25 Ağustos 2012 Cumartesi Saat 13:23
Şopdarên hêja yê Lekolin.org e
Lekolin.org ji sala 2006 ku hate damezrandin û heta niha wek malpêreke Kurdistanî, xwest di serîde polîtîkayên dagirker, mîjokdar û taybet yê li ser Kurdistanê eşkere bikê. Bi vê armancê xwest bibê dengê Kurdistan û hemû civaka bindest û kedkar.
Wek malpêra Lekolin.org derfetê me dest nadê ku em bigihjin her derî. Em dizanin ku gelek polîtîka û pêkanînên dewletên dagirker, mîjokdar yê ku liser Kurdistanê hîna jî nehatina eşkerekirin. Me jî wek lijneya weşanê ya Lekolin.org ê bi şiara gihiştina her derî kampanya nûçegihanê dildar(dilak) daye destpêkirin. Di serî de em her welatparêzên Kurdistanî yên bi hestiyar û giştî kesên demokrat, sosyalîst dawetî nûçegihaniya dildar dikin.
Di vê çarçoveyê de hun dikarin nûçe, agahî, belge û wêneyên di destê we de û yê ku bikevin destê we li ser navnîşanên emaîl ku me li jêr daye diyarin rê bikin. Ji niha de ji bo bihestiyariya we sipas.
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info