KURDÎ
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • Anasayfa
  • Haberler
  • Polİtİk Analİz
  • Araştırmalar
  • Makaleler
  • Tüm Bölümler
    • Dizi Yazı
    • Kadın
    • Özgürlük Perspektifleri
    • Editörden
    • MİT Gerçekleri
    • Röportajlar
    • Dış Basından
    • Serbest Yazılar
KURDÎ
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster

Li Heskifê Xetere Dewam Dike Têkoşîn Bilind Dibe

15 March 2020
Kategori: Ekoloji
257 6
1.5k
GÖRÜNTÜLEME
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın

23 Temmuz 2012 Pazartesi Saat 08:38

Li Heskifa ku herî dawiya heftê nêzî 10 hezar tûrîst ziyaret dikin derdorparêzan konê “Wargeha kon a Neolotîk” vedan û herkes vexwendin wargehê.

Li navçeya Heskifa Êlihê ji hêlekî ve ji 3/2 bendav temam bû û ji hêla din ve jî ji bo çêkirina bendavê bê rawestandin û balê bikişînin ser rewşa Heskifê çalakî dewam dikin. Li Heskifa ku herî dawiya heftê nêzî 10 hezar tûrîst ziyaret dikin derdorparêzan konê “Wargeha kon a Neolotîk” vedan û herkes vexwendin wargehê.

Li navçeya Heskif a dîrokî bendava Ilisuyê ji 3/2 hat temamkirin. Di vê navberê de dest bi çêkirina bendê jî kirin. Lez dan xebatên bendava Ilisuyê ku Serokwezîr Erdogan gotibû, ‘di sala 2015’an de dê xilas bibe.’ Ji hêlekî ve çekirina bendavê dewam dike û ji hêla din ve jî ji bo navçeya dîrokî di bin avê de nemîne rêxistinên dorhêlparêz û rêxistinên saziyên sivîl têdikoşin. Parêzer Murat Cano ji bo benda Ilisuyê bide rawestandin doza vekir, lê doz ji aliyê Dadgeha Îdare ya Êlihê ve hatibû redkirin. Cano li ser vê yekê doz derbasî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kiribû. DMME’yê jî di 17’yê Hezîrana 2006’an doz qebul kiribû. Doza bendavê li DMME’yê dewam dike. Ji Cotmeha 2010’an û pê de bi qedexekirina ketina Heskifê re hejmara tûrîstên ku dihatin navçeyê her ku çû kêm bû. Beriya biryar bê dayîn 1000 kesî Heskif ziyaret kir lê di dîroka ku ketina navçeyê hat qedexekirin de ev hejmar daket 500’î.

Dawiya hefteyê 10 hezar tûrîst ziyaret dikin

Beriya hilbijartina giştî ya 2011’an Heskif ji aliyê wezîrê aborî û parlementerê AKP yê Êlihê Mehmet Şîmşek ve dîsa bi merasimekî ji gel re hat vekirin. Gel tenê dikare di navbera saetên 08.00-18.30’an de bi pere bikeve cihên dîrokî. Piştî vê yekê hejmara kesên ku kelheya Heskifê ziyaret dike jî zêde bû. Di nava hefteyê de li ser 1500 kesî mirov Heskifê ziyaret dikin, di dawiya hefteyê de jî ev hejmar derket 10 hezaran. Tûrîstên ku ji Tayland, Îtalya, Portekîz û Brezîlyayê tên Heskifê cihên dîrokî yên Heskifê ziyaret dikin.

Dikandar tengezar bûne

Qedexekirina serdana Kelheya Heskifê û serdan bi çend saetan sînorkirin demên zehmet bi dikandaran dide jiyîn. Dikandarê bi navê M. Şah Oztekîn ku salên demdirêj in li sûka Heskifê dikandariyê dike diyar kir ku ew êdî nikarin kirêya dikana xwe jî bidin û got “Berê li ber perava çemê Dîcleyê holik hebûn. Me mêvanên xwe yên herêmî û tûrîst li van holikan bicih dikirin. Ev 2 sal in ew holik jî ji holê hatin rakirin. Em ketine rewşeke wisa ku nekaribin kirêya dikanên xwe bidin. Daxwaza me ew e ku perava Dîcleyê dîsa bê vekirin. Ji ber ku perava çemê Dîcleyê hat girtin êdî kes nayê. Dikandar şerpeze bûne. Daxwaza me dikandaran ew e ku derfetên zindîkirina van deran pêş bikeve.”

Banga li Heskifê vedana konan!

Serokê Komeleya Danasîna Tûrîzma Êlihê Emîn Bulut ji bo çêkirina bendava Ilisuyê şermezar bike û balê bikişîne ser kelheya Heskifê li perava çemê Dîcleyê konê “Wargeha kon a Neolotîk” veda. Bulut banga vedana konan kir û got “Me navê konbajarê xwe kir konbajarê Neolotîk û me xwest bi sembola Neolotîk wargehekî ava bikin. Armanca me ew e ku ji bo cîhaneke wekhev û adil em cudahiyekî pêk bînin e. Wargeha me dê herdemî be. Em ê li vê wargeha xwe rêzeçalakiyên çandî û hûnerî lidar bixin. Di meha îlonê de Sezen Aksu û di meha Cotmehê de jî Tarkan dê vê navçeya me. Me li vê derê ji bo xweza, çand û dîrokê pêngavek avêt.”

Cereyan dê ji pêlikên bisîkletê bê hilberîn!

Endamê Koma Pedalliyorumê Cengîz Yargiç jî diyar kir ku ew ê cereyanê ji pêlikên bisîkletê hilberînin û wiha axivî: “Dixwestin Heskifê vala bikin. Me jî ji bo bertekên xwe nîşan bidin ev wargeh ava kir. Ji ber ku bi hinceta ku dê cereyan bê hilberîn van deverên dîrokî dê bin avê de bihêlin. Dixwestin xwezaya me tune bikin. Me jî xwest ku em nîşan bidin ku ji pêlikên bisîkletê jî cereyan tê hilberîn. Ev dever cihê seyranê ne. Ji xebatên sînemayê bigirin heta xebatên wêneyan çi ji destê me bê em ê bikin. Havîn zivistan dê wargeha me vekirî bimîne. Divê herkes Heskifê bibîne.”

‘Şaristaniya mirovahiyê ya dîrokî heye’

Lêkolîner û nivîskarê Amerîkî John M. Crofoot ku 3-4 salên dawiyê ye tê Heskifê jî diyar kir ku li Heskifê dem derbaskirin gelekî diçe xweşiya wî û got “Li Heskifê dem derbaskirin ji bo min cihê keyfxweşiyê ye. 3 Sedemên wê hene. A yekemîn mirovên Heskifî gelekî germ û mêvanperwer in. Bi wan re dem derbaskirin gelekî xweş e. A duyemîn mirovên li vê derê xwedî pirçandî ne. Heskifî 3 zimanan dixaxivin. Kurdî, Tirkî û Erebî. Ev yek jî ji bo min gelekî girîng e. Ya sêyemîn jî dîrokeke dûvedirêj a Heskifê heye. Dîroka şaristaniya mirovahiyê ya dîrokî heye. Dîroka olan heye. Nemaze berhemên şaristaniya misilmaniyê ya serdema navîn li Heskifê ne. Heskif ji bo min wekî Tirkiyeyeke biçûk e. Mirov dikare Heskifê wekî pirtûk, mûze û cihê betlaneyê bibîne. Ez bi Heskifê re eleqeder dibim. Lê Heskif ji ber bendavê di bin xetereyê de ye. Lewma ez pê re eleqeder dibim. -DÎHA/Êlih

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info

Paylaş204Paylaş128
Önceki yazı

Kürt Sorunu ve Ulus Çözümü – Kültürel Soykırım Kıskacındaki Kürtleri Savunmak

Sonraki Haber

Çevreciler Baraj Şantiyesini Basıp Barakaları Ateşe Verdi

Son HABERLER

Ekoloji

Doğa ve Kadın’ Arasındaki Güçlü Bağa Saldırı

Yayınlayan Lekolin
13 August 2021
0
1.9k

Orta Doğu’da özellikle de Kürdistan’da...

Daha fazla okuDetails

Düşmanlık Kurdistan’ın İnsanına, Dağına, Taşına, Toprağına

17 June 2021
1.6k

DOĞASINA SAHİP ÇIKMAYAN NE KÜRT NE DE YURTSEVER OLABİLİR

29 June 2020
1.7k

İnsanlık Değerleri AKP-MHP Faşizmini Gömecek

5 May 2020
1.8k

Öne Çıkan Yazılar

  • ShamCash Uygulaması — Telefonunuzda Gerçekte Ne Yapıyor?- ÖZEL HABER

    555 Paylaşım
    Paylaş 222 Paylaş 139
  • Devşirme Kişiliği ve Kimlik Yabancılaşması

    539 Paylaşım
    Paylaş 216 Paylaş 135
  • Sanatçı Mem Ararat Ne Yapmak İstiyor?

    729 Paylaşım
    Paylaş 292 Paylaş 182
  • BAE’nin Suriye Hamlesi Ve Türkiye’nin Rahatsızlığı- ÖZEL DOSYA

    540 Paylaşım
    Paylaş 216 Paylaş 135
  • MİT ve Parastin’ın Kirli Planını Deşifre Ediyoruz!- ÖZEL HABER

    919 Paylaşım
    Paylaş 368 Paylaş 230

ShamCash Uygulaması — Telefonunuzda Gerçekte Ne Yapıyor?- ÖZEL HABER

Rojhilat İttifakı: Uluslararası Toplum, İran’ın İdam Suçlarına Karşı Tutum Almalıdır

HPG: Önderliğimizin Özgürlüğünü Sağlama Hedefinden Sapmayacağız

Devşirme Kişiliği ve Kimlik Yabancılaşması

BAE’nin Suriye Hamlesi Ve Türkiye’nin Rahatsızlığı- ÖZEL DOSYA

Rusya-Türkiye-Çin İş birliği: İran’a Drone ve Hizbullah’a Silah Desteği- HABER ANALİZ

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi | Lekolin

© 2025 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

  • Hakkımızda
  • İletişim
  • Yorum İlkesi

Takip Et

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç