Hêzên kurewî yên kapîtalîst ku dixwazin di salvegera sed sal a Hevpeymana Lozanê ya Kurdistanê kiriye çar parçe, ji bo berjewendiyên xwe yên emperyal biparêzin êrîşên li ser Kurdan ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ku rol û peywirên girîng di vê hevpeymanê de dabûne yê derxistiye asta herî jor. Di sedsala duyemîn a Lozanê ku weke destpêka qirkirina çandî ya li dijî Kurdan tê hesibandin, ji bo hemû armancên xwe bi encam bikin hemû êrîşên xwe yên di çerçoveya îmha û tasfiye ya di hêla siyasî, leşkerî, aborî, çandî û civakî zêde dike. Bi taybetî li heremên Başûrê Kurdistanê, sûd ji piştgirî û derfetên ji aliyê PDK’ê ya ku bûye navenda giştî ya xayîn-hevkariyê digire, bi artêşa xwe ya ji leşkerên bipere, cerdevan, çete û her cure çekên bi teknîk-teknolojîk re êrîşê PKK’ê ya ku nûnertiya îradeya azad a Kurd dike. Rûxme wê ku dewleta Tirk a dagirker-qirker encam nagire, hemû derfetên xwe yên siyasî û aborî seferber dike û giranî dide karên MÎT’ê ya xistin, sîxûrkirin û bikaranîn ê.
Me di nivisa xwe yê beriya vê de li ser kesayetên di nava civaka Kurd ên pereperest, di hêla exleqî de ketine, ji nirxên netew-civakbûyînê qût bûne çewa ketine faqa MÎT’ê, çewa xizmet dikin û çewa tevlî çalakî û suîqastên li hember parazvanên hebûna wan dike dibin anîbû ziman. Ji ber vê yekî jî em van mijaran careke din pêwîst nabînin dûbare bikin.
Lê belê, civaka Başûr ên ku her tim bi êrîşên desthiladarên dagirker-faşist ên ji hêzên kapîtalîst-emperyalîst ên kurewî re xizmetê dikin re rû bi rû dimînin û bi salan serî li ber dîktator Saddam Huseyin netewandine, ji nava civakekê Başûr a wisa de çewa ev kesayetên xistî zêde dibin û heta hin kûjerên tetikkêş ên ji derve ve tînin di Başûr de rehet rehet dikarin bigerin, pêwîst e were lêpirsînkirin. Pêwîst e gelê Başûr ên ku ligel bi israr terzê jiyana kapîtalîst li ser wan tê ferzkirin jî dev ji xwedîderketina çand-huner, kevneşopî û jiyana xwe ya kurdewarî bernade û civakek têkoşer û berxwedêr e, çavên xwe ji van kesên zirarê didin exleqa civakî re negirin. Gelê me yên li parçeyê Başûrê Kurdistanê dijîn ku xwedî dînamîkên xûrt ên ji bo yekîtiya netewî û bihevrebûnê ye, ji ber ku ji aliyê desthiladariyek wek PDK’ê ku ketiye qeraktêra komprador-hevkar ve tê birêvebirin, bi nakokî û pirsgirêkên siyasî û civakî ve bihev diçe û ji ber wê jî pirsgirêkên aborî jiyan dike tê zanîn. Ev rewş jî, dihêle ku dijmin kiryarên xwe yên weke parçekirinê, bihev dana şikandin, serwerîbûn, avakirina şaneyên razayî û her wiha bi xwe ve girêdaybûnê hêsantir dike.
Dewleta Tirk a dagirker, van nakokiyên ku çavkaniya xwe ji sekna hevkariya PDK’ê digire bikar tîne, ji bo têkoşîna PKK’ê ya azadiya hemû Kurd û Kurdistanê esas digire lewaz bike û pêşî lê bigire, di ‘şerê biratiyê’ ya di nav hêzên Kurdan de derdikevin rolek mezin dilîze, bi polîtîkayên dijminatiya beranberê hev re hewil dide bide nîşandan ku gelê me yên li her parçeyekê jiyan dikin weke ku her yek ji netewek cuda bidin nîşandan. Li vir, her çiqas statuya Federalî hatibe naskirin jî bila bê zanîn ku êrîşên herî tirsnak û hov li ser herêma Başûr tê kirin. Ma gelo ji çavkaniyên bingehîn ên madî yên wek e petrol, xaz, çandiniyê maxrûm hiştin û civakê bi meaşan ve girêdayîn li aliyekî, di nava civakê de bê exleqiyê pêşxistin, bi pereyan kirîn û bi sîxurtiyê li dijî Tevgera Azadiyê ya nirxên netew û gelê xwe diparêze bikaranîn başqe tu îzaha wê heye?
PKK, rûxmê ku ji bo doza azadiya gelê Kurd û bi taybet ji bo parastina deskeftiyên herêma Başûr berdelên pir mezin da û şer dike jî, di encama hesab û lîstikên qirêj ên dijmin û hevkarên wê, ji aliyê hin kesimên gelê Başûr ve ya PKK’ê weke di asta mêvan de tê dîtin. Dê hade em bibêjin wisa be jî; ma di kevneşopiya Kurd de keseke hatibe mêvanê mala te an jî xwe avêtibe mala te ji bo wê biparêze canê xwe nake mertal û heta nêzîkatiya ji hev mirov kûştin çênedibû? Baş e, keseke ku wek mêvan dibînin, dihêle ji aliyê dijmin ve hedef were girtin û heta di ser de jî ji bo êrîşê rê û alîkar bi dijmin kirin di kudera quralê exleqî de heye? Lê, jixwe ya rast PKK di Başûr de ne mêvan e, xwedanê herî rast a ku parastina hebûna netewa Başûr dike û têkoşîna parastina mafên demokratîk-azadî ya wê rast dibîne ye. Encax ew kûjerên ku ji aliyê dewleta Tirk a faşist û MÎT’ê ve ji bo tasfiyekirina Kurdên azad ji derve ve anîne û Başûr xistiye rewşeke “Bazarê qatilan” wek mêvan bên dîtin. Heta em ji wan re nikarin bibêjin mêvan jî; ew kesayetên diz, xirabker, yê hewil didin destdirêjiyê, talaniyê, bi zor û zextê li ser mal û milkên Kurdan rûnên, ango ew kesayetên herî bê exleqin. Yê deriyê xwe ji wan re vedike, dihewîne, xwedî dike, alîkariyê dide wan, bi wan re tevdigerin, ew li dijî nasnameya Kurd û kurdewariyê sûcê herî mezin û kesayeta herî xayîn, xiyanetker e.
Di wateya rast de ji bo xeyala di Kurdistaneke azad û serbûxwe de bijîn pêk bînin, li ser esasê yekîtiya netewî de têkoşîna li dijî dijmin tê meşandin were bilindkirin û her cure êrîş û nirxên ku dijminatiyê çêdike ji vê axa pîroz jê bikin û bavêjin. Ev jî, encax ji dewleta Tirk a ku dixwaze beşek girîng a Başûr dagir bike baregehên leşkerî ava dike û dixwaze vêya berfirehtir bike re karibin bibêjin “Dagirker” re derbas dibe û her wiha karibin wêrekiya ew kesên piştgiriyê didin dijmin û xiyanetê li gelê Başûr dike hesab bipirsin.
Ferhat ŞAHİN
Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê