Şoreşa ku Rêber Apo avakir kêlî bi kêlî li her dera cîhanê bilindtir û geştir dibe, mîna reh û şaxên dara çinarê belav dibe. Hem di bin axê de û hem jî li ser axê hebûn, hezkirin û bedewiya xwe nîşanî mirovahiyê dide. Ê ku xwe di gerdûnê de û gerdûn di xwe de, zeman, mekan, paşeroj û pêşeroju bi xwe re kir yek Rêber Apo bû, yê ku ji heqîqeta gerdûnê, mirovahiyê, xwezayê, jinê û azadiyê hez kir Rêber Apo bû. Ji nû ve pênaseya jiyanê ya rasteqîn û cewherî xêz kir, bêyî ku heqîqetê înkar bike, bêyî ku dîrokê di xwe de destpê bike û bêyî ku bi berjewendî jinê xwe de bide girêdan dest bi pêşengiya wê kir. Rêber Apo bi felsefî, îdeolojî û paradîgmayeke pir xurt bi rêbazên xwe gihandina heqîqetê berovajîkirina cewhera gerdûn û mirovahiyê pir zû ferq kir û dest bi ronensansa ku azadiyê fetih bike kir. Di dîrokê de bi hezaran feylesof, nivîskar, ronakbîr, zanyar, dîrokzan û hwd derketin û her yekî di derbarê mijarekê de felsefeyek pêş xist, ê ku ket lêgerîna gerdûn ji çi çêbûye, yê ku ket lêgerîna fîzîk, kîmîk, matematîk û hwd ji çi çêbûye. Lê belê, kesî negot çima jin hatiye kolekirin, çima xweza tê wêran kirin, an çima mirovahî tê kuştin, çima çînayetî, zîgurat, burjuwa û koletî derketiye! Rast e hinek feylesofan pir xweş behsî exlaq û rastiya mirovahiyê kiriye, hinekan behse burjuwazî û koletiya hatiye avakirin kiriye, hinekan pir baş û kûr behsî azadiyê jî kirine. Lê belê, tenê nivîskî û teorî mane, tecrûbe û piratîka wê nehatiye kirin di rastiyê de ango jiyanî nebûye. Vê yekê jî hîştiye ku timî mirovahî rastî talankirin, kuştin, koletî û bê dadiyê were, vê yekê hîşt ku dîroka 5000 sal bi xwînê derbas bibe. Tiştê ku Rêbertiyê cûda dike ev e: Teorî û piratîk xist yek, çi got di kêliyê de pêkanî, di navbera mejiyê analîtîk û hestiyarî de dengeyek avakir, ekolojî û azadiya jin û civakan bingehê paradîgmaya xwe girt dest, xwe ji rastiya civakê qut negirt dest û di civakê de şoreş avakir û şoreş diyarî gelê xwe kir û got: “Ê ku heqaretê li gelê min bike li min dike.” Ji ber ku Rêber Apo li gorî lîberalbûna dewletên kapîtalîst ên faşîst nameşe, çemê Neteweya demokratîk û azadiya civakan esas digire û rastiya dewletên faşîst ê ku desthilatdarî li gorî zihniyet û berjewendiyên xwe çêdikin û birêve dibin rastiya wan derxist ser dika dîrokê û lenetbûyîna wan a li hemberî pîroziyê deşîfre kir. Ji bo wê îro Rêber Apo di zîndana Îmraliyê de girtî ye û her roj tecrîdê li ser wî girantir dikin. Lê belê divê em dîroka zîndana Îmraliyê jî bizanin ku çima bi taybet Rêber APO di Zîndana Îmraliyê de tecrîd kiriye, divê ku ev yek baş were lêkolîn kirin da ku rastiya dewleta Turkiyê ya ku bingehê xwe ji dîktatoriya Roma û Osmaniyan digire baş were nas kirin! Rêbertî jî dibêje: “Em di destpêka dîrokê de û dîrok jî di roja me ya îro de veşartî ye.” Ji bo vê gotina Rêbertiyê pir baş misoger dike ku zîvrandina li dîrokê cih û mekan pêve girêdayî pir girîng e da ku rastiya heyî pir baş derkeve holê.
Zîndana Îmraliyê di dîrokê de dest girtin pir girîng e, ji ber ku di dîrokê de dema ku Rom û Bîzansiyan li hemberî hev du şer dikirin, dema Romaiyan ji milê Bîzansiyan kes girtibûya ew dixistin zîndana Îmraliyê, bêyî ku işkence bikin û lê bidin ew tenê di wir de zîndan dikirin. Cûreyekî işkenceyê yê ku bi xwe werin işkencekirin û radestî mirinê bibin didan meşandin, ew girtî ji ber serm û seqemê nedikarîn li ber xwe bidin jiyana xwe ji dest didan, pir zû radestî mirinê dibûn. Zîndana Îmraliyê di dîrokê de cihê işkencekirina mirova ye, ev bîst û pênc sal in ku dewleta Turkiyê vê yekê berdewam dike. Ev bîst û pênc sal in ku Rêber Apo, prometeusê duyemîn, sîmurgê heqîqetê di zîndana Îmraliyê de bi hêvî, tekoşîn û vînekî pir xurt bi henaseya azadiyê û ji bo gelê xwe kêlî bi kêlî ji nû ve jiyanê diafirîne û dijî.
RÊBERTÎ DI KÊLIYÊ DE HENASEYA JIYANÊ, JIYANA BI WATE DIAFIRÎNE
Rêber APO Zîndana Îmraliyê xist cihê berxwedaniya demdirêj a ku sedsala 21’an bi azadiya Jin û civakan bedew bike, xist cihê ku cîhan lê gelê Kurd, azadiya jin, ekolojiyê û heqîqeta gerdûn û mirovahiyê nas bike. Di heman demê de Îmraliyê rastiya dewletên faşîst weke Turkiyê, Rûsya û Îran derxiste holê, ku ew dijminên herî mezin ê gelê Kurd in, di dîrokê de timî komkujî, asîmîlasyon û qirkirin li ser gelê Kurd pêkanîne. Rêber Apo Îmraliyê xist nav rûpelên dîrokek saxlem ku tenê bi derya, zinar û kevirên zîndanê mabe heta hetayê dê behsî berxwedaniya prometeusê duyemîn Rêber APO were kirin. Îro bi hezaran feylesof, zanyar, nivîskar û mirov behsî berxwedaniya Îmraliyê ya ku di kêliyê de vînê vejîn dike dikin û heyranî wê afrandinê dimînin. Dema mirov gotina Rêbertiyê ya ku dibêje: “Ez ez im, ez gerdûn im, ez zeman û mekan, ku paş û pêşiya wê, dûr û nêzî wê tune ye” dibîne û dema mirov di rastiya heyî ya Rêbertî di nav tecrîdeke giran de ye dibîne mirov baş bawer dike ku “Jiyan Kêlî ye” Ji bo wê kêliya ku Rêbertî afirandiye giştî cîhan xistiye nav lêgerîna li Heqîqetê. Qalikê qirêj ê ku xwe li Heqîqeta gerdûnê alandiye bi pênûsa Rêbertiyê tê qutkirin û rakirin. Bi derxistina rastiya vê yekê û rastî ji xew şiyarkirinê re giştî mirovahî kêlî bi kêlî ji xew şiyar dibin û dibin kêlî bi xwe.
Ji bo vê divê em kêlî bi kêlî li dûv doza Rêbertî bin û hewl bidin Rêberê xwe azad bikin, ew ê hîna pêşdîtina gerdûnê bi taybet pêşdîtina dewletên kapîtalîst ên ku jiyanê ber bi xirabûyînê ve dibin binivîse û parve bike. Ger ku em hevaltiya xurt bi Rêbertiyê re pêkbînin û wî azad bikin ew ê hîna jiyanê bedewtir bike, ew ê dawiyê li kuştina mirovahiyê bîne, ew ê azadî û aştiyê pir zû bîne, reng û ruhê mirovên civaka xwezayî pir zû bide pêkanîn. Ew ê zanist û zanîna li gel xwe bi giştî gerdûnê re parve bike û jiyana rast jiyankirin di ruhê her mirovî/ê de ava bike û ava dike. Ger ku em Rêberê xwe azad bikin ew ê çarenûsa gerdûnê biguhere, Kêlî û henaseya azadiyê bîne!!
Zinarîn FIRAT