• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên Rêze Nivîs

PDK-Êraq û Leyistokên Wan -II

Yayınlayan Lekolin
15 March 2020
Kategori: Rêze Nivîs
254 16
A A
PDK-Êraq û Leyistokên Wan -II
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

04 Aralık 2015 Cuma Saat 16:23

Demek dirêje Çapemeniya PDK’ê êrişê PKK’ê dike. Ev êrişên wan êdî vegeriyane şerek taybet. Dibe kû encama van êrişan giran be!

Demek dirêje Çapemeniya PDK’ê êrişê PKK’ê dike. Ev êrişên wan êdî vegeriyane şerek taybet. Dibe kû encama van êrişan giran be!


Ji roja kû li Surye şoreş destpêkir û pêve, PDK-Barzaniyan bi hemî hêza xwe ve destdirêjî di nava karên rêxistinên Kurd dike. Li Rojava bi El-Nusra re Hêza Rizgarkirina Cezîre avakirin. Lê li Serêkanî bi berxwedanek bê hempa têk şkestin. Dîmenek zor balkêş û neyêt ji bîrkirin li wê derê derketibû holê. Dema El-Nusra, hêzên Kurd yên ENKS’eya hingê cihekê vedigirin, pêşmergeyek yê wan alaya herêma Kurdistanê hildide jor. Lê kesek ji fermandarên Ereb yê El-Nusra têt, bi dujînan wê alayê ji destê wî digire û dixe li bin lingê xwe! Û ti dengek ne ji serokê herêmê û ne ji PDK’ê derneketibû. Lê ev tola wê alayê bi destê qehremanên YPG’ê hatibû hildan û bajar hatibû rizgarkirin.

Jixwe ev bû dawiya yêkitiya PDK’ê ya bi nijadperestên Erebên Surye re jî.

Lê Partiya Demokrata Kurdistana Êraq dest ji karên xwe berneda. Bi dehan ji pêşmergeyên li Başûrê Kurdistanê hatibûn perwerdekirin kû Kurdên Rojava bûn, mîna sîxuran hatin şandina nava bajarên Rojava. Li gora dîmenên YPG’ê belavkiribûn, vane gelik çalakiyên teqandinê li bajarên Rojava pêkanîbûn. Di wan vîdeoyan de heman kesan jî vê piştrast kiribûn.


Li gora PDK’ê îdîa dike ev kesane hemî endamên wanin û xebatên sîyasî dimeşînin. Jixwe ya ecêb jî eve. Bi teqemeniyan xebata siyasî meşandin, yekemîntiyeke bes girêdayî PDK’ê ye. Gava mirov temaşeyê Rûdawê dike, mirov dibêje qey ev kesane xebatkarên komelaya mafê mirovanin û hatine girtin!

Ka em rastiyek pirs bikin: Çima YNK û Tevgera Goran serî li heman rêbazên metirsîdar nade? Çima ewane dikarin xebatên xwe bidin domandin û kesek ji wan nayêne binçavkirin? Bersiva vê jî eve: Rêbaza demokratîk dikare hemî pirsgirêkan çareser bike.

Niha emê pêşbîniyek pir provakatîf bikin: Gelo eger partî anjî rêxistinek girêdayî PKK’ê li Başûrê Kurdistanê heman rêbazên kû PDK li Rojava dimeşîne bi teqemeniyan bixwaze siyasetê bike, wê çi rû bide? Gelo helwesta derdorên din yên siyasî wê çi be? Bêgoman dawiya van karesateke. Lê çima heman tişt ji bo Rojava jî nayêt hizirîn? Ma di vê de durûtiyek mezin nayêt dîtin?


Ji roja kû şerê DAIŞ destpêkirî ve pozisyona PDK’ê li hemberê PKK’ê hatiye guhertin. Heta hingê ger serdevkî be jî, carnan qala biratî û yêkitiya neteweyî dikir. Lê bi hatina DAIŞ re çima ev guhertin hatin jiyankirin? Gelik bersivên vê pirsê hene.


Ya balkêş ewe kû PKK li DAIŞ’ê dide, qêrîn ji PDK’ê derdikeve. Li Rojava YPG gelik herêman ji dest DAIŞ derdixe, PDK li Sêmalkan ambargoyê dişidîne. Li Şengal gerîlayên PKK’ê êrişê DAIŞ’ê dike, bi biryara serokê herêmê pêşmerge li lûtkeya çiya temaşe dikin û bes vîdeoyan qey dikin. Kanê Şengal namûs û kerameta Kurdan bû ji bo PDK’ê ? Li Kerkûkê pêşmergeyên YNK’ê rojane pêşrewî dikin, li mîhwerên girêdayî PDK’ê yek gav pêşrewî jî nîne. Tenê bi dûrbînan temaşeyê liv û tevgerên endamên DAIŞ’ê dikin.


Mînak, li mîhwerên Mexmûr û Dubus kû ser bi pêşmergeyên PDK’ê veye çiqas pêşrewî hatiye kirin? Hêj heta niha jî ji 12’an zêdetir gundên başûr û rojhilatê Mexmûrê di destê DAIŞ’ê dene. Çima destwerdan li van herêman nayêt kirin? Gomana peymanek veşartî hebe dixe serê mirovan. Karesatên li Meryem Beg û Mekteb Xalid hatibûn serê pêşmergeyan, diyare ti aqilek nedaye wan. Jixwe pêwîstî bi Mîhwerê Guwêr nake dîsan bi gotina “Dizuyan Kirduwe yê bêt derbazkirin. Ka kê hesabê vê komelkujiya Guwêr pirsî? Ma qet tewanê berpirsyarên wan nîne? Bi rêkirina Qesra Elîza hatin xelatkirin û Rûdawê jî bi awayek baş reklamên wan kir! Û ew birêz êdî dîplomeyên Fexriye li Misirê jî distîne. Dîplomatek, bazirganek bûye fermandarek yê şerê DAIŞ. Çi komîke!


Salek zêdetir li ser dagirkirina DAIŞ ya Mexmûrê re derbaz bibe. Hêj heta niha tenê yek metre pêşrewî li vî mîhwerî nehatiye kirin. Tenê pêşketinek heye: Ji gelê wargeha Ş. Rostem Cûdî têt xwastin çekên xwe danin û tedbîrên xwe yên ewlehî negirin! Ango ne kû DAIŞ, divêt gelê Mexmûr yê girêdayî PKK’ê çekên xwe dane! Ev jî daxwaza birêz berpirsyarê mîhwerê Mexmûre. Lê diyare bi ihtimala “dizuyan kirdun ev daxwaza wan nayêt cih.


Heman leyistok vê carê derbazê qadên çiyan dibe. Êdî bi PDKS-El Partî li Rojava têr nake, vê carê bi destê HDK-Î dixwaze vê daxwaza xwe bîne cih. Ew HDKÎ ya bi destê Mala Barzan hatibû ji navbirin, niha di destê wan de bûye çekek! Qaşo yê şerê Îranê bikin lê ma çima wêneyê Nêçîrvan Barzanî yê bi qatilê Ş. Qasimlo re çi zû hat ji bîrkirin. Madem PDK li dijberê Îranê ye, çima ewqas pêşwaziyên germ ji bo wan dikin li Hotelên Hewlêr? Yên kû li Çarçira terka Qazî Muhamedan kirin, îro xwe dikin rizgarkerê wan! 

Şanstêr Memê

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com – www.lekolin.org
–
www.lekolin.net – www.lekolin.info
–
www.navendalekolin.com

 

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkeziwww.lekolin.com – www.lekolin.org
– www.lekolin.net – www.lekolin.info
– www.navendalekolin.comwww.lekolin.comwww.lekolin.orgwww.lekolin.netwww.lekolin.infowww.navendalekolin.com

Etiketler: araştırmakurdiKurdishkurdistanLekolinPDKTurkishTürkiyewww.lekolin.comwww.lekolin.infowww.lekolin.netwww.lekolin.orgwww.navendalekolin.com
Önceki yazı

24 Ağustos 2013 Basın Bültenleri

Sonraki Haber

Rojava’da Halk Yönetimini Resmileştirmenin Zamanı Geldi

Benzer Haberler

Guhertina Hevsengiya Hêzan de Cihê Tirkiyê û Pirsgirêka Kurd – 2
Analîz Siyasî

Guhertina Hevsengiya Hêzan de Cihê Tirkiyê û Pirsgirêka Kurd – 2

13 May 2026
Veguherîna Hevsengiyên Hêzê li Cîhanê û Pozîsyona Stratejîk a Kurdan -1
Analîz Siyasî

Veguherîna Hevsengiyên Hêzê li Cîhanê û Pozîsyona Stratejîk a Kurdan -1

12 May 2026
Ji Nû Ve Şêwekirina Rojhilata Navîn, Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û Derfeta Dîrokî ya Kurdan – JI EDÎTOR 2
Analîz Siyasî

Ji Nû Ve Şêwekirina Rojhilata Navîn, Şerê Cîhanê yê Sêyemîn û Derfeta Dîrokî ya Kurdan – JI EDÎTOR 2

4 March 2026
Sonraki Haber
Rojava’da Halk Yönetimini Resmileştirmenin Zamanı Geldi

Rojava'da Halk Yönetimini Resmileştirmenin Zamanı Geldi

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

    523 Paylaşım
    Paylaş 209 Paylaş 131
  • Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

    508 Paylaşım
    Paylaş 203 Paylaş 127
  • Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

    506 Paylaşım
    Paylaş 202 Paylaş 127
  • Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

    502 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Diyarbakır Emniyet Müdürlüğünden Skandal Fişlemeler

    747 Paylaşım
    Paylaş 299 Paylaş 187

Bikaranîna ShamCash — Bi Rastî Li Ser Telefona We Çi Dike? – NÛÇE TAYBET

Hevpeymaniya Rojhilat: Divê Civaka Navnetewî Li Dijî Darvekirinan Îranê Xwedî Helwest Be

HPG: Em ê Dest Ji Armanca Xwe Ya Azadiya Rêberê Xwe Bernedin

Kesayetiya Dewşirme û Biyanîbûna Ji Nasnameya Xwe

Pêngava Îmaratê Li Sûriyê û Aciziya Tirkiyê – DOSYA TAYBET

Hevkariya Rusya-Tirkîye-Çîn: Piştgiriya Drone û Çekan bo Îranê û Hîzbullahê – NÛÇE ANALÎZ

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist