10 Temmuz 2017 Pazartesi Saat 02:28
Rojavayî ku bi pirsgirêka mezin ya pergalî re rû bi rû
mane, hewl didin şêweyê nûh yê pergalê ango modeleke din ku pergala wan xwe li
ser lingan bigre, li Rojhelata navîn çewanîbûna wê biceribînin. Merkantîlîzma
Rojava û siyaseta wan ku piştî qirnan dinya ber bi şerên mezin yê cihanê dehf
dan di vê serdemê jî, pergala moderniteya kapitalist ku ser vê zihniyetê pêş
ket û belav bûye piştî du şerên mezin ên cihanî ku gelek texrîbatên mezin
pêşkêşê mirovahî kirine, ne ku nabe hêza çareseriyê, bi xwe jî bûye pirsgirêk.
Pergala hegemonîk ya cihanî ji ber qeyranên ku ji rêbazên wan tê, gehiştiye
asteke bêçaretiyê. Lê belê her ku qeyrana heyî dibe sedema hilweşandina vê pergalê,
avakerên vê pergalê jî, bi destwerdanên li ser Rojhelata Navîn û bi darxistina şerên
mezin hewl didin ku xwe ji rewşa heyî rizgar bikin. Gelo ev pergal bi
revîzekirin û destwerdanan yê bikare temenê xwe dirêj bike ev yek jî cihê
gûmanaye! Ev Ceribandina ku bi salane bi fikra oryantalîzmê di milê modernîteya
kapîtalîzm tê kirin derveyî şer, kuştin, parçekirina civaka mirovan di warê
menevî û rih de ti diyariyek pêşkêşê mirovahiyê nekir. Bi xwe jî ketiye rewşekê
penceşêra ku dest tavê ku wir jî hildiweşîne.
Ev hêzên
dereke û hejmoniya cihanî, bi mudaxeleyên demkî û bi operasyonên revîzekirina
cihanê hewl didin li ser vê binketin û bêçaretiya xwe, hilweşîna pergalî ku tê
jiyîn bigrin. Lê belê Kaos bi lez belav dibe û di vê rewşê de mayînê ranake û
nikare bi van altrnatîfên heyî vê zihniyet û rizandina pergalî ku tê jiyîn
hemêz bike. Di sedsala 20. de bi derbaskirina pergala netewe-dewletê li herêma
Rojhelata Navîn hewl dan temenê modernîteyê dirêjtir bikin. Lê ew proje jî, bû
sedama şerên mezin li herêmê. Şerê kendav, şerê netewan û şerê mezhebi ku li
herêma Rojahelata Navîn destpêkirin hemû berhemê vê pergalê bi xwe bûn.
Ger niha jî li
Rojhelata navîn şereke dijwar bi navê şerê cihanê ya 3. dimeşe, tenê sedema wê
ya bingehîn dasepandina pergala Netewe-dewlet li ser vê erdnigariyê bû. Pergala
kapîtalîzmê ti car bi kirasê xwe yê yekrengkirinê li hember pirrengiya
Rojhelata Navîn nebû bersiv. Dema ku ev ceribandin jî ser neket, bi şiara
sedsala 21. ango globalîzmê ketin rê û şûrê xwe careke din li ser Rojhelata
Navîn kişandin, tabloya li Efğanistan û İraq’ê jî encama vê siyaseta cihanî bû.
Dema vê jî cihê xwe negirt, vê carê jî stratejîstên Rojavayî bi projeya Rojhelata
Navîna mezin, careke din berê şer û mirinê dane vê parzemînê. Bi dehsalan şerek
dijwar li herêmê pêş xistin, lê ev proje li kendavê de xitimî û nekarî pêşde
biçe. Dema ku henceta êrişa 11 îlonê jî di detwerdana herêmê de destkeftiyeke pir
mezin ji hêzên derve re ava nekir, serî li rêbazên cûda dan. Pergala globalîzma
cihanî jî gor xûya kir bi ser neket û rê li kambaxiyên mezintir vekir. Netewe-
dewlet jî gor xûya dike temnê wê bi davî dibe, niha jî hewl didin van netewe-dewletokan
piçûk bikin û weke merkezên piçûk wan rêve bibin. Model li ser modelan tên
ceribandin. Rojhelata Navîn bûye cihê ezmûnkirina pergalên derve. Çewa ku di
ilmê pijijkî de ji bona ceribandina dermanan li ser ajalan kar dikin,
Modernîteya Kapîtalîzm jî berhemên xwe yê pergalî û amûrên xwe yê şer li ser
civaka herêma Rojhelata Navîn diceribîne.
Demeke wisa ye ku weke berê tenê şerke di
navebra hin dewletan nayê meşandin. Şereke mezin yê ku, ne tenê li gorî daxwazên
hêzên mezin yên mîna DYE, YE, Rusya an jî Brîtanya yê pêşve biçe. Li hemberê vê
siyaseta Rojavayî gelên ku hê jî berxwe didin hene. Ji ber vê rastiyê hejmoniya
cihanî bi hêzên dewlet-netew û tevgerên derveyê dewletê re jî dixwazin li
Rojhilata Navîn vi şerê xwe bimeşînin. Rewşeke wisa li herêmê hatiye avakirin ku
di milekê şerê mezheban yê gelan bi hev re pêş xistine û şûnda jî dewletên li
Rojhilata Navîn yek bi yek derdixin hemberê hev û didin şer kirin. Rojhelata
Navîn kirine navendeke Arenayan, çanda li arenayê Romayê, li bajar, welat û
kolanên vê herêmê belav dikin. Mirovan bi avayeke hovane hemberê hev didin
şerkirin û li ser laş û tirmê vê civakê hewl didin projeyên xwe yê mezin bi
rêya peymaneke nû darijînin. Li milekê Cenewre, li milê din Astena. Kambaxiya
herî mezin jî ewe ku dewlet netewokên li herêmê bi xwe jî ji bona hêsankirina
vê destwerdanê di têkbirina hev de ketine pêşbirkê.
Rewş û şereke wisaye ku ti ewlehiya lihevkirin
û itifaqan jî nemeye. Kê li kê bixe nediyare. Herêm bi xwe di rewşeke wisa de
hatiye hiştin ku ne dewlet ne jî hêzên heyî dikarin derbarê çarenûsa xwe biryar
bidin û xwedî nêrîneke siyasî û staretejîk ji bona herêmê bin. Li Rojhelata
Navîn her kes ketiye rewşa parastinê. Rewşa ku Qeter, Îran jî van demên davî pê
re rû bir û man hemane. Dewletên mezin yê li herêmê jî di rewşa heyî de derveyê
parastina xwe nikarin tevbigerin. Li herêma Rojhalata Navîn ji ber vê yekê jî
bi avayeke raste rast qeder û siyaseta derbarê herêmê de ji dest niştecîhên
herêmê derdixin. Di rewşa heyî de yên ku serê xwe radikin, bi piştgîriya terorê
tên teombarkirin û hema ji ber metirsiya destwerdanê pêngav paşve tavên. Ji şerê
desthilatdariyê derbasê rewşek wisa bûne ku êdî ji bona jiyankirinê berxwe
didin. Ya ku niha Hêzên Rojavayî, Emerîka, Rûsya pêşengtiya wê li Rojhelata
Navîn dikin derveyê bi timamî dîlgirtina serweriya siyasî ya li herêmê tişteke
cûdatir nîne.
Ji xwe netew-dewletên
li herêmê mîna Tirkiye, Îran, Surî, Erebîstana Sudî hwd. bi dijwarkirina şerên
li herêmê, bûne hîmeke baş ji bona destwerdana derve li ser vê parzemînê. Di
navbera van dewletan de pêşbirka radestkirina nirxên vê herêmê ji hêzên derve
re bi avayeke lez û bez didome. Qaşo bi vê hevkarî û siyaseta ku dimeşînin hewl
didin ku Tayê li gerdena pergala netwe-dewletê derxin. Bêgûman ev ta dema ku
xistin serê sedam, heman dem ji bona wan jî hatibû amadekirin û biryara derbarê
herêmê de hatibû girtin. Ne avakirina şerê mezhebî ne jî xwe sipartina
bîrdoziya sinîtî û şîtiyê dikare pêşî li vê siyasetê bigre. Ji xwe ya ku bû
sedem li herêmê destwerdana heyî lez û bez be ketina nav şerê mezhebî bû. Ew
yek jî dibe sedemê wê kû derveyê hêzên derve mafê biryardanê ji bona herêmê
hema hema nemîne.
Dem û
serdemeke wisa li herêma Rojhelata Navîn tê jiyankirin ku hesabên her kesê li
hev ketine. Di dîrokê de destwerdana herî mezin ya li herêmê tê jiyîn. Hem di
warê siyasî, bîrdozî û heman demê demografî de gûhertiek tê ferzkirin. Dema ku
em li şêwaz û zihniyeta destwerdana sedsala 21. Temaşe dikin cûdahiya xwe ji
destwerdanên sedsala 19. û 20. hebe jî, zihniyet heman be jî, lê belê şêwe û
plansazî pir cûdatire. Ji bona Rojhelata Navîn derveyê mirin, koçberî,
parvekirin û metingerkirinê tiştek bi xwe re nayîne. Di hevpêyman Saykis-Pîkot de jî ev zihiniyet
hebû û niha jî heman zihniyet û siyaset li ser vê herêmê bi qirkirin û
komkûjiyan tê meşandin.
Dewlet
netevokên ku bi hevpeymana Sykes-Pîcot bi qedera gelan lîstin û taybet jî
Kurdistan parçe kiribûn, îro rêbazê wan mîna şûrekê li wan ziviriye. Rojhelata
Navîn niha di rewşeke wisa deye ku derveyê gelê herêmê, her kes ji rewşa heyî
sûd digire.
Ger hêz û
dewletên li herêmê lez û bez ji rewşa heyî ya ku li ser wan tê sepandin xwe
rizgar nekin, dibe ku vir û şûnda êdî derfetê wê ku ji bona çarenûsa xwe biryarên
staratejîk bidin nebe. Di vê dema ku pergala cihanî ya Modernîtaya Kapîtalîzm
di nava pêxîrtegî û ber bi hilweşînê diçe, bi rewşa li Rojhelata Navîn ava
kirine hewl didin xwe ji qeyran û hilweşandinê rizgar bikin. Ger civaka
Rojhelata Navîn xwe ji rewşa heyî rizgar bike! derfet û şertên wê heye ku hem Rojhelata
Navîn Demokratîze bike heman dem qeyrana Pergalî ku li cihanê tê jiyîn çareser
kin.
Neteweya demokratik di vê serdemê de tenê
şansê serketina gelên Rojhelata Navîne. Ji xwe rewşa ku niha tê jiyîn tenê bi
Rojhelata Navîn re sînordar nîne. Gor xûya dike ev şer vir şûnda raste rast
bizivire şerê pergalî. Her ku diçe xeterî û qeyranên ku bi rêya modernîteya
Kapîtalîzm tên jiyîn û belav dibin bi xwe re derveyê windakirin û têkçûnê bi
xwe re yê ti formül û alternatîfeke gûhertinek bingehîn ava neke. Taybet jî ger
gelên Rojhelata navîn bixwazin serweriya siyasî û çerenûsa xwe diyarkirinê
bixin bin ewlehiyê derveyê demokratîzekirina herêmê û neteweyên Demokratîk
bêgûman di vê serdemê alternatîfeke din yê nebe bersiv. Çarenûsa gelên herêmê
bi berxwedaniyeke mezin ya gel û pêkhateya Rojhelata Navîn dij bi pergala heyî
re encax bibe. Dewletên weke Sûdî, Îran, Tirkiye ku li ser çarenûsa herêmê
bazerganî dikin û dervayê desthilatdarî û bikaranîna nirx û destkeftiyê herêmê
ti staratejî û siyaseta wan ji bona herêmê nîne. Ji xwe ji ber nakokî û şerên
wan yê desthilatdarî û tolgirtin ji hev bûne sedema radestkirina çarenûsa
herêmê ji hêzên Rojavayî re. Di vê serdema kaos û têkçona pergalên ku li ser
van zihniyetan hatiye avakirin, civaka Rojhelata navîn bi pêkhateya xwe ya
demokratîk şansê wê yê derketineke dîrokî heye. Bi pergal û zihniyeteke
demokratîk tenê şansê vê herêmê heye ku hem xwe ji rewşa destwerdanê rijgar
bike, heman dem careke din serweriya siyasî bi dest bixîne. Dîrok û dem ji bona
vê hîmeke bi hêz û derfetê wê ava kiriye û dema wê hatiye ku careke din
Rojhelata navîn bi rista xwe ya dîrokî û çandî rabe.
Perîsa Perî
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html