15 Nisan 2016 Cuma Saat 12:24
Ji Destpêka Tevgera Şoreşgerî Heta Roja Îro
Kurtasiya Lêkolînê
Armanc ji
vê lêkolînê ew e ku komên çekdar ên li Heleb û gundewarê wê yê bi ser sînorê
Kantona Efrînê ve bi cih bûne û li ser erdê çalak in, ji destpêka tevgera
şoreşgerî û heta roja îro pênase bike. Ji bo armanc van koman û aliyên
alîkariya wan dikin, werin naskirin, ev lêkolîn xwe dispêre van xalên sereke:
Evan koman çawa hatine damezirandin? Leşkerên wan li ku derê belav dibin? Hejmara wan çiqas e? Fermandarên wan kî ne?
Abonetiya xwe ji ku derê werdigirin? Projeyên wan ên ramiyarî û siyasî çi ne?
Pêşgotin
Ji
destpêka şoreşa Sûriyeyê ve, bêtirî çar sal in di navbera rêjîma Beşar El-Esed
û Opozîsyona Sûriyeyê de pevçûn rû didin. Ev pevçûnên rûdane di asta siyasî û
leşkerî rengekî navnetewî stand. Ji ber vê yekê komên di Sûriyeyê de şer dikin
û bi taybet li Heleb û gundewarê wê li gorî nêrînên bîrdozî û mezheban gelekî
zêde bûn, nemaze li gorî aliyên derve ku alîkariyeke vekirî ku dikeve xizmeta
berjewendiyên wan bi van koman re dikin. Em bi vê lêkolîna xwe dixwazin tabûr,
tuga û komên leşkerî ku li Helebê û gundewarê wê ya bi ser sînorê Kantona
Efrînê ve ye ji destpêka tevgera şoreşgerî heta roja îro derketine, bihejmêrin.
Bi armanca pênasekirina van koman bi hemû rêxistin û aliyên wê, ev pirsên jêrîn
bingeh hatin destgirtin:
1- Evan koman çawa hatine
damezirandin?
2- Leşkerên wan li ku derê belav
dibin, Hejmara wan çiqas e, Fermandarên
wan kî ne û Abonetiya xwe ji ku derê werdigirin?
3- Projeyên wan ên ramiyarî û siyasî
çi ne?
Ji bo ku
em herêmên bajarê Helebê û gundewarê wê baş nas bikin, em ê nexşeya bajarê
Helebê û gundewarê wê yê bi ser sînorê kantona Efrînê ve pêşkêş bikin û em ê
rola komên çekdar ên li ser erdê aktîf in, bidin diyarkirin.
Komên Çekdar
1- Tevgera Ehrar El-Şam El-Îslamiyê
4 tabûrên
îslamî yên Sûriyeyê “Tabûrên Ehrar El-Şam, Tevgera El-Fecir El-Îslamiyê,
Telîha El-Îslamiyê û Tabûrê El-Îman” ku serbixwe şer dikirin, di çileya
2013’an de li bajarê Idlibê û gundewarê wê yekîtiya xwe avakirin û
damezirandina “Tevgera Ehrar El-Şam El-Îslamiyê” ragihandin.
Çekdarên
Tevgera Ehrar El-Şam El-Îslamiyê li taxa Sukerî ya bajaraê Helebê jî bi cih
bûne. Li vir baregehên wan ên leşkerî û bendên wan ên kontrolê hene û di bin
navê “Tevgera Mûcahîdon Eşedai” ku hêza sereke ya Ehrar El-Şam li
Helebê ye, tevdigere. Çekarên Ehrar El-Şam her wiha li eniyên deverên wekî
Ezîziyê, El-Birêc, El-Melah, Henderat, Ramûsê, Sêf El-Dewlê û eniyên başûrê
Helebê bi cih bûne. Evan eniyan her tim di nava şer û pevçûnan de ne. Tevgera
Ehrar El-Şam her wiha li gelek herêmên Sûriyeyê şer dike. Tê gumankirin ku
hejmara leşkerên wê li Sûriyeyê nêzî 15 hezar leşker in.
Damezrênerê
Tevgera Ehrar El-Şam kesê bi navê Hesan Ebûd ku bi navê “Ebî Ebdullah
El-Hemwî” tê naskirin, e. Hesen El-Ebûd di 9’ê îlûna 2014’an de dema bi
fermandarên tevgerê yên li gundewarê Idlibê re diciviya, di teqînekê de hate
kuştin. Di heman teqînê de birayê wî û gelek ji fermandarên tevgerê hatin kuştin.
Li şûna Hesan
Ebûd kesê bi navê Haşim El-Şêx (Ebû Cabir) wekî fermandarê giştî yê Tevgera
Ehrar El-Şam El-Îslamiyê hate erkdarkirin. Ebû Cabir di sala 1968’an de li
bajaroka Meskenê ya rojhilatê bajarê Helebê ji dayîk bûye. Ebû Cabir li Îraqê
li dijî hêzên Emrîkî şer kiribû û di sala 2005’an de dema vedigeriya Sûriyeyê
ji aliyê rêjîma Sûriyeyê ve hate girtin û bi 8 sal zîndan hate darizandin. Lê
piştî şoreşa Sûriyeyê bi awayekî aştiyane dest pê kir, rêjîma Sûriyeyê Ebû
Cabir di îlûna 2011’an de serbest berda.
Tevgera
Ehrar El-Şam El-Îslamiyê -Wekî Rêxistina El-Qaîdê- bi riya toreyeke derve ya
mezin ji îslamiyan û sermiyandarên dewletên Kendava Ereban û Ewropa xwe fînansa
dike.
Di
alîkariya Tevgerê ya leşkerî de Qeter û Tirkiyeyê bi roleke mezin rabûn, nemze
alîkariya rêxistinên “Sindoqa Piştgirî û Alîkariyên Mirovahî” ku yek
ji rêxistinên civaka sivîl ên girêdayî hikûmeta Tirkiyeyê ye, “Komeleya
Qeter a Xêrxwazan” ku girêdayî hikûmeta Qeterê ye û “Desteya Gelêrî
ya Kiwêtê” ku serkêşiya wê Şêxê Kiwêtê Hecac El-Ecemîn dike, wergirt.
Tevgera
Ehrar El-Şam El-Îslamiyê wekî kombûnên din ên selelfî, xwe dispêre çîrokên
mezlûmiya Sunniyan ku komeke mezin ji van rêxistinan durişmeya “Parastina
welatiyên Sunnî û Cemaetê” wekî çekekê bikar tînin. Tevger baweriya xwe bi
ala serxwebûnê ya Sûriyeyê nake û li şûna wê alekek spî ku li ser wê sembola
bazekî û navê tevgerê hatiye nexşkirin, radike. Fermandariya Tevgera Ehrar
El-Şam bi alîkariya kesên tevgerê yên şerhî projeyên perwerdekirina olî li dar
dixin û avakirina endamên xwe wekî çekdarên dilsoz ku bi armanc û rêgezên
rêxistinên îslamî û piştgiriya çîrokên mezlûmiya Sunniyan ya behsa mijarê bawer
dikin, armanc dikin. Ji bo damezirantina desthilatdariyeke îslamî li gorî
nêrînên pêla selefî ya cîhadîst dixebite. Lê Tevger her wiha di dozên girêkok
de li gorî siyaseta şerhî û hevsengiyên berjewendî û gendeliyan tevdigere. Ev
aliyê stratejîk yê Tevgerê ji stratejiya El-Qaîdê û baskên wê yên li
Afganistan, Îraq, Sûriyê û hin deverên din cuda ye. El-Qaîdê jî Tevgerê
tewambar dike ku ew di avakirina stratejiya xwe de encamên hesabên gavên
leşkerî û siyasî di ber çavan re derbas dike. Bi vê yekê Tevgera Ehrar El-Şam
di aliyê ramiyarî de bêtirî Cebhet El-Nusra ji Tevgera Berxwedana Îslamî
(Hemas) a Filestînê ve nêzîk e. Tevgera Ehrar El-Şam ji bo avakirina sîstemeke
desthilatdariya îslamî bi edalet û zaniyariyê bi rêbazên rewa û bi nêrînên
stratîjîk dixebite. Her wiha xwe dispêre “Projeya Umetê” ku beriya
niha behsa wê hate kirin.
2- Tevgera Nûreddîn El-Zenkî
Di mijdara
2011’an de li gundewarê rojavayê bajarê Helebê û bi taybet li gundê Qubtan
El-Cebel tabûra Nûreddîn El-Zenkî bi fermandariya Şêx Tewfîq Şihabeddîn ku yek
ji kesên navdar di tevgera çekdarî de ye, hate avakirin. Di 30’yê nîsana
2015’an de ji ber rewşa tenduristî ya Şêx Tewfîq Şihabeddîn, kesê bi navê Elî
Seîdo wekî fermanê giştî yê tevgerê hate erkdarkirin. Her wiha kesê bi navê Elî
Hemûd Riziq (Ebû Elî El-Qelewanî) wekî fermandarê leşkerî yê tevgerê hate
erkdarkirin.
Tabûrên
El-Zenkî tenê deverên ku endamên wê jê hatine yên wekî “Qubtan El-Cebel,
Tiqad, Eyncara, Biserton û Kefernaha ji rizgar kirin. Piştî demekê navê
“îslamî” li navê tevgerê hate zêdekirin ango “Tabûrên Nûreddîn
El-Zenkî ya Îslamî”.
Tabûrên
Nûreddîn El-Zenkî yek ji tabûrên destpêkê yên derbasî şerê bajarê Helebê û bi
taybet pevçûnên li taxên Selaheddîn, Sukerî, Amriyê, Ensarî, Cisir El-Hec,
Meşhed, Zibdiyê, Şêxseîd û fabrîkeya çemento ya mezin a li taxa Şêxseîd bûye.
Her wiha beşdarbûneke wê sînorkirî di çarçoveya pevçûnên derveyî parêzgeha
Helebê de hebû.
Di aliyê
rêxistinî de jî ji du beşan pêk tê. Leşkerî û xizmetguzarî û ji van nivîsgehên
jêrîn pêk tên:
• Nivîsgeha leşkerî
• Nivîsgeha ewlekarî û asayîşê
• Nivîsgeha çekkirin
• Nivsgeha rêveberî û rêxistinê
• Nivîsgeha nîşan û peywendiyê
(communication)
• Nivîsgeha karûbarê rêveberî
• Nivîsgeha darayî
• Nivîsgeha piştgiriya leşkerî û
xwedîderketina li astengdar û malbatên şehîdan
• Baregeh
• Nivîsgeha siyasî û têkliyên giştî
Leşkerên
El-Zenkî li gelek eniyên şer ên bajarê Helebê yên li dijî rêjîma Sûriyeyê û
Rêxistina Dewleta Îslamî ên wekî “El-Melah, El-Birêc, devera pîşeyî,
Henderat, Ramûsê, Selaheddîn, Amriyê, Saxor, Şêxseîd, Sêf El-Dewlê û Silêman
El-Helebî) belav dibin.
Di aliyê
abonetiyê de, Tevgerê alîkariya xwe ji gelek kesayet û hikûmetan wergirt, di
dema avakirina tabûran de alîkariyeke sînorkirî ji sermiyadarên dewletên
Kendava Ereban û Sûriyeyê yên penaber bûne, wergirt. Her wiha alîkariya Qeterê
jî wergirt. Her wiha çek û cebilxaneya xwe jî di şer û pevçûnan de ji hêzên
rêjîmê destser kirin. Ji ber vê yekê têkliyên wan bi Ixwan Muslimîn ên Sûriyeyê
re ku kar û xebatên alîkariyan di navbera hikûmetên Qeter û Tirkiyeyê de
birêxistin dikirin, çêbûn. Tirkiyeyê jî her tim fektorê alîkar ê derbasbûna
alîkariyên darayî yên Qeterê ji tabûrên îslamî yên di Sûriyeyê de bû. El-Zenkî
her wiha alîkariya Meclîsa El-Mumê ya Kiwêtê jî wergirt, nemaze alîkariya
Desteya Gelêrî ya bi serkêşiya şêxê selefî Hecac El-Ucêmî di destpêka 2014’an
de wergirt. Bi beşdarbûna El-Zenkî ya nava Cêş El-Mucahîdîn, tevgerê alîkariyeke
curbecur bi riya Cêş El-Mucahîdîn ku ji alîkariyên Qeter û Ixwan Muslimîn pêk
dihat, wergirt. Her wiha alîkariya ‘Koma Dostên Sûriyeyê’ bi riya Odeya
Çalakiyan a ‘El-Mom’ werdigirt. Piştî ku El-Zenkî ji nava Cêş El-Mucahîdîn
vekişiya navê xwe wekî berê ango ‘Tevgera Nûreddîn El-Zenkî’ vegerand. Tevgerê
ji bo alîkariya xwe werbigire tenê xwe spart alîkariya navnetewî ya hikûmî
‘El-Mom’ ev yek jî guhertina bingehîn di nava refên El-Zenkî de piştî gulana
2014’an dide diyarkirin. Her wiha ala şoreşê jî bi awayekî ber bi çav di
daxuyaniyên çapemeniyê, baregehên leşkerî û tirimpêlên tevgerê de dihat
bicihkirin.
Tevgera
Nûreddîn El-Zenkî tevî ku dihat gumankirin ku berê Tewfîq Şihabeddîn ber bi
radîkalbûnê ve ye, lê bi fikra ola Îslamî ya nerm bawer dike. El-Zenkî
stradejiya xwe li ser xeta îslmama nerm û eşkere parast. Tevî curebûna
alîkariyên Qeterî û Emrîkî xeta selefî ya cîhadîst nepejirand û armanca xwe ya
sereke di hilweşandina rêjîmê û avakirina saziyên îslamî yên nerm de parast.
3- Tugaya El-Tewhîd
Avakirina
Tugaya El-Tewhîd di 18’ê tîrmeha 2012’an de li gundewarê bakurê Helebê hate
ragihandin. Tuga ji yekîtiya tabûrên çekdar ên “Babê, Munbic, Enedan,
Hirêtan, Cerablus, Rityan, Biyanûn, Heyan, Daritizzê, Qubtan El-Cebel, Eyncara,
Miarêt Ertîq, Dabiq, Dêrhafir, Ezaz, Dêrcemal, tabûrên El-Şehbai yên bajarê
Helebê, Tugaya Ehrar El-Şemal (ku di şerê Ezazê de destdirêj bû û motika
avakirina tugayê bû) hate avakirin. Bi
armanca birêvebirina Tugayê kesê bi navê Ebdilqadir El-Salih (Hecî Marih – Ebû
Mehmûd) ku di sala 1979’an de li bajaroka Marihê ji dayîk bûye û bavê 5 zarokan
e, wekî fermandarê giştî yê tugayê hate erkdarkirin. El-Salih di çalakiyeke
lerşkerî ya ezmanî de bi giranî birîndar bû û ji bo dermankirinê ji bajarê
Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê re hate şandin. Di 18’ê mijdara 2013’an de mirina
Ebdilqadir El-Salih ji aliyê Ebilezîz Selamê ve hate ragihandin. Her wiha Ebû
Tewfîq ku ji şêniyên bajaroka Til Rifeet e wekî fermandarê giştî yê Tugayê hate
erkdarkirin.
Di dema
navbera avakirina Tugaya El-Tewhîd û dawiya sala 2013’an de, hejmara leşkerên
Tugayê 10 hezar derbas kiribûn û serweriya xwe ji sedî 70 li deverên bajêr ên
ji bin destên rêjîmê derketine dikir.
Tugaya
El-Tewhîd bi fermandariya El-Salih li derveyî parêzgeha Helebê beşdarî gelek
şer û pevçûnên li dijî hêzên rêjîmê û alîgirên wê endamên Hizbullah ê Lubnanî
li bajaroka El-Qisêr a girêdayî parêzgeha Humisê û şerê “Qadîmûn ya
Hema” (Em hatin ey Hema) bû.
Niha
hebûna Tugaya El-Tewhîd li eniyên taxên kevin û Sêf El-Dewlê yên bajarê Helebê
(ku li van deveran bêdengiyek tê jiyankirin)
û li hin baregehên leşkerî yên bajarokên Marih û Enedanê (jêderên sereke
yên Tugaya El-Tewhîd) bi sînor bûye. Leşkerên Tugaya El-Tewhîd her wiha di bin
navê El-Cebhe El-Îslamiyê (Eniya Îslamî) de ku di vê demên dawî de beşdarî nava
El-Cebhe El-Îslamiyê bûye, serweriya deriyê sînor ê Bab El-Selamê ya di navbera
herêma Ezazê û Tirkiyeyê de dikin.
Beriya ku
Tugaya El-Tewhîd were avakirin, tabûrên wê yên bi çûk abonetiya xwe ji nava xwe
werdigirtin û hin karsazên serbixwe yên Sûriyeyê ku penaber bûbûn û hin
kesayetên dewletên Kendava Ereban alîkariya wan dikirin. Lê piştî Tuga hate
avakirin, bandora alîkariya Kendava Ereban û Ixwanan ber bi çav bû. Alîkariya
Tugayê bi riya hin kesayetên bi ser koma Ixwan Muslimîn ve ya di nava Meclîsa
Niştimanî ya Sûriyeyê de yên wekî Ehmed Remezan û hin kesên din, dihatin.
Bilindkirina alên îslamî di eniyên Tugayê û baregehê wê yên leşkerî de dest pê
kir û durişmeya Tugayê hate guhertin, ango rengê kesk û her sê stêrkên sor
hatin derxistin û qewla “لا إله إلا الله محمد رسول الله” lê
hate zêdekirin.
Bîrdoziya
Tugaya El-Tewhîd ji destpêka avakirina wê ve ji ber ku piraniya endamên wê
gundiyên olperest in, rengekî îslamî stand. Li gorî Ebdilezîz Selamê di
daxuyaniya avakirinê de armancên sereke yên Tugayê “Hilweşandina rêjîmê û
parastina welatiyan” hatin ragihandin. Di daxuyaniyên Tugayê yên qonaxa
yekemîn de tu armancên wê yên siyasî bi awayekî zelal nehatin diyarkirin. Ev
yek bi temamî hate guhertin, piştî ku Ebdilqadir El-Salih di hevdîtineke dîdbarî
de bi riya kenaleke telefizyonê nêrîna Tugayê ji bo pêşeroja dewletê anî ziman
û got: “Em hewl didin ku Sûriyeyê bibe dewleteke îslamî ya nerm. Gelo çi
pirsgirêk heye eger em ji bo Sûriyeke îslamî û niştimanî têbikoşin û têde mafên
kêmnetewan werin parastin û em bi hev re di yek mozayîkê de jiyan bikin? Em
dixwazin şerîeta îslamê jêdera tekane ya destûra bingehîn be. Lê em vê yekê bi
zorê ferz nakin.” Tugaya El-Tewhîd “Projeya Umetê” ku hevpeymana
Cebhe El-Îslamiyê ye, piştî beşdarî wê bû ji xwe re esas girt. Bingeha
hevpeymana Cebhe El-Îslamiyê piştî hilweşandina rêjîmê îslamkirina Sûriyeyê bi
riya avakirina dewleteke îslamî ku têde tenê ‘Şerîeta Xweda’ serwer e, esas
werdigire.
4- Tugaya Asifêt El-Şemal (Bahoza
Bakur)
Tugaya
Asifêt El-Şemal di nîsana 2012’an de li bajarê Ezazê bi fermandariya Emar
Îbrahîm Dadîxî ve hate avakirin. Dadîxî ji welatiyên Ezazê ye û di sala 1961’an
de ji dayîk bûye û di rizgarkirina bajarê Ezazê cih girt. Piştre hin endamên
Tugayê li hin taxên bajarê Helebê yên wekî Bustan Paşa û Hulok bi cih bû.
Tugaya Asifên El-Şemal alîkariya xwe rasterast ji Tirkiyeyê werdigire. Her wiha
kesên Lubnanî ku wekî dîl ji aliyê Tugayê ve hatibûn revandin û hin jinên ku ji aliyê rêjîmê ve hatibûn
girtin, di bin çavdêriya aliyên Tirkiye û Qeterê de bi hev hatin guhertin. Tuga
bi saya vê buyerê di çapemeniyê de hate naskirin. Tuga di bîrdoziya xwe de jî
xwe dispêre îslama nerm.
Di 14’ê
çileya 2013’an de DAIŞ’ê hemleyeke leşkerî bi ser baregehên Tugayê yên di Ezazê
de bir, di encamê de beşdekî mezin ji leşkerên Tugayê û di serî de Emar Dadîxî
hatin kuştin. Her wiha leşkerên mane jî hin derbasî Turkiyeyê bûn û hin jî di
nava tabûr û komên leşkerî yên herêmê de cih girtin.
5- Tugaya Ehrar Sûriya
Tugaya
Ehrar Sûriya di tebaxa 2012’an de hate avakirin û kesên bi navên Elî Billo wekî
fermandarê gistî û Ehmed Efeş wekî fermandarê leşkerî hatin erkdarkirin.
Hejmara endamên Tugayê di destpêka avakirina wê de 300 leşker bûn û piraniya
wan ji bajaroka Enedanê bûn. Tugayê piştî demeke kurt gelek leşker ji bajarokên
wekî Hirêtan, Heyyan, Kefer Hemra û hin taxên kevin ên bajarê Helebê ber bi xwe
ve kişandin û hejmrara endamên Tugayê derket 1000 leşkeran.
Piştî ku
Tugayê li dijî bendên kontrolê yên bajarokên Enedan û Biyanûnê çalakî li dar
xistin û di encamê de gelek tank, panzêr û çekên giran ên rêjîmê desteser
kirin, ji ber xurtbûna wê ya leşkerî gelek kesan berê xwe dan Tugayê û beşdarî
nava refên wê bûn.
Tugayê li
bajarê Helebê û gundewarê wê beşdarî gelek şer û pevçûnên li dijî hêzên rêjîmê
yên wekî pevçûnên desteserkirina bendên kontrolê yên gundewarê bakur bû. Her
wiha di şer û pevçûnên çerxeriya Bilêremûn, Salonên Bilêremûn, Zehrê Ebdrebê,
taxa Cemîyêt El-Zehrai ya rojavayê bajarê Helebê û gelek pevçûnên li derdora
avahiya Istixbaratên Ezmanî ya li taxa Cemîyêt El-Zehrai cih girt. Tugayê di
destpêka 2014’an de li dijî DAIŞ’ê li Heleb û gundewarê wê piştî ku DAIŞ’ê di
havîna 2013’an fermandarê Tugayê Elî Billo di rewşeke nediyar de revand, şer
kir. (Elî Billo piştî demekê eşkere bû ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatiye revandin û
heta niha çarenûsa wî nehatiye diyarkirin.)
Leşkerên
Tugaya Ehrar Sûriya li eniyên şer ên baregeha Henano, taxên Ağyol, Seyîd Elî,
Hemîdiyê, El-Esliyê, derdora keleha Helebê, Saxor, Silêman Helebî û Şêxmeqsûd
ên bajarê Helebê belav dibûn. Her wiha li eniyên Ezîziyê, El-Melah, El-Birêc,
Cebel Şiwêhna, Miarêt Artîq, Zehrê Ebdrebê yên gundewarê Helebê cih girt.
Di aliyê
abonetiyê de, Tugaya Ehrar Sûriya alîkariyên curbecur wergirtin. Dema motika
yekemîn tabûra Tugayê hate avakirin, tabûran abonetiya xwe ji alîkariya kesên
dewlemend ên bajaroka Enedanê werdigirtin. Nemaze di encamên şer û pevçûnên li
hemberî rêjîmê de jî gelek cebilxane desteser kirin. Tugayê her wiha gelek
kesayetên girêdayî rêjîmê yên wekî sobayên artêşê û fermandarên pêxwasan direvandin
û ji bo serbestberdana wan miqdareke pere (fidye) ji rêjîmê dixwest.
Piştî ku
Tuga fermî hate avakirin û ragihandin, beşdarî nava sîstema Artêşa Azad bû.
Artêşa Azad ku ji aliyê egîd Riyad El-Eseed ku di tîrmeha 2011’an de ji artêşa
rêjîmê veqetiyabû, hatiye damezirandin. Tugayê piştî wê li gorî alîkariya bi
riya El-Eseed û gelek hikûmetan jê re dihat tevdigeriya. Tugayê her wiha
alîkariya xwe rasterast ji emîrên Siûdiyê werdigirt û fermandarê Tugayê Elî
Billo jî ji Pêla Pêşvero ya Lubnanê (Teyar El-Musteqbel) werdigirt.
Di aliyê
bîrdozî de, Tugaya Ehrar Sûriya xeta xwe ya nerm neguhert û yek ji komên
leşkerî yên kêm li Helebê gotina Sûriya di navê wê de heye. Ev nav jî ji aliyê
damezrênerê Tugayê Elî Billo ve hate pejirandin. Tuga di bin ala şoreşê de, heta
piştî ku beşdarî nava Eniya Îslamî (Cebhe El-Îslamiyê) bûbû, tevdigeriya. Her
wiha gotina ” لا إله إلا الله”
wekî durişmeya tugayê lê hate zêdekirin. Armancên Tugayê jî di çarçoveya şerê
li dijî rêjîma Sûriyeyê de bû û di şerê li dijî DAIŞ’ê de jî cihê xwe girt.
6- Tugayên Bazên Şamê (Siqor El-Şam)
Tugayên
Siqor El-Şam di sala 2011’an de bi taybet li gundewarê Idlibê hatin avakirin.
Piraniya leşkerên wê ji bajarê Idlibê û gundewarê wê ne. Li Helebê jî hebûna
Tugayê tenê li gundewarê başûrê bajarê Helebê li eniyên bajarokên El-Hazir û
Berda bi fermandariya “Ebû Nûran” bi sînor bû. Piştre hêzên Cebhet
El-Nusra û Cebhet Ensar El-Dîn baregehên van tabûran desteser kirin û bi
leşkerên wê re şer kirin û bi hinceta ku “Siqor” welatiyên sivîl
talan dikin û bi xwarina wan dilîzin ji herêmê derxistin.
Hejmara
leşkerên Tugayê derdora 600’î ye û fermandariya wê ya leşkerî jî kesê bi navê
Ehmed El-Şêx (Ebû Îsa) dike. Niha bi awayekî sereke leşkerên Siqor El-Şam li
eniyên Cebel Erbeîn a li nêzî bajaroka Erîha ya gundewarê Idlibê belav dibin.
Di kontrolkirina Cebel El-Zawiyê û Xan El-Subil rola Siqor El-Şam sereke bû.
Tugayên Siqor El-Şam ji destpêka damezirandina wê ve heta niha di bin sîwana
Cehbe El-Îslamiê de tevdigere û xwe dispêre xeta îslamî ya nerm. Siqor El-Şam
ji Ixwan Muslimîn ve nêzîk e û alîkariyeke baş ji dewleta Qeter werdigire. Di
22’yê adara 2015’an de Tugayên Siqor El-Şam û Tevgera Ehrar El-Şam di bin navê
“Tevgera Ehrar El-Şam a Îslamî” de yekîtiya xwe ava kirin.
7- Cebhet El-Nusra
Damezirandina
Cebhet El-Nusra di destpêka sala 2012’an bi serkêşiya Ebû Mihemed El-Colanî
binasnav El-Fatih û fermnadarê leşkerî Ebû Homam El-Şamî ve hate ragihandin û
piştî demekê ragihand ku ew baskê rêxistina El-Qaîdê di Sûriyeyê de ye.
Rêveberiya Emrîka di kanûna 2012’an de li lîsteya terorîstan zêde kir. Di 30’yê
gulana 2013’an de Konseya Ewlekariya Navnetewî Cebhet El-Nusra ya welatiyên
Şamê bi biryarekê li lîsteya cezayan a kom û kesên girêdayî rêxistina El-Qaîdê
zêde kir. Cebhet El-Nusra gelek kesên biyanî yên perwerdekirî beriya werin
Sûriyeyê ku di gelek perwerdeyên cîhadî li welatên cuda re derbas bûne, girtin
nava xwe.
Leşkerên
Cebhet El-Nusra li eniyên bajarokên Nubol û Zehrai ên bakurê Helebê belav
dibin. Her wiha li eniyên taxên Silêman Helebî, Cemîyêt El-Zehrai, derdora
avahiya Istixbaratên Ezmanî, Kerem El-Terab û Bustan El-Qesir (eniya geraja
El-Heciz) bi cih bûne. Hejmareke din ji leşkerên Cebhet El-Nusra li eniyên wekî
El-Melah û Henderat ên gundewarê bakurrojhilatê Helebê tevdigerin. Li van
deveran hêzên rêjîmê ji bo herêmên di bin kontrola çekdarên opozîsyonê de
dorpêç bike û Heleb û gundewarê wê ji hev qut bike, pêşve dihat. Di encamê de
hêzên rêjîmê gelek rê birrîn û riya tekane ya di navbera gundewarê bakurê
Helebê û bajêr de riya Kastêlo ya axî di destên opozîsyonê de ma û taxên
Eşrefiyê û Cendol bi gundewar ve girê dide.
Gelek
baregeh û bendên kontrolê yên leşkerî yên Cebhet El-Nusra li bajarê Helebê û
gundewarê wê hene. Baregeha “Ebû Ubêd Rayat” ku wekî navendeke
lêkolîn û girtinê tevdigere li taxa Bab El-Nêreb a bajêr e û hin xalên wê li
taxên kevin ên bajêr jî hene. Li taxên Saxor û Heyderiyê yên rojhilatê bajêr
gelek bendên kontrolê û baregeh ên
Cebhet El-Nusra hatine danîn. Li gundewarê Helebê leşkerên Cebhet El-Nusra bi
awayekî sereke li herêmên wekî bajaroka Til Rifeet ku têde bendeke kontrolê ya
mezin hatiye danîn bi cih bûne. Li bajaroka Hirêtanê jî dadgeha El-Nusra hatiye
çêkirin.
Hejmara
leşkerên Cebhet El-Nusra li bajarê Helebê û gundewarê wê piştî ku hejmareke
mezin ji gundewarê Idlibê re hatin şandin, nêzî 600 leşker in. Cebhet El-Nusra
li rex gelek komên îslamî li bajarê Helebê “Desteya Şerhî” ava kirin.
Ev Deste bi karûbarên dadgerî û çareserkirina gengeşeyên sivîl û leşkeran
radibe. Her wiha di ceza û darizandinê de rêbazên îslamî wekî qanûna tekane
wergirt. Cebhet El-Nusra nexweşxaneya çavan a li taxa Qazî Esker ya rojhilatê
bajarê Helebê ji xwe re wekî navendekê bikar anî.
Çalakiyên
Cebhet El-Nusra li bajarê Helebê gelekî deng vedan. Yekemîn çalakiya wê
nexweşxaneya El-Heyat a li nêzî taxa El-Fêz (devera stada wergehî) ku hêzên
rêjîmê têde bi cih bûbûn, teqand. Di 10’ê îlûna 2012’an de li qada Seedellah
El-Cabirî ya li navenda bajarê Helebê ye û hêzên ewlekariya rêjîmê têde gelek
in, teqînek pêk anî. Di 3’yê cotmeha 2012’an de li dijî avahiya subayan, Hotêla
Siyashî û avahiya Şaredariya giştî ya bajêr 3 teqîn pêk anîn. Her wiha navenda
lêkolînên zanistî ya li taxa Heleba Nû di çalakiya Ixîmasiyê (ketina nav) de
kontrol kir.
Piştî şer
û pevçûnên ji ber projeya El-Nusra ya berfirehkirina serweriya xwe li gundewarê
Idlibê rû dan û leşkerên Tevgera Hezim a girêdayî Desteya Leşkerî ya Artêşa
Azad ji gundewarê Idlibê vekişiyan gundewarê rojavayê Helebê, El-Nusra li dijî
Tevgera Hezim şer kir. Di heman demê de El-Nusra êrîşî Eniya Şoreşgerê Sûriyeyê
kir û piştre jî karibû ku Tevgera Hezim bi temamî di sibata 2015’an de tune
bike.
Di aliyê
abonetiyê de, Cebhet El-Nusra alîkariya xwe ji gelek jêderan werdigire.
Alîkariya sereke di destpêkê de ji aliyê rêxistina El-Qaîdê ve ya li Afganistan
û Îraqê dihat şandin. Lê dîsa jî ji bo abonetiya xwe ya xweser xebitî. El-Nusra
serweriya xwe li gelek navendên stratîjîk ên wekî embarên genim yên li nêzî
bajarokê Babê. Di van embaran de miqdareke genim ku têra parêzgeha Helebê du
salan dikir hebû. Her wiha fabrîkeyên pembo û febrîkeya terktoran ên li herêma
Diwêrînê ya li gundewarê başûr bi dest xwe ve anîn. Di wê demê de Cebhet
El-Nusra bi tena xwe li nêzî “fabrîkeyê parastinê” ya bajaroka Sifîrê
tevdigeriya. Cebhet El-Nusra li parêzgeha Dêra Zorê jî gelek bîrên petrolê bi
dest xwe ve anîn û piştre jî DAIŞ’ê jê standin. Aliyekî mezin ji alîkariya
Cebhet El-Nusra ji encamên çalakiyên metirsîdar ên li dijî baregehên stratîjîk
ên rêjîmê yên wekî çek û ceblxaneya pereyan dihat. Di heman demê de Cebhet
El-Nusra alîkariyeke mezin ji sermiyadarên selefî yên dewletên Kendava Ereban
bi taybet yên Siûdiyê û Qeterê ku alîkariya hemû tevgerên selefî cîhadîst
dikin, werdigirt.
Wekheviya
Cebhet El-Nusra û Rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) bi riyên abonetiyê û
bîrdoziya xwe dispêre avakirina “dewleteke îslamî” eşkere ye. Kesên
beşdarî Cebhet El-Nusra dibin divê di “dewreyên şerhî” re ku ji aliyê
şêx û oldarên El-Nusra ve tên dayîn, derbas bibin. Ev dewre jî perwerdeyeke olî
li ser xeta selefî ya cîhadîst e.
8- Rêxistina Dewleta Îslamî ya li Îraq
û Şam (DAIŞ)
Di nîsana
2013’an de kesê bi navê Ebû Bekir El-Bexdadî serkêşê Rêxistina Dewleta Îslamî
ya li Îraqê beşdarbûna rêxistina xwe ya nava Cebhet El-Nusra ya li Sûriyeyê
ragihand û navê wê bû Rêxistina Dewleta Îslamî ya li Îraq û Şam ku bi navê DAIŞ
tê naskirin. Ev biryar wekî destpêka rasteqîn a rêxistina dewletê ye û piştî
pêdivî bi serkêşiya kar û xebatên cîhadê zêde bû, bi awayekî
“rêxistinî” beşdarî qada cîhadê ya li Sûriyeyê bû. Her wiha ji bo
tunekirina aliyên ku ziyanê bi cîhada îslamî dikin (komên ku mafên sivîlan
binpê dikin, li gorî ola îslamê tevnagerin û şerîhetê li herêmên rizgarkirî
nadin meşandin.) ev yek jî ji aliyê El-Colanî ve bi temamî nehat qebûlkirin û
ji bo cudakirina vê mijarê bi israr bû. El-Colanî diyar kir ku yekkirina di
navbera herduyan de ziyanê bi rêxistinê û bi rola Cebhet El-Nusra di qada
cîhadê ya li Sûriyeyê dike. Lê di dawiyê de li hemberî israra El-Bexdadî ev yek
nehat erêkirin.
Hin ji
serkêşên rêxistinê ev in: “Cîgirê lîder Ebû Elai El-Uferî, berdevkê fermî
yê rêxistinê Ebû Mihemed El-Ednanî û Cîgirê lîderê rêxistinê li Sûriyeyê Ebû
Elî El-Enbarî”
Piştî
derketina DAIŞ’ê bi demeke kurt destwerdana karûbarên sivîlan kir. DAIŞ’ê
dadgeheke olî ava kir û hemû dadgehên ku piraniya komên leşkerî yên îslamî li
parêzgeha Helebê derbarê wan de lihev kiribûn, bi dawî kirin. DAIŞ’ê ji bo
birêvebirina deriyê geraja El-Heciz (di wê demê de deriyê tekane yê di navbera
herêmên di bin serweriya rêjîmê û herêmê ji destê rêjîmê derketine de bû)
endamên xwe şandin. DAIŞ’ê hewl da karûbarên xizmetguzarî yên sivîlan bi riya
“Rêveberiya Îslamî ya Xizmetguzariyan” bi rê ve bibe û gelek dibistan
ji bo perwerekirina zarokan li gorî rêgezên şerîheta îslamî vekirin. DAIŞ’ê
herdu madeyên netewî û dîrokê yên meteryalê betal kirin û meteryaleke
perwerdehiya ola Îslamê ya kevin daxist dibistanan û gelek pirtûk di vê derbarê
de çap kirin.
DAIŞ niha
li bajar û bajarokên wekî Babê, Munbic, Cerablus, Raî, Dêr Hafir, Meskenê bi
cih dibe û gelek caran hewl dan ber bi bajarê Ezazê ve serweriya xwe berfireh
bike û li gundên wekî Exterîn, Dabiq, Ihtimêlat û Turkmen Barih gelek caran pêş
û paş ve hat. Lê piştî ku hemleya balefirên koalîsyona navnetewî ya bi
serkêşiya Emrîka, li vê deverê rawestiya. Piştre DAIŞ’ê li dijî leşkerên
Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Tugaya Eniya El-Ekrad li Kobanê (Eyn El-Ereb)
şer kir. Di encamê de rêxistinê piraniya bajêr bi dest xwe ve anî û piştre li
hemberî leşkerên YPG’ê û Odeya Çalakiyan a Burkan El-Firat têk çû.
Hejmara
leşkerên Rêxistina Dewleta Îslamî li Helebê nayê zanîn. Lê piraniya wan li
gundewarê rojhilatê Helebê bi cih dibin. Serweriya rêxistinê ya li ser
bejahiyeke berfireh û di aliyê cigrafîk de girêdayî hevdu ye, naskirina hejmara
leşkerên wê ku di navbera herêmên di bin serweriya DAIŞ’ê yên li Sûriya û Îraqê
tên veguhestin jî zehmet dibe. Lê li gorî hin raporan tê gumankirin ku hejmara
wan li gundewarê rojhilatê Helebê û derdora Kobanê nêzî hezar leşker in.
Derbarê
rêbazên abonetiyê de wekheviya Cebhet El-Nusra û Rêxistina Dewleta Îslamî
(DAIŞ) eşkere ye. DAIŞ serweriya navendên stratîjîk dike û bi riya wan
abonetiya xwe ya xweser peyda dike. Nemaze serweriya bi dehan bîrên petrolê yên
li Îraq û Sûriyeyê dike û li gorî raporan DAIŞ petrolê difiroşe rêjîmê. DAIŞ’ê
dikaribû ku boriyên petrolê û veguhestina wê ber bi herêmên di bin serweriya
rêjîma Sûriyeyê de ne, bibirre. DAIŞ her wiha hewl dide ku navendên gazê yên li
rojhilatê Humisê jî bi dest xwe ve bîne. DAIŞ’ê piştî ku baregehên leşkerî bi
dest xwe ve anîn, ji embarên stratîjîk ên leşkerî cebilxaneyeke mezin ên herdu
hêzên Îraqê û Sûriyeyê destser kirin.
Tê
destnîşankirin ku hejmareke mezin ji sermiyadaran alîkariya ku bi Cebhet
El-Nusra re dikirin, ji ber ku bîrdoziya wan avakirina “dewleteke
îslamî” bi riya xîlafeta îslamî esas e, alîkariya xwe ber bi DAIŞ’ê ve
veguhestin. Her wiha dewletên wekî Tirkiye, Siûdiyê û Qeterê alîkariyeke mezin
bi rêxistina dewleta îslamî (DAIŞ) re dikin û dewleta Tirk her wiha piştgiriya
rêxistin di aliyê çapemeniyê de jî dike.
9- Cebhet Ensar El-Dîn (Eniya
Piştevanên Ol)
Cebhet
Ensar El-Dîn di 25’ê tîrmeha 2014’an de li bajarê Helebê û gundewarê wê ji sê
komên sereke yên leşkerî (em ê bi berfirehî li ser rawestin) hate damezirandin.
Her sê komên leşkerî ev in:
– Artêşa
El-Muhacirîn û El-Ensar (Penaber û piştevanan): motika vê artêşê tabûra
El-Muhacirîn bû. Tabûr di sibata 2013’an de bi serkêşiya Ebû Umer El-Çeçenî
hate avakirin û gelek leşkerên biyanî yên ji Qoqazê hatine ku piraniya wan ji
Çeçenistanê ne girtin nava xwe. Endamên tabûrê li gelek eniyên gundewarê Helebê
û bi awayekî sereke li eniya El-Cendol hatin belavkirin.
Di dawiya
sala 2013’an de avakirina Artêşa El-Muhacirîn û El-Ensar ku piraniya endamên wê
ji Çeçenistan, Dagestan, Inguşetiya û Ossetiya Bakur û gelek leşkerên
Ozbekstanê ne, hate ragihandin. Piştre hin kesên Sûriyeyê beşdarî nava refên wê
bûn, lê dîsa jî piraniya wan Çeçenî man û zimanê fermî yê di nava leşkeran de
tê bikaranîn, zimanê rûsî ye.
Piştî
Rêxistina Dewleta Îslamî derket holê, fermandarê leşkerî yê Artêşa El-Muhacirîn
û El-Ensar Ebû Umer El-Çeçenî dilsoziya xwe li gel 800 leşkeran ku nîvê
leşkerên Artêşê ne bi DAIŞ’ê re ragihand. Dema Cebhet Ensar El-Dîn hate
avakirin, Artêşa El-Muhacirîn û El-Ensar beşdarbûna xwe ya nava wê ragihand û
di îlûna 2014’an de navê wê li lîsteya terorê ya Emrîka hate zêdekirin.
Hejmara
endamên Artêşa El-Muhacirîn û El-Ensar niha nêzî 500 leşker in û abonetiya xwe
ji alîkariya navxweyî û yên ji hêzên rêjîmê desteser kirine werdigire. Li
navend û baregehên leşkerî yên çek û ceblxaneyan belav dibin. Her wiha alîkariyeke
pereyan bi riya “Mîrnişîna Qoqazê ya Îslamî” werdigire.
– Tevgera
Şam El-Îslam: Di sala 2013’an de ji aliyê hemwelatiyekî Mexribî Îbrahîm Bin
Şeqrûn (Ebû Ehmed El-Muhacir) ve hate damezirandin. Ebû Ehmed El-Muhacir di
nîsana 2014’an de li berava Sûriyeyê di pevçûnekê de hate kuştin. Tevgera Şam
El-Îslam wekî rêxistineke Mexribî tê destgirtin. Li gorî raporan hejmara
endamên vê rêxistinê 800 leşkerên Mexribî ne û piştre jî gelek leşkerên herêmê
yên ji Heleb û Laziqiyê beşdarî nava refên wê bûn.
Piraniya leşkerên
Tevgerê li eniyên gundewarê Laziqiyê belav dibin û li rex Cebhet El-Nusra ku
aliyê herî nêzîk ji fikr û projeya wan re ye, şer dikin.
Navê
Tevgera Şam El-Îslam bi Artêşa El-Muhacirîn û El-Ensar re li lîsteya terorê ya
Emrîka hate zêdekirin. Tevgera Şam
El-Îslam xwe dispêre fikra selefî ya cîhadîst û ji bo avakirina dewleteke
xîlafeta Îslamî tevdigere. Hejmara endamên Tevgera Şam El-Îslam niha nêzî 150
leşker in û li herêma çiyayê Kurdan a gundewarê Laziqiyê bi cih dibin.
– Tevgera
Fecir El-Şam El-Îslamiyê: Di hizêrana 2012’an de li bajaroka Daritizzê ya
gundewarê bakurrojavayê Helebê damezirandina wê hate ragihandin.
Deverên
sereke ku endamên wê lê belav dibin taxa Sukerî ya başûrrojavayê bajarê Helebê
ye û heta niha li heman deverê ne. Tê gumankirin ku hejmara beşdarên nava
Tevgerê ku di wê demê de navê xwe bi “Tevgera Fecir El-Îslamiyê”
guhert, nêzî 500 leşker in û li gundewarê rojavayê Helebê bi taybet li herêma
Daritizzê belav dibin.
Her wiha
hin leşkerên wê li taxên kevin ên bajarê Helebê û derdora keleha bajêr, taxên
Sukerî û Mercê bi cih dibin û hejmarekî mezin ji leşkerên wê li bajarokên
Hirêtan û Daritizzê bi cih dibin. Tu çalakiyên Tevgerê yên sivîl tune ne.
Di aliyê
abonetiyê de Tevgerê alîkariya xwe ji jêderên navxweyî û têkliyên xwe bi
kesayetên selefî yên ji dewletên kendava Ereban werdigire. Her wiha alîkariyeke
mezin ji baregehên leşkerî û deverên pîşeyî ku destserkiribûn, wergirt.
Fermandarê
Tevgerê Ebû Ebdullah ragihand ku “projeya Tevgerê ya siyasî projeyeke
zelal e û em bi her muslimanekî dilsoz re ku ji bo bilindkirina navê Xweda û
çespandina şerîheta Xweda li ser erdê cîhadê dike, parve dikin.” Tevger di
aliyê ramyarî de ji Cebhet El-Nusra û Artêşa El-Muhacirîn û El-Ensar ve nêzîk
e. Şervanên Tevgerê li dijî hêzên rêjîmê şerê li rex Cebhet El-Nusra
dipejirînin. Tevger her wiha li dijî têgehên wekî “Demokratîk” û
“Dewleteke Sivîl” di helwesta xwe de zelal e.
10- Artêşa El-Mucahîdîn
Artêşa
El-Mucahîdîn di destpêka sala 2014’an de bi serkêşiya fermandarê Tevgera
Nûreddîn El-Zenkî Tewfîq Şihabeddîn damezirandin û Şihabeddîn jî wekî
fermandarê giştî hate erkdarkirin. Her wiha efserê bi nave Mihemed Bekor Cuma
(Ebû Bekir) wekî fermandarê leşkerî hate erkdarkirin. Artêşa El-Mucahîdîn li
Helebê wekî koma herî bi hêz tê pejirandin. Her wiha di aliyê hejmara û
belavbûna li eniyên şer de jî herî bi hêz e.
Armanca
sereke ji avakirina Artêşa El-Mucahîdîn ew bû ku 7 komên leşkerî yên mezin di
bin navekî de werin komkirin û li dijî Rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) şer
bike. Komên leşkerî “Tevgera Nûreddîn El-Zenkî, Tugaya El-Ensar, Kombûna
Festeqêm Kema Omirt, Tugaya Emcad El-Îslam, Tevgera El-Nûr El-Îslamiyê, Tugaya
Cund El-Heremên, Tugaya Azadiya Îslamî ku dirêj nekir û xwe vekişand” kom
bûn. Piştre jî Cebhet El-Esalê û Tenmiyê, Tugaya Ensar El-Xîlafê ku wê jî dirêj
nekir û ji ber nakokiyên ramyarî xwe vekişand, beşdarî nava wê bûn.
Komên ku
Artêşa El-Mucahîdîn jê pêk dihat li gelek eniyan li Heleb û gundewarê wê li
dijî hêzên rêjîmê şer dikirin û heta niha berdewam dikin. Kombûna Festeqêm Kema
Omirt bi serkêşiya Ebû Quteyba, Tugaya Heleb El-Şehba, Tugaya Heleb El-Medînê
El-Îslamî, Tabûrên Ebû Emar, Tugaya El-Îslam, Tugaya El-Ensar û Tevgera
Nûreddîn El-Zenkî li eniyên şer ên taxên Selaheddîn, Sêf Dewlê, Til El-Zerazîr,
Amriyê, Mercê, Cub El-Çelebî, Henderat, Birêc, Kerem Terab, Raşidîn ên bajarê
Helebê belev dibin.
Artêşa
El-Mucahîdîn abonetiya xwe ji gelek jêderan werdigire û yek ji komên leşkerî
yên sereke yên nerm tê pejirandin. Odeya çalakiyan a “El-Mom” fermî
nas kir û alîkariya wê kir. Artêşa El-Mucahîdîn her wiha alîkariya leşkerî,
cebilxane û mûçeyan ji vê Odeyê wergirt. Alîkarî ji Tugaya El-Ensar û Tugaya
Emcad El-Îslam re dihat û ew jî berpirsyarên belavkirina alîkariyê li ser komên
di nava Artêşa El-Mucahîdîn de bûn. Artêaş El-Mucahîdîn her wiha alîkarî bi
riya Desteya Parastina Sivîlan ji dewleta Qeterê werdigirt û dewleta Tirk jî bi
rola navbênkariyê ji bo derbaskirina alîkariyan radibû.
Di aliyê
bîrdozî de jî tu lêvegereke ramyarî ya zelal a Artêşa El-Mucahîdîn tune ye. Lê
nûnertiya şepêleke ciwanên îslamî dike û bi hevsengiya alîkariya Ixwan
El-Muslimîn ji wê re di çarçoveya oldarî ya heyî de li Heleb û gundewarê wê
tevdigere.
Ji ber
tevlîheviya hundirîn hejmara endamên Artêşa El-Mucahîdîn kêm bû. Di encamê de
beşekî mezin xwe ji nava wê vekişandin û di destpêka sala 2015’an de piştî
komên wê beşdarî nava kombûnên din û odeyên hevbeş bûn, kesek jê nema û tenê
navê wê ma.
11- Tabûrên Ebû Emar
Tabûra Ebû
Emar di nîvê sala 2011’an de bi awayekî veşartî hate damezirandin. Ango piştî
çend mehan ji destpêka raperîna Sûriyeyê. Ev yek li bajaroka Enedanê ya bakurê
Helebê ku ji herêmên yekemîn ên Heleb û gundewarê wê ye ciwanên wê li dijî
rêjîmê çek rakirine, pêk hate. Tabûr ji aliyê kesê bi navê Yasir El-Ebid ve
hate avakirin û piştî demekê ji aliyê hêzên rêjîmê ve hate girtin û nêzî sal û
nîvekê di zîndanên rêjîmê de ma û di çalakiyeke guhertina dîlan de hate berdan.
Di avakirina tabûrê de her wiha fermandarê çalakiyên tabûrên Ebû Emar ê bi navê
Mihena Cefalê (Ebû Bekrî) ku ji welatiyên bajarê Helebê ye û xwendekarê
fakulteya Aborî ya zanîngeha Helebê ye ji destpêk heta niha cih girtiye. Her
wiha kesê bi navê Muder Necar jî cihê xwe di avakirinê de girt û piştre jî cihê
xwe di Tugaya El-Tewhîd de girt.
Tabûrên
Ebû Emar di demên navbera tîrmeha 2011’an û tîrmeha 2012’an de bi awayekî
veşartî di hundirê bajarê Helebê û gundewarê wê de bi awayekî çalak
tevdigeriya.
Hejmara
endamên Tabûrên Ebû Emar nêzî 250 leşkeran in û endamên komîteya navendî nêzî
10 kesan bû. Di aliyê abonetiyê de jî alîkariya xwe ji jêderên taybet ên wekî
bazirganên îslamî yên di Sûriyeyê de û li derve werdigirt. Her wiha gelek
alîkarî ji çalakiyên leşkerî yên li hemberî rêjîmê desteser kirin. Tu
alîkariyeke fermî û hikûmî wernegirt û tenê dema ku di nava Kombûna Festeqêm
Kema Omirt de bû alîkariyeke bi çûk ji dewleta Qeterê werdigirt.
Li gorî
agahiyan Tabûrên Ebû Emar di aliyê ramyarî de xwe dispêre fikra cîhadîst a
selefî heta sal û nîvekê ne zelal bû. Ango ji destpêka avakirina wê ve heta
dema pevçûnên destpêkê yên li bajarê Helebê. Her wiha ji Cebhet El-Nusra ve jî
nêzîk e û li hemberî rêxistina DAIŞ’ê li Helebê heman helwest nîşan da. Tabûrên
Ebû Emar li rex Cebhet El-Nusra beşdarî gelek pevçûnan bû. Têkliyên di navbera
herduyan de gelekî baş bûn. Tabûrên Ebû Emar niha li taxên Meşhed, El-Ensarî û
Şehar ên bajarê Helebê zagonên îslamî ferz dike. Tabûrên Ebû Emar di destpêka
pevçûnên bajarê Helebê heta dawiya sala 2012’an de demeke kurt ala şoreşê li
rex alên îslamî radikirin, niha alên îslamî yên reş radike.
12- Tevgera Hezim
Tevgera
Hezim di dawiya çileya 2014’an de bi kedeke kesane ya Serokê Desteya Leşkerî ya
Artêşa Azad General Selîm Idrîs hate damezirandin û piştî avakirina Tevgerê bi
demeke kurt ji ber buyera desteserkirina Tevgera Ehrar El-Şam ji embarên çek û
cebilxaneya taybet bi Desteya Leşkerî li herêmên Bab El-Hewa û Atmê yên
gundewarê Idlibê ji kar hate avêtin. Her wiha ji ber nakokiyên di navbera Idrîs
û Ehmed El-Cerba ku serokatiya Koalîsyona Niştimanî di wê demê de dikir, de
derketine. Ji ber vê yekê El-Cerba li Siûdiyê zext kir ku Idrîs ji kar bavêje û
li şûna wî Ebdilîlah El-Beşîr erkdar bike û ev yek bi rastî pêk hat.
Bingeha
Tevgera Hezim a sereke li bajarê Helebê pêk tê. Tevger ji leşkerên hêza 9’emîn
a girêdayî Desteya Leşkerî ya Artêşa Sûriya Azad ku di nîvê meha hizêrana
2013’an de bi serkêşiya Ebdulnasir Ebû Celal hatibû avakirin, pêk dihat.
Hejmara
endamên Tevgera Hezim piştî ku hate damezirandin gihîşte 4 hezar leşker. Beşekî
mezin ji wan sobay û leşkerên ji hêzên rêjîmê veqetiyabûn. Ev yek jî cîwazbûneke
tevgerê ji komên din ên leşkerî yên opozîsyonê bû. Pergala leşkerî ya Tevgerê
jî wekî pergalên artêşên fermî bû. Gelek leşker û sobayên Tevgera Hezim di
baregehên taybet li Siûdiyê, Qeter û Urdinê di bin çavdêriya Rêveberiya Emrîka
de hatin perwerdekirin. Ev yek jî nîşana dirêjbûna dema di navbera ragihandina
avakirina wê û derketina dîmenên li ser navê Tevgerê li ser Youtube piştrast
dike. Piştî şer û pevçûnên Tevgerê li
dijî Cebhet El-Nusra li gundewarê Idlibê hejmara leşkerên wê gelekî kêm bûn.
Li bajarê
Helebê gelek leşkerên Tevgera Hezim di bin fermandariya Kaptên Ebdulnasir Ebû
Celal de ku rêjeya wan ji sedî 22 ji tevahî leşkerên Tevgerê li Sûriyeyê bû,
(beriya leşkerên wê ji Idlibê ji Helebê re werin şandin, bi vê yekê hişt ku
bibe hêza sereke li Helebê, ango ji sedî 45 leşkerên Tevgerê) hatibûn
belavkirin. Her wiha cihê xwe li eniyên şer ên li dijî rêjîmê li taxên Henderat
û Amriyê yên bajarê Helebê û deverên Birêc, devera pîşeyî û gundê Ezîziyê yên
bakurrohilatê Helebê digirtin.
Di aliyê
rêxistinî de Tevgera Hezim di bin sîwana Desteya Leşkerî ya Artêşa Sûriya Azad
de bi fermandariya general Zahir El-Sakêt tevdigeriya û alîkariya xwe ji
“Koma Dostên Sûriyeyê” bi riya Odeya Çalakiyan a “El-Mom” a
li Tirkiyeyê û Odeya Çalakiyan a “El-Mok” a li Urdinê werdigirt.
Tevgerê ji derveyî van tu alîkarî ji derve wernegirt û vê yekê hişt ku pareke
mezin ji alîkariyê ji wan werbigire. Di nava van alîkariyan de çek, cebilxane,
mûçe, madeyên lojîstîk û pêdiviyên perwerdeyên leşkerî hebûn.
Di aliyê
bîrdozî de jî û li gorî belgeyên wê yên damezirandinê, rêxistineke siyasî ya
şoreşgerî ye û baskekî wê yê leşkerî heye. Ji bo hilweşandina rêjîma Sûriyeyê
dixebite û hewl dide azadî û rûmeta gelê Sûriyeyê vegerîne. Di van belgehan de
yan di belavokên Tevgerê yên di înternêtê de hatine weşandin, naverokeke îslamî
ya biçûk heye. Diyar e Tevgera Hezim di şerê li dijî rêjîmê de herî ciddî bû û
pevçûn û nakokiyên hundirîn ya siyasî û leşkerî di nava opozîsyonê de paşguh
dikir. Tevger bi dewleteke sivîl û bi şêwazên demokratîk û mafê gel di
diyarkirina çarenûsa xwe de bawer dike. Her wiha zagonên navnetewî û belgeya
navnetewî ya derbarê mafên mirovan de nas dike. Tevgera Hezim herî zêde wekî
koma şoreşgerî ya opozîsyonê di nermbûn û laîq tê pejirandin.
Tevgera
Hezim di 1’ê adara 2015’an de ragihand ku xebatên xwe bi dawî kir û leşkerên
xwe beşdarî nava Cebhe El-Şamiyê ya li gundewarê bakurê Helebê kir. (Tevgera
Hezim, dema ev dosya dihat amadekirin, di qada Sûriyeyê de tune bû.)
13- Kombûna Tabûrên “Festeqêm
Kema Omirt” (Rast be wekî ku ji te tê xwestin)
Kombûna
Tabûrên Festeqêm Kema Omirt di nîvê kanûna 2012’an de bi yekîtiya komeke ji
tabûrên Artêşa Sûriya Azad di wê demê de hate damezirandin. Van tabûran di wê
demê de ala şoreşa Sûriyeyê pejirandin. Di destpêka avakirina wê de ji van
koman pêk dihat: “Tugaya Dirih El-Umê, Tugaya Dirih El-Weten, Tugaya Dirih
El-Şehab (evan tabûran di bin ‘Desteya Diroh El-Sewra’ de û ‘Desteya Kombûnên
Leşkerî’ ya girêdayî Ixwan Muslimîn ku li bajarê Stenbolê bi amadebûna
Fermandarê Artêşa Azad di wê demê de Riyad El-Eseed û Çavdêrê Giştî yê berê yê
Koma Ixwan Muslimîn li Sûriyeyê Mihemed Riyad El-Şiqfê hatiye avakirin de
tevdigerîn).” Fermandarê Tugaya Nûreddîn El-Zenkî Şêx Tewfîq Şihabeddîn
wekî fermandarê giştî yê Kombûnê hate erkdarkirin. Her wiha Fermandarê Kombûna
Tabûrên El-Selam Mustefa Birro binasnav Seqir Ebû Quteyba wekî fermandarê
leşkerî hate erkdarkirin. Piştî tabûrên Nûreddîn El-Zenkî ji Kombûnê vekişiyan,
Seqir Ebû Quteyba wekî fermandarê giştî hate erkdarkirin.
Şervanên
Kombûnê li gelek taxên bajarê Helebê yên wekî Selaheddîn, Îzaa, Şear, Mesakên
Henano, geraja El-Heciz û taxên kevin ên bajêr belav dibûn.
Hejmara
endamên Kombûnê ji destpêka hatiye avakirin ve heta niha di navbera 900 û 1300
leşkeran de ne.
Kombûna
“Festeqêm Kema Omirt” wekî baskê leşkerî ya Ixwan Muslimîn a yekemîn
li parêzgeha Helebê tê pejirandin û alîkariya xwe ji dewletên ku alîkariya
Ixwan Muslimîn a Sûriyeyê dikin wergirt. Di serî de Qeter û Tirkiyayê.
Bîrdoziya Kombûnê li gorî dîmenên di Youtube de hatine weşandin û daxuyaniyên
çapemeniyê xwe dispêre çarçoveyeke îslamî ya nerm û têde hin helwestên radîkal
jî hene. Piraniya van helwestên radîkal ji aliyê leşkerên Tugaya Bajarê Helebê
ku fermandarên wê selefî û cîhadîst bûn, derdiketin. Ji ber van helwestên radîkal
Kombûn û Artêşa El-Mucahîdîn ku alîkariya xwe bi riya Odeya Çalakiyan
“El-Mom” ji dewletên rojavayî werdigirtin, ji hev qetiyan.
Kombûn
piştî çend mehan ji avakirina wê aliyê herî guncwa ji bo Ixwan Muslimîn a
Sûriyeyê bû û ji Desteya Diroh El-Sewra xwestin ku xwe di nava Kombûnê û
tugayên wê de bihelîne. Nemaze piştî ku tecûbeya wan a serbixwe têk çû. Kombûnê
li Heleb û gundewarê wê li dijî rêxistina DAIŞ’ê şer kir. Tugaya Heleb El-Şehba
ya herî nerm di nava tugayên Kombûnê de tê pejirandin.
Kombûn di
dawiya nîsana 2015’an de beşdarî Odeya Çalakiyan a Cêş Fetih Heleb ku heta niha
ala şoreşa Sûriyeyê radike, bû.
14- Hêza 16 (Firqa 16)
Bêtirî 10
tugayên leşkerî yên li Helebê û gundewarê wê tevdigerin di 19’ê îlûna 2013’an
de Firqa 16 damezirandin. Di daxuyaniya damezirandina Firqeyê de wiha hate
gotin: “Em wekî tabûr û tugayên leşkerî yên gundewarê bakurê Helebê
avakirina Firqeya 16 a girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Şoreşgerî li parêzgeha
Helebê radigihînin. Firqeya 16 ji van koman pêk tê ‘Tugaya Ehrar Sûriya, Tugaya
Şuhada Bedir, Tugaya El-Eqsa, Kombûna tabûrên Ehfad Umer, Tugaya El-Rebîh
El-Erebî, Tugaya Isûd El-Sewra, Tugaya Şuhada El-Mustefa, Kombûna tabûrên Siqor
El-Selam’. Fermandarê giştî yê Firqeya 16 jî Egîdê Leşkerî yê ji rêjîmê
veqetiyaye Silêman El-Şilaş e.” Piştî demekê El-Şilaş beriya ku istîfa
bike, paya xwe radestî egîdê hêzên ezmanî Hesen Recob kir. Her wiha sobayê ji
hêzên rêjîmê veqetiyaye yê bi navê Ebû Hatim El-Humsî wekî fermandarê leşkerî
yê Firqeya 16 hate erkdarkirin û Mihemed Serac Heyanî jî wekî kordîneyê giştî
hate erkdarkirin.
Firqeya 16
herî zêde ji leşkerên Tugaya Şuhada Bedir (bi fermandariya Xalid Serac an Xalid
Heyanî) pêk tê. Niha hejmara endamên wê nêzî 900 leşker in. Şervanên Tugaya
Şuhada Bedir û Tugaya Isûd El-Sewra û Tugaya El-Mustefa (ku heta niha cihê xwe
di nava Firqeya 16 de digirin) ji gund û bajarokên Heyan, Rityan, Hirêtan,
Enedan, Biyanûn, Başkoy û Lêremûnê yên gundewarê bakurê Helebê ne û li eniyên
şer ên li dijî hêzên rêjîmê li taxên wekî Xaldiyê, Eşrefiyê, Benî Zêd (Eniyên
ku Firqe bi serê xwe dimeşîne), Bustan Paşa, aliyê rojhilatê taxa Şêx Meqsûd,
Selaheddîn, Henderat, Birêc û Melah (eniyên ku bi hevkariya hin komên din ên
leşkerî re dimeşîne) belav dibin. Firqeya 16 beşdarî hemû çalakiyên leşkerî yên
li derdora Nubol û Zehrai yên di bin serweriya rêjîmê de ne, bû.
Di aliyê
abonetiyê de jî, komên di bin sîwana Firqeya 16 de ne beriya ku yekîtiya xwe
ava bikin, alîkariya xwe ya çek, cebilxane û mûçeyan bi rêbazên cuda peyda
dikirin û alîkariyeke biçûk ji kesayetên Sûriyeyê yên penaber werdigirtin. Her
wiha alîkariyeke biçûk ji Desteya Lşekerî ya Artêşa Sûriya Azad werdigirtin.
Van koman her wiha alîkariya xwe ya sereke jî piştî ku Tugaya Şuhada Bedir
deverên febrîkeyan û şîrketên mezin ên Lêremûn, Benî Zêde û Xaldiyê bi dest xwe
ve anîn, wergirtin. Piştî ku van koman yekîtiya xwe di bin navê Firqeya 16 de
ragihandin, Odeya Çalakiyan “El-Mom” jî ji ber ku beşekî Meclîsa
Leşkerî ya Heleb û gundewarê wê bû, alîkariya wê kir. Diyar alîkariya bi wê re
di dema dawî de gelekî kêm bû. Ev yek di kêmbûna leşkerên wê ku herî zêde
hejmara wan gihîştibû 1500 leşkeran û vekişandinên wê yên li pey hev eşkere
dibe. Niha hejmara endamên wê bêtirî 600 leşker in. Firqeya 16 girêdayî pergala
Artêşa Sûriya Azad e û wekî komeke çekdar a nerm di Sûriyeyê de tê pejirandin.
Di daxuyaniyên wê û dîmenên wê yên li ser Youtube hatine weşandin aliyekî
îslamî û selefî nayê dîtin. Lê belê di çarçoveyeke îslamî ya nerm de tevdigere.
Diyar e ew bi şêwazên demokratîk di desthilatdariyê de bawer dike. Armanca
Firqeya 16 hilweşandina rêjîma Sûriyeyê û şerê li dijî rêxistina DAIŞ’ê ji ber
ku ‘rêxistineke radîkal e û nûnertiya şoreşa Sûriyeyê nake’ ye û ev yek di
daxuyaniyeke xwe de gotibû. Di 2’yê gulana 2015’an de Firqeya 16 şehadeta
Fermandarê Giştî yê Tugaya Şuhada Bedir Xalid Heyanî ragihand.
15- Tugayên Turkmenan
Ev ne navê
wê yê rêxistinî ye. Lê belê ji ber ku di destpêka 2012’an de li gundên
Turkmenan ên bakur û rojhilatê Helebê hatine avakirin, li Helebê bi navê
Tugayên Turkmenan tê naskirin. Dema çalakiyên derbasbûna bajêr destpê kirin û
deverên berfireh ji bajêr ketin bin kontrolê, Tugayên Turkmenan ku di wê demê
de tabûrên biçûk bûn, li taxên ku piranya wan ji pêkhateya Turkmen in ên wekî
“Hulok, Heyderiyê, Şêx Faris û Şêx Xizir” ên bajarê Helebê bi cih
bûn.
Di
destpêkê de bi “Kombûna Ehrar Turkmen Sûriyeyê” re bû, ji ber ku
sîwana siyasî ya giştî ya hemû Deste, Partî û kesayetên di qada siyasî ya
Sûriyeyê de ku ji pêkhateya Turkmen in tevdigerin. Her wiha wê jî ji aliyê xwe
ve piştgiriya avakirina komên çekdar ên taybet bi Turkmenan dikir. Heleb û
gundewarê wê qada yekemîn a derketina van koman bû û ji gund û taxên ku
piraniya wan ji pêkhateya Turkmen in ên wekî “Keraêl, El-Raî û Turkmen
Barih” dest pê kir. Li van deveran tabûrên ku hejmara leşkerên wan di
navbera 30 heta 50’î leşkeran bûn, hatin avakirin û yekemîn car di gulana
2012’an de bi awayekî eşkere hate ragihandin.
– Tugaya
Sultan Murad: Di nîvê sala 2012’an de bi hevkariya Meclîsa Leşkerî ya bajarê
Helebê li herêma El-Rahî ya bakurrojhilatê bajêr Tabûra Sultan Murad hate
avakirin. Piştre di adara 2013’an de bi fermandariya egîdê ji hêzên rêjîmê
veqetiyaye yê bi navê Ehmed Osman wekî Tugaya Sultan Murad hate ragihandin û
kesê bi navê Fehîm Îsa jî wekî fermandarê Leşkerî hate erkdarkirin.
Hejmara
endamên Tugaya Sultan Murad herî zêde gihştin 500 leşkeran û beşdasrî gelek
pevçûnên bajarê Helebê û gundewarê wê bûn. Her wiha cihê xwe di pevçûnên
bajaroka El-Rahî, pevçûnên Muxeyem Henderat û gundê Henderat de girt. Beriya wê
demê jî li devera pîşeyî ya li Şêx Necar beşdarî pevçûnan bû. Leşkerên Tugaya
Sultan Murad niha li eniyên Hendarat, Bustan Paşa, Şêx Necar û Kerem Terab bi
cih dibin. Her wiha baregehên wê li taxên Hulok, Şêx Faris, Biêdîn û El-Miyeser
hene.
Tugaya
Sultan Murad di aliyê rêxistinî de girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Şoreşgerî ya di
bin fermandariya egîd Zahir El-Sakêt de ye. Ango ew jî komeke ji Artêşa Sûriya
Azad e û komeke nerm e. Di daxuyaniyên wê de aliyekî îslamî ya selefî ne diyar
e. Tugaya Sultan Murad ala şoreşê li gel hin alên îslamî radike. Ev alên îslamî
jî ji bo ku ew bi ser komên îslamî ve neyên hejmartin hin guhertin (aleke
îslamî bi rengê sor û xeteke zêrîn) têde hatine çêkirin. Armanca Tugaya Sultan
Murad hilweşandina rêjîmê û avakirina saziyên dewletê ye. Aliyekî wê yê
parçekirina netewî ya Turkmenan tevî ku piraniya alîkariya xwe ji hikûmeta
Tirkkiyeyê bi awayekî rasterast werdigire jî (çek, cebilxane, mûçe û pêdiviyên
lojîstîkî) nehatiye qeydkirin.
– Tugaya
Sultan Mihemed El-Fatih: Di nîvê sala 2012’an de bi fermandariya “Ebû
Feyaz” Fermandar û damezrênerê Tabûrê ku di pevçûnên li taxa Sulêman
Helebî de hatiye kuştin, hatibû avakirin. Tabûrê ji gundên Turkmenan ên
gundewarê Bakur û Rojhilatê Helebê bi taybet gundê El-Xendora dest bi xebatên
xwe kir. Di destpêka pevçûnên bajarê Helebê de beşdarî nava Tugaya El-Tewhîd
bû. Her wiha beşdasrî çalakiyên bidestxistina taxên Şêx Xizir, Saxor, Şêx
Faris, Bab El-Nêreb jî bû. Tabûrê cihê xwe di pevçûnên taxa Mîdanê de jî dema
ku tabûrên opozîsyonê hewl didan bi dest xwe ve bînin, girt. Di cotmeha 2012’an
de ji nava Tugaya El-Tewhîd vekişiya û li taxên ku piraniya şêniyên wê Turkmen
in bi cih bû û di çileya 2013’an de Tugaya Sultan Mihemed El-Fatih hate
ragihandin û Ebû Kemal wekî fermandarê giştî hate erkdarkirin û Ebû Tewfîq jî
ku sobayekî ji hêzên rêjîmê vekişiyabû wekî fermandarê leşkerî hate erkdarkirin
û di pevçûnekê de hate kuştin.
Ji ber ku
li ba Tugaya Sultan Mihemed El-Fatih miqdareke mezin û baş ji çek û ceblxaneiyê
hebû, gelek leşkerên Turkmen û Ereb ber bi xwe ve kişandin û hejmara endamên wê
gihşte nêzî 1000 leşkeran. Nemaze leşkerên wê mehane mûçeyeke baş û alîkariyên
madeyên xwarinê werdigirtin. Tugayê cihê xwe di gelek şer û pevçûnên Heleb û
gundewarê wê de yên wekî nexweşxaneya El-Kindî, dibistana hêzên piyatî û Heleba
Kevin ku di encamê de Mizgefta Mezin a El-Umewî bi dest xwe ve anîn, girt.
Tugayê
piştî ku xwe ji nava Tugaya El-Tewhîd vekişand alîkariya xwe bi temamî ji
Tirkiyeyê wergirt. Miqdareke mezin ji çekên pêşketî di destên leşkerên wê de
hebûn û mûçeyeke mehane ji wan re hatibû veqetandin. Leşkerên Tugayê li taxên
ku piraniya şêniyên wê Turkmen in bi cih bûn. Niha piştî ku hejmara leşkerên wê
ji ber qutbûna alîkariyê gelekî kêm bûn û daket 200 leşkeran, tenê li eniya
herêma Henderat bi cih dibin. Vekişandina herî balkêş a tabûrên El-Baz ku ji
piraniya leşkerên Tugaya Sultan Mihemed El-Fatih pêk dihat, bû. Tugaya Sultan
Mihemed El-Fatih di aliyê rêxistinî de girêdayî Meclîsa Leşkerî ya Şoreşgerî
ye. Her wiha di pergala Artêşa Sûriya Azad de cih digire û ala şoreşê radike û
bi demokrasî û dewleteke sivîl di çarçoveyeke îslamî ya nerm de bawer dike.
16- Tabûrên El-Baz El-Îslamiyê
Endamên
tabûra El-Baz ku di 2012’an de hatiye avakirin, ji gundê Sed El-Şehba ne û ji
aliyê kesê bi navê “Mamoste Mehmûd” ve hate avakirin û bi
damezirandina Tugaya Sultan Mihemed El-Fatih re beşdarî nava wê bû. Tabûrê cihê
xwe di rizgarkirina Mizgefta El-Umewî, Dibistana Hêzên Piyatî û pevçûnên herêma
nexweşxaneya El-Kindî de girt.
Di nîvê
sala 2013’an de Tabûrên El-Baz xwe ji nava Tugaya Sultan Mihemed El-Fatih
vekişand û “Tabûrên El-Baz El-Îslamiyê” ya girêdayî Desteya Leşkerî
ya Artêşa Sûriya Azad ava kir.
Hejmara
endamên wê gihîşte 400 leşkeran û di çalakiyên bidestxistina balefirgeha
leşkerî ya Minixê ya li gundewarê bakurê Helebê de ya nêzî Ezazê li rex DAIŞ’ê
şer kir. Tabûrên El-Baz piştî wê demê beşdarî nava “Hêzên El-Nixbê”
ku serokê Meclîsa Leşkerî ya şoreşgerî ya Heleb û gundewarê wê yê berê egîd
Ebdilcebar El-Egîdî avakiribû, bû. Leşkerên Tabûrên El-Baz li eniyên taxa Saxor
a bajarê Helebê û li eniyên şerê li dijî DAIŞ’ê yên li gundewarê bakurê Helebê
cih digirin. Her wiha navendên wê li taxên Şêx Xizir û Saxor ên Helebê hene.
Tabûrên
El-Baz dema di nava Tugaya Sultan Mihemed El-Fatih de bû alîkariya xwe ji
Tirkiyeyê werdigirt. Piştî beşdarî nava “Hêzên El-Nixbê” bû alîkariya
xwe ji Odeya Çalakiyan a “El-Mom” wergirt. Di aliyê bîrdozî de jî,
diyar e tabûrên El-Baz xwe dispêre fikra îslamî ya nerm û ala şoreşa Sûriyeyê
nas dike û aleke spî ku ” لا إله إلا الله محمد رسول الله” li
ser hatiye nivîsandin radike. Tabûrên El-Baz girêdayî pergala Artêşa Sûriya
Azad e.
17- Cebhet El-Esalê û El-Tenmiyê
(Eniya Resenî û Geşkirinê)
Cebhet
El-Esalê û El-Tenmiyê di destpêka sala 2013’an de hate avakirin. Armaca wê ji
vê avakirinê ya hatiye ragihandin ew bû ku tabûr û tugayên xwedî fikrên nerm
komî ser hevûdu bike. Tabûrên wê li nexşeya Sûriyeyê belav dibin: Eniya bakur
(Heleb û gundewarê wê û Idlib û gundewarê wê), Eniya rojava (gundewarê
Laziqiyê), Eniya navîn (gundewarê Humisê), Eniya başûr (Herêmên Qelemûn û
gundewarê Şamê), Eniya rojhilat (Dêra Zorê û Reqqayê) û bi berfirehbûna
rêxistina Dewleta Îslamî ji herêmê vekişiya.
Di bajarê
Helebê de hebûna Cebhet El-Esalê û El-Tenmiyê gelekî kêm e û nûnertiya wê tenê
koma “Tabûrên Ibin Temîme” ku li gundewarê rojavayê Helebê bi cih
dibin, dikin. Hejmara endamên wê 200 leşker in û piraniya wan ji herêma
Daritizzê ne. Leşkerên wê her wiha li eniyên Henderat û girtîgeha navendî ya
Muslimiyê şer dikin. Tabûrên Ibin Temîme di çalakiyên bidestxistina Tabûra
Hendesê (bicihkirin û bêbandorkirina mayînan) û dibistana hêzên piyatî û
baregeha ciwanan de cih girt. Her wiha di pevçûnên El-Qadisiyê de ya di nîvê
2013’an de cih girt û di encamê de opozîsyonê taxa Raşdîn a rojavayê bajarê
Helebê ya stratîjîk bi dest xwe ve anî.
Cebhet
El-Esalê û El-Tenmiyê di gelek şer û pevçûnên li deverên cuda yên cografiya
Sûriyeyê de cih girt. Ji wan leşkerên wê beşdarî pevçûnên El-Cesed El-Wahêd (li
gundewarê Hema), pevçûnên El-Tewhîd (li bajaroka Qisêr a girêdayî Humisê) û
beşdarî çalakiyên bidestxistina baregeha leşkerî ya El-Zebha ya li herêma navîn
bû. Her wiha li gundewarê başûrê Şamê jî beşdarî pevçûnên El-Furqan û hin
pevçûnên Deraayê bû. Koma Tugaya Yekemîn a Laziqiyê ya girêdayî Cebhet El-Esalê
û El-Tenmiyê rola wê di pevçûnên El-Nebî Yûnis û gundê Kefreya yê gundewarê
Laziqiyê de sereke bû.
Hejmara
endamên Cebhet El-Esalê û El-Tenmiyê li Sûriyeyê nêzî 2000 leşker in.
Diyar e
Cebhet El-Esalê û El-Tenmiyê hêzeke îslamî ye, lê ne selefî û cîhadîst e. Ev
yek di girêdana wê ya bi koma Ixwan Muslimîn ve ku alîkariya wan bi riya
Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Sûriya ya Demkî ya ji Qeter û Tirkiyeyê
werdigire dikin, diyar dibe.
18- El-Cebhe El-Îslamiyê (Eniya
Îslamî)
Avakirina
El-Cebhe El-Îslamiyê di 22’yê mijdara 2013’an de hate ragihandin. Di nava wê de
komên îslamî yên li deverên di bin serweriya opozîsyona Sûriyeyê de tevdigerin
(Tugaya El-Tewhîd), Tevgera Ehrar El-Şam El-Îslamiyê, Tugayên Siqor El-Şam, Cêş
El-Îslam, Tugaya El-Heq û Ensar El-Şam) cih girtin.
Hebûna
El-Cebhe El-Îslamiyê li bajarê Helebê bi riya komên El-Tewhîd û Tevgera Ehrar
El-Şam e û piştre jî Tugaya Ehrar Sûriya ku di sala 2014’an de beşdarî nava wê
bû.
El-Cebhe
El-Îslamiyê alîkariya xwe bi riya Koalîsyona Opozîsyonê rasterast ji Tirkiye,
Qeter û Siûdiyê werdigire.
Hevpeymana
El-Cebhe El-Îslamiyê “projeya Umetê” esas digire û bi riya avakirina
dewleteke îslamî ku têde tenê “şerîheta Xweda” serwer be û lêveger,
rêvebertî, serwerî û birêxistinkirina kes, civak û dewletê, îslamkirina
Sûriyeyê piştî hilweşandina rêjîmê bingeh dibîne. Her wiha têgehên wekî “Laîq, demokratîk
û dewleta sivîl” ji ber bi ola Îslamê re nakok in bi temamî qebûl nake. Di
25’ê kanûna 2014’an de beşdarî nava kombûneke nû ya bi navê El-Cebhe El-Şamiyê
ya di bin fermandariya Ebdilezîz Selamê de bû.
19- El-Cebhe El-Şamiyê (Eniya Şamê)
Di 25’ê
kanûna 2014’an de komeke mezin ji tabûrên şoreşgerî yên li Heleb û gundewarê wê
“El-Cebhe El-Îslamiyê, Artêşa El-Mucahîdîn, Tevgera Nûreddîn El-Zenkî,
Kombûna Festeqêm Kema Omirt û Cebhet El-Esalê û El-Tenmiyê” dameziranina
El-Cebhe El-Şamiyê ragihandin û kesê bi navê Ebdilezîz Selamê (ku fermandarekî
berê yê Cebehe El-Îslamiyê li Helebê bû) wekî fermandarê giştî yê El-Cebhe
El-Şamiyê hate erkdarkirin. Her wiha sobayê bi navê Mihemed Cuma Bekor (Ebû Bekir)
ku fermandarê Artêşa El-Mucahîdîn bû, wekî cîgirê Selamê hate erkdarkirin.
Ev
ragihandin piştî damezirandina wê di 29’ê mijdara 2014’an de li bajarê Dîlok
(Gazî Antap) a Tirkiyeyê pêk hat û dadgerê bi navê Qeys El-Şêx wekî Serokê
Meclîsê hate hilbijartin ku ji înîsyatîfa “Wehtesîmo” ya beriya
avakirina meclîsê bi sê mehan di hundirê Sûriyeyê de ji aliyê nêzî 100 komên
leşkerî yên opozîsyonê ve hatibû ragihandin, jê hat derketin.
Evan komên
leşkerî ji bo şêwazên parastina nasnameya niştimanî li hev kirin û bi
dawîkirina wekî ku bi nav kirine “bermahiyên rêjîma gendel” her wiha
berxwedana li dijî teror û kiryarên ku ziyanê bi şoreşa Sûriyeyê dikin.
Xwedîderketina li Hevpeymana Meclîsê û ev yek li ser hemû endaman tê ferzkirin.
Di nava bendên wê de armancê sereke yên meclîsê hene û dê ji bo pêkanîna wê
tevbigere. Hin ji van armancan ev in: “Hilweşandina rêjîmê, Hevkariya di
avakirina dewletê de, Serxwebûna biryara Sûriyeyê, çespandina edaletê û azadiya
hemû pêkhaetyên mozayîka civakî ya Sûriyeyê.”
Di nava
El-Cebhe El-Îslamiyê de Odeya Çalakiyên Leşkerî ya hevbeş di navbera komên li
ser daxuyaniya yekbûnê îmze kirine de heye. Her wiha yekkirina cebilxane û
çekan di embarên hevbeş de di bin navê El-Cebhe El-Îslamiyê de. Qanûneke
hundirî hate çêkirin û komên leşkerî yên îmzekirine erê kirin. Li gorî vê
qanûnê hemû li gorî ala Cebhe El-Şamiyê derbarê çek û cebilxaneyê de tevdigerin
û kesê dixwaze vekişe, nikare çek û cebilxaneya xwe ku di bin fermandariya
leşkerî ya Cebhe El-Îslamiyê de hatiye yekkirin bi xwe re vekişîne.
Ev
yekkirin piştî zextên tabûrên nerm ên Helebê ji bo avakirina hêzeke leşkerî ya
girêdayî fermandariyeke navendî pêk hat ku karibe li hemberî zextê leşkerî yên
li dijî şoreşê li Helebê li ber xwe bide. Çi zextên ji ber êrîşên hêzên rêjîmê
ku hewl dide Heleb dorpêç bike yan jî êrîşên DAIŞ’ê ku li gundewarê rojhilatê
Helebê bi cih bûye û hewl dide bi riyên Exterîn û Dabiq ber bi Ezazê ve biçe.
Her wiha zexta ku ji ber serweriya Cebhet El-Nusra li Cebel El-Zawiyê û
piraniya gundewarê Idlibê piştî şer û pevçûnên wê li dijî “Cebhet Siwar
Sûriya”. Guman e armancên nû yên berfirehkiria serweriya Cebhet El-Nusra
ber bi avakirina mîrnişîneke îslamî û ev yek li parêzgeha Idlibê û gundewarê wê
pêk hat. Bi riya vê yekê hewl dide kuştina leşkerên xwe rawestîne.
Leşkerên
Cebeh El-Şamiyê li hemû eniyên Heleb û gundewarê wê yên li dijî hêzên rêjîmê û
li gundewarê başûr, eniyên Henderat, Birêc, Melah yên nêzî bajêr belav dibin.
Her wiha li eniyên şer ên li dijî rêxistina DAIŞ’ê li herêmên Ihtimêlat, Hor
El-Eyn a nêzî bajaroka Marihê û Ezazê li gundewarê Bakur cih digirin. Li eniyên pevçûnan yên germ û sar li rex
Cebhet El-Nusra li gundewarê rojavayê Heleb (Etarêb û Daritizzê) şer kirin.
Cebehe El-Îslamiyê xwedî nêrîneke îslamî ya nerm e û şerê li dijî hêzên rêjîma
Sûriyeyê li Heleb û gundewarê wê armanc dike. Her wiha di şerê li dijî DAIŞ’ê
de jî ciddî ye. Ew jî berdewamiyeke li ser rêgezên tabûrên li van eniyan şer
dikin e lê niha di bin aleke nû de ye. El-Cebhe El-Îslamiyê ji “yekîneyên
parastina ezmanî li Heleb û gundewarê wê” piştî ku fûzeyên herêmî hatin
çêkirin, hate avakirin. Yekîne ev bûn: “Yekîneya Umer, Yekîneya El-Şam,
Yekîneya El-Qudis, Yekîneya Ehrar El-Şerq her wiha ji bo li hemberî balefirên
rêjîmê li ber xwe bidin ku roleke mezin di encamdayîna pevçûnan de dilîze û bi
taybet li eniyên pevçûnan ên bi gundewar û aliyên Helebê re vekirî ne.
El-Cebhe
El-Şamiyê heta niha tu hevpeymaneke yan nêrîneke siyasî yan rêgezeke fikrî û
armancên eşkere belav nekiriye. Tê gumankirin ku ji bo parêzgeha Helebê di
destê aliyên nerm de bimîne, avakirina El-Cebhe El-Şamiyê encama lihevkirineke
(Emrîkî, Qeterî û Siûdiyê) ye.
20- Tugaya Cebhet El-Ekrad (Eniya
El-Ekrad)
Tugaya
Eniya El-Ekrad di destpêka sala 2012’an de li gundê Til Şeîr a gundewarê
bakurrojhilatê Helebê bi amadebûna fermandarên Tugayê Xelîl û Hec Ehmed hate
avakirin. Tugaya Eniya El-Ekrad ji gelek tabûr û leşkerên Kurd, Turkmen û Ereb
pêk tê.
Leşkerên
Tugaya Eniya El-Ekrad li Helebê û gundewarê wê belav dibin. Her wiha li eniyên
taxên Şêxmeqsûd, Bustan Paşa, Eşrefiyê û gundewarê Bakurê Helebê cih digirin.
Tugaya
Eniya El-Ekrad li dijî hêzên rêjîmê û rêxistina DAIŞ’ê li bendava Tişrînê, Til
Eran, Til Hasil beşdarî pevçûnan bû. Her wiha li rex Tugaya Ehrar Sûriya li
eniya Bilêremûn a Helebê li dijî hêzên rêjîmê şer kir. Tugaya Eniya El-Ekrad di
pevçûnên rizgarkirina Kobanê de jî di nava Odeya Çalakiyan a Burkan El-Firat de
jî cih girt.
Tê
gumankirin ku hejmara endamên wê 1000 leşker in û piraniya wan ji gundên Helebê
ne. Her wiha abonetiya xwe ji alîgirên Tugayê werdigire.
Di aliyê
bîrdozî de jî, ji bo hilweşandina rêjîma Sûriyeyê dixebite û ji bo vegerandina
azadî û rûmeta gelê Sûriyeyê têdikoşe. Tugaya Eniya El-Ekrad bi demokrasî û
piralîbûnê di nava welatekî li ser wekheviya hemû pêkhateyan hatiye avakirin,
bawer dike.
21- Cêş El-Siwar (Artêşa Şoreşgeran)
Di
destpêka sala 2015’an de li bajarê Helebê bi yekîtiya 7 komên leşkerî
“Kombûna Siwar Humis bi fermandariya Ebdilîlah El-Ehmed, Tabûrên Şems
El-Şemal bi fermadariya Rêzan Ebû Mehmûd, Tugaya çalakiyên Taybet bi fermandariya
Ebû Elî Bered, Tugaya Eniya El-Ekrad bi fermandariya Selah Cibo, Hêza 777 bi
fermandariya Ebû Ereb, Tugaya 99 piyatî bi fermandariya Ehmed Mehmûd Sultan,
Tugaya Sultan Selîm bi fermandariya Ebdilezîz Mîrza û Tugaya Ehfad Osman û
Tevgera El-Fîdaîyîn El-Sewriyîn (fedekarên şoreşger) ji gundewarê rojavayê
Hemayê bi fermandariya Ebû Munzir” hate avakirin. Leşkerên Artêşa
Şoreşgeran li bajarê Heleb û gundewarê wê û Humisê belav dibin. Hejmara endamên
wê nêzî 4000 leşker in. Artêşa Şoreşgeran abonetiya xwe ji alîkariyên gel
werdigire. Di aliyê bîrdozî de jî ji bo hilweşandina rêjîma Sûriyeyê dixebite û
ji bo vegerandina azadî û rûmeta gelê Sûriyeyê têdikoşe. Her wiha bi demokrasî
û piralîbûnê di nava welatekî li ser wekheviya hemû pêkhateyan hatiye avakirin,
bawer dike.
22- Cêş El-Fetih Heleb (Artêşa
Rizgariya Helebê)
Cêş
El-Fetih Heleb di nîsana 2015’an de ji aliyê nêzî 21 komên leşkerî
“Tevgera Nûreddîn El-Zenkî, Artêşa El-Mucahîdîn, Artêşa Sunniyan, Tabûrên
Ebû Emar, Hêza 101, Hêza 16, Hêza 13, Tugaya El-Fetih, Tugaya Sultan Murad,
Tugaya Firsan El-Heq, Tugaya Siqor El-Cebel, Tugaya El-Heq, Tugayên El-Furqan,
Artêşa El-Îslam, El-Cebhe El-Şamiyê, Ehrar El-Şam, Tabûrên Siwar El-Şam,
Tevgera Beyariq El-Îslam, Kombûna Festeqêm Kema Omirt, Tabûrên Fecir El-Xîlafê”
hate avakirin. Li gorî daxuyaniya avakirinê de nêzî 22 hezar leşker di nava xwe
de di bin fermandarieyeke hevbeş de ya bi navê “Odeya Çalakiyên Fetih
Heleb” digire. Leşkerên wê li seranserî parêzgeha Helebê belav dibin û
alîkariya xwe ji Tirkiye û Siûdiyê werdigire. Her wiha rêgezên ber bi
îslamkirina Sûriyeyê ve li ser bingeha “projeya Umetê” esas digire.
Encam
Li gorî
şopandina rola komên leşkerî yên çalak li qada parêzgeha Helebê û gundewarê wê
yên bi ser sînorê kantona Efrînê ve, gelek navên komên çekdar ên li Heleb û
gundewarê wê hene, lê me bal kişand ser komên ku li ser erdê xwedî hêzeke
rasteqîn û çalak in, ên ji koalîsyon û odeyên çalakiyan li dijî rêjîmê û
rêxistina DAIŞ’ê pêk tên. Evan komên çekdar di aliyê bîrdozî û ramiyarî de
dabeş 3 beşdan dibin:
1- Fikra selefî ya cîhadîst a tundraw
(radîkal)
2- Fikra Îslamî ya nerm
3- komên ku bi wekhevî û demokrasiyê
bawer dikin
Li ser
asta alîkariya bi komên çekdar re li rex alîkariya dewletên Kendava Ereban a bi
serkêşiya Siûdiyê û Qeterê û hin sermiyadarên Kiwêtê, dewleta Tirk jî bi roleke
sereke di hemû aliyên alîkariya madî, manewî û çapemeniyê de radibe. Alîkarî
her wiha ji aliyê “Koma Dostên Sûriyeyê” di serî de Emrîka,
Birîtaniya, Fransa, Almaniya, Urdun û Îmarat tê dayîn. Her wiha Siûdiyê, Qeter
û Tirkiyeyê jî alîkariyeke rasterast bi komên xwe dispêrin fikra koma Ixwan
Muslimîn re dikin.
Diyar dibe
ku komên çekdar ên xwedî fikra selefî ya cîhadîst ên wekî Cebhet El-Nusra û hin
komên di nava Artêşa “Fetih Heleb” de, wekî Idlibê hewl didin
serweriya xwe li tevahî parêzgeha Helebê bikin. Lê li aliyê din em dibînin ku
hin komên çekdar ên xwedî fikrên demokratîk û durişmeya Sûriyeyê radikin û ji
gelek netew, mezheb û nijadan pêk tê dê li hemberî fikra selefî ya cîhadîst rû
bi rû bimînin.
Li gel
têkçûna hemû înîsyatîfên siyasî ji bo peydakirina çareseriyekê ji aloziya
Sûriyeyê re, hemû nîşanên li ber çavan diyar dike ku Heleb û gundewarê wê di
veguhertineke bingehîn re derbas dibe. Dibe ku koalîsyonên nû bêne avakirin (bi
taybet şepêlên îslamî yên radîkal) û pevçûnên li Helebê bi rê ve bibin. Her
wiha li gelê tunebûna peydakirina çareseriyekê ji aloziya Sûriyeyê re û
dijwarbûna rewşa gelê Sûriyeyê bi giştî parêzgeha Helebê dê bêtir li hemberî
tevlihevî û parçebûnan rû bi rû bimîne. Di rastiyê de projeya parçekirina
Sûriyeyê tê meşandin, lê bêyî hebûna qanûneke fermî ya navnetewî heta roja îro.
Lê kes nizane ku di rojên pêş de dê rewatî û zagontiya navnetewî ji parçekirina
Sûriyeyê re derkeve holê.
Adnan Mistefa
Kürdistan Stratejik Araştırmalar
Merkezi
www.lekolin.com – www.lekolin.org –
www.lekolin.net – www.lekolin.info – www.navendalekolin.com
Ji Destpêka Tevgera Şoreşgerî Heta Roja ÎroKurtasiya LêkolînêPêşgotin1- Evan koman çawa hatine
damezirandin?2- Leşkerên wan li ku derê belav
dibin, Hejmara wan çiqas e, Fermandarên
wan kî ne û Abonetiya xwe ji ku derê werdigirin? 3- Projeyên wan ên ramiyarî û siyasî
çi ne?Komên Çekdar1- Tevgera Ehrar El-Şam El-Îslamiyê2- Tevgera Nûreddîn El-Zenkî3- Tugaya El-Tewhîd4- Tugaya Asifêt El-Şemal (Bahoza
Bakur)5- Tugaya Ehrar Sûriya6- Tugayên Bazên Şamê (Siqor El-Şam)7- Cebhet El-Nusra8- Rêxistina Dewleta Îslamî ya li Îraq
û Şam (DAIŞ)9- Cebhet Ensar El-Dîn (Eniya
Piştevanên Ol)10- Artêşa El-Mucahîdîn11- Tabûrên Ebû Emar12- Tevgera Hezim13- Kombûna Tabûrên “Festeqêm
Kema Omirt” (Rast be wekî ku ji te tê xwestin)14- Hêza 16 (Firqa 16)15- Tugayên Turkmenan16- Tabûrên El-Baz El-Îslamiyê17- Cebhet El-Esalê û El-Tenmiyê
(Eniya Resenî û Geşkirinê)18- El-Cebhe El-Îslamiyê (Eniya
Îslamî)19- El-Cebhe El-Şamiyê (Eniya Şamê)20- Tugaya Cebhet El-Ekrad (Eniya
El-Ekrad)21- Cêş El-Siwar (Artêşa Şoreşgeran)22- Cêş El-Fetih Heleb (Artêşa
Rizgariya Helebê)Encam1- Fikra selefî ya cîhadîst a tundraw
(radîkal)2- Fikra Îslamî ya nerm3- komên ku bi wekhevî û demokrasiyê
bawer dikinAdnan MistefaKürdistan Stratejik Araştırmalar
Merkeziwww.lekolin.com – www.lekolin.org –
www.lekolin.net – www.lekolin.info – www.navendalekolin.com