Duh ango 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bû. Ev roj ji hêla Rêxistina Çand, Zanyarî û Perwerdehî ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ve hatiye pejirandin. Bêguman ji bo her netewek zimanê wê girînge, lê ji bo Kurdan û civakên bindest giringiyek zêdetir heye. Ji ber ku yekem mercê netewebûnê hebûna zimanê wê ye. Li ser vê esasî ji ber zimanê Kurdî jî resene û dîrokek xwe ya kevnar di nava zimanan de heye.
Tê zanîn ku Tevgera Azadiya Kurdistanê ji bo zimanê Kurdî bi taybetî ji salên 1990’î şûnde bi derxistina rojnameya heftane ya Kurdî ya bi navê “Welat” têkoşînek bêhampa daye. Ji ber ev têkoşîn di şert û mercên çewa de hatiye dayîn kêm zêde ji aliyê her kesî ve tê zanîn hewce nake em duvedirêj rêz bikin. Lê rastiyek jî heye ku ligel têkoşîneke wiha bêhampa hatiye dayîn hêj jî bandora pişavtina bi zorê ya desthiladariyê û pişavtina navxweyî (oto-asimilasyon) di serî de li ser gelê Kurd û hemû civakên bindest heye. Lewra hêj jî ew feraseta ‘zimanê desthiladariyê biaxive pir biaxive’ serwer e.
Ji bo zimanê Kurdî pêş bikeve pêwîste destpêkê hem xwe ji vê ferasetî navborî û hem jî ji feraseta ‘Parastina zimanê Kurdî netewperestî ye’ ku dewlet û desthiladariyan di mejiyê de çandiye xwe xilas bikin. Ew kesên dibêjin parastina zimanê Kurdî netewperestî ye bi sedan salane ji bo zimanê xwe pêş bixin, her cure amûr, rêbaz, cih û war avakirin an jî ceribandine û hêj jî diceribînin. Ne tenê ji bo zimanê xwe her wiha ji bo pişavtina zimanê civakên di bin mêtîngeriya wan de ne jî hemû cure amûr, rê û rêbazan bi kar tînin.
‘XWEDÎDERKETINA ÇAND Û ZIMANÊ XWE PEYWIRA HER KESÎ YE’
Ji ber vê yekî çewa wek e ku Rêber APO di hevdîtinên xwe yên bi parêzeran re gotibû “Ji ber ziman û çanda me hatiye qedexekirin ev 50 salin me têkoşînek bêhampa daye. Ji bo vê jî xwedîderketina çand û zimanê xwe peywira her kesî ye” divê her kes xwe ji feraseta ‘zimanê desthiladariyê biaxive pir biaxive’ rizgar bike.
Dijmin ji bo Kurdan tune bike û pêşî ji destpêka Komara Tirkiyê ve bi vekirina Dibistanên Leylî (YİBO) zarokan ji malbatê qût kirin û tirkîtîbûnê di mejî de çand, di sedsala îro de jî bi vekirina qrêş (beriya dibistanê) bi hezaran zarokan ji dayikên wan qût dikin û ji zimanê Kurdî dûr dixin. Li hemberê vê jî Kurdan li gor derfetan enstituya ziman ava kirin, hatin girtin, divê di kuçeyan de, parq û her malî de bi rê û rêbazên cur bi cûr zimanê Kurdî biparêzin.
Dîsa Rêber APO di hevdîtinekê xwe ya bi parêzeran re wiha gotibû: “Bêguman têkoşîna parastina ziman û çand, peywira rewşenbîran e. Ziman vekişêra sereke ya civakbûyînê ye. Amûrê peywendiyê ya mirovan, civakan û çandan e. Sedema hebûna mirovan e. Xwedîderketina ziman û çanda xwe û pêşxistina wan gereka bûyîna mirov e. Yê nikaribe li zimanê xwe xwedî derkeve nikare li tu tiştî xwedî derkeve. Yê nikaribe liv an xwedî derkeve dê nikaribe xwedî li mirovahiyê jî derkeve. Kesek ê zimanê xwe nizanibe, pêş nexe ew kes nîvî dimîne. Zêde nikare bi kesekê din re pêwendiyê deyine. Dema ez hê heşt salî bûm min di vê mijarî dayika xwe sûcdar kiribû. Min got; hey dayê, te çima bi zimanê xwe tiştek fêrî min nekiriye? Ev sûcdariyek dîrokî bû. Min hêj di wê temenê xwe de têgihiştibûm, pir difikirîm. Ji wê demî û şûnde ev 50 salin em têkoşînek xûrt didin. Ji ber ziman û çanda me hatibû qedexekirin me têkoşînek bêhampa da. Ji bo vê jî xwedîderketina ziman û çanda xwe peywira her kesî ye.”
Ji ber vê yekî jî ne axaftin, nivisandin, fêrkirina zimanê Kurdî û ne jî parastin, pêşxistin û di vê mijarî de israrkirin, ne netewperestî ye. Berovajê wê, bersivek herî xûrt a li dijî pişavtina bi zorê ya desthiladariyan û pişavtina navxweyî (oto-asimilasyonê) ye.
Ji ber vê yekî jî em hemû cangoriyên ku di vê oxirê de gihiştine şehadetê bi silav û hûrmet bibîr tînin.
Rûken SARA