KURDÎ
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • Anasayfa
  • Haberler
  • Polİtİk Analİz
  • Araştırmalar
  • Makaleler
  • Tüm Bölümler
    • Dizi Yazı
    • Kadın
    • Özgürlük Perspektifleri
    • Editörden
    • MİT Gerçekleri
    • Röportajlar
    • Dış Basından
    • Serbest Yazılar
KURDÎ
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster

PDK-Êraq û Leyistokên Wan -V-

15 March 2020
Kategori: Dizi Yazı
268 17
1.6k
GÖRÜNTÜLEME
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın

28 Aralık 2015 Pazartesi Saat 11:25

Di her demek kû PDK dikeve di nava tengaviyan de, yek ji textîk û direwa herî mezin kû serî lêdide gotina “Kurdistana Serbixwe-Dewleta Serbixwe ye

Kurdistana Serbixwe!

Di her demek kû PDK dikeve di nava tengaviyan de, yek ji
textîk û direwa herî mezin kû serî lêdide gotina “Kurdistana Serbixwe-Dewleta
Serbixwe ye. Ji roja avabûye heta niha qaşo armancek wan ya wuha heye. Lê bi
dirêjahiya dîroka wan gelik caran derfetên wuha ketine di destê wan de, lê
pêknehanîne. Gelik sedemên vê hene:

•             PDK
rêxistineke girêdayî dewletên Rojavayî ye û di bin bandora dewletên dagirkerên
Kurdistanê de ye. Ji ber vê jî bi caran bi tehdîdên dewletên mîna Turkiye, Êraq
û Îranê dest ji vê armanca xwe berdaye û çavê xwe lê giritye.

•             Li salên
1970’an ma derfetek wuha neketibû di destê wan de? Çima dewleta Kurdî
neragihandin? Ji tirsa derdor û dagirkerên Kurdistanê û ji ber kû Rojavayiyan
destûra wan neda bû.

•             Li salên
1980’an di şerê di navbera Êraq û Îranê de ma derfetek wuha dernektibû û Êraq
gihabû asta têkçoyînê, çima dewleta Serbixwe neragihandin? Dîsan heman tişt.

•             Li sala
1992’an ma parlementoya Kuridstanê nehat avakirin? Ma hêza leşkerî ya Sedam bi
êrişên USA heta bi pişta Bexda paşve nekişiya? Çima dewlet nehat ragihandin?
Amerîka û Turkiye destûr nedan.

•             Ma li
sala 2003’an dijminê mezin Sedam têkneço û Êraq dabeş nebû? Çima hingê dewleta
Kurdî nehat ragihandin? Êraq bibû sê beş, çima li Kerkûk xwedî derneketin û
dewleta xwe neragihandin? Dîsan tirsan û hatin xapandin.

•             Li sala
2014’an ma Êraq dubare bi hatina DAIŞ’ê re dabeş nebû? Ma di Kurdistanê de ti
artêşek ji bilî pêşmerge hebû? Çima dewleta Kurdî nehat ragihandin? Vê carê
Sunnîyan ew xapandin û ji ber kû bi hevre peyman çêkiribûn Mala Barzan!

Gelik carên din wuha çêbûye û derfetên ragihandina Dewleta
Serbixwe derketiye holê. Lê ji bo ragihandina dewleta Serbixwe ne kû tenê
derfetên sîyasî, lê divêt hêz û îradeya siyasî jî hebe. Ji roja avabûna PDK’ê
ve, ti caran wan bi tena serê xwe nekarîne biryara xwe bidin. Ma bi vî awayî
çawa îradeya siyasî yê derbikeve?

Herî dawî, piştî têkçonên PDK’ê yên li herêmê û bi taybet li
Şengalê, birêz Barzanî dîsan dest avêtiye heman mertalê dewleta Serbixwe. Bi vî
awayî dixwaze hem dubare bûyîna serokê herêmê bixe di bin garantiyê de, hem jî
piçek be jî rûyê PDK’ê spî bike. Diyare partiyên din yên Başûr jî qederek ji
van gotinên bi sêhr yên Barzanî bandor bûne!

Ger Mifteya Dewleta
Serbixwe Bidin Barzanî jî, Ew Nikare Dewletê Ragehîne!

Ez vê ne bi armanca reşkirinê dibêjim. Rastî li ber çavane.
Ma ne birêz Barzanî bû pêş demek kurt ji bo destûrgirtinê ço Amerîka û ji wan
destûr xwast. Lê destûr mîna gelik carên raborî nehat dayîn. Gotinek ya pêşiyên
Kurdan heye: Hêviya deran, xweliya li seran! anjî “Seriyê li ber minetan, bila
biçe nava heft zêretan! Li gora min ya balkêş ewe kû pir kes ji vê
propagandaya Barzanî bawer dikin û di çapemeniyê de jî cihek mezin didinê. Ya
şerm û sersorman, hemî jî dibêjin “Obama destûr nedaye! Ango dibêjin birêz
Barzanî çobû destûrê û dest vala vegeriya. Lê dîsan nîqaşan didin domandin. Ma
li kî dera cîhanê dewlet bi destûra kesên din hatiye ragihandin?

Ya ecêb jî, bi vê qeyrana aborî ya heyî ragihandina dewleta
Serbixwe, qederek komîke. Ev nêzîkê saleke, hukumeta herêmê nekariye gotina xwe
bi ser ya Adil Ebdulmehdî de bibe ango nekariye tenê wezaretek ya Bexdayê jî
razî bike kû mûçeyê herêmê rêbike. Bi vê îradeyê, mirov dikare çawa dewleta
Serbixwe ragehîne? Divêt mirov gelê xwe nexapîne û rastiyên heyî jêre bêje. Ev,
di heman demê de berpirsyartiyek ya sîyasî, exlaqî û niştimanperweriyê ye jî.
An ne, bi xeyalên xemilandî, bi sloganên girover di holek mîna Rojhilata Navîn
de polîtîka kirin, tenê dikare bi karesatan bi encam bibe.

Germahiya vê propagandaya Dewleta Serbixwe bandora xwe li
Bakurê Kurdistanê jî kiriye. Di dema hilbijartinan de gelik cuwanên Kurd alaya
herêma Kurdistanê hildidan jor û wekû dewletek Kurdî hebe, pesnê wê didan. Lê
dibe kû piştî demekê ew jî bikevin di ferqa vê xapê de û rastiya heyî bizanin.
PDK li ser wê alayê re dixwaze xwe rewa bike û di nava Kurdan de nirx qezenç
bike ew alaya kû li Çarçira ji aliyê wan ve bêkes hatî hiştin!

Şanstêr Memê

Kürdistan Stratejik
Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com –
www.lekolin.org – www.lekolin.net – www.lekolin.info – www.navendalekolin.com

0

21

TR

:” ”

:””

” “,” ”

:” ”

Paylaş222Paylaş139
Önceki yazı

23 Kasım 2013 Basın Bültenleri

Sonraki Haber

BAYIK: CEMAAT KÜRT SORUNUNUN ÇÖZÜMÜNE KARŞI

Son HABERLER

Dizi Yazı

Demokratik Komünal Toplum Manifestosu- BÖLÜM 5

Yayınlayan Lêkolîn
12 July 2026
0
1.5k

ORTADOĞU SORUNSALLIĞI VE DEMOKRATİK MODERNİTE...

Daha fazla okuDetails

Demokratik Komünal Toplum Manifestosu- BÖLÜM 4

5 July 2026
1.5k

Paradigma Değişimi, Anlam Krizi Ve Devrimci Öznenin Yeniden Kuruluşu- 2

23 June 2026
1.5k

Anlamın Tarihsel Sosyolojisi- 1

21 June 2026
1.6k

Öne Çıkan Yazılar

  • MİT ve Parastin’ın Yeni Ajan Ağını Deşifre Ediyoruz!- ÖZEL HABER

    845 Paylaşım
    Paylaş 338 Paylaş 211
  • MİT’in İran İle İş birliği Ve Aşiretler Üzerindeki Planları- HABER ANALİZ

    567 Paylaşım
    Paylaş 227 Paylaş 142
  • Emperyalist Komploya İlişkin Bazı Notlar

    12822 Paylaşım
    Paylaş 5129 Paylaş 3206
  • TC Savaş Suçu İşlemeye Devam Ediyor!- ÖZEL DOSYA

    12760 Paylaşım
    Paylaş 5104 Paylaş 3190
  • İşgalci TC Okulları DAİŞ Eğitim Merkezine Dönüştürdü-ÖZEL HABER

    12620 Paylaşım
    Paylaş 5048 Paylaş 3155

Bir Devrimin Sessiz Gücü

‘Önderliğinden Savaşçısına Kadar Demokratik Siyasete Katılımı Sağlayacak Bir Yasa Çıkarılmalı’

KCK: Rojava Halkımız Kazanımlarını Rêber Apo Çizgisinde Koruyup Geliştirmesini Bilecektir!

19 Temmuz Devrimi: Bir Halkın Hafızası, Kazanımları ve Geleceğe Dair Dersler

Demirtaş: Önder Apo’nun İçinde Olmadığı Her Türlü Gelişmeyi Kuşkuyla Karşılarız

Kalkan: Barışın Kilit Noktası İmralı, Siyasetin Önü Açılmalı

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi | Lekolin

© 2025 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Yorum İlkesi

Takip Et

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç