29 Kasım 2016 Salı Saat 08:49
Krîza aboriyê ya hatiye li ber deriyê Tirkiyeyê dike ku
esnaf darabeyên idkanên xwe bigirin, veberdêrên biyanî jî yek bi yek welat
diterikînin. Li aliyê din li hemberî bilindbûna dolar û euroyê TL roj bi roj
qîmetê winda dike. Herî dawî jî Parlamentoya Ewropayê (PE) biryara bila
muzakereyên bi Tirkiyeyê re bê rawestandin da ev jî fikara ku dê krîza aborî û
polîtîk zêde bibe diafirîne.
Ji bo ku em bi esnaf û welatiyên ji krîzê bi bandor dibin re
biaxivir derketin kolanan. Welatiyên ku me pirsa gelo ev krîza aborî dê çawa
bandorê li ser jiyan, kar û malên wan bike tabloyekê reşbîn anîn ziman, Li ber
Navenda Danûstendinê (AVM) welatiyên ku ji ber rewşa aborî nerazîbûnên xwe anîn
ziman, bû sedema nerazîbên rêveberiya AVM’ê û em bi astengiya wan re rû bi rû
hatin. Di wê navberê de welatiyan jî nerazîbûn nîşan dan. Welatiyan diyar kirin
ku mijarên ku gel eleqedar dike jî destur nayê dayîn, tehamul nayê kirin ku bê
nîqaşkirin û wiha gotin: “Ma çi zirara me heye?Çima ji bo kesên ku
bernameya magazînê dikişînin desturê didin? Em li vir li ser aboriya ku derdê
me yê esasî ye diaxivin.”
Lİgel hemû astengiyan welatiyên ku me mîkrofonên xwe dirêjî
wan kir krîza aborî çawa bandorê li ser wan dike vegotin. Leyla Ozmen a teqawît
e yek ji kesên ku bûye şahidê krîza aborî ya 2001’an. Ozmen anî ziman ku wê
demê kesên ku beramberî dlar mal kirîne gelek zepmetî kişandine niha jî dê
rewşên bi vî rengî bên jiyîn, ew ê nikaribin ku lêçûnên keça xwe ya diçe
zanîngehê bi cih bînin. Sevgî Ak jî di kirê de rûdinê, 3 zarokên xwe dide
xwendin û karkerekî malê ye. Ak anî ziman ku hevjinê wê ye ku li kargehê
dixebite di warê aboriyê de gelek zehmetiyan bikişîne û rojê lêçûna mutbaxê ku
50 TL ye heke krîzbê dê nikaribin wê jî bibînin.
‘Ez Nikarım Kireya Mala Xwe Bidin’
Neslîhan Karaoglu ya ku 3 sal in kulîlkan difiroşe jî ji
krîzê bi bandor dibe. Karaoglu bilêv kir ku rojê 150-200 TL qezenc dike lê niha
jî ev ketiye 20-30 TL’î û nikare kireya xwe ya 550 TL bide. Karaoglu gotina
“ger iwsa bidome em ê li kolanan bimîin” bi kar anî.
‘Wisa Bidome Ez ê Dikana Xwe Bigirim’
Hayrettîn Akdogan ê dikanekî wî yê biçûk heye jî diyar kir
ku ji ber şerê li welat, têkçûna turîzmê û herî dawî jî bilindbûna dolarê
esnafên biçûk gelek tengasiyan dikişînin û wiha berdewam kir: “Kar nîne,
nikarin tiştekî bifiroşin. Em hatine rewşekî wisa. Tiştên ku em difiroşin têra
kirê jî nake. Ger wisa bidome ez ê bi zorê kiraya xwe bidim. Wisa bidoma ez ê
dikana xwe bigirim.”
‘Dikanên Cîran Hemû Hatin Girtin’
Hamît Kaya jî destnîşan kir ku mehaneya wî ya teqawîtê têra
debara wî nake û li dikanekî biçûk titunê difiroşe. Kaya anî ziman ku dikanên
ku cîranên w^ine hemûyan ji ber ku karê wan ne baş bûye yek bi şek girtine û
wiha berdewam kir: “Dema ku wan girtin tiştên min jî nayên firotin ez jî
bondorê li ser qesab û manawê dikim. Heke ez qezenc nekim nikarim tiştekî
bikirim ev hemû girêdayî hev in. Ji ber aboriya têk biçe dê dîsa kedkar,
karker, gel zehmetiyê bikişîne.” Kaya got ku riya têkoşîna li hemberî vê
yekê jî daketina kolanan, nerazîbûn nîşandan û lêgerîna mafên xwe ye.
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html