• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Nûçe

Talîmatên MİT’ê Yên Nû Ji Bo Parastin û HTŞ’ê- NÛÇEYA TAYBET

NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta Tirk a dagirker bi rê û rêbazên nû bi piştgiriya PDK û dezgeha Parastinê torên sîxurî bi HTŞ ê re ava dike. Em wek Lekolin.org vê tora sîxuran eşkere dikin

Yayınlayan Lekolin
17 February 2025
Kategori: Nûçe
260 3
A A
Talîmatên MİT’ê Yên Nû Ji Bo Parastin û HTŞ’ê- NÛÇEYA TAYBET
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

Dewleta Tirk a dagirker ku bi salane bi hevkariya PDK û Parastinê li Qadên Parastina Medya û Rojavayê Kurdistanê erîşê gelê Kurd dike niha jî bi piştgiriya Parastinê torên sîxurî bi HTŞ’ê re ava dike.

Li gor agahiyên ku me dest xistine di 12’ê Sibat a 2025 an de MIT’ê perspektîfek şand ji Wezîrê Karê Derve yê Hikumeta Şamê (HTŞ) Ehmed Şîbanî re. MIT’ê ji beriya serdana Esed El Şîbanî bi Wezîrê Karê Derve yê Iraqê re pêk bîne bi koma istixbarata ku li balyozxana Tirkiyê ya li Bexdadê “planên dagirkeriyê yên nû” birêxistin kirin.

Li gor van planên nû yên qirkirinê torekê sixuran ku ji rêveberên xebatên partiyên siyasî yên PDK pêk tên hatiye avakirin. Hêr yêk ji van hem nûnerên PDK’ê yên di nav hikumeta navenda Iraqê de ne hem jî endamên Dezgeha Parastinê û MÎT’ê ne. Tora sîxuran ku ji aliyê MİTê ve hatiya avakirin bi vê rengî ye;

Enes Hesen Xettap; 

Enes Hesen Xettap ku niha wek Serokê İstixbarata hikumeta HTŞê ye ji sala 2014 ‘an û vir ve di Lîsteya Terorê ya Neteweyên Yekbûyî de cih digire. Xettab ku berê endamê El Qaîde, El Nûsra û DAIŞ bu niha di nav HTŞ’ê de cîh digire. Di sala 2002’an de li Çeçenistanê wek Genaral Xettab dihat nasîn. Her wiha salên destpêkê yên avabuna DAIŞ’ê de wek Enes Ebu Hudut dihat nasîn û kuryetî di navberê sînorê Iraq û Suriyê de dikir. Di navbêra salên 2014-2017 de Xetab berpirsê cebilxaneya DAIŞ’ê bû. Di sabotajê de pispor e. Ji salên destpêkê heya niha kesayetêk pir nêzî Colanî bu û bi Colanî re zindanê de ma ye.

Nazim Herkî;

Berpirsê şaxê 17 yê PDK li Şengalê ye. Li herema Şengalê derbarê YBŞ û YJŞê de agahiyên ku kom dike yekser radestî MİTê dike.

Newzad Hadî;

Berpirsê PDK li Nînowa ye. Li herema Musul û Mexmurê li ser gelê welatparêz agahiyan kom dike û bi rêya Parastinê radestî MİTê dike.

Azad Hemîd Şefî;

Berpirsê şaxê 5’an yê PDK li Iraq-Bexdayê, Li heremê hukumeta Iraqê karê istixbarête dimeşîne û dide meşandin.

Ekrem Hisên Mîran Şahîn; Yêk ji berpirsê Parastinê ye. Li Başurê Kurdistanê li dosyaya PKKê dinêre.

Ziyad  Xelef: Bi Ziyad Şingalî tê naskirin. Şêwirmendê di navbera hêzên Iraqî û Zêrewanî de ye, di nava civaka Başur de li ser kesayetên welatparêz, pêşeng ku xwedî bandorin agahiyan kom dike û radestê MIT’ê dike.

Li gorî agahiyên piştrast ku me bi dest xistî, di 12’ê Sibata 2025 de Zîyad Xelef hat wezîfedar kirin ku bi taybet li Gundewarên Duhok, Zaxo, Xeta sînor yê Başur-Turkiyê agahiyan, belge, dosyan di derbarê kesateyên welatparêz û gerillayan de kom bike û radestî MIT’ê bike.

Her wiha MÎT’ê, ji Serokê îstixbarata Hikûmeta HTŞ Enes Hesen Xetab û cîgirê wî Cîhad El Huseynî re daye diyar kirin ku wê bi kesayetên di asta rêveber yên di nav PDK re peywendî ava bike da ku li Rojava û Başurê Kurdistan derheqê kesateyên welatparêz û şoreşger de agahiyan kom bike.

MÎT a Tirk ku bi dehan caran gelê welatparêz û rojnamevanên Kurd bi hevkariya Parastinê suîqast kiriye, bi destê tora sîxurên nû dixwaze li bajarê Silêmaniyê kesayetên welatparêz bêne şopandin û piştre jî werin suîqastkirin.

Dîsa hat piştrast kirin ku li gorî perspektîfa ku MİTê da ye, pêwîste di navbera Parastin û HTŞ de hevkariya mijarên li ser ewlekariyê berdewam bike.

Lekolin.org beriya niha bi caran nuçeyên derbarê têkiliyên MÎT’ê û PDK’ê de, her wiha derbarê piştgiriya rasterast a PDK bi dewleta Tirk a dagirker re li ser xaka Başurê Kurdistanê dike deşifre kiribû. Dewleta Tirk li Rojava û Başurê Kurdistanê sucên ku pêk tîne, bi piştgiriya komên çete, avakirina torên sixuran û gelek rêbazên din dide bikaranîn. Dewleta Tirk a dagirker li başurê Kurdistanê bi pêşengtiya PDK’ê roj bi roj êrîşên ezmanî, bejahî li ser xweza û mirovan dide meşandin.

Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê

Etiketler: Başurê KurdistanDewleta Tir a dagirkerhtşirakMITPDKROJAVASîxur
Önceki yazı

MÎT’ê Bi Serçeteyên DAIŞ’ê Re Li Dêrazorê Odeyên Operasyonê Ava Kir – NÛÇE TAYBET

Sonraki Haber

Pişt Perdeya Girtina Serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Haris El Iraqî – NÛÇE ANALÎZ

Benzer Haberler

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!
Nûçe

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!

19 July 2026
Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ
Lêkolîn

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

16 July 2026
KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!
Nûçe

KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

13 July 2026
Sonraki Haber
Pişt Perdeya Girtina Serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Haris El Iraqî – NÛÇE ANALÎZ

Pişt Perdeya Girtina Serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Haris El Iraqî – NÛÇE ANALÎZ

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    587 Paylaşım
    Paylaş 235 Paylaş 147
  • Öcalan: Kürtler Arasında Kan Dökülmesin

    671 Paylaşım
    Paylaş 268 Paylaş 168
  • KÜRDİSTAN’DA COĞRAFYA VE KÜLTÜR

    568 Paylaşım
    Paylaş 227 Paylaş 142
  • Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125
  • KCK: Em ê hesreta berxwedêrên 14’ê Tîrmehê pêk bînin!

    501 Paylaşım
    Paylaş 200 Paylaş 125

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!

Şoreşa 19’ê Tîrmehê: Hafizeya Gel, Destkeftî û Dersên Ji Bo Pêşerojê

Kalkan: Mifteya Aştiyê Îmraliyê Ye, Divê Rêya Siyasetê Were Vekirin

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

Mîrateya Hz.Birahîm, Kurd, Cihû û Li Rojhilata Navîn Lêgerîna Aştiya Demokratîk

Di Germahiya Tîrmehê De Azadî

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist