Mijara Ehmed Xibêl (Ebû Xewle) ji aliyê hêz û van aliyan ve çawa hat bikaranîn û mezinkirin? Gelo armanca derxistina wan tevlihevî, fitne û sorkirina şer çi bû? Kî li pişt têkdana aramiya Dêre Zor û giştî bakur rojhilatê Sûrîyê ye? Lîstikvanên wê kî ne? Çawa, ji ber çi û çima di tam di vê demê ew bûyer rûda? Rastiya mijarê çî ye û çawa dest pê kir? Senaryoyên muhtemel pêş bikevin çi ne? Ev pirs û mijar bi giştî (Rûdana Dêra Zorê) dê ji hemû rehendan ve bê şîrovekirin û dahûrandin.
LÎSTIKVANÊ PÊNCEMÎN
Lîstikvanê pêncemîn Emerîka ye; bêguman hevrikê wê sereke Rûsya ye. Rûsya hem bi xwe dîrek hem jî bi rêya Îran, Sûriye û Tirkiyê zextê li ser Emerîka dike ku ji Sûrîye derkeve. Di ber hev re firandin, alozîyên astengkirina balefiran û tawanbarkirinê ji hev re nimûneyekî ber bi çav ya vê rastîyê ye. Îran ji aliyê xwe bi awayekî xurt û berfireh bi rêya teşhîrkirina xelkê li herêmê li dijî Emerîka di nava bi rêxistinkirina ereban de ye û lez daye milîsên Dîfai Elwetenî û di şeş mehên dawî çalakîyên xwe li dijî Emerîka li Bakur Rojhilatê Sûrîye xurtkirin. Li alîyê astengkirina derbasbûna keştiyên (gemî) di Kendava Fars re Emerîka tûre kir. Di meha Adarê de hêzên Emerîkî rastî du êrîşên bi roketan hatin, di encamê de leşkerek hat kuştin û 23 leşker birîndar bûn. Dîsa di 12 Hezîranê de hêlîkoptereke Emerîkî rastî êrîşekê hat û li gor daxuyaniya Amerîkiyan di encamê de 22 leşker birîndar bûn e. Îranê bi vê bala Emerîka kişand ser xwe, bi vê mebestê di nava çil û pênc rojan de du caran Serokê Desteya Erkan Emerîka ya Hevbeş Mark Mili du caran hat Bakur û Rojhilatê Sûrîye, dîsa Wezîrê Parastinê yê berê Kristofer Miller di meha Tebaxê de serdana Bakur Rojhilatê Sûrîye kir. Di encama van rûdan û geşedanan de Emerîka Hêza xwe ya leşkerî li giştî Rojhilata Navîn zêde kir, Xurtkirina istola Emerîka ya 5. bi du gemîyên balefirhilgir û zêdekirina leşkeran, her wiha şandina Firqeya Çîyayî ya Emerîka ji Sûrîye û Îraqê re Îranê xist nava tirs fikaran. Di vê navberê de nexasim du sê mehên dawî propagandayek hat kirin ku Emerîka dê ji Tenef ta herêmên QSD û sînorê Sûrîye û Îraqê bigire, dîsa hat gotin ku Emerîka dê hêzekê nû ji eşîreyên ereban ava bike pê van herêman bigire. Di vê çarçoveyê de Emerîka berî çend mehan bi bi Hêzên Senadîd li Rimêlan civîn çêkir, dîsa bi hinek kom û kesayetên berê di nava hêzên leşkerî de bûn li Reqa û deverên din rûniştin, heta gelek caran Emerîka di bin re bin re Hevdîtin bi Mihemed El Xibêl (Ebû Xewle) re, ev hevdîtin guhdayîna Emerîka ji Ebû Xewle re û propaganda çêkirina laşekî leşkerî ji eşîrên ereban hêz û cesaret da Ebû Xewle û yên bi wî re. Ji van liv û tevgerên Emerîka xuya bû ku Emerîka dixwaze laşekî leşkerî ji van kom giropan ava bike, pê xeta sînor bigire û li dijî Îran û Rejîmê bikeve tevgerê ber bi alîyê Tenef de. Di vê navberê de hin daxuyanî ji Rêveberîya Xweser derketin dan dîyar kirin, vê gavê armanc wan a sereke şerê DAÎŞ`ê ye, û nih ne amade li Rojavayê Firatê bikevin tevgerê. Eger ku Emerîka ev nêzîkatîyê Rêveberîya Xwe weke helwestekî beşdarnebûna planên wan xwe girtibe dest, guman heye ku destê Emerîka bixwe jî di van tevlihevîyên Dêra Zorê de hebe, Emerîka dixwaze hemû tayên lîskê di destê wê de bin, bi QSD`ê dide zanîn ku bêyî me, ne ji desteka me be, hûn li Dêra Zorê nikarin bimînin, bi vê QSD û kurdan neçarî xwe dike ku li planên wan darijtin tevbigerin, û devera xwest biçinê. Li vir xuya dibe ku Emerîka dixwaze bi QSD û kurdan, erebên Dêra Zorê hevseng bike û herdu alîyan jî neçarî xwe bike, yanî hem li nalê dide hem jî mîx dide.
SENARYOYÊN KU DÊ PÊŞBIKEVIN
Girêdayî alozî û bûyerê li Dêra Zorê rûdan ihtîmala du senaryo pêş bikevin hene. Senaryoya yekemîn; mîhwerê ku qaşo ji xwe re dibêje berxwedana gelêrî ya ku xwe weke dijberê QSD`ê û hebûna Emerîka dibîne, maseya Astana, rejîm, Îxwanî (Birayên Misliman) û komên çeteyên girêdayên dewleta Tirk a dagirkerdê bi vê têkdana aramiya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku kirin dê ranewest e. Ew ê hewl bidin vê fîtneya xwe ji cihekî din dest pê bikin. Jixwe Tirkeyê berê niha Heyet Tehrîr El Şam(Cebhet El Nûsra) anîbûn Efrînê, hingê me di analîza xwe ya wê demê de gotibû ew hêz ji bo ku li dijî QSD`ê û Rêveberîya Xweser bi kar bînin anîne wir. Vaye ew li dijî Bakur Rojhilatê Sûrîye li Minbic û deverên din xistin dewrê, lewma jî divê QSD`ê di paşerojê de ji vê re amade be. Dîsa Îran dê bixwaze bi kom û milîsên bi xwe ve girêdayî çalakîyên xwe li dijî hêzên Emerîkî li Sûrîye zêde bikin, cih, navend û baregehên Emerîkî ji xwe re bikin armanc. Di vê de bê guman helwest û nêzîkatîyên Emerîka girîng in. Pirsa derdikeve pêş ew e, ‘gelo Emerîka dê li hember van êrîşên dijî QSD`ê û Emerîka bixwe dikin armanc dê helwestekî xûrt beramberê hêzên (ev komên çete yên dewleta tirk be an jî yên rejîma Sûriyê bin) raber bike an jî dê van dewletên navborî yên wek e Tirkiyê û hwd razî bike? Plana xuya ew e ku bi bihaneya pirsgirêkên hin eşîran bi QSD`ê re hene, dixwazin herêma Dêra Zorê ji derveyî Rêverberîya Xweser û Bakur Rojhilatê Sûrîyê bihêlin.
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe, Îxwan her wihe beşekî ji dewletên Ereban di vê mijarî de hemfikirin û bi Amerîka re projeyekê nîqaş dikin ku herêma Dêra Zorê ji Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê qût bikin. An jî rewşeke taybet jêre diyar bikin. Ji wan re ya girîng ew e ku ne bi Rêveberiya Xweser ve be. Ev yek encam bigire dê herêm û bajarên piranî Ereb lê dijîn yên wek e Minbic û cihên din jî bixin rojevê û dikin rojev jî. Di vê mijarê de Îxwan, Tikîye û çeteyên wê beşekî mezin ji ereban hemfikir in. Li alîyê din Rejîm, Îran û Rûsya jî hewl didin ku vegerînin bin serweriya deshilata nevendî ya Şamê.
Senaryoya duyemîn; pêkhateyên Bakur Rojhilatê Sûrîyê û hemû eşîreyên ereb ku îro cihê xwe di Rêveberiya Xweser de girtine û bi şirîkatî herêman bi rêve dibin zêtetir li netewe demokratîk xwedî derkevin, zêdetir hevrêzî, yekîtî û hevgirtina xurt bikin, ku ev yek jî di aloziya Dêra Zorê de heya astekê diyar bû, nexasim helwestên şêxên hin eşîreyan. Lê rola ciwanên Ereb ên di nava QSD’ê de wan aloziyan têk bir, ji holê rakir. Lewra malbatên wan zarokên Ereb ên di nava QSD’ê xwedî li zarokên xwe û li tevahiya hêzên QSD’ê derketin. Lewra anîn ziman ku sîstema Netewa Demokratîk weke netew-dewletê ferq û cudahî nexistiye navbêra mezheb, ol û baweriyan, cudahî nexistiye nava kom û pêkhateyên etnikî. Bi yek mesafeyekê nêzîkê hemû ol, bawerî, gel û neteweyan dibe. Jixwe sîstema netewa demokratîk xwe dispêre xwe bi xwe rêvebirinê. Ligel hin pirsgirêkên derketin jî dikarin bi guftûgoyan bigihêjin çareseriyan û pêşiya fitneyan bigirin. Ligel hin kêmasiyên wê hene jî lê ezmuneke serkeftî ye. Ev deh salin li pey xwe hişt gihiştiye astek wiha, ji niha şûnde jî dikare bibe sîstemeke rêvebirinê ji bo giştî Sûriyê.
KAXIT TEVLIHEKIRIN Û STATEJÎYA ÊRÎŞÊ:
Her yek ji van lîstikvan û hêzên sereke Emerîka û Rûsîya hewl dide nexşe û hevsengîya aniha li ser erdê heyî di berjewendîyên xwe de biguherîne. Demên dawî Emerîka li ser Sûrîye zêdetir şidandîye, piştî Zagona Qeyser, Zagona Kebtegonê li dijî Esed derxist, her wiha behsa darizandina Esed tê kirin, di alîyê aborî de nirxê pereyên Sûrî gelek ketîye, ev helwest û dorpêçên aborî rejîm tengav kirîye. Li alîyê din xwepêşandanên rojane li bajarê Swadayê li dijî rejîmê û sloganên destpêkê hatin berzkirin û piştre veguharîn tên berzkirin derbarê rewşa aborî ya dijwar û debara jîyanê, ku piştre veguherîn sloganên sîyasî biryar 2254 û dûrxistina Beşar û rejîma wî ji vê rewşê qut nînin. Tişta Balkêş ew e ku çima rejîma Beşar bi heman şêweyê(tundûtijî) nêzîkî deverên dijî wî rabûne nêzî xwepêşandanên Swîdayê nabe, tevî dest danîna sazî û navendên Be`esê û yên din li bajêr? Gelo rejîm di wê bawerîyê de ye ku tund çûyîna ser bajara Swêdayê dê dawî wê bîne an her tişt di kontrolê de tê kirin? An dest in din li pişt xwepêşandinan hene? Bê guman çîtê daxwaz û xwestekên xwepêşandên gelê Swîdayê di rojên pêş de vê rewşê zelal bike. Emerîka dixwaze taktîka ku berê bi li hember rejîmê bi rêve dibir dawî lê bîne, tektîk ev bû; “bila rejîm reftarên xwe biguherîn, vê gavê ne armanca me ya yekemîn e“ ev yek piştî civîna ku li Îsraîlê di navbera her sê serokên Emerîka, Rûsîya û Îsraîlê de çêbûn de hingê hat gotin. Demên dawî berzbûna asta çalakîyên Îranê li ser hêzên Emerîkî û bi çekên pêşketî li Sûrîyê zêde bûbû, vê yekê Emerîka xist nava fikaran, bi vê re hinekî din di stratejîya Emerîka bo Sûrîyê zelaltir bû, Nîqaşên di nava sazî û dezgehên Emerîkî bixwe de derbarê vekişandina hêzên xwe ji Sûrîyê û Îraqê dawî lê hatin, vê carê berûvajî kişandinê zêdekirina hêz û destekên locistîkî li bakur rojhilatê Sûrîye zêdetir kir. Şandina Emerîka ji gemîyên balefirhilgir ji Rojhilata Navîn (Derîya Sor), her wiha anîna Firqeya Çîyayî ya Artêşa Emerîka ji Îraq û Sûrîyê re, şandina çekên pêşketî û balefiran li bakur rojhilatê Sûrîyê , dîsa serdanên Serokê Desteya Erkan Emerîka û Wezîrê Parastinê yê berê ji bakur rojhilatê Sûrîyê re li gorî gelek çavdêran nîşaneyên wê yekê ne ku Emerîka dê hemleyekê li dijî hêzên Îran û rejîmê pêk bîne, û dibe ku ev hemû weke gefek tên bikaranîn da ku Îran di hin alîyan gav paşde bavêje û tawîzan bide, jixwe danûstandinên Îran û Emerîka di mijara hêzên atomî de berdewam in, demên dawî herdu alîyan dîlên li cem xwe berdan, Emerîka jî 10 mîlyar dolarên Îranê ku hatibûn cemidandin qedexe ji ser rakir.
Ev mijarên me li jor behs kir û propandeya ku dê Emerîka sînor Sûrîye û Îraq bigire va îro sibê hemle dest pê dibe bandor kir, tirs û fikar bi enîya dijber Emerîka re da çêkirin. Îran û rejîma Sûrîye di rewşeke parastin û amade başîyê de bûn, bêguman hêzeke di rewşa parastinê de bimîne, dibe armanc, ihtîmala têkçûnê zêde ye, lewma van hêzan (Îran û Sûrîye) insyatif girtin, xwestin xwe ji rewşa parastinê ya pasîf derxin, xwe bixin rewşa êrîşê, bi vî awayî kexatan tevlihev bikin, insîyatîf bigirin dest xwe ku bikaribin encam bigirin, berî Emerîka hemlê dijî wan dest pê bike Îran û Sûrîyê ketin tevgerê, mijara Ebû Xewle ji xwe re firsetek dîtin, bi rêya têkîlîyên Raxib Newaf Elbeşîr ku bixwe ji eşîra Begara ye, her wiha bi Şêx Eşîra Begara Îbrahîm El Hifil xwestin dest daynin ser zevîyên petrol û gazê, û vî şerî berfireh bikin ku giştî bakur rojhilatê Sûrîyê bide ber xwe, di vê mijarê de Tirkîyê jî li ser xetê bû, yekser xwedî li alozî û tevlihevîyên Dêra Zorê derket û destek da eşîreya Begarî ya rejîm û Îranê ew ajotîye ser QSD`ê, hemwext bi şerê li Dêra Zorê re Tirîye Cebhet El Nûsra û çeteyên girêdayî xwe şandin Minbic û Til Temirê, di van enîyan de jî şerê dijwar rûdan û wan encam negirt.
WEKE ENCAM:
Dema em li giştî dabloya ku Dêra Zorê derketî binêrin em ê zîrweya yekîtîya netewepest- olperest (Qaşo hêzên eşîreyan) a sorker (proveketor) a xwînrêj û paşverû a Rojhilata Navîn bibînin. Bi aşkerîyî zelal bû tiştekî bi navê dijberên rejîma Esed (itîlaf, Îxwan û komên selefî û hwd) ku idîa dikin em mûxalfetin dûrî rastîyê ne. Berê ew di yek refî de bûn lê mijara Dêra Zorê her tişt rût û tazî kir, dîyar bû ku çawa Tirkîyê çeteyên xwe çand in Minbicê bo alîkarîya Raxib Newaf Elbeşîr û Îbarhîm Hifil yên ser bi rejîma Sûrîyê û Îranê ve.
Li pişt van tevlihevî û alozîyên ku xwestin li Dêra Zorê gur bikin du armancên sereke hene. Ya yekemîn ew e ku sîstema netewe demokratîk ku îro li Bakur Rojhilatê Sûrîye pêşketîye û hemû pêkhateyan hembêz dike ji holê rabikin. Lewma jî tişta ku pir li ser radiwestin ew e ku herêmên û bajarên ereban derveyî kontirola Rêveberîya Xweser bihêlin, ereban ji Rêveberîya Xweser dûr bixin, ev nêrîn ne tenê yên Sûrîye, Tirkîye, Rûsîya, Îranê ne lê belê ta astekê yên beşekî welatên ereban e ne jî, ev ji bi aşkerî ji ragihandin û weşanên wan xuya dikir. Armanca duyemîn derxistina hêzên Emerîkî ji Bakur Rojhilatê Sûrîye û giştî Sûrîye ye eger pêkan be.
Yusuf MUSTAFA