• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên GOTAR

Encamên Hilbijartina Başûrê Kurdistanê û Avakirina Hikumeta Nû!

Hikumeta vê carê were avakirin dibe ku sedî sed ne li gorî dile PDK’ê be. Avakirina hikumeta nû wê hêsanî nebe û gelek dem jê re tê xwestin. Diyare hevîrê avakirina hikûmeta nû dê gelek avê bikşîne.

Yayınlayan Lekolin
7 November 2024
Kategori: GOTAR
259 3
A A
Encamên Hilbijartina Başûrê Kurdistanê û Avakirina Hikumeta Nû!
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

20’ê Cotmeha 2024’an de hilbijartina parlamentoya herema Kurdistanê hate çêkirin. Encamên hilbijartinê ji aliyê komisyona serbixwe ya hilbijartina Iraqê ve hatin eşkerekirin. Li gorî vê encamên ku derketin PDK 42 kursî, YNK 25 kursî, Newey Nû 15 kursî, Yekgirtuya îslamî 7 kursî, Helwest 4 kursî Komel 3 kursî, Berey Gel 2 kursî, Goran 1, Hevpeymanî 1 kursî bidest xistin.

Encamên ku di hilbijartinê de derketine nişan didin ku tu partiyekî nikare bi tena serê xwe hikûmetê ava bike. Hikumeta nû wê li ser esase koalîsyonê were avakirin. Ji bo koalisyon çêbibe jî lihevkirina aliyên siyasî pêwîst dike. Ev jî tê wî wateyê hikûmeta nû ya ku li Başûrê Kurdistanê ava bibe wê li gor hêz û xwesteka aliyekî tenê nebe. Di rojên pêş de ji bo parvekirina kursiyên wezaretan wê dan û standin di navbera aliyên siyasî de were destpêkirin.

PDK’ê di hilbijartina sala 2018’an de bi “11 kotayên misoger,” dizîna dengan û gendeliyê li parlamentoyê ji 50’e zêdetir kursî  bidest xistibû. Ji ber vê yeke jî parlamentoya Kurdistanê wekû dîwanxaneya malbata Barzaniyan kar dikir. Hikumeta ku hemû wezaretên wî di deste malbata Barzaniyan de bûn tenê ji bo desthilatdariya xwe xurt bikin kar dikir. Hemû derfetên meşru yên gelê Kurdistanê, wekû siyasî, dîplomasî, aborî, leşkerî, ji bo berjewendiyên malbatî bi kar anîn. Di encamê de deriyên Kurdistanê ji dagirkeriyê re hatin vekirin, desthilatdariya dewleta Iraqê li Kurdistanê hate xurtkirin û destkeftiyên Kurdistanê lawaz bûn.

Hilbijartina 20’ê Cotmeha 2024’an derî û derfeteke nû ji bo gelê Başûrê Kurdistanê vekir. PDK’ê hejmara ku tena serê xwe bikaribe hikûmetê ava bike bidest nexist. Li gorî hilbijartina 2018’an kursî kêm kirin. Her çiqas gumana dizîna dengan û gûmana dîzaynkirina siyaseta Başûr di vê hilbijartinê de hebe jî encama hilbijartinê rewşeke nû bi xwe re anî. Hikumeta vê carê were avakirin dibe ku sedî sed ne li gorî dile PDK’ê be. Şirîkê hikumeta nû dê hebin.

ŞIRÎKÊ HIKÛMETA NÛ KÎNE?

Di serî de Amerika, Brîtanya û gelek hêzên navdewletî ji PDK û YNK’ê dixwazin demildest Hikumeta nû were avakirin. Wezareta derve ya Amerîkayê vekirî got: “Em aliyên siyasî teşwîq dikin bê ku dereng bimînin hikumetê ava bikin.” Di trafîka hevdîtinên konsolxaneyên welatên Ewrûpî yên bi YNK û PDK’ê re de jî ev rewş tê ditin. Wekî tê zanîn pêkanîna hilbijartina parlementoya Kurdistanê bi zextên van hêzan çêbû. Hilbijartina ku pêwîst bû di sala 2022’yan de bihatiba kirin li ser lihevnekirina PDK û YNK’ê çend caran hat paşxistin. Her du aliyan dixwest pêş hilbijartinê li ser encamên hilbijartinê lihev bikin. Lê ev tam pêk nehat.

YNK di hilbijartinê de li gor tê xwestin nebe jî, li gorî hilbijartinên 2018’an encamekî baştir wergirt. PDK’ê her çend bû partiya yekemîn jî encamên kû dixwest bidest nexist. Di parlementoyê de awantaja pirbûna hejmarê kursiyan ji dest da. Êdî bi tena serê xwe nikare hikûmetê ava bike. Mecbûre koalîsyonê pêk bîne. Wisa diyar dike ku koalisyona ku were avakirin dê ne li gor dile PDK’ê be. Kursî û wezaretên desthilatdariyê bi şirîkên nû re vere parkirin. Dibe ku şirîkê nû YNK be.

Partiyên din ji ber ku ji aqûbeta herekata Goran ditirsin naxwazin bibin şirîkê desthilatdariya PDK’ê.

Wekî tê zanîn hereketa Goran di hilbijartina 2013’an de ji ber ku opozîsyon bû, dijayetiya desthilatdariyê dikir gel dengê xwe daye û bû partiya duyemîn a parlamentoya herêma Kurdistanê. Hereketa Goran a ku propagandaya “guherandin û hilweşandina desthilatdariyê” dikir li ser soza xwe nesekinî û bû şirîkê desthilatdariyê. Dema ku Hereketa Goran bû şirîkê hukumeta PDK’ê û PDK’ê Goran bi post û kursiyan xapand, Goran dest bi helandinê kir û hêviyên gel ya guherandina desthilatdariyê şikand.

Aliyên siyasî ya ku niha di parlementoyê de temsîla wan hene ji ber rewşa bi serê Goran de hatiye ditirsin, naxwazin tişta ku bi serê Hereketa goran de hatiye bi serê wan de were. Newey Nû bi destxistina 15 parlamenteran sêyemîn hêza mezin di parlamentoyê de. Pêş hilbijartinê soz dabû hilbijêran ku nebe şirîkê desthilatdariyê. Bi rêya opozîsyonê dixwaze hêza xwe ya siyasî zêdetir bike. Di heman demê de hesabê hilbijartina ku dema pêş ji bo parlamentoya Iraq’ê dike. Ji ber van sedeman naxwaze bibe şirîkê PDK’ê. Ditirse eger bibe şirîkê PDK’ê milet wê di hilbijartina Iraqê de dengê nede Newey Nû.

Partiyên Îslamî, Berey Gel, Hevpeymanî û Tevgera Helwest jî ji ber ku encamê hilbijartinan qebûl nakin ji Baxdadê dixwazin encamên hilbijartinê betal bibe. Di vê rewşê de ew jî nabin endamên koalîsyonê.

Dimîne îhtimala şirîkatiya PDK Û YNK’ê. Her du partî ji bo lihevkirinê şertan datînin. Şertê partiyekî ji aliyê partiya din ve nayê qebûlkirin. Dibe ku di dema nû de serokatiya heremê û serokê hikumetê di navbera hêzan de were parvekirin.

Di aliyê din de dewleta Tirk a dagirker, Iraq û Îran jî dixwazin di avakirina hikumeta nû ya heremê de xewedî rol bin. Rojek pêş hilbijartinê çûyina Neçirvan Barzanî bo Tirkiyê û hevdîtina bi Erdogan re li ser esasê beşê dizaynkirina siyaseta dagirkeriyê bû. Di heman demê de serdana Mihemed Şîa el Sûdanî ji bo Tirkiye û piştre bernama serdana Hewlerê jî di heman çaçoveyê de dikare were nirxandin.

Avakirina hikumeta nû wê hêsanî nebe û gelek dem jê re tê xwestin. Diyare hevîrê avakirina hikûmeta nû dê gelek avê bikşîne.

Hîwa AZAD

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: Başurê KurdistanDagirkeriya TirkhilbijartinNewey NuParlamentoPDKTevgera GoranYNK
Önceki yazı

PDK û ENKS‘ê Li Hewlêrê Bi Coşeke Mezin Tecawizkarê Kurd Ehmed Osman Pêşwazî Kirin

Sonraki Haber

Planên Rûsan Li Herêmê

Benzer Haberler

Rewşa Dawî ya Îranê û Pêşbîniyên Gengaz
GOTAR

Rewşa Dawî ya Îranê û Pêşbîniyên Gengaz

10 July 2026
Qirker Dîsa Vedigerin Peravê…
GOTAR

Qirker Dîsa Vedigerin Peravê…

27 June 2026
Di Civaka Kurd De Aqilê Civakbûyîn, Berhevkirina Siyasî û Lawaziyên Pêkhatî – 2
GOTAR

Di Civaka Kurd De Aqilê Civakbûyîn, Berhevkirina Siyasî û Lawaziyên Pêkhatî – 2

18 June 2026
Sonraki Haber
Planên Rûsan Li Herêmê

Planên Rûsan Li Herêmê

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    587 Paylaşım
    Paylaş 235 Paylaş 147
  • Öcalan: Kürtler Arasında Kan Dökülmesin

    671 Paylaşım
    Paylaş 268 Paylaş 168
  • KÜRDİSTAN’DA COĞRAFYA VE KÜLTÜR

    568 Paylaşım
    Paylaş 227 Paylaş 142
  • Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125
  • KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!

Şoreşa 19’ê Tîrmehê: Hafizeya Gel, Destkeftî û Dersên Ji Bo Pêşerojê

Kalkan: Mifteya Aştiyê Îmraliyê Ye, Divê Rêya Siyasetê Were Vekirin

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

Mîrateya Hz.Birahîm, Kurd, Cihû û Li Rojhilata Navîn Lêgerîna Aştiya Demokratîk

Di Germahiya Tîrmehê De Azadî

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist