Tê zanîn ku di van rojên borî de şer û alozî li Dêra Zorê rûdan. Ev mijar ji geşedanên dawî li Sûriyê giştî diqewimin. Her wiha hevrikiya hêzên sereke, heremî û hewildana guherîna hevsengî û nexşeya leşkerî li ser erdê ne qût e. Mijara Ehmed Xibêl (Ebû Xewle) ji aliyê hêz û van aliyan ve çawa hat bikaranîn û mezinkirin? Gelo armanca derxistina wan tevlihevî, fitne û sorkirina şer çi bû? Kî li pişt têkdana aramiya Dêre Zor û giştî bakur rojhilatê Sûrîyê ye? Lîstikvanên wê kî ne? Çawa, ji ber çi û çima di tam di vê demê ew bûyer rûda? Rastiya mijarê çî ye û çawa dest pê kir? Senaryoyên muhtemel pêş bikevin çi ne? Ev pirs û mijar bi giştî (Rûdana Dêra Zorê) dê ji hemû rehendan ve bê şîrovekirin û dahûrandin.
Bajarê Dêra Zorê ku navendeke DAÎŞ’ê bû, di sala 2017`an de ji aliyê QSD û hêzên Hevpeyman ve herî dawî li bajarokê Baxozê ji DAÎŞ’ê hat paqijkirin. Li pişt mijara rûdana aloziyên Dêra Zorê de gelek lîstikvan hene. Mijara Ehmed Xibêl (Ebû Xewle) ji aliyê van hêzên ku em ê behs bikin de hat bikar anîn, ew kirin bihaneyek ku pê bigihêjin armancên xwe. Di mijara Ehmed Xibêl nexwestina hesab di demê xwe de zemîn çêkir ku her yek ji van hêzan destwerdanê li bûyerê bike û hespê xwe bibezîne. Di vê mijarê de planeke hevbeş li dijî Rêveberîya Xweser û ji holê rakirina wê li bakur rojhilatê Sûrîye heye, her wiha derxistina Emerîka ji Sûriye ku nûnertiya vê jî maseya Astana (Sûriye, Tirkiye, Îran û Rûsiya) dike. Ev tê wê wateyê her yek ji van hêzan; lîstikvanekî van gurkirin û aloziyên li Dêra Zorê bûn. Di vê derbarê de hem daxuyaniyên Astana yên van hêzan derbarê vê mijarê de hevbeş hene, hem jî her yek ji van hêzan ji aliyê xwe ve jî di daxuyanîyên xwe de her tim tekezî ser kiriye û daye zanîn ku vegerandina deshilata dewleta Sûriyê li ser heremên Bakur Rojhilatê Sûriyê û derxistina hêzên Emerîkî ji xalên sereke yên ajandayên wan in.
MIJARA EBÛ XEWLE ÇAWA RÛDA Û HAT BIKARANÎN?
Ehmed Xibêl (Ebû Xewle) berî tevlî QSD`ê bibe li Tirkiye bû. Piştî demekê di nav QSD`ê de dimîne dibe fermandarê Encûmeniya Leşkerî ya Dêra Zorê, di vê dema li ser kar destê wî di nava xirabiyê de bû. Gelek karên ne li cîh dikir, deshilat û cihê xwe di xizmeta xwe û eşîre û xizmên xwe de ku bikaribe ji bo xwe deshilatekê ava bike bikar dihanî, ji berî du sê salan de gazindên xelk û eşîreyên Reqa û Dêra Zorê li ser wî hebûn. Dîsa destê wî di kûştina du jinên Dêra Zorê de hebû, lê li gor agahiyan; demên dawî têkîliyên ên bi guman derketin holê. Tevî ku Ebû Xewle Serokê Encûmeniya Dêra Zorê bû û hêzeke mezin di bin destê wî de bû lê herî zêde hêzên QSD`ê li devera Dêra Zorê rastî êrîş û gulebaranê dihatin. Neketina tevgerê li dijî van şaneyên DAÎŞ û komên çekdar ji alîyê Encûmeniya Leşkerî ya Dêra Zorê û fermadarê wê Ebû Xewle ve cihê gumanê bû. Herî dawî bi aşkere diyar bû ku têkîlîyên wî bi gelek aliyan re heye û ev yek di vê aloziya Dêra Zorê de tam zelal bû. Li gor rêziknameya QSD û Encûmeniya Leşkerî ya Dêra Zorê dîviya Ebû Xewle bihata darizandin beramber xirab bikaranîna cih, paye û erkê xwe û sûcên dispilînê jêre bihata xwestin. Lê ev pêk nehat, ji ber ku Encûmeniya Leşkerî di bin bandora wî de bûn. Piranî ji xizm û eşîreya wî bûn, lewma ti helwestek derneket. Di mijara ji kar girtina Ebû Xewle de QSD dereng ma, dereng destwerdana li mijar zemîn da hêzên dijber ku dest bavêjin vê mijarê û ji bo xwe bi kar bînin, wer nîşan bidin ku şerê QSD bi eşîreyên ereb re, şerê ereb û kurdan derbixînin. Bi vê re jî hêzên nijadperest ên şovînist fetwayên kuştin û serjêkirina kurdan li ser ragihandin û tora civakî (sosyal media) didan, qenalên weke Oryent ya Îxwanî û yên din qirik li xwe çirandin. Li naverastê şerekî eşîrên ereb bi QSD re nebû, lêbelê şerê çend kesekî, yek du şêxên eşîran (Raxib Elbeşîr, Îbrahîm El Hifil) bûn ku ew jî diyar bûn ku bi rejîm û Îranê re tevdigerîn.
LÎSTIKVANÊ YEKEMÎN
Lîstikvanê yekemîn Sûrîyê ye; Rayedarên rejîmê her gav tekezî li ser hêza eşîran kiriye(qaşo Mûqawema Eşebîye) û gotîye ku bi xweşî be an bi nexweşî be em bakur rojhilatê Sûrîyê vegerînin bin deshilata xwe. Ji bo vê armancê kar û xebat dane meşandin. Li gor agahiyan trafîkeke zêde ya hin şêx ereban di serê wan de Îbrahîm Hifil bi rejîmê re di nava têkîlîyê de bûn, di nava meha dawî de çûn û hatina kesên ser bi eşîra Igêdat zêde ji balefirxaneya Qamişlo re çêbûye. Dîsa muhafizê Hesekê hişyarî daye alîgirên xwe ku di demên bê de dê tevlihevî û rewş rû bidin. Li gor wê jî hejmara endamên xwe xal û cihê lê dimînin zêdekirine. Ji derveyî vê ji berîya sê meha ve gundên Hemayî yê dikeve başûrê Qamişlo û gelek deverên din çek ji aliyê dewletê ve li ser Difa Elwetenî û xelkê herêmê hatine belavkirin. Her wiha gelek caran bi muhafizê Hesekê re jî hevdîtin hatine kirin. Dîsa agahî hene ku Ehmed Xibêl berî bê girtin li Hesekê civîn bi hin şêxên eşîran re çêkirîye. Ev hemû piştrast dikin ku rejîma Esed di nava amadekarîyekê de bûye. Herî dawî di vî warîde daxuyaniya şêwirmanda serokê Sûriye Lona El Şibil ku di 24.08.2023’an de dabû û wiha digot: “Deshilata Sûriyê mijara xwe bi hevpeymanên xwe re yek alî kir, ku ber bi destpêkirina karekî leşkerî yê mezin de biçe da ku rojhilatê Firatê ji dagirgeriya Emerîka rizgar bike“. Ev daxuyanî berî destpêkirina operasyona ya bi navê “xurtkirina Ewlekarîyê“ bi du sê rojan bû. Di pey wê re daxuyaniyek din da û got: “Dema berî çend rojan min ji we re got ku biryara Deshilatê rizgarkirina Rojhilatê Firatê ye, gotina min li xweşa xayînan tevan neçû. Îroj hestên we çi ne ku hûn qehremaniya genc û lawên eşîreyan lawên Sûrîyeya qehreman dibînin?“ Ev daxuyanîyên Lona Şiblî Şêwirmenda Serokê Sûrîye şik û gumanan nahêlin ku rejîma Sûrîye heta qirikê di van tevlihevîyan de bû, çi bi rêya bi rêxistinkirina Şêx Begara (Raxêb Newaf Elbeşîr) çi jî şêx û komên çekdar û beşdarbûna hêzên wan yên ewlekarîyê bi awayekî dîrek di vê mijarê de, di vî alîyê de girtina hin kesên ser bi rejîma Sûrîyê ku aliyê rojavayê Firatê çem derbas kiribûn û beşdarî şer bûbûn rastîya mijarê zelal kir.
Dîsa fezeya eşîreyan ango alîkarîdana eşîreyan ê avê, di meha Tebaxê de hemwext bi belavkirina avê bi tangan li aliyê QSD û YPG ji alê Hesekê re bal dikêşîne. Li gorî yêk şahidên bûyerê ku nexwest navê xwe aşkere bike got ku “Sê kes bi peyikê ji aliyê rojavayê ava Firatê derbasî aliyê rojhilatê Firatê li gundê Mihêmîdê bûne û mala mixtarê gund ku navê wî Newaf e, gulebaran kirine û careke din bi heman qeyikê vegeriyane rojavayê Firatê. Xaleke din a girînge ku em dixwazin balê bikêşînin ser ew e ku deverên tên behskirin Şêhêl, Zîban û bajarokên din ku navendên Şêxê eşîra Igêdat El Hifl e, ku dikeve ber çemên Firatê, hem nêzîkî Heqil El Omer in, di heman demê de deverên herî nêz ji rejîmê, ev jî wê wêteyê ku armanca bingehîn dest danîna ser zeviyên petrol û gazê ye.
LîSTIKVANÊ DUYEMÎN
Lîstikvanê duyemîn dewleta Tirk a dagirker, itîlafa ereb û çeteyên wê ne; Tirkiye yek endamên aktîv yê maseya Astana ye. Piranîya plan, fitne, tevlihevîyên têne gerandin dijî kurdan bi destê Tirkîye têne kirin. Armanca Tirkîye ya sereke Rêveberîya li bakur rojhilatê Sûrîye tune bike, ji bo bigihêje armanca xwe hem di asta leşkerî hem jî istîxbaratî di nava tevgerê de ye, dewleta Tirkîyê bi rêya Mît`ê têkîlîya xwe bi eşîre û şêxê hin eşîreyên li Rojava û bakur rojhilatê Sûrîyê re hene, wan bi rêxistin dike, hewl dide wan li dijî rêveberîya Xweser rabike, mijara Ebû Xewle ji bo xwe baş bi kar anîn, çawa ew bi xwe şovînîst û nijdperestin, bang li eşîreyên ereb kir ku dijî kurdan bikevin tevgerê, daxuyanîyên wan yên herî dawî ku gotibûn: “Em destekê didin eşîreyên ereb û ev şer dê berdewam bike“, her wiha anîna hêzên Heyet Tehrîr EL Şam(Cebhet El Nûsra) û hemwext êrîşên Çeteyên wê li ser Minbic û Til Temirê piştrast dike ku destê wan di bûyerê de hebû. Itîlafa ereb û çeteyên wê, çadira şer vegirtibûn, li bin wê çadirê kes li dijî Rêveberîya Xweser û QSD`ê bi rêxistin dikirin û dişandin cebheyên Minbic û Til Temirê, gotarên provekirin û fetewayên helakirina kuştina kurdan li bin wan çadir û mizgeftan didan, dîsa dahol û zirneyên Îxwanan li têla netewperestîya dida, bi hemû hêza xwe dixwestin vî şerî bikin şerê ereb kurd, di vê derbarê ragihandina Tirkîyê, her wiha itîlafa girêdayî wê û tevgera Îxwana rolekî prevkekirinê û çêkirina fitneyan lîstin gelek nûçeyên çêkirî, reşkirin û rêbezên şerê taybet bi kar anîn, lê bi sernektin û planên wan bi bin ketin.
LÎSTIKVANÊ SÊYEMÎN
Lîstikvanê Sêyemîn Îran e; Hebûna û têkîlîyên Sûrîye û Îranê ne nû ne, hîn di dema Hafiz Esed de ew têkîlî hebûn, Hafiz Esed bi hukmê xibret û ezmûnên xwe dikarî hevserngîyek di navbera mîhwera sunnî ya bi serkêşîya Erebistana Saûdî û mîhwera Şîî ya bi serkêşîya Îanê şêbikira lê piştî sala 2000`î û demê deshilata Beşar Esed de hevsengî di berjewendîya Îranê de dagerîya, û her çû meqes di navbera Sûrîye û Erebistana Saûdîye de çêbû, bi vê re hebûna Îranê li Sûrîye zêdetir bû, bi despêkirina şer û alozîyên Sûrîye re hebûna Îranê bi hukmê ku ew şer li Sûrîye bi rêve dibin deh qad bû. Îran Sûrîye ji bo xwe cîostatejîk dibîne, lewma xwe bi kûrahî berdaye nava civaka Sûrîyê û li gelek balefirxane û dever kirrîne, gel kirîye Şîî. Her çendî Îran Emerîka bo xwe weke dijminê sereke dibêne lê di heman demê xizmetên baş jî pêşkêşî Emerîka dike, an jî rol di nava xwe de parvekirine, zêdebûn û xurtbûna wê li Sûrîye sedemeke sereke ye ku Emerîka jî hebûna xwe li Sûrîye zêde bike û ji bo xwe di Rojhilata Navîn de Sûrîye qadeke staratejîk bibîne, nexasim ji bo parastin û ewlekarîya Îsraîlê di pileya yekemîn de. Bi vî awayî êdî Îran di pêşeroja Sûrîye de xwedî biryar e, Beşa her gavê bavêje divê Şêwrê bi Îranê bike. Li alîyê din Îran bi hevpeymanê Rûsan tê naskirin, gelek peymanên aborî û leşkerî pêkve mohrkirine, di mijara dij derketin û şerê bi Emerîka re armancên wan yên hevbeş hene. Lewma jî van herdu hêzan deshilata Başar li ser lingan girtin nehêştin bikeve, bi vî awayî ta astekê planên Emerîka vala derxistin, ev mijar û xalên din hişt Emerîka Rûsîya bikêşîne çirava Ukrayne da karibe pêşîya Rûsîya di hevrikîya bi wê re di giştî Cîhanê bigire û bandora wê li ser Sûrîye kêm bike.
Di van çend mehên dawî de daxuyanîyên rayedarên Îranî derbarê derxistina hêzên Emerîkî ji Sûrîyê bal dikêşand, dîsa daxuyanîya Hesen Nesrûllah ya dawî ku tekezî li ser derxistina Emerîka ji Sûrîyê û vegerandina rojhilatê Sûrîyê bin destê rejîmê, ev daxuyanîyên wan bi awayekî pratîtîk li ser erdê pêk hatin, di şeş mehên dawî dawî çalakên bi kalîte û profîsyonal di dijî hêzên Emerîkî li Dêra Zorê û deverên din pêk hatin. Li alîyê din Şêxê eşîra Begaran Raxib Newaf El Beşîr xizmetên mezin ji Îranê re dike, ew bi xwe bûye şîî û bi xwe re gelek kes kirine şîî, li gelek deverên Elbû Kemal, Meyadîn û deverên din Huseynîyat avakirine, belengazî û birçîbûna xelkê herêmê bikar tînin xelk dikirin û dikin şîî. Raxib Newaf El Beşîr gelek caran çûye Îranê û perwerde dîtîye. Îranê ew wekî erkdar kirîye di ber hêza qaşo bi nave Dîfa El Wetenî, her wiha wî bi xwe jî hêzeke bi navê Usûd El Şerqîye daye çêkirin. Demê dawî Îranê liv û tevgera xwe li ser erdê zêde kirbû. Di mijara destpêkirina liv û tevgerekê li dijî derxistina Emerîka û QSD`ê Îranê bi rejîma Sûrîye re biryar girtibûn, li gor wê biryarê jî herdu alîyan Îran û Sûrîye hêzên xwe li ser erdê ji nû de vesazkirin. Li gor agahîyan piştrast ji du mehan û vir de bajarê Meyadîn û Elbû Kemal ji gel vala bûne, gelê van herêman koç Şam û deverên din bûne. Li alîyê din propaganda hat kirin ku dê Emerîka êrîşî bibe ser hêzên Îranî û xeta sînor ya di navbera Îraq û Sûrîye de bigire, û ber bi Tenef biçe heta alîyê başûrê Sûrîyê û Parêzgeha Swêdayê. Bi vê Îran û rejîm xistin nava tirs, fikaran û hişt ku ew zûtir dest pê sorkirina û rakirina hin serokên eşîreyan li dijî QSD li Dêra Zorê bikin.
LÎSTIKVANÊ ÇAREMÎN
Lîstikvanê çaremîn Rûsya ye; Rûsya lîstekvanekî sereke ye, hevrikê Emerîka ye. Her çendî piştî şerê Ukrayna hebûna Rûsya li Sûrîye lawaz ketibe jî lê dest ji armancên xwe bernade. Di nava hewldanan de ye ku Emerîka ji Sûrîye derbixe. Tişta ku Rûsiya bixwe nikare bike derbarê derxistina Emerîka ji Sûrîyê,- di bûyerên Dêra Zorê de navê Rûsya derneket pêş lê ew yek ji endezyarên serdeskirina desthilata rejîma Sûriyê ya navendî li ser tevahiya herema Sûriyê ye. Hewl dide bi rêya hevalbendên xwe (Îran, Sûrîye, Tirkîye) pêk bîne, lewma jî ev hêzên mijara behsê ne di nava hemahengî û hevrêzîyeke xurt de ne. Hevalbendên wê bi wê re hemfikirin, mase û hevdîtinên peryodîk li Soçî, Astana, Tehran û Tirkiyê bi armanca valaderxistina biryara 2254 e. Plan û projeyên li dijî wan hevdîtin û civînan de tên çêkirin armanca sereke tunekirina Rêveberîya Xweser û derxistina hêzên Emerîkî bûn. Rûsya ji alîyê xwe ji bo Rêveberîya Xweser tengav bike û teslîm bigire bi Tirkiye re di nava bazaran de ye. Dewleta Tirk a dagirker bi gef, zext û êrîşan dixwaze van axên bin destê QSD`ê vegerîne bin deshilata rejîma Sûriyê. Lewma jî bûyerên ku li Dêra Zorê rûdane ji Astana, Soçî û Serkêşîya Rûsya dike ne qûti in. Di vê xalî de berjewendiyên Tirkiye û Rûsya yek in, lê li alîyê rojavayê Firatê û herêmên Tirkiyê dagirkirine rewş cûdatir e û nakokiyên Rûsya û Tirkiyê di wan hereman de gelek in. Di mijara Ukrayna de Erdogan nefesa Rûsan dirêj dike, gelek cezayên Emerîka li ser Tirkîye birîbûn Erdogan, bi helwesta xwe ya nerm ji Rûsîya re vala derxistin.
(BEŞA 2: LÎSTIKVANÊ PÊNCEMÎN, SENARYOYÊN KU DÊ PÊŞBIKEVIN, KAXIT TEVLIHEKIRIN Û STATEJÎYA ÊRÎŞÊ, ENCAM)
Yusuf MUSTAFA