Dewleta Tirk a kolonyalîst-qirker a ku di bin desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê de ye, ku tenê di berdêla tawîzan di siyaseta derve de dikare xwe bide qebûlkirin û weke serkeftineke neteweyî nîşan bide, di serdema herî dijwar a dîroka Komarê de derbas dibe, amadekariya pîrozkirina sedsaliya xwe dike. Ev deh-panzdeh salên dawî, di ser komên çete-leşkerên bi pere ve û ji endamtiya xwe ya NATO’yê jî sûd werdigire her çiqas ji bo xeyalên xwe yên Osmaniya Nû mudaxeleyê şer ên derveyê sînorê xwe dike jî, di encamê de berde parastina vê xeyalî, êdî ketiye derdê ka ez ê çewa vê sînorê ku ji dema damezrandina Komarê re jê re hatibûn diyarkirin biparêzim de ye. Ji bo parastina van sînorên ku li ser înkar û tunekirina Kurdan hatiye xêzkirin û radestê wê hatiye kirin karibe biparêze dîsa êrîşê Kurdan dike.
Bi van êrîşên herî hovane û tu qûral, rêgez û qeyde nasnake re dixwaze gelê Kurd di hêla dîrokî, çandî, bîrdozî û heta di hêla fizikî de qir bike, ya Rêber Apo û PKK’ê ku gelê Kurd diparêzin li pêşiya xwe wek asteng dibîne. Sedema pêkanîna girankirina tecrîdê ya li Îmralî, li dijî kevirekê ku bêhna gerîlayên PKK’ê jê te bi hemû derfetên xwe êrîş dike, ji bi deh hezaran kes zindanî kirin bigire heya bê hincetek nîşan bide qetilkirina sivîlan jî ev e.
Her çendî tayînkirina Hakan Fîdan ê ku ev 13 salin berpirsiyariya MÎT’ê kiriye û destê wî di xwîna ewqas Kurdan de heye, piştî serketina hilbijartinên 14’ê Gulanê ji bo wezîfeya Wezîrê Têkiliyên Derve, weke armanca ji holê rakirina nakokî û pirsgirêkên ku bi hêzên derve re jiyaye û têkiliyan sererast bike tê şîrovekirin jî, lêbelê di esasê xwe de hêj jî çiqas bi xwestek û biryardar e ku qirkirina Kurdan bidomîne û van sînorên radestî wê hatine kirin ji bo sedsaleke din jî biparêze. Ji bo vê jî ji wan zêdetir alîkarî û piştgirîyê dixwaze û amadekariyên pêşxistina êrîşên nû û berfireh di nîvê duyemîn a sala 2023’an de dike.
Dewleta Tirk a dagirker di van êrîşên ku heta niha li dijî Kurdan û Tevgera wê ya Azadiyê pêk aniye û ji niha û pê ve plansaziya wê kiriye, roleke girîng daye îstîxbarata MÎT’ê. Eşkere ye ku MÎT a ku hemû derfetên dewletê yên maddî, siyasî-diplomatîk, teknîk-teknolojî bikar tîne, di rewşên weke gulebarana wesayîtan, tespîtkirin û bombekirina nuqteyên leşkerî, qetilkirina kadro û welatparêzan de destê wê heye. Lêbelê, divê mirov nekeve vê têgiha şaş ku encamên ku wî li vir bi dest xistin bi tevahî destkeftiyên wî bi xwe ne. Di nava civaka Kurd de kesayetên ku ji rastiya xwe ya netewî dûr ketine, xwe ji nirxên civakî dûr xistine, qalibên wan ên exlaqî ji holê rabûne û evîndarên pereyan ji aliyê MÎT’ê ve têne naskirin, bi wan re dikevin nava tevgerê û xwe bi rêxistin dikin; Ji van torên agahiyê çêdike û heta li dijî kadro, endam, welatparêz an jî kesên ku dilgiraniya Têkoşîna Azadiyê ya Kurd dikin, di şopandin, revandin, îşkencekirin û kuştinê de bi kar tîne. Rolên neyînî yên van kesayetên ku ew qas wek kûçikan bi dijmin ve girêdayî ne ku di berdêla pereyan an jî bi sozên derewîn ên jiyanê xwîna zarokên gelê xwe rijandine û ewqas teslîm bûne ku heta mirinê li deriyê wan dixin hundir, li dijî PKK’ê û gelê Kurd, weke serkeftina MÎT’ê ji raya giştî re hatiye nîşandan û tê dîtin.
Dibe ku ev rewş herî zêde li herêma Bashûra Kurdistanê ku MÎT li wir çalakî û êrîşên xwe zêdetir dike, were dîtin. MÎT a ku bi rêya hin xebatkar, peymankar, şîrket û hin ji wan kesên ku ji ber sedemên siyasî û edlî koçber bûne û ji bajêr û navçeyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatine û li Başurê bi cih bûne, hatiye organîzekirin û çeteyên kujerên tetikkêşan ji bo afirandina endamên civakê yên ku her cure sûc kirine, diafirîne. Xiyanetkarên ku ji nav refên PKK’ê direvin, bazirganên bi PKK’ê re bazirganiyê dikin û kesên ku di asta sempatiyê de jî bi PKK’ê re têkildar in û hevaltiya wan heye, ji aliyê MÎT’ê ve an bi mirinê tên tehdîtkirinê, an jî bi xelatdayînê tên xapandin, xistin, bikin sîxûr. Wan kesayetên ku xistiye û kiriye sîxûrê xwe destpêkê li beranberê foneke kêm dixe pêvajoyeke ceribandinê, li gor perfomansa wan fona wan diyar dike û têkiliyê bi wan re berdewam dike, eger jixwe tiştên dixwazin nekin jî fona wan a kêm berdewam dike û ev kesên ku jixwe li ber deriyê wan wek kuçikan ewtandin qebul kirine şerîtê toqa di stuyê wan de di destê xwe de girtin didomîne. Sebir dike ku heya li ser navê xwediyê xwe ewtandinê bike û heya PKK’yiyeke gez bike, piştî gez kir jî gotin di cih de be wan bi hestiyekî bi goşt bi xelat dike.
Eger em insurê bi navê Îsmaîl ê ku Ş. Nagihan Akarsel qetil kir wek mînak nîşan bidin; MÎT çewa kujer û tetikkêşan ji derve ve tîne, her wisa di nava girseya Başûrê Kurdistanê de jî bi awayek taybet hildibijêre û ji bo di plana xwe ya suiqastê de bikar bîne amade dike. Yê têtikkêşiyê dikin/yê bikin, bêyî ku li perwerdehiyeke taybet binêre zêdetir ji kesên çete, dizî, talanî, ji nirxên civakî û exleqî bêpar mane, kesên madeyên tiryakê, alkol kêş, qumarbaz û yên her tim deyindarin hildibijêrin û tên bikaranîn. Di ser kesên ku di qadê de pêbaweriyê daye avakirin de bangî van tetikkêşan tên kirin, li ser hedefên girîng dibînin bi wan re hevdîtinan dikin û peywir didin wan. Ji bo bi wan bidin hîskirin ku ew giringiyê didin van tetikkêşan û ji bo bidin hîskirin ku peywira didin wan pir girîng nîşan bidin, wan li cihên luks û otelên dewlemend ên li bajarê Enqere û Stenbolê didin razandin û hemû masrufa wan didin. Di rewşeke îhtîmala deşifrasyonê de MÎT, garantiya ku dê pasaparto Tirkiyê, ji bo li wir jiyana xwe îkame bikin û piştgiriya madî dide wan kesan. Ev rewş ku ji wan kesan re cazib tê û di heman demî de xwesteka wan a demildest çûna ser wezîfeyê ^ukuştina mirovan zêde dike. Kadro û welatparêzên hêja yên PKK’ê Şukru Serhed, Zekî Çelebî, Mamoste Şemal, Huseyîn Arasan ên ku jiyana xwe ji bo şoreşê feda kirin û serî li ber zext û gefan netewand, ji aliyê van kujerên tetikkêşvan ve bi îxaneta herî hovane hatin şehîdkirin.
MÎT bi vê awayî, hema bêje herêma Başûr veguherandiye “bazara qatilan” ku kesên li beranberê pereyan xwe difiroşin, halên herî binî ya ketinê ye. Di vê de rol û mîsyona PDK’ê mezin e. PDK û saziya îstîxbaratê Parastîn ku bi awayekî bêhêvî hewl didin Tevgera Azadiyê ya Kurd tasfiye bikin û Kurdên ku bi hemû îradeya xwe teslîm bûne girêbidin, ji bo bi heman armancî bikar bînin difiroşin MÎT’ê, bi gotinekê din xistiye bin xizmeta dewleta Tirk a dagirker. Di vê bazara vekirî ya ku wan çêkiriye de, wek şîrketekî jixwe re karmendan dibîne û wan bi pereyan ve girê dide û li gor berjewendiyên xwe bikar tînin. Çawa ku di warê bazirganiyê de navbeynkar an broker (komîsyon) hene, MIT jî bi nav, navnîşan û ravekirinên ku berê ji hêla agahdarî û hêmanên danîna armancê ve hatî destnîşan kirin ku berê pê re têkildar û organîzekirî ye, hedefan dide. Piştî ku ev hedef hatin şopandin û xistin bin kontrolê, plansaziya sûîqestê dest pê dike. Ji ber ku MÎT dizane ku bi tena serê xwe kirina karekî wiha zehmet e, ji bo ku ji avantajên psîkolojiya komê sûd werbigirin ji berpirsiyarên tetikkêşan daxwaz dike ku komek/tîmek ava bikin. Û bi vî awayî hejmara kesên ku hevdu vedixwînin vê ”bazara qatilan” da ku etîketa ”firotinê” li eniya xwe deynin, bêyî ku haya wan ji vê yekê hebe ku êrîşî nasnameya xwe ya kurdewarî ku sedema hebûna wan e, dikin, roj bi roj zêde dibe. Dikevin nava vê jiyana bêrûmet, tevî ku dizanin ku dîrok dê wan wekî rezîl, bêexlaq, xayîn, heram û hevkar bi nav bike.
Lê bila vê rastiyê ji bîr nekin; Heger bi rastî PKK lewaz bûya û bimira, wek berpirsên tirk dibêjin, yan jî eger artêşa tirk bi berxwedana destanî ya gerîlayên ku di tunelên şer de dîroka qehremantiyê nivîsand, têkoşiya, MÎT ne hewceyî wan bû û ji ber ku ew kurd in jî, di otêla xwe de dijminatiya wan nedikir.
Bi rastî jî sîxurên ku di dema plansaziya kuştina Mazlum Dağ û Abdurrahman Er ên li Girtîgeha Hewlerê de tên girtin, dema ku hesabê dîrokê didin, poşmaniya ku dijîn nayê bîra xwe?
Lê bila vê rastiyê jibîr nekin; heger bi rastî wekî çewa rayedarên Tirk dibêjin PKK lewaz bûye û li ber seqaretaye an jî çewa ew dibêjin artêşa Tirk di şerê tunelan de li dijî berxwedana destanwarî ya gerîlayên ku dîroka lehengiyê nivisandine zahmetî nekişandibûya, MÎT dê hewcewî bi wan neaniya û heta ji ber ew Kurdin wan jî wek dijminê xwe dîtibûya û wan di otelan de ne ezimandibûya.
Bi rastî jî sîxurên ku di dema plansaziya kuştina Mazlum Dag û Abdurrahman Er ên li Girtîgeha Hewlerê de tên girtin, dema ku hesabê dîrokê didin, poşmaniya ku dijîn nayênin bîra xwe?
Ferhat ŞAHİN