• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên GOTAR

Planên Rûsan Li Herêmê

Diyar dibe ku hevpeymanek di navbera Tirk û Rûs û Rejîmê de heye da ku sîstema heyî a rêveberiyê tengav bike û herêmê bê ewle bihêlin.

Yayınlayan Lekolin
12 November 2024
Kategori: GOTAR
249 19
A A
Planên Rûsan Li Herêmê
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Di demekî ku Tirkiyê di nav hewldanekî de ye di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de rol bileyîze bi Rûsan re ketiye nav tirafîkekî diplomasî. Ji ber binkeftina Rûsan di şerê Ukrayna de û ji ber Rûsiya jî dixwaze di vî şerî de cihê reng be, di rêya Tirkiyê de polîtîkaya xwe li hember NATO dimeşîne, dikeve nav danûstandinê da ku planên xwe pêk bîne. Hebûna hêzên biyanî mîna Emêrîka, Birîtaniya, Rûsiya, Îran û heta Tirkiyê jî  di nav axa Sûriyê de derfet dide ku polîtîkayên van hêzan li ser vê erdnîgariyê pêk bê. ji ber erdnîgariya herî guncav ji bo pêkanîna planên hêzên sermayedar û serdest ev axe.

Dema dewleta Tirk a dagirker axa Sûriyê û Rojava dagir kir haya Rûsan ji van êrîşan hebû. Ji ber bê agahiya Emêrîka û Rûsan di nav axa Sûriyê de ev plan pêk nehat, armanca wê ji vê yekê jî serdestiya xwe li herêmê zêdetir bike, bi taybet li Bakûr û Rojhilatê Sûrî de da ku li hember Emêrîka di nav pêşbirkekî de be.

BI LÊDANA TIRKAN DIXWAZIN CIH JI RÛSAN RE VEKIN

Bi geşedanên dawî ve girêdayî li herêma Bakûr û Rojhilatê Sûrî, bi taybet bombebaranên ku li seranserî xeta cebheya di navbera hêzên QSDê û çeteyên Tirkiyê de, êrîşên bi belafirên bê mirov, heta bombebaranên binesaziyên herêmê bi belafirên şer mîna cihê avê, elektrîkê, cihê petrolê diyar dibe ku hevpeymanek di navbera Tirk û Rûs û Rejîmê de heye da ku sîstema heyî a rêveberiyê tengav bike û herêmê bê ewle bihêlin. Ev hemû jî polîtîkayên hêzên dijberî demoqratiyê ne, ji xwe israrkirina Tirkan ji bo lihevkirina bi rêjîma Sûrî, civînên Tirk û Rûsan li Himêmîm, di heman demê de bi hinceta çêkirina avê civîn û hevdîtinên Tirk û Rûsan li Elokê nîşaneya vê yekê didin. Ev hemû hewildan da ku Rûsiya li ser axa Bakûr û Rojhilatê Sûrî û bi taybet li Rojava qayîdeyên xwe zêde bike, Sûriyê rêya dagirkirina Tirkiyê nade, ji bo tengav kirina sîstema Rêveberiya Xweser ji aliyekî ve êrîşên xwe li ser herêmê zêde dikin, ji aliyekî din ve da ku ew pêşbirka di navbera her du qutuban de çêbibe.

Li gel vê yekê planên rejîma Sûrî jî dema ku çeteyên Eşîran li herêmê xurt dikin û di herêmên dagirkirî de bi taybet li Serêkaniyê rûsipiyên herêmê arandin dikin û piştgiriya çeteyên Eşîran li Dêrezorê bikin dikevin nav hewildanên cur be cur. Planên Rûs, Tirk û Rêjîmê nîşan didin ku hêzên dijî azadbûna gelan û dijî sîstema netewa demoqratîk bi hemû hêza xwe her awayî polîtîkayên tunekirina sîstema Rêveberiya Xweser dikin. Di vir de xuya dibe planên Rûs û Tirkan a gurkirina şer li Herêmê heye.

Di demekî ku li dijî komploya navdewletî û dijî tecrîda li hermber Rêber Apo, çalakiya fedayî a her du hevalên çeleng Asiya Elî û Rojger Hêlên hat lidarxistin. Di heman rojê de beriya çalakiyê hevdîtina Rêbertî bi biraziyê xwe Omer Ocelan hat çêkirin, lê di peyama xwe de Rêbertî bal kişandibû ser û got: “Tecrîd didome” tu alaqeya vê çalakiyê bi pêvajoya ku Tirkiyê behs dikir tune ye, lê bi hinceta vê çalakiyê êrîşî axa Rojava û Bakûr û Rojhilatê Sûrî, Şengal, Qadên Parastina Mediya kir, di esas de demekî guncav bû ji bo Tirkiyê û Rûsiya planên xwe pêk bîne û li seranserî xeta sînor û xetên cebhê şer gur bikin da ku derfet ji Rûsiyayê re bê dayîn ku qayîdeyekî nû li beramberî qayîdeyên Emêrîkiyan zêde bike. Hêzên dewletparêz di nav Rojhilata Navîn de, bi taybet li Sûrî nav pêşbirkekî de ne da ku di vî Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de bibin xwedî hêza yekemîn a cîhanê.

Ji xwe bi van êrîşên dawî ve girêdayî hevdîtina Erdoxan û Putîn piştî civîna BRICS pêk hat, vegera Erdogan ji Rûsiyayê li belafirgera Tirkan civînek di asta Lîjneya Ewlekariya Milli de çêbû û têde encamê hevdîtinên bi Putîn re hatin parve kirin û piştî vê yekê êrîşên Tirkan û gefkirina axa Bakûr û Rojhilatê Sûrî pêk hat. Pêre jî li ser medya civakî şerê taybet didin meşandin, ev yek di raghandina rejîm, Tirk û hevkarên wan derdikeve pêş, armanca wan xistina moralê civak û hêzên siyasî û leşkerî li herêma Rêveberiya Xweser, gotegotên dikin jî di çarçoveya kişandina leşkerên koalisiyonê û Emêrîka li herêmên rêveberiyê ne. Ji xwe dibêjin ku wê hin qadan radestî  rejîma Sûrî bikin, beramberî lempeya kesk ji Rûsan û êrîşên dagirkirinê pêk bînin û piştre Tirkiyê radestî rejîma Sûrî bikin, mîna li Herêma Til Rifat û Şehba yê tevgereke bi vî rengî pêş dikeve.

Viyan TOLHİLDAN

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: Çalakiya FedaidagirkeriDêrezorRêber APORejima SuriRêveberiya XweserROJAVARusyaTecridTirkî
Önceki yazı

Encamên Hilbijartina Başûrê Kurdistanê û Avakirina Hikumeta Nû!

Sonraki Haber

Li Ser Şengalê Plana Fermana 75: Stratejiya ‘Bi Kevirek Gelek Çûkan Bikujin’

Benzer Haberler

Rewşa Dawî ya Îranê û Pêşbîniyên Gengaz
GOTAR

Rewşa Dawî ya Îranê û Pêşbîniyên Gengaz

10 July 2026
Qirker Dîsa Vedigerin Peravê…
GOTAR

Qirker Dîsa Vedigerin Peravê…

27 June 2026
Di Civaka Kurd De Aqilê Civakbûyîn, Berhevkirina Siyasî û Lawaziyên Pêkhatî – 2
GOTAR

Di Civaka Kurd De Aqilê Civakbûyîn, Berhevkirina Siyasî û Lawaziyên Pêkhatî – 2

18 June 2026
Sonraki Haber
Li Ser Şengalê Plana Fermana 75: Stratejiya ‘Bi Kevirek Gelek Çûkan Bikujin’

Li Ser Şengalê Plana Fermana 75: Stratejiya ‘Bi Kevirek Gelek Çûkan Bikujin’

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    587 Paylaşım
    Paylaş 235 Paylaş 147
  • Öcalan: Kürtler Arasında Kan Dökülmesin

    671 Paylaşım
    Paylaş 268 Paylaş 168
  • KÜRDİSTAN’DA COĞRAFYA VE KÜLTÜR

    568 Paylaşım
    Paylaş 227 Paylaş 142
  • Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125
  • KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!

Şoreşa 19’ê Tîrmehê: Hafizeya Gel, Destkeftî û Dersên Ji Bo Pêşerojê

Kalkan: Mifteya Aştiyê Îmraliyê Ye, Divê Rêya Siyasetê Were Vekirin

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

Mîrateya Hz.Birahîm, Kurd, Cihû û Li Rojhilata Navîn Lêgerîna Aştiya Demokratîk

Di Germahiya Tîrmehê De Azadî

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist