Di demên dawî de li Kurdistanê û heremê, pêşketinên pir girîng ên ji gelek aliyan ve hate jiyîn. Di sala 25’an de komplo bi tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO berdewam bû û vegeriyaye rêbazekê îşkenceyê. Bêguman ev yek jî li ser Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat hemû Kurdistanê vedigere êrîşên qirkirinê û li heremê jî weke polîtîkayên dagirkeriyê xwe dide der. Sîstema desthilatdariya Kapîtalîst xwest di vê salî de ji bo sîstema xwe, amadekariyên serdemekê nû ku xwe têde nûjen bike û li gor van amedekariyan hewl da bi plan û projeyên xwe bikevin sedsalekê nû. Ji ber ku ev sal di heman demê de sedsaliya Lozanê ye. Di serdema nêzik de ya ku Kurdistan kir çar parçe, pirsgireka Kurd derxist holê û rê li pêşiya komkûjiyên Kurdan vekir. Piştî sed salî careke din heman rewş tê jiyîn. Lê Kurd ne Kurdên berê ne. Ji ber ku xwedî rêberekî weke Rêber Apo û tevgereke wan a weke PKK’ê heye. Ti serok û tevgerên Kurd 50 salî têkoşîn nedan meşandin û ew qasî nêzî serkeftinê û azadiyê nebûn. Ji ber wê ne gengaze bi van plan û projeyên bigêhêjin encamê.
WÊ BI SER NEKEVIN LEWRA HEMBER WAN BERXWEDANIYEK MEZIN HEYE
Dewleta Tirk wek sixurekê dewletên Rojava di Rojhilata Navîn de hat avakirin. Li dijî Kurdan û Tekoşîna Azadiya Kurdan hat sor kirin û bi rêya vê dewleta ku di demê xwe yê rizînê de ye, dest bi qirkirineke berfireh kir. Bi komployê di şexsê Rêber Apo de, Tekoşîna Azadiya gelê Kurd fetisandin û heta li seranserê Kurdistanê gelê Kurd di qirkirina fîzîkî de derbas kirin. Eger ev Rêbertî û Tevger bihata tasfiye kirin, tiştekî ku li pêşiya planên dewletên emperyalîst bibe asteng wê nema bûya. Helbet ev plan û proje di destpêka komploya navneteweyî de wekî armanc hatibû destgirtin. Lê belê îsal bi teqezkirina planên xwe ku bi şêwazê şer li ser Kurd û tekoşîna Kurdan pir dijwar kir. Xwest di nav şerê cîhanê yê sêyemîn de tiştekî bi navê Tekoşîna Azadiyê nehêle. Lewma ev yek bi girankirina tecrîda li ser Rêbertî hat destpêkirin.
Çendî biryareke disîplînê li ser Rêber Apo hat dayîn, plana êrişekê nû ya li ser welatparêz û tekoşerên azadiyê çê bû. Her wiha disa di şexsê Rêbertî de êrişên tinekirina hêzên gerîla yên Qadên Parastina Medyayê hatin destpêkirin û di van êrişan de xwestin tiştekî bi navê gerîlayên azadiyê nemîne. Piştî ku bi berxwedan û taktîkên gerîlaya nûjen ve rûbirû man, çareserî di çekên kîmyewi de dîtin. Ji ber ku di plana wan de ‘çi dibe bila bibe divê hêza gerîlayên azadiyê tûne bibe’ hebû. Ji ber wê hêzên hegemon rê da êrişên bê sînor yên dewleta faşîst a Tirkiyê. Ji ber dewletên gladyo xwestin Tirkiyê di bin denetîma xwe de bigrin.
Ji şerê cîhanê yê sêyemîn û têkoşîna azadiyê ji baş hatiye fêmkirin ku dahûrandin û parazanameyên Rêbertiyê li dijî koledariya jinê, hilweşandina ekolojîk, şer-pevçûn û hemû pirsgirêkan tekane çavkaniya çareseriyê ye; dibe çavkaniya bîrdozî ya şoreşên sedsala 21’an. Bêguman ev ji bo pergala kapîtalîst ku di nava qeyranê de dibe mijûlahiya herî mezin. Êrîş, tecrîd û hovîtiyên ku her roj zêdetir dibin, çavkaniya xwe ji vir digirin. Ji ber vê yekê ye ku hemû avasaziyên girêdayî pergalê û duvikên wan bêdeng in.
SEKNA CPT NÎŞANEYA KU PERGALA ÎŞKENCEYÊ YA ÎMRALÎ PERGALEK NAVDEWLETÎ YE
Bi taybetî bi helwesta CPT ve îsal carekî din hat xuyakirin ku pergala îşkenceyê ya İmralî ne pergaleke lokal e, navdewletî ye. Ji aliyê navenda pergala modernîteya kapîtalîst ve tê rêvebirin û berxwedaneke ku li hember vê pergala îşkenceyê tê nîşandan ji berxwedana pêşengê modernîteya demokratîk e. Lewma li her derê li hember modernîteya kapîtalîst berxwedana modernîteya demokratîk di bin pêşengtiya berxwedana İmralî de pêş dikeve û her roj zêdetir li cihanê belav dibe.
Ji bo ku Rêbertiya ji “mafê hêviyê” sûd wernegire, di çend salên dawî de li ser hev cezayên disîplînê, qedexekirina hevdîtina bi parêzer û malbatê re hatine dayîn. CPT ya ku bûye duvika pergala îşkenceya li Îmraliyê, li şûna pêşîgirtina îşkence û muameleya xirab bigire, bûye amûrek rewakirina îşkenceyê. Li Kurdistan û gelek aliyên cîhanê gelan, rewşenbîr, hunermend û sendîkayan çalakî lidarxistin, lê îşkence didome.
Pêwendiya di navbera azadiya Rêbertiyê û azadiya gelê Kurdistan, çîn, netew, çand, baweriyên bindest û jinan de baştir tê dîtin. Lewma tê xwestin ku tecrîd li ser civakê jî bê pêkanîn. Lewma dijmin hewl dide îşkenceya li Îmraliyê li qadên Tevgera Azadiyê û ser hemû gelên azadixwaz jî bi riya sîxurtî, bê exlaqî, teknolojiyê û hwd. bimeşîne. Di erdheja li Elbistan û Pazarcix de ev pêkanîn bi astengkirin, qedexekirin, desteserkirin, koçberkirin, domandina êrîş û dorpêçan baştir hat dîtin. Li aliyê din gelên ku tâma azadiyê ji felsefeya Rêbertiyê wergirtine, tu astengiyan nas nakin, rengê têkoşînê baştir nîşan didin.
ÇARENÛSA GELAN BERXWEDANIYA RÊBERTÎ Û GERÎLAYÊN WÎ DIYAR DIKE
Bêguman a ku qedera çar parçeyên Kurdistanê û gelên herêmê diyar kir, careke din Rêbertî û gerîlayên azadiyê bûn. Rêbertî ev 24 salin li îşkencexaneya Îmraliyê li ber xwe dide. Bi taybetî çend salên dawî, di her fersenda biçûk ket di destê wî de bi şêwazeke got berxwe bidin. Li hemberî faşizma AKP-MHP’ê ti tewîz nedan. Ji ber vê jî ev tecrîd ew qasî giran kirin. Ev sekna Rêber Apo ji bo her kesî peyama berxwedaniyê bû. Li kêleka vê li Qadên Parastina Medyayê li hemberî êrîşên tasfiyeyê, hemû teknîka NATO û çekên kîmyewî her gerîlayekî yek bi yek, li her gir û newalekê berxwedaneke fedaiyane pêş xist. Ji ber vî ruhî û vê seknê dagirkeriyê nikarî bigihêje armancên xwe, ji ber vê têkçûyinê jî wê pergala Erdogan belav bibe.
Lê ger siyaseteke rast neye meşandin, têkoşîneke baştir pêş nekeve û serxweşiya serkeftinê were jiyîn, wê encam heman be. Lewma hê jî xiyanetkar, dagirker, komploger û hêzên navnetewî ku li ser hebûna gelê me hesaban dikin hene û hêza wan jî ne kêm e. Divê em ji bîr nekin ku Kurdistan bûye qada Şerê Cîhanê ya Seyemîn û her kes jî dixwaze di vî şerî de ser bikeve. Ger têkoşîn û siyaseteke rast were pêşxistin, wê ev derfeta heyî pêşketina azadiyê jî mîsoger bike, an na sed salê din, an jî sedan salan wê cardin komkûjî û dagirkerî bimeşe, ji ber vê navê pêvajoyê weke pêvajoyê hebûn û tinebûnê tê bi navkirin.
Hêj jî, şerê cîhanê ya sêyemîn ku ji deh sal zêdetire li Rojhilata Navîn tê kirin berdewam kir. Lê piştî şerê Rusya-Ukrayna ev şer êdî li derveyî Rojhilata Navîn jî bi awayekî germ kete meriyetê.
KÎJAN JI WAN QEZANC BIKE BILA BIKE YÊ WINDA BIKE WÊ GEL BE
Şerê Rusya-Ukraynayê bi xwe re nakokiya bereya Rojavayî û Çîn-Rusya-Îran hîn bêhtir eşkere kir. Her dû aliyan jî bi dîplomasiya ku meşandin xwestin hêzên din jî tevlî beraya xwe bikin. Wisa xuyaye ku şerê di navbera aliyan de wê demek dirêj berdewam bike. Çawa ku li Rojhilata Navîn di ser komên çete re şerê wekaletê hat meşandin, şerê Rusya û hêzên Rojavayî jî di ser wekaletiya Ukrayna re tê kirin. Hêzên Rojavayî di bin serweriya Amerîka de dixwazin bi destê Ukrayna bereya li hember xwe bi demê re lewaz bikin. Lê Rusya û Çîn jî hem li Asya hem jî li Rojhilata Navîn hewl didin tifaqên xwe xurt bikin da ku desthilatdariya cîhanê bixin destê xwe. Dîsa dewleta Tirk jî xwest ji nakokiyên van her dû bereyan sûd werbigire, li hember Kurdan bişixulîne û hem bi vê rêyê jî li Rojhilata Navîn hegemonya ava bike.
Dema geşedanên sala borî li ber çavan tên girtin, baştir tê dîtin ku di rastiyê de şerê bîrdoziyan gihîştiye lutkeyê. Kaos û qeyran kûrtir dibe; hêzên pergala kapîtalîst li aliyekê bi kûrkirina qeyranan temenê xwe dirêj dikin, li aliyê din girêdayî berjewendiyan şer belav dikin. Şerê li Ukrayna, hesabên li ser Îran, Iraq, Suriye, hewldanên li rojhilatê Asyayê û hwd. vê rastiyê radixe ber çavan. Di şerê berjewendiyan ê navbera NATO-Rusya-Çin de hêzên herêmî yên wekî Tirkiye, Îran, welatên Ereban û gelên herêmên din jî tên bikaranîn. Pêwendiyên navbera Rusya-Tirkiye, Rusya-welatên Afrîkayê, pêwendiyên Amerîka yên li gel Iraq, Tirkiye, Misir û çend welatên din ên Ereban, dîsa hewldanên Çînê yên ji bo têkiliyên bi welatên Ereban re di vê çarçoveyê de tên nirxandin. Belkî pergala kapîtalîst qeyrana kûr dijî û nikare çareseriyan peyda bike, lê ev nayê wateya ku hilweşiyaye. Jixwe mebestekî wî ya çareseriyê nîn e, ji kaosê sûd werdigire, her wiha belkî karibe xwe nû jî bike, li gorî xwe pergalê di ber çavan re debas bike. Geşedanên dawî vê vebijêrkê jî nîşan dide.
Dewletên statukoparêz ên wekî Tirkiye û Îranê, her wiha Suriye jî, hewl didin ji nakokî, valahî û pevçûnan sûd werbigirin, rejîmên xwe bidomînin. Rejîma faşîst a AKP/MHP’ê ji bo domandina desthilatdariya xwe ti tawîzek nemaye ku bide. Li aliyekê bi Amerîkayê, li aliyekê bi Rusyayê re, niha jî bi rejîma Suriye ku wekî dijmin didît re pêwendiyan datîne, tawîzan dide.
ŞERÊ ESASÎ DI NAVBÊRA MODERNÎTE DEMOKRATÎK Û PERGALA KAPÎTALÎST E
Aliyekê rewş ev e, lê xala esasî ya ku pêwîste li ser bê rawestîn şerê di navbera hêzên modernîteya demokratîk û pergala kapîtalîst de ye. Her çiqasî di navbera hêzên kapîtalîst û duvikên wan de nakokî-pevçûn hebin jî, di rastiyê de hemû dijî xeta azadiyê dibin yek. Di vê çarçoveyê de bi taybet di salên dawî de êriş û berxwedan gihîştin lûtkeyê. Dewleta Tirk a dagirker li çar aliyên Kurdistanê û Ewropayê êrîşên qirkirinê ji aliyekê ve meşandin. Bêguman ew bi tenê nebû; tevahiya hêzên NATO’yê piştgiriyê dan. Rusya jî bi heman rengî tevlî bûye. Ji ber vê yekê ye ku tevî peymanên navnetewî jî, li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî yên li Qadên Parastina Medyayê tên bikaranîn deng nayê derxistin. Li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê balafirên dewleta dagirker heta 100 kîlometreyan li hundir bombebaranê dike, lê koalisyona navnetewî ya ku qada hewayî di kontrola xwe de digire deng dernaxîne, dîsa li Şehba û Helebê Rusya dengê xwe dernaxîne. Berevajî wê bi van êrîşan zextên xwe li ser Rêveberiya Xweser zêdetir dikin. Li Parîsê komkujiya duyemîn pêk hat, lê YE ya ku qaşo xwe wekî navenda demokrasiyê dibîne deng dernaxîne; li aliyekê komkujiya Êzidiyan wekî “Jenosîd” qebûl dike, lê li dijî êrîşên ser Şengalê tiştek nake. Iraq li hemberî dagirkeriyê, komkujiyan bêçare û bêdeng e.
Li kêleka van geşedanan, bi tekoşina gerilla rewşa faşizma AKP-MHP a ku nebaşe, ber bi hilveşandinê ve diçe. Êrişan ku ev saleke li zer Zap û Avaşinê dan destpêkirin, negihişt encamên ku wek ew hêvi dikirin. Ji ber vê, bi tekoşina PKK û gerilla di nava 50 salî de çi hat serê desthilatdarên din, ew dê were serê vê desthilatdariyê jî. Aboriya Tirkiyê bi taybet ev 7 salên dawi di şer de temami têk birin. Nirxê civak bûyinê jî, İslamiyetê jî rizandin. Civakê heta radeyekê derew û diziya vê desthilatdariyê tahammul kir, lê serkeftina ku gerilla li Zap û Avaşin bi destxist, ev hemû şikandin. Bêguman bandora erdhejê hişt ku rastiya desthilatdariya faşîst were naskirin. Ji erdhêja ku 1999’an de çêbûbû şunda ji gel bi milyaran dolar hatibu girtin, lê ti tişt jî nehatibû kirin. Ev jî di civakê de acizbûnek derxist holê. Niha Tırkiye ber bi hilbijartinê ve diçe. Tişta ku gelek kes di heman fikrê de dibin, ew ji faşizma AKP-MHP wexta xwe tijî kiriye ye. Ango ew desthilatdar ew ê bi hêza fikrê Rêber Apo û tekoşina wî têk biçe. Bê guman pir bedel hatin dayîn û ew ê hîn werin dayin jî, lê niha AKP-MHP di nav devletê de cihek pir girîng bi destxistiye û dema ku ew têk biçin, ji bo şoreşê derfetên nû ava bibin. Li Tirkiyê guhertinê mezin çêbibin, ew ê teyisandina xwe li hemû Rojhilata Navîn bike. Ji ber ku di Rojhilata Navîn de statukoparêz hêza xwe ji Tirkiyê û vî zihniyeta wê digirin.
DIRÛŞMA ‘JIN JIYAN AZADÎ’ LI HER DERÊ BILIND DIBE
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî bûyera herî girîng serhildana ku bi pêşengiya jinê tê domandin e. Îran ketiye derdê ku xwe ji ambargo û hilweşandinê xilas bike. Lê heman demê bandora xwe ya li Rojhilata Navîn bi rêka hêzên xwe yê li Irak, Lubnan, Afganistan, Pakistan û Sûri winda neke. Hewldanên ji bo nêzîkatiyên Suriye-Tirkiye, pêwendiyên Rusya-Suriye-Tirkiye-Iranê wekî perçeyek hewldanên van hêzan dikare were şîrovekirin. Bêguman tişta mohra xwe li İran û cîhanê xist serhildanên ku bi pêşengtiya jinan bû. Rejima İranê ji vê rewşê pir tirsiya û êrişên pir tund dan meşandin. Lê dirûşma Jin Jiyan Azadî ku bi salane ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê ve tê hildan îro li tevahî cihanê bi hemû zimanan belav dibe. Rejima İranê jî nikare pêşiya vê bigire. Ev nîşaneya hêza tekoşîna jinên Kurdistanê ya îdeolojîk e. Ev hêz di demokratikkirina İranê de jî wê roleke girîng bilîze.
Divê planên şerê taybet baş bê dîtin. Rêber Apo dibêje, “Ji bo ku tu karibî civakekê ji mêtingeriyê re vekî, pêwîste destpêkê wê civakê ji exlaq û polîtîkayê bêpar bihêlî”. Dijmin jî di salên dawî de giraniya xwe daye vî şerî. Bi berfirehkirina tora sîxurtiyê ve hewl dide civakê bixe kontrola xwe, perçe bike. Partî û komikên noker di asta herî jor de bikar tîne. PDK ku êdî bi eşkere tevlî vî şerî bûye, mînaka herî berbiçav e û êdî nikarin rûyê xwe veşêrin. Xiyaneta PDK di nava salê de rûyê xwe yê rast li hemu civakî nîşan da. Bi helwestên xwe yê hem li hember Tevgera Azadiyê, hem li hember berxwedana gerîlla, hem jî peşketinên siyasî ya li her çar parçayên Kurdistanê pir bi zelalî da xuyakirin ku PDK li Kurdistanê li pêşiya peşketinên azadîxwaz û demokrat asteng e. Ne tenê li hember PKK’ê li hember tekoşîna azadiya rojhilat û başurê Kurdistanê jî astengîyeke mezin e. Di nava sala derbasbûyî de PDK bi pêwendiyên xwe yên bi dagirkerên weke Iraq, Tirkiyê û İranê ve dixwaze li her sê perçeyên Kurdistanê tekoşîna azadiyê bike qurbanê berjewendiyên xwe yên malbatî û Partiyê. Û dixwaze li Rojavayê jî bi destê ENKS bi rewakirina dagirkeriyê ve heman xeta xiyanetê serwer bike. Ji bilî vê dijmin li Başûr, Şengal û Rojava dixwaze sîxurtiyê zêdetir bike, pergala rêxistinkirî têk bibe. Gelek komkujiyên li Başûr, Şengal û Bakur-Rojhilatê Suriyeyê çêbûn bi riya sixûrtiyê pêk hatin. Fihuş û madeyên hişbir rêbazên din ên tên bikaranîn in. Li Bakûr, Rojava û Başûr bi rêya saziyên qaşo alîkariyê, bazirganan, hinek dezgehên ragihandinê ev tor tê raçandin, exlaqê civakê tê rizandin. Li aliyê din jî xwezaya Kurdistanê tê talankirin, bi rêya dorpêç û qutkirina avê birçîbûn, koçberkirin tê ferzkirin, demografiya tê guhertin. Piştî erdhejê, rejîmên faşîst xwestin ji mirinê jî sud werbigirin û polîtîkayên qirkirinê bidomînin. Xwestin bajarên erdhej lê çêbûye vala bikin, faşîstan bicîh bikin, zarokên Kurdan revandin û radestî cemaetan kirin ku bikar bînin. Alîkariyên gelan, partî û rêxistinên civakî hatin astengkirin û desteserkirin. Rejîma Suriyeyê hewl dide sixurtiyê û bê exlaqiyê pêş bixe, her wiha eşîran li dijî Rêveberiya Xweser derxîne.
Êrîş bi hemû aliyên xwe ve didomin, lê bi rengekî ku di dîroka herêmê de nehatiye dîtin berxwedanek bêhampa hat nîşandan, plan hatin têkbirin, dagirker negihaştin armanca xwe. Serkeftinên dîrokî hatin bidestxistin, hêvî û baweriya gelan ji her demê zêdetir bi felsefeya Rêber Apo hat. Çalakî û xwepêşandanên li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat ev nîşan da. Dîsa heger îro di pêvajoya hilbijartinan a Bakûr-Tirkiyeyê de Tevgera Azadiyê careke din bibe rojev, ev encama berxwedanê ye, tê gotin ku hêzên navnetewî êdî dest ji plana Îslama siyasî û nûnera wê AKP’ê berdidin, lê di rastiyê de Tevgera Azadiyê ev rewş derxistiye holê; heger li Başûr hin aliyên Kurd behsa nirxên netewî dikin, ev encama vê têkoşînê ye. Bîrdoziya azadiya jinê li cîhanê belav bû. Serhildana “Jin Jiyan Azadî” ku piştî di 1979’an de serhildana herî domdirêj a li Rojhilat û Îranê ye.
Wekî Rêbertî û tevgera me bal kişandiye, şoreşa me li ser bingeha şoreşa zîhnî dimeşe. Çawa ku êrîşên piralî yên dijmin li ser zîhniyetê tên meşandin; bi riya qirkirina zîhniyetê ve dijmin dixwaze qirkirina civakî pêk bîne. Lewma şerte ku têkoşîna herî mezin di mijara zîhniyetê de were dayîn. Sazî û dezgehên şoreşê ji gelek aliyan ve têdikoşin, hewl tê dayîn ku hişmendiyê ava bikin. Di vê babetê de kedek mezin jî heye. Lê rastiyek jî heye; pêwîste bê dîtin ku em di şertên awarte û dorpêçek giran de ne; pergala sermayedariyê li aliyekê êrîşên leşkerî didomîne, li aliyê din saziyên alikariyê, madeyên hişbir, feraseta meaşan a ku ji hilberînê û jiyana komunal dûr dixe, sîxurtiyê û bazirganiyê li nava civaka me belav dike. Bi vî rengî dixwaze heta nava saziyên me jî were, feraset û jiyana xwe serwer bike.