25 Mayıs 2019 Cumartesi Saat 08:24
Balafirên
şer yên artêşa Tirkiyê ya dagirker bê navber di ser gund û çiyayên herêma
Kurdistanê di gerin û hema hema her roj topbaran dikin. Balafirên keşfê yên bê
mirov di ser tevahiya gund û çiyayên herêmê re bê navber difirin. Piştî
seredana Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyê Mevlud Çawuşoğlu ji bo Bexda û Hewlêr’ê, balafirên
şer yên dewleta Tirkiyê hema hema her roj gund û çiyayên başurê Kurdistanê
topbaran dikin. Balafirên şer yên artêşa Tirk di hefiyekê de gelek caran herêma
Kurdistanê topbaran kir
-Di 16
Gulanê de, Li nêzî bajaroka Sersingê ya girêdayî navçeya Amêdiyê ya Parêzgeha
Duhokê dema ku artêşa Tirkiyê bi wesayîtên sivîl leşker vediguhest teqîn pêk
hat. Li gorî agahiyan kuştî û birîndarên leşkerên Tirk çêbun. Piştî teqînê
balafirên şer ên artêşa Tirk derdora bajaroka Şeladizê bombebaran kir.
-Balafirên
şer yên dewleta Tirk di 16 Gulanê de cara duyemîn derdora qezaya Şêladizê û
Kurejehro bombebaran kir. Bombebaran demekî dirêj berdewam kir.
-Balafirên
şer yên artêşa Tirkiyê di 21’ê Gulanê de gundê Kolît a ser bi bajarokê Sîdekan
girêdayî bajarê Hewlêr topbaran kir. Di encama êrîşê de ziyanek mezin gihişt
gund.
-Balafirên
şer di 21 Gulanê de bi helîkopteran herêma Çiyadêl,
Gewoy û Xakurkê ku dikevin herêma Biradost bombebaran kirin. Bombebaran heya
derengiya şevê berdewam kir.
-Balafirên
şer yên dewleta Tirk careke din di 22 Gulanê de bi du
helîkopteran gundên li herêma Bradost ya ser bi parêzgeha Hewlêrê bombebaran
kir. Helikopterên artêşa Tirk du rojan beriya wê bê navber di ser herêmê re di
firiyan.
Rêya 12 gundan hat xirab kirin
Êrîşên dewleta Tirk ya dagirker, li ser
xaka Başûrê Kurdistanê her roj berdewam dikin. Di topbarana li herêma Sîdekan a
girêdayî bajarê Hewlêr de rêya 12 gundan hat xirap kirin. Zevî û baxçeyên
gundiyan yên derdor ziyanekî mezin lê ketin. Hat diyarkirin ku di encama
topbaranê de, gelek xaniyên derdor jî zerer ditine, derî û pencereyên gund hemu
hilweşiyane. Her wiha hat diyar kirin ku li herêmê bi giştî bê navber balafirên
keşfê difirin.
Artêşa
Tirk demeke li 79 gundên herêma Biradost a parêzgeha Hewlêr hatinûçûna
welatiyan ji demjimêrê 22.00′ ê şev heta saet 06.00’ê serê sibê qedexe kiriye.
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html
Rêya 12 gundan hat xirab kirin