Civîna NATOyê ya li Tirkiyê civandî rojeva siyasî ya dema dawî dagir dike, lê Rojhilata Navîn hêdî hêdî dikele. Ji aliyekî ve, di êrîşa hevbeş a Amerîka û Îsraîl de kuştina Humeynî û dorgerandina laşê wî li navbera Iraq û Îranê bajêr bi bajêr, wekî pêşangehekî hêrsê, û ji aliyê din ve êrîşên hevber, li herêmê hêviyeke aramiyê ya nêzîk çênake.
Şerê dawî yê di navbera Îran, DYE û Îsraîl de ne tenê şerekî leşkerî ye. Ew di heman demê de destpêka pêvajoyeke dîrokî ye ku tê de têgihiştina dewletan, stratejiyên ewlehiyê, hêza dîplomatîk û hevsengiyên herêmî ji nû ve tên şekilkirin. Dîsa rûniştina Îran û DYE li ser maseya danûstandinê ji sala 1979an vir ve, nîşan dide ku şer ne tenê bi çekan, lê bi dîplomasiyê jî didome. Gotina Donald Trump a “An lihevhatineke nû çêdibe an jî em ê karê xwe biqedînin” jî diyar dike vê nêzîkatiyê. Ji aliyekî ve zexta leşkerî didome, ji aliyê din ve bi riya danûstandinên dîplomatîk hewl tê dayîn ku tawîz ji Îranê bên standin. Ji ber vê yekê agirbest ne dawîbûna şer e, lê tê wateya ketina qonaxeke nû ya kêm-şiddetî.
Hem Îran û hem jî DYE û Îsraîl di daxuyaniyên xwe yên ji raya giştî re gotin ku wan serketin bidest xistine. Lê di rastiyê de tu alî bi temamî negihiştine armancên xwe. Îran êdî ne di hêza xwe ya berê de ye; DYE û Îsraîl jî encama ku dixwestin bi temamî bi dest nexistine. Ji ber vê yekê di pêvajoya pêş de wê cezayên aborî, zextên dîplomatîk, çalakiyên îstixbaratî û têkoşînên bi navbeynkaran berdewam bikin. Danûstandin û pevçûn wê di heman demê de bidomin, û krîz di kurt-demê de bi dawî nabe.
Şerê dawî gelek qelsiyên girîng ên di pergala ewlehiyê û avahiya dewleta Îranê de derxistine holê. Armanckirina gelek navên payebilind nîşan dide ku di warê îstixbarat û ewlehiyê de pirsgirêkên cidî hene. Pergala rêveberiyê ya pir navendî, ewlehiyê-navend û li hember guhertinê girtî, zehmetiyê dikişîne ku xwe bi şert û mercên siyasî û teknîkî yên bi lez diguhere biguncîne. Avahiyeke wiha di nava civakê de gotûbêjên meşrûbûnê zêde dike û li hember destwerdanên derve jî lawaz dibe.
Îran bi salan e hewl dide têgihiştina dewleta kevneşopî biparêze. Lê siyaseta cîhanî, aborî û teknolojiya bi lez diguhere. Îro têkoşîn ne tenê li ser meydanên şer e; ew di warên aborî, dîplomasî, medya, îstixbarat û teknolojiyê de jî tê meşandin. Cezayên ku bi salan in tên sepandin, sîstemên şopandina teknîkî yên pêşketî û çalakiyên îstixbaratî yên navneteweyî li ser Îranê zextên cidî çêdikin. Li hember van pêşketinan domandina rêbazên kevin têrê nake.
DYE û Îsraîl êrîşên xwe bi hinceta ewlehiya xwe, bernameya nukleerî ya Îranê û komên çekdar ên ku Îran piştgiriya wan dike, rewa dikin. Lê belê çavkaniyên enerjiyê yên herêmê, rezervên gaz û petrolê û girîngiya stratejik a Tengava Hormuz jî hêmanên bingehîn ên têkoşîna hêzên cîhanî ne. Ji ber vê yekê krîza heyî ne tenê meseleya ewlehiyê ye, di heman demê de meseleya rêyên enerjiyê û reqabeta jeopolîtîk e.
Piştî civîna NATOyê, tê texmînkirin ku gelek welatan wê zexta li ser Îranê zêde bikin. Ji bilî cezayên aborî, zextên dîplomatîk, çalakiyên medyayê, xebatên îstixbaratî û bikaranîna nakokiyên civakî yên hundirîn jî dikarin beşên vê pêvajoyê bin. Bi rêya piştgiriya siyasî, aborî û dîplomatîk a ji bo komên cuda yên li ser bingeha cudahiyên etnîkî, mezhebî û siyasî yên li hundirê Îranê, dibe ku qadên nû yên zextê li ser welat bên afirandin.
Hemû van pêşketinan çareserkirina pirsgirêkên hundirîn ên Îranê hê girîngtir dike. Rêveberiya pir navendî û îdeolojîk; pirsgirêkên çandî, zimanî, olî, mezhebî, aborî û demokratîk kûrtir kirine. Hewldana komkirina hemû beşên civakê li dora ramana yekane, mesafeya di navbera nasnameyên cuda û dewletê de mezin dike. Polîtîkayên zext û ewlehiyê di demdirêj de li şûna îstîkrarê pirsgirêkên nû çêdikin.
Pêwîstiya dewleteke hevdem ew e ku nêzîkatiyeke rêveberiyê ya demokratîk, azadîxwaz û tevdehî qebûl bike. Meşrûbûna mayînde tenê bi serweriya hiqûqê, garantiya maf û azadiyên bingehîn, nasîna nasnameyên cuda û beşdariya wekhev a hemû beşên civakê di rêveberiyê de pêkan e. Dewlet divê xwe li şûna hemû gelên di bin rêveberiya xwe de bihêle, hewl bide ku fêm bike ew çi difikirin û çi hîs dikin. Hêza rastîn ne ji hilberandina tirsê, lê ji afirandina baweriya civakî tê.
Di vê çarçoveyê de meseleya Kurdî jî ne tenê wekî pirsgirêkeke ewlehiyê, lê wekî meseleyeke siyasî ya bingehîn a ku çareseriya demokratîk li bendê ye, divê bê dîtin. Piştî agirbestê zêdebûna darvekirin, binçavkirin û zextên li ser Kurdan, li şûna xurtkirina aştiya civakî, aloziyên nû çêdike. Di rabirdûyê de polîtîkayên zext, înkar û ewlehiyê çareseriya mayînde çênekirine. Îro civaka Kurd bi hişmendî, bi rêxistinî û bişopandina pêşketinên herêmî di rewşeke çalaktir de ye. Ji ber vê yekê girtina daxwazên mafan bi rêyên demokratîk hem ji bo îstîkrara hundirîn a Îranê û hem jî ji bo aştiya herêmî girîng e.
Proje ya Entegrasyona Demokratîk a ku Rêber Apo pêş xistiye, bi qasî ku li Îranê jiyanî bibe, ew qasî garantiya berdewamiya hebûna Îranê çêdibe. Zêdebûna cudahiya civakî li Îranê, berevajî nêrîna dewleta klasîk, avantajek e. Ji ber vê yekê, bi qasî ku Îran karibe bi gelên xwe re lihevkirineke demokratîk çêbike, ew qasî li hember destwerdanên derve wê xurtir bibe. Bi taybetî naskirina mafên çandî, siyasî û demokratîk ên hemû beşên civakê, bi pêşengiya Kurdan, wê yekîtî û yekparçeyiya welat qels neke, lê xurt bike. Yekîtî ya rastîn ne bi zextê, lê bi dad û wekheviyê tê avakirin.
Îro hem nêzîkatiya rêveberiya heyî ya Îranê û hem jî polîtîkayên hêzê yên li herêmê tên sepandin, vekirî ne ji rexneyê. Her çiqas rêbazên cuda bi kar bînin jî, nêzîkatiyên ku tenê li ser hêzê hatine avakirin, nikarin aştiya mayînde û ewlehiyê ji bo gelan peyda bikin. Pêşeroja herêmê bi pêşketina têgihiştineke siyasî ya nû ve girêdayî ye ku biratî, wekhevî, azadî, rêzgirtina hevdu û diyalogê di navbera gelan de esas digire.
Divê em li bendî bidawîbûna temamî ya şer di dema pêş de nebin. Şêwaza pevçûnan dikare biguhere; lê belê têkoşîna li qadên aborî, dîplomatîk, siyasî û îstixbaratî wê berdewam bike. Çareseriya mayînde tenê bi rêbazên leşkerî pêkan nabe, lê bi reformên ku li ser bingeha hiqûq, demokrasî, azadî û lihevkirina civakî tên kirin, pêkan e. Wekî din wê mesrefa şer mezin bibe, bêîstîqrariya herêmî kûrtir bibe û hemû gel wê ziyanê bibînin.
Şiyar ADIYAMAN





