12 Ocak 2014 Pazar Saat 10:45
Kengî ji bo giştî Gelê Kurd firsendên dîrokî pêşbikevin, PDK weke dirikekê xwe dixe navbeyina Kurdan û van firsendan
Li Rojhilata Navîn pêvajoyekî bi pevçûn û bi nakok didome. Zemanekî kuantumî birêve diçe û di derketina vê navberê de bijardeya çareseriya azadîxwazane ya gelan jî bi qasî yên din tê payîn. Lê belê Tevgera Azadiyê ku bijardeya azadiya gelan ji xwe re esas girtiye niha bi astengî û xeteriyan re rûbirû ye. Di rêza pêşî ya van xeteriyan de hevkariya Kurdîtiya ku ji bo berjewendiyên xwe dikare hemû mebde û rêzikan binpê bike, cih digire. Her çend were xemilandin jî, dema ku Kurdîtiya xayîn û hevkar tê gotin, bê dudilî PDK tê hişê Gelê Kurd. Helbet, ev bê sedem nîn e. Ew Bekoyê ku xwe xiste navbeyina Mem û Zînê, piştî ku çûn ser dilovaniya xwe jî di navbeyina Mem û Zînêya ku li kêleka hevdu hatibûn veşartin, weke dirikekî ku şîn bû ev çîrok ji aliyê hemû Gelê Kurd ve baş tê zanîn.
Kengî ji bo giştî Gelê Kurd firsendên dîrokî pêşbikevin, PDK weke dirikekê xwe dixe navbeyina Kurdan û van firsendan. Firsendên ku ev pêvajoya em tê re derbaz dibin pêşkêş dike ji bo ku ji aliyê başiya Gelê Kurd ve neyên bikaranîn sekneke astengker raber dike û bi polîtîkayên xwe ve PDK, di her firsendê de ‘Bekotiya Hemdemî’ dike. Lê belê êdî Gelê Kurd gihîştiye perê (wêdetir) din ê vê çîrokê. Êdî vê çîrokê fam dikin û ji bo ku careke din dubare nebe jî heya mirina xwe berxwe dide. PKK’ê ku di Gelê Kurd de têgihîştin û asta zîhniyetê da avakirin, ev di destpêka destkeftiyên ku ji bo Gelê Kurd dayî avakirin de tê.
Di vir de projeyên hêzên herêmî û cîhanî ku dirûxin, projeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah OCALAN ku ji bo hemû gelan dibe hêvî li hemû parçeyên din ê Kurdistanê pêşketina xwe didomîne. Li gel hemû astengî, provakasyon û êrîşan jî vê yekê dike. Tevgera Azadiya Kurd bal û piştgiriya hemû gelên cihanê û herêmê bidest dixe. Çareseriya Neteweya Demokratîk biratiya gelên Rojhilata Navîn ji xwe re dike armanc an jî Çareseriya Modernîteya Demokratîk roj bi roj mezintir dibe. Birêz OCALAN jî sînorên Gelê Kurd û Kurdistanê derbaz dike û Rêbertiyek e ku hemû gelên herêmê fam bike û vê yekê di xwe de pêk bîne.
Dema ku pêşketinên di derbarê Rojava û Sûriyê de têne nirxandin, ji pirsa ku dibêje ‘gelo wê kî serbikeve’ re bersiva ku bê dayîn, her ku diçe aşkere dibe. An PYD an jî El Qaîde… Dirêjahiya vê bersivê ev e. Her ku diçe her kes dibîne ku ev rasthatina Rojhilata Navîn a ku li derdorê Sûriyê diqewime di çarçoveya van herdu bijardeyan de pêk tê û sekna xwe jî li gorî vê yekê destnîşan dikin. Yê dost jî yê dijmin jî vê yekê dike.
Rojhilata Navîn a roja me ya îro ji hêla Gelê Kurd ve ku bikarin pirsgirêkên ji aliyê statûya înkarker û mêtinkar ve rê li ber wan hatiye vekirin bi awayekî mayînde derbaz bikin, niha ji her demekê zêdetir derfetan pêşkêş dike. Eger li ser navê berjewendî û mafên Gelê Kurd yekitî, demokrasî û têkoşeriyek were avakirin, serkeftin ji her demekê zêdetir nêzîk e.
Beko’tiya PDK’ê jî di vir de destpê dike. Astengkirina kongreya netewî, li hemberî Şoreşa Rojava ku ji dijminan zêdetir di nava sekneke xirab de ye, bi hêzên mêtinkar re li hemberî Kurdan polîtîka pêşxistin û hevgirtin, Başurê Kurdistanê weke milkê xwe dîtin û pêşkêşî yekdestdarên navnetewî û mêtinkar kirin, gûhnedayîna xwastekên wekhevî, azadî, demokrasî û edaletê, Başurê Kurdistanê di mijara qetilkirina jinan de kirina coxrafyayekî rêza pêş, dizî, rêgirtin û rûşvet weke xwezaya rêveberiyê hesibandin û hwd. bi van nêzîkatiyên xwe ve acizî û nerazahiya Gelê Kurd û gelên herêmê li hemberî xwe ava dike. Polîtîkayên keyfî, berjewendîxwazane, antî-demokratîk, hevkarane û dijminane, êdî ji aliyê Gelê Kurd ve bi nefretê têne pêşwazîkirin. Divê mirov encama hilbijartinên Başurê Kurdistanê jî bi vî rengî binirxîne.
Dilê Gelê Kurd li Rojava lêdide. Bi qasî hêzên demokratîk ên herêmê, hêzên demokratîk ên cîhanê jî bi coş Şoreşa Demokratîk a Rojava dişopînin. Rojava parastin, mezinkirin û li hemberî çeteyên weke El Qaîdeyê parastin bûye pîvana bingehîn a welatparêzî û demokratîkbûnê.
Gelê Kurd êdî dema xwe ya yekitiya netewî dijî, vê yekê dixwaze û xwe dispêre vê jî. Yekitiya Kurdan xwasteka netewî ya bingehîn e. Gelê Kurd bi wateyekî rastîn dixwaze serbixwe, demokratîk, azadane û li ser bingehê berjewendiyên gel bijî. Hevkariyê û xiyanetkariya ku ji bo berjewendiyên xwe tevdigere, napejirîne.
PDK û Serokê wê Barzanî xwedî seknekî dijber e û xwe di vê yekê de kûrtir dike. Difikire ku ‘Kurd vê tiştê fam nakin, nabînin, em dikarin hinekê boyax bikin û pê bidin qebûlkirin’ ev tê wê wateyê ku li hemberî Gelê Kurd ku ev çil sal in li dijî başverûtiya herêmî û cîhanî têdikoşe bihûrmetiya herî mezin e. Ev yek şikbirina wijdan û eqilê Gelê Kurd e û weke mirov nehesibandin e. Ev ê ku her tiştê xwe xistiye bazarê, ji dijminahiya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah OCALAN û PKK’ê nanê xwe bidest dixe ji bilî hinek derdorên weke xwe ji aliyê ti kesî ve nayê pejirandin, ji bilî hinek xulamên xwe ji aliyê kesekê ve nayê qebûlkirin û manedarkirin.
Rewşa ku tê jiyankirin ku bi vî rengî ye, weke ku tê zanîn nivîskarên wî senaryoyekî ku Barzanî serkêşiya wê dike dixin rojevê. Ji bo ku wê valatiya mezin a rêxistinî, siyasî û bîrdoziyê ya ku li Bakur heye dabigirin, PDK’ya Tirkiyê tê damezrandin. Barzanî, weke rêberê Kurdan tê pêşkêşkirin.
Helbet, li vir hinek pirs di serê mirovan de çêdibin. PDK’ya ku di çavê Kurdên Rojhilat de di çarçoveya Misaqi-Milî de ti rêza xwe nemaye, li Rojavayê Kurdistanê ku polîtîkayên xayînane dimeşîne û weke xayînekî netewî tê dîtin, ku diyar nîn e wê kengî pêy hinek derdoran bikeve û lîteratora xwe ya siyasî û bîrdozî ku ji hezar rûpelî nabihure li ser kîjan bingeh dixwaze valatiya li Bakurê Kurdistanê dabigire? Barzanî bûye xwedî kîjan sekna netewî, çi bi Kurdan daye qezenckirin ku dixwazin bikin serokê Kurdan? Kî hewl dide vê xet û rêberiya ku ne di kevneşopî û ne jî di pêşeroja Gelê Kurd de heye li ser navê Kurdîtiyê boyax bike û dixwaze bifiroşe Gelê Kurd? Ya girîng jî, çima vê yekê dikin?
PDK’ê û AKP’ê li Amed’ê mitîngekî hevbeş lidarxistin. Barzanî bi Erdogan re peymana petrolê îmza kir. PDK’ê bi awayekî aşkere di mijara hilbijartinan de piştgirî da AKP’ê. Ji AKP’ê re bû alîkar ku xwe li ser lingan bigire. Di vê yekê de ku berjewendiyên Barzanî û PDK’ê pêk tên, ji bo hemû Gelê Kurd xirab e, ev mijar ji aliyê her mirovekî Kurd ku li gundê xwe, navçeya xwe û bajarê xwe dijî ve baş tê zanîn.
Di vir de ku dixwazin Barzanî bikin Serokê Gelê Kurd, PDK’ê jî weke partiyeke siyasî li Bakurê Kurdistanê damezrînin, ji ber vê yekê yên ku li ser bingehê dijberiya PKK’ê nan dixwen kefxweş dibin. Tişta balkêş ew e ku, ew valatiya ku wê were dagirtin ku valatiya wan bixwe ye û ew jî wê tine bibin, mixabin hîn nikarin vê jî fam bikin û tê bigihin. Eger ev kar bi liyaqetî pêk bianiyana, çi hewceyî bi Barzanî û PDK’ê dihate dîtin? Ev jî tê wê wateyê ku nikarin ti tiştî pêk bînin. Ji ber vê yekê jî dixwazin li cihê wan Barzanî û PDK’ya wî were bicih bikin.
Bi kurtasî, sîstem dixwaze Kurdê xwe boyax bike û bifiroşe.
Barzanî û PDK’ya ku di asta cîhanî de bi destê DYE’yê, di asta herêmî de jî bi destê dewleta Tirk ve hatiye şêwedayîn, hatiye boyaxkirin, ma wê bikare ji aliyê Gelê Kurd û herêmê ve balê bikşîne ser xwe? Pirsa bingehîn jî ev e.
Ev pirs dikeve ser milê wan kesên ku dibêjin ez demokrat im, welatparêz im û mirov im û bi pêkanîna wan erk û berpirsyariyên ku dikeve ser milên xwe pêkanînê ve divê bersiva vê pirsê bidin.
Şiyar Koçgırî / Komünar Dergisi
Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi
www.navendalekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net – www.lekolin.info