• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Rêze Nivîs

Dîrok û Jiyana Rêwîtiya Nedîyar Yan Jî Ji Bakur Ber Bi Başurve-1

Yayınlayan Lekolin
15 March 2020
Kategori: Rêze Nivîs
259 3
A A
Dîrok û Jiyana Rêwîtiya Nedîyar Yan Jî Ji Bakur Ber Bi Başurve-1
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

02 Aralık 2010 Perşembe Saat 08:31

Dema ez behsa rêwitiyê dikim, ez bahsa penaberî, koçberî û ji cih û warê bav û kalan derketinê dikim.

Dema ez behsa rêwitiyê dikim, ez bahsa penaberî, koçberî û ji cih û warê bav û kalan derketinê dikim.
Dema ez dirokê lêkolîn dikim , dibînim ku hertim liser gelê Kurd zilm û zordari hatiye meşandin.Yek ji van zordariyan ya herî qirêj, bi kuştin û girtinên dijwar û hovane yên ji salên 1990`ê û 94`ane .Ya dewleta hov û mijokdar ya TC`ê liser gelê Kurd dayi meşandin e. Ez ê vê dîrokê bi awayekî kurt vebêjim

 Di nava van salan da kuştinên kiryarên wan nediyar gihiştin asta herî jorîn û liser gelê Kurd cerdevanî hat ferzkirin, bi taybetî jî li herêma Botanê…  Dema gelê Kurd ev zext  û hovîtiyên dewletê ne pejirandin,dewleta hov ya Turkiyê dest avêt şewitandina gundan û kuştina mirovên sivil… Di  girtin, lêdan, û êşkenceyan de  zilam, jin û zarok ji hevdu cuda nedikirin. Digirtin eşkence dikirin û qetil dikirin. “ Ezê minakek ji van girtin û êşkenceyan bidim   di sala 1991`ê  de bi behaneya destek daye rêxistinê  çawa dayika min  êşkence dikirin hê jî li ber çavên min zindi ye. Dema min û xwîşk û birayên xwe xwest ku nehêlin li dayika me bidin midurê Ewlehi yê navçeya Qilabanê yê bi navê Hesen qumsêr li hember me bû asteng û mîna hovan li me jî xist û qet ne got ev zarok in.“ Ev yek ji wan minakên zilma dewleta Turkiyê’ye. Ez dikarim bi dehan minakên weke vê yên dewleta Tirk liser gelê Kurd kiri bidim.

 Çawa kû dewleta barbar gundên heréma navçeya Qilabanê di şewitandin û didan ber topan, em di zarokatiya xwe de bûn şahidê van bûyeran. Dema di van salan de tangên dewleta hov û barbar ya Turkiyê gundê Ziravikê dan ber topan û 3 jê zarok û bi tevayi 5 kes bi topan qetil kirin û çend kes ji birindar bûn… Ev buyerên dilêş û xemgîn di zarokatiya me de ji me re bûn kîn û nefret û di bira me de man.

Ji ber van zilm û zordariyên dijwar yên dewleta TC`ê gelê Botanê  sala 1994`an neçarî koçberiyê bûn. Ji gundên herêma Botanê gundên mîna: Hilal, Mijin, Ziravik, Kadun, Delokan, Kalig, Nêrweh, Şirişê û ji navçeya Qilabanê ji gundê Piranm, Dêra hênê, Bileh û ji gundên derdora bajarê Şirnex û bajarê Colemêrgê, gundên weke Gundikê Melê, Nerex, Şaxê, Gabar, Didêr, Oremar û ji navçeya Geverê û her weke din û ji gelek deverên din gelê Kurd gund û warê xwe berdan û koçberi  Başurê Kurdistanê bûn.

 Li Başurê Kurdistanê li heréma Behdinan li ser sînorê Bakur û Başur li devera Şeraniş û Bihêrê bi cih bûn. Li vê derê mina dû wargehan bi cih bûn. Ji ber ku penaber bûn Neteweyên Yekbuyi (NY )bi navê alikariya mirovahi hinek  alîkarî dan gelê Kurd…

 Lê dewleta barbar û hov xwe li vê kombûna gelê penaber negirt. Hertim bi hewayi êrişî gel dikir. Hertim em dinava tirs û fikaran de bûn.
 Lê li diji van êrîşan tevan vi gelî jiyanek nû dan avakirin. Ji bo zarokên wan fêri wêje û  çanda xwe bibin, di nava van mercên herî zor û dijwar de dest avêtin perwerdeya zimanê dayikê. Ne pênûs ne ji sernivîs, tiştekê me yê xwendinê tune bû, ji derveyî canê me û baweriya me zêdetir. Em her serê sibê bi dengê balafir û topan diçûn dibistanê .Êdi dengê balafiran ji me re weki zengila dibistanê lê hati bû.
 Ji bo em sitatuya xwe ya siyasi bi NY`yi bidin pejirandin di diroka 26/06/1994`an de li Zaxo’yê me dest bi rojî ya birçibûnê kir. Ev rojîya birçîbûnê 29 rojan berdewam kir. Di dawiyê de sitatuya me ya siyasi ji aliyê NY`ve hat pejirandin.

Pişti dewleta Tirkî bihîst ku NY`yi em weke penaberên siyasi pejirandine,ji nû ve liser wargeha me êrışên xwe zêde kirn. Heya liber bêriyê de bêrivanekê bi êrişên hewayi yên T.C`ê li ber çavên NY`yi jiyana xwe ji dest da .Pişti vê rewşê NY ji me re gotin: “ Em nikarin we biparêzin,ji ber ku hun liser sînor in  û cihê ku em we bibinê jî tune ye. Hinek deverên ne ligori me jî, ji mere pêşniyar kirin. Ji ber vê zilm û zordariya TC û NY`yi me  cih û warê xwe berdan û dîsa ji em koçber bûn. 

Erdal Ürek

Navenda Lekolînen Stratejîk a Kurdistanê 

www.navendalekolin.com -www.lekolin.org – www.lekolin.net – www.lekolin.info

   

Etiketler: araştırmakurdiKurdishkurdistanLekolinTurkishTürkiye
Önceki yazı

28 Ekim 2012 Basın Bültenleri

Sonraki Haber

Bayik: Îmha û Înkarkirina Kurdan Bi Lozanê Dest Pê Kir-1

Benzer Haberler

Manîfestoya Civaka Demokratîk a Komûnal – BEŞA 5
Perspektîfên Azadiyê

Manîfestoya Civaka Demokratîk a Komûnal – BEŞA 5

12 July 2026
Manîfestoya Civaka Komunal a Demokratîk – BEŞA 4
Perspektîfên Azadiyê

Manîfestoya Civaka Komunal a Demokratîk – BEŞA 4

5 July 2026
Guhertina Paradîgmayê, Krîza Wateyê û Ji Nû Ve Avakirina Diyardeya Şoreşger – 2
Analîz Siyasî

Guhertina Paradîgmayê, Krîza Wateyê û Ji Nû Ve Avakirina Diyardeya Şoreşger – 2

23 June 2026
Sonraki Haber
Bayik: Îmha û Înkarkirina Kurdan Bi Lozanê Dest Pê Kir-1

Bayik: Îmha û Înkarkirina Kurdan Bi Lozanê Dest Pê Kir-1

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • KÜRDİSTAN’DA COĞRAFYA VE KÜLTÜR

    KÜRDİSTAN’DA COĞRAFYA VE KÜLTÜR

    571 Paylaşım
    Paylaş 228 Paylaş 143
  • Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Öcalan: Kürtler Arasında Kan Dökülmesin

    671 Paylaşım
    Paylaş 268 Paylaş 168
  • Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    588 Paylaşım
    Paylaş 235 Paylaş 147
  • Devlet Bahçeli Kimdir?

    627 Paylaşım
    Paylaş 251 Paylaş 157

‘Qanûneke Ku Ji Rêbertî Heta Bi Şervanan Her Kesî Tevlî Siyaseta Demokratîk Dike, Divê Bê Derxistin’

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!

Şoreşa 19’ê Tîrmehê: Hafizeya Gel, Destkeftî û Dersên Ji Bo Pêşerojê

Kalkan: Mifteya Aştiyê Îmraliyê Ye, Divê Rêya Siyasetê Were Vekirin

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

Mîrateya Hz.Birahîm, Kurd, Cihû û Li Rojhilata Navîn Lêgerîna Aştiya Demokratîk

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist