02 Mayıs 2010 Pazar Saat 14:55
0
21
TR
:” ”
:””
” “,” ”
” ”
Silêmaniyê–
Serokê Partiya Çareseriya Demokratîk a
Kurdistanê (PÇDK) Diyar Xerîb, pêvajoya berî û piştî hilbijartinên 7’ê adarê
yên li Iraqê nirxand û diyar kir ku hêzên hevpeyman di Iraqê de her tim rola
mudaxeleyê dixwazin bilîzin. Xerîb, anî ziman ku divê kurd ne li gor plansaziya
devre tevbigerin, plansaziyekî xwe ava bikin û li gor wê tev bigerin.
Serokê
Giştî ya PÇDK’ê Diyar Xerîb, têkildarî pêvajoya berî û piştî hilbijartinên 7’ê
adarê yên Iraqê ji malpera Navenda Lêkolîna Kurdistanê re nirxand. Xerîb, li
ser pirsên wek PÇDK pêvajoya siyasî ya piştî hilbijartina Iraqê, derenxistina
avakirina hikûmeta nû, bandora hêzên hevpeyman ên li ser kurdan û hêzên
Rojhilata Navîn çi ye? Sedema trafîqa dîplomasî û siyasî ya Tirkiyeyê û
hikûmeta Herêma Kurdistanê bo çi ye? Bersivand.
Hûn
weke PÇDK’ê pêvajoya Siyasî ya piştî hilbijartina Iraq’ê û derengxistina
avakirina Hikumeta nû çawa dinirxînin.?
‘Civaka Bê Rêxistin, Civaka Bê Îrade Ye’
Serokê Partiya çareseriya Demokratîk a Kurdistan Diyar Xerîb
pêvajoya piştî hilbijartinên 7 Adarê yên Iraq’ê nirxand. Xerîb diyar kir ku
civak li dijî rêjîma Bass û kesayeta Saddam Huseyîn bû, lê civaka Iraq’ê ne
xwedî rêxistin û îrade bû û wiha dirêjî da gotinên xwe: “ Bêguman ji bo
nirxandina rewşa piştî hilbijartina giştî ya Iraq’ê, pêwîste em pêşî rewşa
Iraqê ya beriya hilbijartinê şîrove bikin.
Weke tê zanîn ne guhertin û ne jî hilweşîna rêjîma Bass di sala 2003’an
de, ne tiştekî xwezayî bû. Raste di qada
navnetewî de amedakarî hebûn, lê di rastiyê de di nav civaka Iraq’ê de li
hember kesayeta Saddam aciziyek hebû, lê hîna ev aciziya civakê ne giştibû asta
îrade û rêxistinê. Ger niha behsa guhertinekê jî tê kirin ew jî bandora hêzên
navnetewî weke Dewletên Yekîtiya Emerîka(DYE) û Ingiltere bûn. Hêzên sermayedar
bi pêşengiya DYE ji bo xwe ji qeryana Aborî, Siyasî û Civakî derbixîne, li
deriyê çareseriyê digeriya. Ji ber vê
mudexeleya Rojhilata Navîn û êrîşên ser Iraq’ê ji xwe re deriyê xilasiyê dît.
Ji ber vê sûd ji rewşa Iraq’ê girt û hêzên rikber yên Iraq’ê jî li gor viya tevgeriyan
û ev mudexele hate kirin. Lê pêwîste em ji bîr nekin ku Emerîka ger karîba
rêjîma Bass biguheranda wê di sala 1991’an de biguheran da, lê ji ber
altarnatîf di wê demê de nedît û şer û mercê wê demê ne li gor hêzên Emerîka
bû, Emerîka mudexeleya xwe 12 salan paşvexist. Di wateyeke din de, hêzên
hevpeyman kengê xwestin mudexele bikin, tam li gor xwe hêzên rikber avakirin û
mudexele kir. Piştî 2003’an DYE li gor pergala xwe zagon avakir û rêvebriyeke
ji Iraq’ê re hilbijart. Dîsa hêzên rikber ji derve anî û zagoneke nû li gor
pergala xwe ya Rojhilata Navîn a Mezin rêvebiriya hemû Iraq’ê xiste destê xwe.
Piştî Hikumeta demî û Hikumeta Koalisyon a Iraq’ê cara yekê di sala 2005’an de
hilbijartinên giştî li Iraq’ê çêbûn. Lê, di van hilbijartinan de, kesayetên
weke Ehmed Çelebî û Eyad Elawî û hin aliyên Suunî nekarîn di nav pêvajoya
siyasî de cih bigirtana û ne hevsingiya bi hilbijartinê re derket her çû û
kûrbû. Hilbijartina 2005’an ku Şiia bi giranî desthilat bi destxistin, vê yekê
rê li ber Îran’ê vekir ku piştî 2006’an li Iraq’ê xwedî desthilat be.
Emerîka di Çar Salên Bûrî de Winda Kir
Xerîb di warê helwesta DYE de axivî û got: “DYE di warê leşkerî
de xwedî bandor bû, lê diwarê îdarî û siyasî de Îran serdest bû. Dema mirov li
çar salên borî dinêre, bi rihetî em dibînin ku Emerîka bi hêzên derve û yên
hindur de di nava emelkariyê de bû ku karibe di van hilbijartinê dawî de,
pergala ku ida dikir bide roniştandin. Ji ber vê Emerîka xwest sûd ji hemû
aliyan weke Suunî(Bassiyên Kevin) Şiia yên nêzî Îran, bi aliyên Redîkal û Lîberal
yên nêzî Îran, çi Şiia çi jî Suunî bigre aliyê xwe. Aliyê din jî karibe di nava
refên Şiia û Suuniyan de dubendiyê saz bike, heya astekê jî ev yek biserxist.
Emerîka di nav hewildana avakirina Hikumeteke ku karibê berjewendiyên xwe yên
Iraq’ê biparêze, piştî vekişîna hêzên xwe yên leşkerî ji Iraq ku wê di meha tîrmeha
îsal destpêbike. Ji ber vê bi hemû aliyan re di nava hevkariyê debû ku
hikumeteke li gor xwe avabike. Li hember vê yekê Îran jî di nava hewildanê deye
ku bandora xwe ya Iraq’ê winda neke û berjewendiyên heyî biparêze. Dema em li
encama hilbijartina 7’ê Adarê dinêrin, em nêrînek wiha dibînin. Rewşa niha ya
Iraq’ê berhema dubendî û hevsingiya van hêzane. Dîsa encam hilbijartinê
derxiste holê ku him Emerîka him jî welatên navçeyê çendî kar kirine ku
hikumeteke li gor xwe li Iraq’ê saz bikin. Yanê di çar salê borî de li Iraq’ê
di warê bandorbûnê de Emerîka tiştek winda nekir, lê di heman demê de jî nekarî
bandoriya Îran’ê bi tevahî jî bişkîne. Nakokiyên niha ku derdikevin, encama van
her du ajanda ne. Aliyekî wê Emerîka û hêzên hevpeymane û aliyên din yê ajanda
jî Îran û hevkarên wê ne. Tiştê diyare, Îran’ê di navbêra salên 2006 û 2009’an de bi
rihetî kariye li Iraq’ê hikumet bibîhîse.
‘Alozî Kurtir Dibe’
Xerîb di berdewamiya gotinên xwe de diyar kir ku raste Şiia
dengên zêde bi destxistin di hilbijartina de, lê ji ber perçebûna di nav Şiia
de Îran vê carê nikarê hikumeta nû saz bike. Xerîb, ev tişt gotin: Heman tişt
aliyên nêzî Emerîka jî dengên zêde bi destxistin, lê ji ber nêrîn û ramanên
cûda em bi tena serê xwe nikarin hikumeta nû ya Iraq’ê avakin. Vê rewşê bi
xwere qeryanek anî, pêwîstiya herdu aliyan jî bi hêzên kurd heye. Ji ber vê
daxuyaniyên di derbarê encamên hilbijartinê de û daxuyaniyên komisyona serbixwe
ya hilbijartina Iraq’ê, ji bo careke din dengên hin bajarên Iraqê weke Bexdat werin
hijmartin û encam careke din di ber çavan re bên derbas kirin. Dîsa di heman
demê de biryara betal kirina 52 endamên hilbijêr ku ji wan 22 yên listeya El
Iraqiyane(Eyad Elawî) ye bi biryara komisyona hilbijartinê. Wisa diyare, dema
ev biryar pêk bê, lîsteya Elawî serkeftina xwe ji dest dide û ev yek dibe sedem
kirîzeke nû ya li Iraq’ê. Her listeyek ji lîsteyên ku serkeftin bi destxistine,
dixwezin li ser hesabê lîsteya din û bi riya zagon qezencan bi dest xweve bîne.
Dema rewşa heyî û îhtîmalan li ber çav tên girtin, avakirina hikumeteke nû
gelek zehmete, ji ber ne di warê zagonî, yasayî û siyasî de pirsgirêke. Lê, tu
welatên cihanê çênebûye ku 2 meh di ser hilbijatinê de derbas bûbe û hina
encamên dawî yên hilbijartinê nehatibin aşkere kirin û hikumet nehatibe
avakirin. ji bo rewşên ku têne jiyan kirin, îhtîmal heye ku careke din
hilbijartin pêk bê. Ger hêzên siyasî ne li gor berjewendiyên xwe, li gor
ajadayên derve kar bikin, ne zore ku Iraq careke din ber bi aloziya salên 2004
û 2005’an ya ewlekarî û siyasî ve biçe
Rola
welatên navçeyê weke Tirkiyê, Sudiyê, Urdun û Sûriyên çawa şîrove dikin li gel
ya Îranê di pêvajoya avakirina Hikumeteke nû li îraq’ê ?
Xerîb li ser rola welatên navçeyê di Iraq’ê de jî destnîşan
kir ku Emerîka dema mudexeleya Iraq’ê kir, xwest bi tena xwe û bi alîkariya
Ingilîzan vê pêvajoyê bi ser bixe. Xerîb, anî ziman ku dema dît ku hêzên
navçeyê weke Sûrî, Urdun, Sudî Erebîstan, Misir, Turkiye û Îran xwediyê berjewendiyên cûda ye û vê demî jî
wiha nirxand: “DYE mecbûr ma careke din
di çarçoveya Pirojeya xwe ya Rojhilata Navîn a Mezin de, hesabên xwe ji nû ve
bike. Ji ber vê DYE li gor rapora Bikir-Hamilton siyaseta xwe li ber çavan re
derbas kir û siyaseta xwe piratîze kir. Ji ber vê di salên 2006-2007’an de
Emerîka li gel hinek van hêzan kete nava peywendiyê ku karibin li Iraq’ê karekî
hevbeş li gor berjewendiyên hemû aliyan pêk bîne. Ji bo vê Lîsteya El Iraqiya
ku serokatiya wê Eyad Elawî dike, ne tenê Emerîka piştgiriya wê dike. Di nava
listeya Elawî de, Suunî, Şiia, Turkman û Kurd hene. Her yek ji wan beşdarên
listeyê xwedî hesabên cûdan bi welatên navçeyê re ne. Ji bo vê em dibînin ku li
Iraq’ê du eniyên esas hene. Eniyek Emerîka, Tirkiyê, Siûdiye û Îsraîl e û Eniya
duyemîn jî Îran e.
‘Di Dîtmendiyê de Kurdan Nasdike û Wekî din Dijtiya Kurdan
Dike’
Di derbarê Tirkiyê û rola wê ya di Iraq’ê de jî Xerîb, van
tiştan got: “ Bêguman Tirkiye weke welatekî herêmê di dawiya sedsala 19 mîn û
destpêka sedsala 20’êmîn de di Rojhilata Navîn de xwedî rol bû. Ji bo vê
dixwazin di hêla sererastkirinê de, di Iraqê de
bibin xwedî rol. Tirkiye wisa hizir dike û dibêje min di guhertina rêjîma
Iraq’ê de cih negirt û ez bêpar mam, lê dibê ez di avakirina pergala nû ya
navçeyê û Iraqê de xwedî rol bim. Dîsa ji ber pirsgirêka Kurd a li Iraq’ê. Tirkiyê heta niha Kurd di warê zagonî û fermî
de hîna Kurd qebul nekirine. Tirkiyê nikarê daqurtîne(Hazim) ku Kurd li Iraq’ê
bibin xwedî destkeftinek. Her çendê di rojên dawî de hevdtîtinên hebin û
peywendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê pêşketî heye jî, lê hê jî Tirkiye, di
van dû salên dawî de jî, hikûmeta Herêma Kurdistanê bi aweyekî fermî qebûl
nekiriye. Tiştê niha ku Tirkiye dike, ya kurdên Başûr û herêma Kurdistanê li
gor berjewendiyên xwe bi kar tîne. Tirkiyê dixwaze, sûd ji qeryana Emerîka ya
li Iraq’ê de dikşîne bigre û berjewendiyên xwe serdest bike. Dewleta Tirk ji bo
Kurd li Iraq’ê nebin xwedî serkeftinên mezin, li dijî kurdan, bi Sunî û Şiîyan re di nava peymanekê deye.
Dîsa piştgiriya Eniya Turkmen dike ku wan jî li dijî serkeftina kurdan bi kar
bîne. Encama hilbijartinê û kêmbûna kursiyên Kurdan li Bexdatê jî, nîşane ya vê
ye. Siyaseta Tirkiyê, di warê dîtmendî
de dostaniya Kurdan e û di warê veşartî de jî, dijminê kurdan e.
Ji
ber çi li hember van hemû siyasetên têne meşandin helwesta Kurdan lewaze? Lê
rex vê ku şert û mercên Kurdan lê başkirina, rewşê hebû?
‘Kurdên Iraqê ne Li Gor Plansaziya Xwe, li Gor Yên Derve
Tevgeriyan e’
Xerîb, wiha got: “Pêkhatûyên Iraq’ê weke Şiia û Suunî xwedî
îtîfaqeke stratejîkin bi welatên navçeyê re. Wekê mîna Şiia yên Iraq’ê
xwedî peymaneke startejîkin bi Îran’ê
re, ji ber vê guhertineke di rewşa Iraq’ê de bandorê zêde li Şiiyan nake. Lê
kurd di cihanê de ne xwedî peymanên stratejîkin, ji ber vê Kurd hertim li
Iraq’ê ne li gor ajandayên xwe yên netewî li gor ajandayên derve
tevgeriyaye. Ji ber vê di siyaseta
rojane de her roja ku diçe Kurd zerarê dibinin, ez vê yekê weke hawkêşe(Denklem)dibêjim. Ji aliyekî din ve, ji bo
tu bi serkeftinê bi dest bixînê, pêwîste pirojeyên te hebin û tu pişta xwe nede
tu kesî. Her çiqas YNK’ê û PDK’ê li Bexdat û Herêma Kurdistanê de kar kiribin
jî, lê ji ber ne xwedî pirojekî yekîtiyeke netewî bûn û her tim li gor plansaziya hêzên derve tev digeriyan, nikarîn qezenc
bikirina. Ez weke mînak bêjim ji ber kurd ne xwedî siyseteke netewî ne, Emerika
jî dixwaze ji kurdan sûd bigire û Tirkiyê jî dixwezê sûd ji kurdan bigire. Ji
ber kurd ne xwedî stratejiyê ne, li Iraq’ê yên zirarê dibîne Kurd e. Ji bo vê yekî ye em wekê PÇDK’ê hertim
dibêjin, pêwîste Kurd ji bo berjewendiyên xwe kar bikin. Ji bo vê jî pêwîstiya
Kurdan bi yekîtiyê heye. Xala din ku ez dixwezim balê bikşînim ser pêwîste
berjewendiyên berçeyên din li ber çavan bê giritin. Çi pêngav yan peyman bên
kirin, pêwîste ne li ser hesabê perçeyên din yê Kurdistanê be. Berjewendiyên
hevbeş yên Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê hevbeş li berçav bên
giritn. Ji ber bêvajoya ku niha li Iraq’ê tê jiyan kirin ne tenê bi Iraq û
Herêma Kurdistanê ve girêdayiye. Dema ev
yek bê kirin ne tenê li ser asta Herêma Kurdistanê, li ser asta Rojhilatan
Navîn û Cihanê bibin xwedî gotin, ji ber yekîtiya Kurdan tê sazkirin û hêza
Kurdan derdikeve holê.
Di
demên dawî de trafîqek siyasî, Diplomasî
di navbêra Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de çêbû wîn di demeke wisan hesas de van
hevdîtinan çawan şîrove dikin?
Diyar Xerîb di derbarên hevdtîtinên dawî de axivî û got: “
Tirkiye, Îran û heta Siudî Erebîstan jî ku Birêz Celal Talabanî û Mesûd Berzanî
vexwendibûn bû Sudî Erebîstanê, welatên mezinin û dixwezin bandora xwe zêde
bikin li herêmê. Tirkiye di demên berê de Hikumeta Herêm nas nedikir û
daxuyaniyên tund jî li dijî Hikumeta Herêm jî didan. Lê piştî 1 Hezîran a ku
tevgera azadiyê li Bakurê Kurdistanê li hemû qadên jiyanê de bandora xwe da
hiskirin. Tirkiyê neçar hişt ku bê naskirina û çareserkirina kurd nikarê tu
pêngavek bavêje. Ji ber vê kêm kêm
peywendiyên xwe li gel Herêma Kurdistanê pêş xistin. Çawa ku di sala 1992’an de
dema tevgera azadiyê li bakur û Tirkiyê
bi bandor bû û her çiqas çû pêş ket, Tirkiye pêwîstiya xwe bi YNK û PDK’ê dît,
niha jî Tirkiyê pêwîstiya xwe bi van hêzan heye ku PKK’ê bê bandor bike.
Hevdîtina Tirkiyê û Herêma Kurdistanê piştî sala 2007’an şêwazekî din ku em çi
navî lê bikin, em dikarin lê bikin e. Ev terafîqa dîplomasî ku tên kirin di
navbêra Herêma Kurdistan û Tirkiyê aliyê wî yên aşkere û aliyê wê yê vaşartî jî
hene. Tişta ku aşkere tê gotin peymanekî dostaniyê ye, lê di warê piratîk de
êrîşeke li ser Kurd heye. Navendên nû yên leşerî li ser sînorê Herêma
Kurdistan’ê tên avakirin û navendên sîxorî yên MİT ketine nav herêma
Kurdistanê. Tiştê ku di piratîkê de tê jiyan kirin ku AKP’ê piştgrî dike qaşo
di serî de gotin vekirina Kurd, vekirina Demokrasî û pişt re jî gotin pirojeya
vekirina netewî, hemû ji bo tasfiya Kurda ye. Me ev encam derxistiye. Li Bakurê
Kurdistanê Kurd ji bo aştiyê her roj di nava çalekiyan da ne, lê dewleta Tirk û
Hikumeta wê tu pêngavên pozîtîf li hevber vê ne avêtine. Berovajî vê bêrûmetî li
hember nirx û rêberiya wî gelî kiriye. Wê çawa li gel Kurdên Herêma Kurdistanê
rast û samîmî be. Ji bo vê em ne li dijî peywendiyên li gel Emerîka yan Tirkiyê
ne. Em li dijî peywendiyên veşartî yên li dijî gelê Kurdin. Pêwîste di van
peymanên Herêma Kurdistanê li gel Tirkiyê û welatên din xetên Sor yên Kurdan
hebin.
Tu
pêşbînên we ji bo avakirina Hikumetê hene, li gor we serokwezîrê Hikumeta nû ya
Iraq’ê ki ye?
‘Bi Perensîba Demokrasiyê Çareserî Peyda Dibe’
Di dawî de Xerîb behsa helwesta PÇDK’ê ji kir û wiha dawî li
gotinê xwe anîn: “ Em weke aliyekî Kurd û demokratxwaz dibêjin ku du alî li
Iraq’ê hene. Yek jê sermayedariya cihanî(global) aliyê din jî statuku parêz a
herêma Rojhilata Navîn e. Ev her du alî nahêlin ku li Iraq’ê, ne di warê ramanî
de ne jî di warê civakî de, ji bo çareserkirina pirsgirêkan tiştek nakin.
Çareseriya rast û resen li ser bingeha demokrasiyê û paldan bi gelên ku li
Iraq’ê jiyan dikine û bi vê pernsîbê kar kirin. Em weke PÇDK’ê aliyê demokrasî
lawaz dibinin, ji bo vê jî pêwîste em kar bikin. Ew kesên xemxwarên
çareserkirina pirsgirêkan û demokrsiyê ne, pêwîste her tim kar bikin ji bo aştî
û demokrasiyê. Dema em ciddî bin di karê xwe de em dikaribin bi perensîbên
demokratîk xwe bikin aliyê sêyemîn ji bo çareserkirina gelê Iraq’ê .
Serbest Rêzan
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com -www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info