27 Ağustos 2019 Salı Saat 05:35
0
21
:” ”
:””
” “,
Parlementerê Eniya
Tirkmenên İraqê li Herêma Kurdistanê Aydin Marûf kû heya niha jî ji aliyê
hukumetê ve erkê wî bi fermî ne hatiye ragihandin weke Wezîrê Pîşesaziyê ê
Hukumeta Herêma Kurdistanê çû Tirkiyê û bi
Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziya Parêzgeha Elezîzê Asilhan Arslan re
hevdîtin pêk anîn. Hat zanîn ku Aydin Marûf li ser banga Endamê Encûmena Odeya
Bazirganî û Pişesaziya Parêzgeha Elezîzê Elî Şekerlisoy seredana bajêr kiriye.
Aydin Marûf piştî
hevdîtinê daxûyaniyek da çapemeniyê û got, ‘’Me di hevdîtinê de têkiliyên
siyasî û aborî yên di navbera Hewlêr- Enqere û Bexda-Enqerê de niqaşên berfireh
kirin. Emê di pêşerojê de karên gelek baştir encam bidîn, têkiliyên me yên
siyasî û dîplomasî başin. Ev têkilî bandorekî erênî li hevkariya me ya aborî
dike.’’
Meha borî li Parlemena
Herêma Kurdistanê Erka Wezîrtiya Bazirganî û Pîşesaziyê ji bo Tevgera Goran
hatibû veqetandin û Kemal Muslim Qerenî weke wezîr hatibû diyar kirin
0
21
TR
KO
:” ”
:””
” “,
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê