05 Ocak 2013 Cumartesi Saat 09:35
Keleh, mizgeft û goristanên dîrokî yên Solxana Çewlikê ku ji aliyê Lijneya Hebûnên Tabîata Çandî ya Erziromê ve hat tescîlkirin, di bin bendava Kale Han 1 û înşaeta HES’ê ya de dimînin. Warên dîroki di bin ava bendavê de dimînin û tune dibin. Peyvirdarê Midûriyeta Turîzm û Çandê ya Bajar a Çewlikê jî diyar kir ku li gel wan fîrmayên HES’ê hişyar kirine jî dîsa înşaet didomin.
Warên dîrokî yên herêmê yek bi yek di bin bendavê de dimînin û wêran dibin. Ewil warê dîrokî Samsat ku 50 hezar sal dîroka wê heye, Xalfetî ku warê dîrokî ye di bin navê de man. Dîsa Heskîf jî hêdî hêdî di bin avê de dimînei. Niha jî dixwazin Keleh, mizgeft û goristanên dîrokî yên Solxana Çewlikê ku ji aliyê Lijneya Hebûnên Tabîata Çandî ya Erziromê ve hat tescîlkirin û wekî qata SÎT hatiye îlankirin di bin bendava Kale Han 1 û înşaeta HES’ê ya de dimînin. Warên dîroki di bin ava bendavê de dimînin û tune dibin. Li şûna ku ev warên dîrokî bên paratin, li gel ku fîrmayên bendavan ava dikin Midûriyetê hişyar dike jî dîsa midûriyet peyvira xwe bi cih nîne. Ji ber ku înşaata bendavan tên çêkirin warên dîrokî di bin talûkeyatubûnê dene.
Ji ber ku guhdê Kelehê di koncal û newalê de ye, piştî pêyiya avê bê girtin, dê hemû warê dîrokî di bin bendavê de bimîne. Welatiyên gund ku gundê wan û warê wan ê dîrokî û çandî di bin avê de bimîne, bi fikar in. Welatiyên gund diyar kirin ku rayedarên dewletê serê dolima erdê wan 4 hezar û 800 TL pere dide wan.
Welatiyê bi navê M. Şîrîn Yanilmaz, anî ziman ku ji ber gelek welatiyên herêmê di înşaeta bendavê de dixebitin, dengê xwe nakin, lê dema ev bendav demam bibe dê hemû xweza, dîrok, çand û qada çandiniyê ku debara jiyana welatiyan e tev wêran bibe û di bin avê de bimîne. Yenîlmez, anî ziman ku dê hemû xweşikahiya xwezayê ya Geliyê Muratê di bin ava HES’ê de bimîne. Wekî bendavên Geliyê Munzûrê Heskîfê û gelek warên din di bin avê de bimînin û wêran bibin. Guwîzê gundên Qemeran, Tutêlê bi nav û deng in. Disa bihokê gundên Hovîtê û Geliyê Muradê tev dê di bin avê de bimînin.
TEMA li benda rapora ÇED’ê ye
Nûnerê Vakfa TEMA ya Çewlikê Cumali Karaarslan jî anî zima ku ew li benda rapora ÇED’ê ne. Karaaslan, anî ziman ku ji ber ew tev li civînê nebûn der barê vê yekê te tu xebatên wan tune û piştî rapora ÇED’e dê helwesta xwe nîşan bidin. – DİHA
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info