19 Ekim 2018 Cuma Saat 11:25
Navenda Ragihandina YPG’ê derbarê
çalakiyên li Efrînê hatî lidarxistin de daxuyanî da û destnîşan kir ku di rojên
16 û 17’ê mehê de di encama du çalakiyên cûda yên ku ji aliyê hêzên wan ve
hatiye lidarxistin de leşker û 2 çeteyên Artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin.
Navenda Ragihandina YPG’ê ev
agahiyan dan:
“Di çarçoveya pêngava duyemîn ya Berxwedana
Serdemê li Efrînê, hêzên me li hember artêşa Tirk a dagirker û komên çete
çalakiyên xwe didomînin. Di rojên 16 û 17’ê mehê de, di encama du çalakiyên
cûda yên ku ji alî hêzên me ve hatin lidar xistin de leşkerek û 2 çeteyên
artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin. Agahiyên di derbarê çalakiyên ku hatine
lidar xistin de wiha ne
1-Di roja 16’ê Cotmeh’ê de hêzên
me li bejahiya navçeya Raco li hember seyareyeke leşkerî ya ku hejmarek
leşkerên artêşa Tirk a dagirker tê de bûn çalakiyek sabotajê pêk anîn. Di
encama çalakiyê de leşkerek Tirk hate kuştin û seyare hate rûxandin.
2-Di roja 17’ê Cotmeh’ê de
yekîneyên me li navçeya Mabeta ya ser bi Efrînê ve li hember seyareyeke leşkerî
ya koma bi navê Silêman Şah çalakiyek din ya sabotaj pêk anîn. Di encama
çalakiyê de ev seyare jî hate rûxandin û 2 çete hatin kuştin.
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.com –
www.lekolin.org – www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com
-http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanêwww.lekolin.com –
www.lekolin.org – www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com
-http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html