Dibe ku guhertinên niha li Sûriye û cîhanê rû didin, rê li pêşiya guhertin û hevpeymaniyên nû veke. Hêjayî gotinê ye ku di van rojên borî de du hevpeymanî û guhertinên girîng li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû dan. A yekem peymana ENKS û Rêxistina Asûrî ya demokratîk û Tiyarûlxed, di 29.07.2020, a duyem jî lihevkirina petrolê ya di navbera HSD û Emerîka de di 30.07.2020 çêbu. Bêguman di dema ku van her du gavan bandora xwe li ser civaka Kurdistanî kir; bandorek li ser herêmê bi giştî kir û herêm bi giştî ber bi aramiyê ve ajot.
Tê zanîn ku ev bû zêdeyî 9 sala ne ku şoreşa Sûriyê dom dike, di encamê de ne tenê wêranî û koçberkirin bi xwe re anî, lê belê hişt ku gelek alî ji bo bidestxistina qezenc û pêkanîna berjewendiên xwe derbasî aloziya Sûriyê bibin û Sûriyê xistin qada şerê biwekalet û di wê baweriyê de bûn ku çareseriya aloziya Sûriyê dê di rêya şer, hevpeymanên leşkerî û piştgiriya terorê çareser bibe. Berovajî vê yekê ji her kesî û ji civaka navneteweyî re îsbat bû ku şer berdewam dibe, qeyrana heyî kûrtir dike û aloziyê gurtir dike, her wiha civaka hundirîn ber bi belavbûn û widahiyê de dibe. Jixwe ev tişt bi awayekî zelal em di Lîbya, Sûrî û Îraqê de dibînin.
Qaşo Ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyê hêzên navneteweyî hewil dan ku aloziya Sûriyê bizîvirînin ber bi çareseriyeke siyasî, ji bo wê jî gelek civîn hatin lidarxistin. Di nav de Cenêv, Astana û Riyad, ya herî dawî jî avakirina Komîteya Destûrê ji bo danîna destûra Sûrîyê bû ku ta astekê lihevkirineke di navbera aliyên rikberiya Sûrî de hebû. Lêbelê, diyar bû ku bingeha têgihiştinên navdewletî ne nêrîneke siyasî ya dûrdirêj bû yan jî ji bo çareserkirina qeyrana Sûrî bersiv bû, ji ber ku ew ruhê çareseriya siyasî weke rêgez bikar neanîn. Lê alavên leşkerî dîsa bi kar anîn. Ango, hêzên navneteweyî di dema ku doza çareseriyeke siyasî dikirin û tu projeyeke siyasî rasteqîn li gel wan nebû û van hêzan careke din xwe sipartin li ser çareseriyeke leşkerî, hişt ku nakokîya van hêzan bi angaştên ji bo vê yekê, piştrast dike û tu carî bi ser nakeve.
Ji bo ku ev wêranî raweste û ji nû ve avakirineke rasteqî were encamdan, divê pirsgirêk di cî û di demeke guncav de were çareserkirin. Ji ber vê yekê li gor nerîna gelên Sûrî, çareserkirina aloziya Sûriyê û guftûgokirina wê, garantiyeke yekane ye. Ne girîng e ka hêzên sermayedar çi dihizirin, lê ya girîng tiştên ku gelê Sûriye dixwaze û daxwaz dike.
Tevahiya Rojhilata Navîn di rewşeke bêzar de derbas dibe, nemaze Sûrî. Xala herî balkêş jî ev e; hêzên ku li ser bingeha gelêrî û bingeha xwe ji gel digirin, dixwazin pirsgirêkê çareser bikin rastî bertekan tên û bi terorê û perçekirina xaka Sûrîyê têne tawanbarkirin.
Tevî cihêwaziya pêkhate, mezheb û regezan li Sûriyê, tê xwestin ku çi hewldan ji bo çareseriya kirîza sûrî were kirin, divê piştgiriya wê were kirin û alîkarî were pêşkêşkirin. Li gorî vê rêgezê û weke gaveke yekem, di 17.06.2020`an de û bi armanca çareserkirina pirsgirêka kurd û avakirina lêvegereke siyasî ku wê bandora xwe li ser tevahiya Sûriyê bike, lihevkirinek hate encamdan. Ev lihevkirin ji hêla hemû pêkhateyan bû cihê dilxweşiyê, ji bilî xwediyê hişmendiya nijadperestên Baasî ku li hemberî vê destpêşxeriyê rawestiyan. Jixwe ev destpêşxerî armanca wê yek kirin û nêzîk kirina hemû pêkhateyên Sûriyê û çaresrkirina pirsgirêka Sûrî bi awayekî aştiyane ye.
Gava duyem, avakirina Enîya Aştî û Azadîyê bû. Ew jî di encama hevpeymana ENKS, Tiyarûlxed û Rêxistina Asûrî ya Demokratîk hate sazkirin. Tevî ku hin têbîniyên aliyên demokratîk li ser vê gavê hene, lê em bawer dikin ku ev nêzîkatî wê weke gavekê be ku bawerîyê li cem hemû pêkhateyên civaka Sûriyê ava bike.
Gava sêyem, belgeya dinavbera Emerîka û QSD`ê de bû ku di rojên dawî de hatibû morkirin û li ser navgînên ragihandinê hatibû belavkirin, ew jî li ser lihevkirina petrolê bû ku gelek gotegot li ser hatin kirin. Dûrî sûckirina diziya petrolê ji hêla aliyên heyî ve; divê em bihizirin ka dê civaka Sûriyê çi sûdê ji vê gavê qezenc dike û çawa wê pêkhate û civaka Sûriyê ji vê lihevkirinê sûdê bigirin, ev jî ne di nerîneke teng de ango aliyê aborî, lê belê alîyên wê yên siyasî û leşkerî jî hene û gaveke ber bi piştgirtina aramiya li herêmê bike. Lê tişta balkêş ewe ku aliyên pirojeya wan ya siyasî tune ye û xwe nêzîkî alozîya Sûriyê dikin ku her dem çareya leşkerî dixwazin; vê lihevkirinê erê nakin û QSD`ê bi sîxurî û diziya petrola Sûriyê sûcdar dikin. Lê QSD tevî lihevkirina wê ya bi Emerîka re li ser petrolê; rol ji sîwana siyasî re hiştibû, ew jî MSD ye. MSD jî vîneke siyasî dinimîne ku hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê hembêz dike û pergala Rêveberîya Xweser bêtir disepîne. Jixwe Rêveberîya Xweser û MSD pirojeyeke wan ya çareserkirina demokratîk heye. Ew jî bernameya “Nexşeya Rê“ ye ku çawaniya çareseriya siyasî di nav berjewendiyên hevbeş, yekîtiya xaka Sûriyê û bi rêyên demokratîk, şirove dike. Ji ber vê yekê, tevî qurbaniyên ku QSD di şerê li dij Daişa terorîst pêşkê kirine; em dibînin ku xwedî çareseriyeke siyasî ye ku mafên hemû pêkhateyên Sûrîyê misoger dike. Ev jî misogerkirina berjewendîyên hevbeş li ser rêgeza jiyana hevbeş di hundirê yekîtiya xaka Sûriyê ye. Êdî lihevkirin hebin çi siyasî, leşkerî û aborî bin jî, lê hemû dikevin bin sîya çareserkirina siyasî li Sûrîyê û vegerandina ewlehî û aramîyê li herêmê ye. Ew jî gaveke ji bo nehêle êrîş û gefên Tirkiyê li ser xaka Sûriyê û pê re li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çêbibin.
Di dawiyê de, çi gav an jî lihevkirinek çêbibe, berî ku em bertekan li dij wê derxin, divê em rewşa Sûriyê bixwînin, em li erênî û neyînîyên wê binerin û dahûrînin da ku em bigihêjin nerîneke rast. Dema ku em wisa nekin û em guh bidin daxuyaniyên ku tên avêtin; wê hemû nêzîkatiyên li hemberî gavên bi vî awayî tên encamdan vala derkevin û wê têkeve xizmeta dagirker û rêjîma navendî ya Sûriyê de.
Ednan Mistefa
Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê