02 Haziran 2011 Perşembe Saat 16:43
Cenazeyê Gerîlayê HPG’ê Sancar Buluç (Seyîd Riza) ê ku di operayona li çoltarê Kastamonuyê de jiyana xwe ji dest da ji aliyê hezaran dêrsimiyan ve hate definkirin. Di definkirinê de dayîka Buluç Hediye Buluç lorîka “Tu bi xêr hatî kurê min şêrê çiyan. Min ji bo hinêkirina destê de hine amade kir. Tu niha şehîdê hemû gelê kurd î, kurê min”
Cenazeyê Gerîlayê HPG’ê Sancar Buluç (Seyîd Riza) ê ku di operayona li çoltarê Kastamonuyê de jiyana xwe ji dest dabû serê sibê ji Saziya Tipa Adlî ya Meletî hate girtin anîn Dêrsimê. Pişt li Cemxaneyê vecîbeyên olî yên cenaze hatin kirin bi tevlîbûna Namzetê servbixwe yê blokê yê Dêrsimê Ferhat Tunç, Şaredara Dêrsimê Edîbe Şahîn, Şaredarê Pêrtagê Kenan Çetîn, Parlementerê BDP’ê yê Dêrsimê Şerafettîn Halîs, rêveberên BDP’ê û gelek kesên din bi konvoyekî qelebalik ji bo bê definkirin ber bi gundê Sorekê ya navçeya Mazgêrdê ve bi rê ket.
‘TU BI XÊR HAT ŞÊRÊ ÇIYAN’
Cenazeyê Sancar Bulutç ê HPG’î piştî ji navçeya Mazgîrtê anîn gundê Sorekê ji aliyê diya wî bi lorîn û zimêran hate pêşwazikirin. Dayika Buluç Hediye Buluç bi zimêran lorang û got: “Tu bi xêr hat şêrê çiya kurê min, dilê min. Berxikê ber dilê min. Êdi tu ne kurê min tenê, tu kurê hemû gelê kurd e. Tu şehîdê Kurdistanê ye. Şêrê dilê mim şehîdê Kurdistanê bu bi xêr hat.” Derbesta Buluç, bi gul û kulîlkên çiya û zozanan ên kesk, sor û zer hate xemilandin.
NEGRÎN LI TÊKOŞÎNA XWE WEDÎ DERKEVIN
Darbesta Buluç berê birin malê û pişt re li ser milan kirin û birin goristana gund. Di meşê de bi sedan ciwanên bi rûpoş posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rakirin û meşiyan. Birayê Buluş ê HPG’î darbest danin ser milê xwe û birin goristanê. Cenaze li gorî bawerî û çanda elewiyan hate definkirin. Di merasimê de girsê bê navber dirûşmeyên “Şehîd namirin” berz kirin. Piştî definkirine rêz hate girtin. Bavê Buluç Ahmet Buluç, diyar kir ku Seyit Riza şehîdê hemû gelê kurd e. Buluç ji kesên li ser gorê xwest ku negirîn û ji bo doza wî têkoşîne bilind bikin.
Pişt re Namzetê Blokê yê Dêrisê Ferhat Tunç jî axivî û got: “Em Seyitê me yê biçûk dişînin cem pîrê me Seyit Riza û Zîlanan. Em dişînin cem Alî Şêran. Têkoşîna wan têkoşîna me ye. Em ê têkoşîna wan bilind bikin.
Piştî definkirinê dayika Buluç Hediye Bûluç li gel zahmetî dikşand jî her kes yek bi yek bi rê kir.-ANF
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info