24 Ağustos 2018 Cuma Saat 05:29
Welatiyên ku piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta tirk û
çeteyên girêdayî wê ve di Efrînê de mane her kêlî rastî kiryarên ku ne wijdan,
ne mirovahî û ne tu dîn û ol qebûl dike tên. Welatiyên Efrînê ji ber kiryarên
dewleta tirk, çeteyên OSO û hevkarên wan ENKS`ê êdî bê zar û perîşan bûne.
Çavkaniyekî ji herêmê raghand ku piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê
dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê ve, welatiyên ku di Efrînê de mane weke
Xerîb û koçber tên dest girtin û tu kes ji wan nikare rihet di nava bajar û
gundên xwe de weke berê tevbiger. Li gorî ku çavkanî diyar kiriye, welatiyên ku
ji mala xwe derdikevin di nava kolanên bajar û gundan de rastî revandin, dizî,
talanî, îşkence, tacîz, tecewiz, biçûk xistin û heqaretê tên.
Malbatên çetan û ENKS`ê pir rihet tevdigerin
Li gor agahiyên ji herêmê bi riya çavkaniyekî
hatine girtin malbatên çetan û endam û malbatên ENKS`ê di nava bajar û gundan
de pir rihet tevdigerin û tu kes li pêşiyan wan nabe asteng û riya wan nagire.
Hate gotin ku di nava Efrîn û gundên wê de bi qasî ku tevgerandin ji bo endamên
ENKS`ê û malbatên wan serbeste ji tu kesî din re ne serbeste.
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html
0
21
TR
KO
:” ”
:””
” “,” ”
0
21
KO
:” ”
:””
” “,” ”
:KO
Malbatên çetan û ENKS`ê pir rihet tevdigerinNavenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanêwww.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html