina wan gelek caran ji xwaringeha Ebû Şehab a ku li Hewlêrê ye tê. Xwarina wan siharê çêdibe û nîvro digihîje destê wan. Gelo hikmeta Iraqê vê yekê çima înkar dike û vedişêre?
Ji aliyê din ve jî tê zanîn ku ger îradeya Şengalê bişkê, xeta sinorî ya Iraqê ti carî nabe malê wan û wê weke navendekî sereke ya MÎT- PDK û DAIŞ lê were. Li gor belgeyên ku îstîxbarata Iraqê sala 2020’an de belav kir, gelek çeteyên DAIŞ’ê ji Tirkiyê berê xwe didin vê herêmê. Ger niyeta Tirkiyê di van mijaran de li gorî berjewendiya Iraqê bûya hewce dikir destpêkê Başîqa vala bike. Ger Şengal aloz bibe, dibe meydana xwe-rêxistinkirina DAIŞ- Tirkiye- PDK. Zirarmenda esasî jî hikumeta Iraq û Îran e. Wê Îran xeta xwe ya derbasbûna Sûriyê radestî Tirkiyê bike û Iraq jî herêmeke xwe radestî Tirkiyê dike. Her wiha mijara wargehên xelkê Rojhilatê Kurdistanê yên ku koçberî Başûr bûne û dehfdayina wan ji bo sinorê Behdînan, wê di demkurtiyê de bibe sedema zexta Îranê li ser PDK’ê. PDK ya em wê ji dîrokê nas dikin, ji ber berjewendiyên xwe gelek şoreşgerên Kurdistanê bi zindî û mirî radestî Îranê kiriye. Ji ber vê yekê rakirina van wargehan ji sinorê Îran û birina wan a ji bo Behdînan tê wateya qetilkirina wan. Partiyên Rojhilatî hewce ye li hember vê planê hişyar bin. Herkes dizane ku PDK-İ ji herkesî zêdetir ev taybetmendiya PDK’ê nas dike û heta niha bi caran ji mala Barzan xiyanet dîtine. Hemû aliyên Kurd jî pêwîst e di vê mijarê de bi hestiyarî tevbigerin. Ger bi helwestekî yekpare ya gelê Kurdistanê pêşiya vê yekê neyê girtin, wê gavên xeternak ku niha dimeşe, wê di asta jor de zirar bigihîje xelkê Başûr û piştre jî şoreşgerên Rojhilatê Kurdistanê û welatparêzan ber bi tunebûnê ve bibin. PDK ya ku di raya giştî ya Kurdistanê de kiryarên wê tên zanîn, bê guhdana gelê Kurdistanê tevlî hemû lîstikên zirav ên dewleta faşîst a Tirkiyê bûye. Dewletên dagirker ên Kurdistanê ev teşhîrbûna PDK’ê dîtine û dixwazin bi destê PDK’ê planên xwe yên dawî jî bi ser bixin. Çawa ku gelek planên derve bi destê AKP hatin pêkanîn û dema karê wan nemîne wê aqûbeta wekî ya Seddam jiyan bike, pêşeroja PDK’ê jî wê bi heman awayî be.
Birûk ANÎ