08 Mayıs 2010 Cumartesi Saat 17:06
0
21
TR
:” ”
:””
” “,” ”
” ”
Yek ji polîtîkayên civakî ya herî zêde mêtingehkarî serî lê
dixe asîmalosyon e. Bi wateya xwe ya herî giştî helandin û tunekirina çanda
gelekî îfade dike. Di asîmîlasyonê de hedefa bingehîn, hêz û behremendiya
hebûna gelê Kurd ji destê wê girtinê, zimanê Kurdî ya amûra herî bingehîn a
bikaranîna zîhniyetê ji derveyî dewrê hiştinê, pir zêde xebitandina zimanê
mêtingeriyê, dana pêjirandin û serdest kirina vê, ev kirina weke zimaneke
bitenê îfade dike. Mêtingerî bi ziman û çanda xwe bê bandorkirina ziman û çanda
Kurdî, anîna rewşeke ku nikaribe di jiyanê de rol bileyîze armanc dike. Ziman û
çanda mêtingerkariyê tê pêşxistin, di xwendin, nivîsandin, axaftin, siyaset û
aboriyê de dikin weke çand û zimanê rêxistinbûn û xwe îfade kirinê. Ziman û
çanda ku dixwazin tune bikin, ku bê xwestin were şixulandin, zirarê dide kesê
dişixulîne. Di van mercan de ziman û çanda mêtingehkaran, ziman û çanda Kurdî
tîne rewşa ku nikaribe bijî. Ji ber ziman û çanda Kurdî nebûye zimanê nivîskî,
bisazîbûna xwe nedaye çêkirin, yekîtiya xwe pêkneaniye dikeve rewşekê ku
nikaribe xwe biparêze û bijî. Êdî di van mercan de asîmîlasyona ji bo gelê Kurd
wê tenê bi qada ziman û çandê re sînordar nemîne, wê di tevahî qada civakî de
were pêkanîn û her biçe wê hebûna gelê Kurd bikeve xeteriyê. Êdî wê di her qadê
de xwe li gorî mêtingerkariyê sazkirin were jiyîn, wê ji bûyîna yê xwe
derbikeve û wê bûyîna yê din pêşbikeve. Di bin zext, komkujî, înkar û îmhayê de
bi nasname, ziman û çanda xwe bi azadî jiyîn wê pir zehmet bibe, helîn, tunebûn
her biçe wê kûr bibe. Ji bo hebûn, bi azadî pêşketinê ku berxwedanî neyê
pêşxistin û negihe serkeftinê, wê pêşî li tunebûn û bûyîna yê hinekê din neyê
girtin.
Li ser gelê Kurd tunekirin, tûşî veguheranê (başkalaşım)
kirineke bêpîvan û bêînsaf mijara gotinê ye. Polîtîkaya tê pêkanîn tam
polîtîkayeke nijadkujiyê ye. Tunekirin û tûşî veguheranê kirin bi hev re tên
meşandin û hev temam dikin. Di encama vê polîtîkayê de gelê Kurd ji bûyîna yê
xwe derdikeve, bi civaka mêtingehkar re dibe yek. Ev teslîmî mêtingehkariyê bûyîn,
ketina bin fermana wê, xwe ji înkar û tunebûnê re razandin e. Mêtingehkaran bi
qedexekirina ziman û çanda Kurdî, bi înkar û tunekirinê re dest bi tunekirin,
tûşî veguheranê kirin, şibandina xwe, bi xwe re kirina yek, kirina bin fermana
xwe û jê sûd girtinê kirine. Heta ziman û çand neyê tunekirin ne gengaze
nasname, hebûn û azadiya gelekî were tunekirin. Ziman nasname, rih, hebûn,
pêşeroj û kesayetiya gelekî ye. Gelê zimanê xwe winda bike, geleke ku ev hemû
winda kiriye û tune bûye. Ti gelek nikare bê ziman bijî, nikare nasname û
hebûna xwe biparêzê. Bê ziman pêşnakeve û wê hebûna xwe winda bike. Ziman xwe
pêşxistin, xwe îfade kirin, xurtkirin, xwe dana qebûlkirin, hebûna xwe dana
çêkirin, kesayet, nasname û rih qezençkirin e. Hêza hest û ramanê bidest
xistin, ev di aliyê rêxistin û çalakiyê de dana veguhertin, derfeta serkeftinê
bidest xistin e. Ev jî ber azadiyê ve gav avêtin, di azadbûnê de meşîn e. Ev jî
xwe zanîn, xwe watedarkirin, bi serxistina xwe dana fêmkirin û xwe dana
qebûlkirinê ye, bidest xistina pêşketina azad e. Mêtingehkarên dixwazin gelê
Kurd tune bikin, hewl didin weke rêya herî bibandor a teslîm girtina zîhnê gelê
Kurd zimanê wê ji destê wê bigrin. Dixwazin bi qedexe kirina Kurdî, bi zorê
zimanê xwe xistina şûna wê, bibandor kirina yê xwe van armancên xwe pêkbînin.
Gelekî zimanê xwe winda bike wê zîhnê xwe, wijdana xwe winda bike, wê wateya
xwe, hebûna xwe, rûmeta xwe her tiştê xwe winda bike. Ger gelê Kurd dixwazê
bijî divê li hemberî vê xwedî li zimanê xwe derkevê, biparêzê û pêşbixê. Divê
bi Kurdî fikirîn, axaftin, nivîsandinê, pêşxistina yekîtiya zimanê Kurdî
mutleqa û bê derengxistin weke erkê pêşîn dane pêşiya xwe û biser bixe. Yê/ya
hişyariya xwe ya ziman nebe li hemberî gel û civakê jî hişyariya wî/wê pir zêde
çênabe, ger hebe jî seqet e. Hişyarbûnî, girêdana di navbera ziman û gel de
dîtin e.
Bi awayeke rast bizanabûnbûna civakekê, rast bişekilbûna wê,
hebûna xwe dana çêkirin bi pêşketina zanistiya ziman û dîrokê gengaz e. Ti
civakeke ku ev zanistiya xwe nebe, winda kiribe nikare derfetê jiyanê peyda
bike. Ya ku gelê Kurd û mirovên Kurd bi rastiya dîrokî re rast bide naskirin,
bigihîne hev û wê bixe rêya pêşketina azad bi awayeke têkûz bi nivîskî û devkî
bikaranîna zimanê Kurdî ye. Gelê Kurd gelê herî kevin ê Rojhilata Navîn e.
Ziman û çanda Kurdî, ziman û çandê ku destpêkê şoreşa neolîtîk dayî destpêkirin
û dayî pêşxistin e. Çavkaniya ziman û çanda koka xwe Hind-Ewrûpî pêktîne. Gel,
ziman û çandeke ku şaristaniyet afirandiye, her tiştê wê daye wê lê ji aliyê
şaristaniyetê ve hewl tê dayîn were tunekirin û were înkarkirin. Yê
şaristaniyeta Sûmer derbasî qadên din kirî gelê Kurd e. Tevî ku şaristaniyet
pir tiştan deyndarê gelê Kurde, ji vî gelê ew afirandî tolê dihilîne. Weke
destpêkê zext û asîmîlasyona Sûmeran li ser Kurdan pêşdikeve. Her diçe ev zêde
dibe û heta roja me tê û şeklê di roja me de digre. Bi netew-dewletê re
pêvajoya asîmîlasyonê ya li ser ziman û çanda Kurdî kûrtir dibe. Zext û bandora
Tirkî, Erebî, Farisî pêşdikeve. Mêtingehkarên ku derfetên ziman û teknîkê yên zêde
dibin bikar tînin, ziman û çandên xwe pêşxistine, zexta siyasî zêde kirine, bi
vê ziman û çanda Kurdî perçiqandine û anîna xala tunebûnê. Hema hema ziman,
çanda Kurdî û li ser vî bingehî hebûna Kurd anîne qonaxa tunekirinê,
propagandaya ziman, çanda Kurdî û gelê Kurd nîne pir zêde hatiye pêşxistin. Li
nasname, ziman û çanda Kurdî xwedî derketinê dikin rewşa sûcê herî giran, bi
cudakerî, xiyanetê re wekhev tê girtin, kî bêje ev heye û ji bo pêşketina wê
bikeve nav hewldanekê weke sûcdar tê îlankirin û tê cezakirin. Mêtingehkaran
dema ziman û çanda Kurdî bêbandor kirin bilez tunekirina hebûna gelê Kurd
pêşxistine, bi tevahî hêza xwe hewl dane ku her tiştê wê bişibînin xwe, bigrin
bin fermanên xwe û ji xwe re bişixulînin. Ziman, çanda Kurdî û li ser vî bingehî
hebûna wê hat qedexekirin, biçûkxistin, hewl dan lêxwedîderketina wê asteng
bikin, lêxwedîderketin sûcê siyasî hat hesibandin, yên lê xwedî derketin bi
cezayên herî giran hatin cezakirin. Mêtingehkaran ji bajaran ve dest bi
tunekirinê kirin, bibandor kirin û hedef kirin ku vê derbasî çolterê jî bikin.
Bajarên Kurdistanê dema ziman, çanda mêtingehkaran dijiyan û bilez nasnameya
Kurd winda dikirin, gelê li beşên çolterê (kırsal) jî ji bo parastina nasname,
ziman û çanda xwe li ber xwe da û di terzeke paş de jî be, da jiyîn.
Gelê Kurd, ziman û çanda wê ku gihiştiye qonaxa tunebûnê, di
vê yekê de polîtîkayên dewletên mêtingehkar diyarker e. Herî hindik qasî
mêtingehkaran çînên serdest ên Kurd jî ji vê encamê berpirsiyar in. Di dîroka
me de serdestên Kurda berjewendiyên xwe di hevkariya bi mêtingehkaran, bi hêzên
dagirker re, di teslîmbûnî û bi tevahî bûyîna xulamê wan de dîtine. Di înkar
kirina nasname, ziman û çanda Kurdî û heta ji mêtingehkaran hîn zêdetir esas
girtina înkar û tunekirinê de dîtine. Çînên serdest ên Kurd, weke mêtingehkaran
ziman û çanda Kurdî kêmî xwe dîtine, jê dûr ketine, xweziya xwe bi ziman û
çanda mêtingehkaran anîne, ew esas girtine, ji bo pêşketina wê teşwîq kirine.
Di pêşxistina asîmîlasyonê de, di tunekirina ziman û çanda Kurdî de adeta bi
dilê xwe erk girtine ser xwe. Serdestên Kurda ku ketin bin xizmeta
mêtingehkaran, yê ziman, çand û nasnameya Kurdî parastî jî gelê Kurd e. Gelê
Kurd ku karî hebûna xwe biparêze, bigihe roja îro, ev bi hêza ziman û çanda
Kurdî gengaz bûye. Çavkaniya esasî ya ev ziman û çand derxistî û pêşxistî,
jiyana gelê Kurd û berxwedaniya nîşan dayî ye. Di winda nebûn û pêşketina ziman
û çanda Kurdî de ev rastî diyarker e. Li nasname, ziman û çanda Kurdî xwedî
derketin xwe parastin û jiyîne, bi mêtîngehkaran re hatina beramberî hev e, ji
tevahî derfetê pêşketinê bêpar mayîn e, bi tevahî xeteriyan re hatina beramberî
hev û jiyîna vê ye. Ji ber serdestên Kurda berjewendiyên xwe di mêtingehkaran
de dibînin pişta xwe dane nasname, ziman û çanda Kurd. Gelê Kurd tevî ku di bin
mercên pir zor, zext û tunekirinê de ji tevahî derfetên pêşketinê bêpar hate
hiştin jî, dîsa li ziman û nasnameya xwe xwedî derketiye.
Piştî ku Tevgera Azadiya Kurd di bin pêşengtiya Rêber APO de
pêşket, bi vê re pêşî li hewldanên asîmîlasyonê yên mêtingehkaran û serdestên
Kurda ên ji wan re xulamtî dikirin hatiye girtin. Vê hêz daye berxwedaniya
jiyandina nasname, ziman û çanda Kurdî. Berî tekoşîna Tevgera Azadiyê Kurdîtî
adeta belaya serî bû û reva ji vê belayê pêşdiket. Di nav Kurdan de pêvajoya
ber bi mêtingehkariyê ve bazdan, bi wê re bûyîna yek, bi vî awayî bûyîna
“zilam û peydakirina derfetê jiyana fizîkî bilez bûye. Ev bilezbûna pêvajoya
tunebûnê ye. Bi Tevgera Azadiyê re pêşî li vê hatiye girtin û bûyîna Kurd, bi
Kurdî axaftin, zimanê Kurdî jiyîn bûye weke rûmetekê. Ev destkeftiyek pir
girîng e, lê pêwîste ev hîn bêhtir were têkûzkirin. Tevgera Azadiya Kurd merc û
derfetên pêşketina nasname, ziman û çanda Kurdî afirand. Di roja me de
bikaranîna teknolojiyê jî ji ber tevahî qedexekirin bêwate hiştiye, êdî ew cih
û derfet çêbûye ku ziman û çanda Kurdî cihê jiyanê ji xwe re bibîne û
pêşbikeve. Erkê her miroveke Kurd e ku kesên di vî warî de ked dayîn pîroz
bike, ji hewldanên wan re bibe alîkar. Divê her Kurdek pêşxistina ziman û çanda
xwe weke erkê xwe yê esasî fêm bike. Divê ji zimanê xwe, çanda xwe hez bike,
bide hezkirin. Divê bi zimanê xwe biaxivê, bi zimanê xwe binivîse, bi çanda xwe
bijî. Ev çand û ziman, çand û zimaneke ku şoreşa herî bingehîn a mirovahiyê
pêkaniye, pir nirxên mezin pê daye qezençkirin. Divê her miroveke Kurd bi ziman
û çanda xwe şanaz be. Divê zimanê mêtingehkaran ji zimanê axaftin û nivîsandinê
derbixe, divê çandên wana nejî, ji asîmîlasyon û xwe xwe tunekirinê re xizmet
neke.
Yekîtiya ziman, yekîtiya gelekî diafirîne, pêşketina wê jî
pêşketina gelekî, mezinbûna raman û rihê wê pêktîne û têkneçûyî dike. Cejna
zimanê Kurdî, ji yekîtiya zimanê Kurdî, pêşketina wê, weke zimanê axaftin û
nivîsandinê di nav gelê Kurd de serdestbûna wê re xizmet dike. Azadbûna Kurd û
têkneçûna wê pêktîne. Fikirîn, jiyan û berxwedaniya hevbeş, tenê bi hebûn,
yekîtî û pêşketina ziman gengaz dibe. Xwe naskirin, xwe pênasekirina gelê Kurd
bi pêşxistina zimanê Kurdî gengaz e. Pêkanînên mêtingehkaran ên tunekirinê yên
li ser ziman û çandê em dikarin bi xwedî derketina li ziman û çanda xwe
bêbandor bikin. Ji bo em hebûna xwe bidin çêkirin, xwe bidin qebûlkirin, ji bo
em bikarin bi azadî û demokratîk bijîn şerte ku em zimanê Kurdî weke zimanê
axaftin û nivîsandinê pêşbixin. Li ziman û çanda xwe xwedî derneketin,
nasnameya xwe windakirin bêşexsiyetî, bêrûmetî qebûlkirin, mirin heq kirin e.
Ya mêtingehkar didin ferzkirin, dixwazin pêkbînin, ya layîq dibînin, ev e. Ti
miroveke Kurd ya mêtingehkar layîqê wê dibîne qebûl nake, berevajî li hemberî
vê pir bihêrs dibe, vê vediguherîne zanistiyê, zanistiyê vediguherîne
rêxistinê, rêxistinê vediguherîne çalakiyê, çalakiyê jî vediguherîne
serkeftinê. Rûmeta civakî bi xwe bawerbûn, li xwe xwedî derketin e. Hêza xwe
zanîn û pêşxistinê ye. Ev jî li ziman, çand û nasnameye xwe xwedî derketin e.
Cejna zimanê Kurdî li tevahî gelê me pîroz be.
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com -www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info