18 Haziran 2019 Salı Saat 06:42
0
21
TR
:” ”
:””
” “,
:” ”
Ev demeke dirêje ku li ser mijara S-400 nîqaş û guftugoyên dirêj di
navbera dewleta Tirkiyê û Rûsya de pêş dikevin. Ji bo kirîna S-400 dewleta Tirk
her cure xebat meşand, lê di radeya ku dixwest de encam negirt. Ji bo
bidestxistina S-400 Tirkiyê vê carê jî herema Îdlibê xist bazarê, niha li ser
Îdlib û S-400 pilansaziyên dewleta Tirk pêşdikevin û ev yek piratîkî xwe nîşan
didin.
Wê Îdlib
bibe berdêla S-400
Li gorî çavdêran, di navbera Dewleta Tirk û çeteyên li herema
Îdlib de nakokiyên mezin rû didin, ji ber Çeteyên li wê heremê kêm be jî bi
pilanên xapînok yen Dewleta Tirk hesiyane ku wê Îdlib bibe berdêla S-400. Di
heman demê de êrîşên bê navber yên Rêjîma Sûrî û topbarana wê li ser heremê,
nakokiyek mezin li gel Çeteyan daye avakirin, bi taybet piştî kişandina hejmarek
mezin yên çeteyan ji wê heremê û ji bo şerê li dijî PKK’ê veguhestina wan ya
Başûrê Kurdistan’ê, di nav gelê herema di bin kontrola Çeteyan û malbatên wan
de nakokî û fikarên bê dawî û bê bersiv daye avakirin. Ev yek jî dihêle ku li
Idlibê li dijî kiryarên dewleta Tirk nerazîbûn çêbibe û hin girêk vebibin.
Çeteyan Erdoğan hişyar kir: ‘Rojekê tuyê berdêlên giran bide’
Çeteyekî ku di nava tugayên Cebhet El Nusrada cihê xwe digre bi
dîmenekî mesajekî dide dewleta Tirk û
wiha dibêje: “Ger tu di dîwar
lêkirina li ser Sînor de xurtî, bizanibe ku em jî wek xelkê Xuta di çêkirina
tunelan de xurtin, ger tu difikrî ku Idlib û heremên Opizisyona Sûrî bifroşî,
emê jî Rêhaniyê di nava 2 sêtan de ji te bikirin, ger te Îdlîb kiriye qurbanê
S- 400 bîzane ku rojekê tuyê berdêlên giran bide’’.
Di
aliyekî din de piştî ku nerazîbûnên çeteyan li hember dewleta Tirk zêde dibe,
Îstîxbarata Tirkyê dikeve nava tevgerê û hemu koordînatên baregehên çeteyên ku
nerazîbûn li dijî Pilanên Tirkiyê raber dikin dane hevkarê xwe Rûsiya û ew
baregeh û cihên Tirkan dane tên topbaran kirin.
0
21
TR
KO
:” ”
:””
” “,
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html
Wê Îdlib
bibe berdêla S-400Çeteyan Erdoğan hişyar kir: ‘Rojekê tuyê berdêlên giran bide’Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê