27 Ağustos 2019 Salı Saat 14:48
0
21
:” ”
:””
” “,
Piştî ku gelê Şengalê destûr neda qaymiqam
Mehma Xelîl vegere Şengalê, Partiya Demokrat a Kurdistan (PDK) ji bo
bicihkirina qaymiqamekî din, planekî nû amade dike. Şengaliyan beriya niha
demekî bi hatina gel hev ya hemû pêkhateyan Meclis û îdareyekî demkî avakiribûn
û di Meclisa kû hatî avakirin de hemû pêkhateyên Şengalê cih girtibun.
Şêwirmendê Karên Êzidiyan yê Herêma
Kurdistanê Şêx Şamo ji medya PDK’ê re axivî û da zanîn ku,‘’Di çarçoveya qanuna
bingehîn maddeya 140. de ku Şengalê jî digire nav xwe, planekî nû ya hukumeta
Herêma Kurdistanê ji bo rêvebiriya Şengalê heye. Wê qaymiqamê Şengalê were
guhertin. Divê Şengal vegere rêveberiya xwe ya berê.’’
Qaymiqamê berê yê PDK’yî Mehma Xelîl bi
daxuyaniyekî çapemeniyê bang li serokê giştî yê PDK’ê Mesut Barzanî kiribû ku,
di çarçoveya qanuna bingehîn ya madeya 140. de hewil bide demekî ji ya din
zutir Şengal bi Hukumeta Herêma Kurdistanê ve were girêdan.
Demê ku Şengal ji aliyê çeteyên DAİŞ’ê ve
hatibu dagirkirin Mehma Xelîl jî Şengal terikandibu. Şengalî diyar dikin ku ew
naxwazin careke din Şengal bi hukumeta Herêma Kurdistanê ve were girêdan.
0
21
TR
KO
:” ”
:””
” “,
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê