• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Lêkolîn

MÎT’ê Bi Serçeteyên DAIŞ’ê Re Li Dêrazorê Odeyên Operasyonê Ava Kir – NÛÇE TAYBET

NAVENDA NÛÇEYAN – Dewleta Tirk a dagirker niha bi alîkariya MÎT’ê li Dêra Zorê du odeyên operasyonê yên cuda ava kirine. Em armanca van odeyên operasyonê û endamên MÎT'ê û çeteyên DAIŞ'ê yên tevlî bûne deşîfre dikin.

Yayınlayan Lekolin
14 February 2025
Kategori: Lêkolîn, Nûçe
255 8
A A
MÎT’ê Bi Serçeteyên DAIŞ’ê Re Li Dêrazorê Odeyên Operasyonê Ava Kir – NÛÇE TAYBET
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Piştî ku HTŞ li Sûriyeyê bû desthilatdar, dewleta Tirk a dagirker bi alîkariya çeteyên DAIŞ’ê ku di bin maskeya ‘Artêşa Niştîmanî ya Sûriyeyê’ (SMO) de kom kiribûn, dest bi êrîşên li ser herêma Firatê û bi giştî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Êrîşên li ser Bendava Tişrîn, Pira Qereqozak û bejahiya herêmê ev 2 meh in dewam dikin, tevî hemû desteka teknîkî ya dewleta Tirk a dagirker ji hewa û bejahiyê ve, çeteyan nekarîn bi pêş bikevin.

Bi van êrîşan re hemwext dewleta Tirk a dagirker li seranserê Sûriyê çalakî li dar xist û li herêma Dêrezorê odeyên operasyonê ava kirin, da ku planên xwe yên qirêj ên li ser herêmên ku piraniya wan Ereb lê dijîn, bixe pratîkê.

Li gorî agahiyên ku me wek Lekolin.org bi dest xistine, di 22’ê Çileya 2025’an de heyeta MÎT’ê ku di nav de fermandarên payebilind ên Tirk jî hene, çûne Dêra Zorê. Hate diyarkirin ku fermandarên Tirk ên ji aliyê MÎT’ê ve hatine perwerdekirin û di nava heyetê de cih digirin, berê jî li Lîbyayê xebatên îstîxbaratê pêk anîne. Hate hînbûn ku şandeya ji du tîman pêk dihat, tîma yekem çû gundê Elqisûr ê Dêrezorê, tîma duyemîn jî çû Balafirgeha Leşkerî ya Dêrezorê. Heyeta MÎT’ê du hevdîtinên cuda pêk anîn. Di civînê de biryar hat girtin ku odeyên operasyonê yên hevbeş bên avakirin.

Piştî hevdîtinê hate zanîn ku her du tîm ji bo avakirina du odeyên operasyonê yên cuda bi pêşengên çeteyên DAIŞ’ê yên di nava HTŞ’ê de û çeteyên DAIŞ’ê yên di bin maskeya eşîrê de kom bûne dest bi xebatê kirin.

Di odeyên operasyonê yên hevpar de; Biryar hat dayîn ku li tevahiya bejahiya rojhilatê Dêrezorê derbarê hêzên din de xebatên îstîxbaratî bên kirin û li herêmên Konîko û El Omer jî liv û tevgera Amerîkayê were şopandin.

Çalakiyeke din a ku tê plankirin li odeyên operasyonê bê lidarxistin, şopandina komên girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Dêrezorê û pêkanîna êrîşên sûîqest û sabotajê li gel xebatên îstixbaratê li ser şervanên QSD’ê û herêmên ku lê bi cih bûne ye.

Wekî din, di du odeyên operasyonê yên cuda de hatine damezrandin; Çalakî ji bo şopandina xebatên ewlekarî û istixbaratî li ser sînorê Ebû Kemal, liv û tevgera endamên Heşdî Şeibî li aliyê Iraqê û hevkariya hêzên Iraqî bi wan re dê bên lidarxistin.

Hate hînbûn ku di heman rojê de MÎT’ê bi Îbrahîm El Hifil û 4 çeteyên DAIŞ’ê yên pê re yên beriya niha li Idlibê bûn re jî hevdîtinek pêk anî. Di civînê de biryar hat dayîn ku çeteyên DAIŞ’ê yên li Dêrezorê yên dorveger bi maskeya eşîrî kom bûne tevlî bibin û ji sê baskan ve êrîşî hêzên QSD’ê bikin. Hate ragihandin ku armanca wan ew e ku bêhnvedanê bidin çeteyên ku li xeta Tişrîn, Qerekozak, Girê Spî û Til Temir hatine dorpêçkirin û bi êrîşan hêza leşkerî ya QSD’ê qels bikin.

ENDAMÊN MÎT’Ê YÊN DI ODEYA OPERASYONÊ DE

-Mirak Eker: Yek ji fermandarên odeya operasyonan e û bi erebî dizane.

-Mustafa Nakiş: 42 salî, berpirsê êrîşan û şandina agahiyên îstixbaratê yên li Dêrezorê ji bo Enqereyê.

-Kenan Huseyin Yıldız: Musteşarê payebilind ê 51 salî, muzakereyên bi eşîran re dişopîne.

-Muhammed Bucak: 41 salî, berpirsê koordînasyona bi çeteyên eşîran re.

-Ahmet Yilmaz: Berpirsiyarê çekdarkirina çeteyan

– Ali Yazici: 48 salî, bi eslê xwe ji Îskenderûnê ye.

-Osman Gul; Berpirsiyarê temînkirina lojîstîkê

-Mustafa Şahîn; Temînkirina teknîk û techîzatan a ji çeteyan re.

SERÇETEYÊN DAIŞ’Ê YÊN DI ODEYÊN OPERASYONAN DE

-Raid Ehmed Mehmûd Casim El Heyanî bi navê kod Ebû Leyla di salên 2014-2016an de li herêmên Mûsil û Telaferê yên Iraqê mabû û di salên 2016-2017an de li bajarê Reqayê yê Sûriyê bû. Niha li Dêrezorê dimîne.

-Haşim Ehmed Muhemed Selman El Cibûrî bi kodnavê Ebû Ebid di navbera salên 2014 û 2016an de li bajarê Mûsilê yê Iraqê bû. Di salên 2016-2017’an de li Dêrezor û Reqayê bû. Niha bi MÎT’ê re li Dêrezorê xebatên hevpar dimeşîne.

-Xalid El Wikaa Mustefa 33 salî ye. Li odeyên operasyonê êrîşên sabotajê organîze dike.

Nasnameyên çeteyên DAIŞ’ê yên di nava HTŞ’ê de bûn û şandin herêma Dêrezorê wiha ne:

-Mustefa Amîd Samî Hyballah El Omer bi navê kod Ebû Malik, di navbera salên 2015 û 2017an de li bajarê Dêrezorê û Reqayê yê Sûriyê bû û di sala 2019an de derbasî Idlibê bû. Niha li Dêrezorê dimîne.

-Kazim Suleyman Daûd El Hapli bi kodnavê Ebû Fehed di navbera salên 2014-2016an de li herêmên Mûsil û Telaferê yên Iraqê kar kiriye, di salên 2016-2017an de li Dêrezor û Reqayê bûye û niha li Dêrezorê ye.

-Ebid El-xafur Muhamed El-Hemedanî bi navê kod Ebû Safiye di navbera salên 2015-2017an de li Dêrezorê û Reqayê bû, di sala 2020an de derbasî Idlibê bû û niha li Dêrezorê ye.

-Muhemed El Ebid ê 68 salî, yek ji kadroyên bîrdozî yên DAIŞê ye û berpirsê hevdîtinên bi serokên eşîran re ye.

-Omer El Ebid El Elî di nava koma ku êrîşên sabotajê li dijî şervanên QSD’ê yên bi eslê xwe ji Dêrezorê pêk anîn de cih digire.

Piştî avakirina van odeyên operasyonê li heremên Dîhîban, Baxoz û Teyanê yên Dêrazorê li dijî hêzên QSD û Meclîsa Leşkerî ya Dêrazorê êrîşên çeteyan zêde bûn. Li hemberê vê yekî hêzên hevpar ên ewlekariyê Rêveberiya Xweser li gelek gund û bajarokan i dijî van çeteyan operasyonek berfireh dabû destpêkirin û di encamê de bi gelek çek û cebilxaneyan re 118 çete hatibûn girtin.

Navenda Lêkolînên Stratejik A Kurdistanê

Etiketler: Dagirkeriya TirkDAISDêrazozrhtşMIT
Önceki yazı

Emîrê DAIŞê ji bo peywendiyên di navbera MÎT û Şamê de hat erkdarkirin – NÛÇEYA TAYBET

Sonraki Haber

Talîmatên MİT’ê Yên Nû Ji Bo Parastin û HTŞ’ê- NÛÇEYA TAYBET

Benzer Haberler

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!
Nûçe

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!

19 July 2026
Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ
Lêkolîn

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

16 July 2026
KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!
Nûçe

KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

13 July 2026
Sonraki Haber
Talîmatên MİT’ê Yên Nû Ji Bo Parastin û HTŞ’ê- NÛÇEYA TAYBET

Talîmatên MİT’ê Yên Nû Ji Bo Parastin û HTŞ’ê- NÛÇEYA TAYBET

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    587 Paylaşım
    Paylaş 235 Paylaş 147
  • KÜRDİSTAN’DA COĞRAFYA VE KÜLTÜR

    569 Paylaşım
    Paylaş 228 Paylaş 142
  • Öcalan: Kürtler Arasında Kan Dökülmesin

    671 Paylaşım
    Paylaş 268 Paylaş 168
  • Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125
  • KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!

Şoreşa 19’ê Tîrmehê: Hafizeya Gel, Destkeftî û Dersên Ji Bo Pêşerojê

Kalkan: Mifteya Aştiyê Îmraliyê Ye, Divê Rêya Siyasetê Were Vekirin

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

Mîrateya Hz.Birahîm, Kurd, Cihû û Li Rojhilata Navîn Lêgerîna Aştiya Demokratîk

Di Germahiya Tîrmehê De Azadî

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist