19 Ağustos 2018 Pazar Saat 08:27
Hate ragihandin ku hin malbatên ji Xuta yên ku di Efrînê de hatibûn
bi cihkirin, xwestin ji Efrînê derkevin, rastî êrîşa çeteyên koma Firqet
El-Hemzet hatin. Di êrîşê de kuştî û birîndar hene.
Piştî dagirkirina Efrînê ya ji aliyê dewleta tirk û komên çete yên
girêdayên wê ve, di encama lihevkirina Tirkiye û Rûsya de bi hezaran malbatên
endamên çeteyan û welatiyên Xûtayê li gund, navçe û bajarê Efrînê hatibûn
bicihkirin. Li gor agahiyan ji ber kiryarên çeteyan û pêvçûnên navxweyî ya di
navbêra sivîl û çeteyan de diqewimin û sivîl dibin qurbanî, malbatên Xutayî
dixwazin ji Efrînê derbikevin lê rastî êrîşên çeteyan tên.
Li gor agahiyên çavkaniyekî ji
heremê ragihand, dema ku du malbatên Xûtayî tiştên xwe kom dikirin û dixwestin
ji Efrînê derkevin û vegerin Xutayê, rastî êrîşa çeteyên Firqet El-Hemzet
hatin. Hat destnîşankirin ku sedema êrîşê û astengkirina çûyina malbatan ew e
ku herêma hatiye dagirkirin naxwazin vala bibe. Hat diyarkirin ku yek ji van
malbatan ku zarokên wan endamên çeteyên din bûn, bi çek bersiva çeteyên El
Hemzet dan û pêvçûn qewimî. Hat zanîn ku di pêvçûnê de ji her du aliyan jî
kuştî û birîndar hene, lê di hêla hejmarê de agahiyek zelal nehat
bidestxistin.
‘EV NE CARA YEKEMİN E’
Li gor agahiyên çavkaniyê, ne cara yekemîne ku
komên çete derketina malbatan asteng dikin û pêvçûn dijîn e. Çavkanî, ragihand
ku ev daxwaza derketina malbatên Xutayî û malbatên çeteyên ji Xutayê hatine
sedema wê hem nakokî û pêvçûnê di nava çeteyan de û sivîl qurbanî dibin, hem
çalakiyên YPG-YPJ ya li ser çeteyan zêde dibin û hem jî operasyona hêzên rejîma
Suriyê ya Idlibê ku ew jî bi xwe re fikara, Efrîn bikeve destê rejîmê ye.
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html
0
21
KO
:” ”
:””
” “,” ”
:KO
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê