Di encama lihevhatinekê di navbera Firansa û Tirkiyê de di sala 1939 de parçeyek ji erdnîgariya Sûriyê bi navê “Lîwa Îskenderûn” ku piraniya niştecihên wê ji Kurd û Erebên Elewî û Sûnnî, Xiristiyan û Ermenan bûn ji erdnîgariya Sûriyê hate qutkirin. Di nava demê de Tirkyê hemû şûnwar û nîşaneyên civakî, çandî û dîrokî li vê herêmê guhertin û di encama refrendumekê de, bi ser Komara Tirkiyê de vekir. Ev bû 81 sal ev bûyer ji rojeva Sûriyê û tevahî cîhanê derketiye û di nava pelên dîrokê de hatiye wendakirin. Dibe ku nêzî sedsalekê di ser vê bûyerê re derbas bibe lê zihniyeta dagirkeriya Tirk û guhertina demografîk nehatiye guhertin. Dagirkeriya Tirk bi ev zihniyeta heyî di demên dawiyê de gav bi gav li ser civaka Rojavayê Kurdistanê pêk tîne û bi awayeke sîstematîk vê yekê dixweze li ser bajarên me yên dagirkirî li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Sipî pêk bîne. Di vê wateyê de dema ku em behsa dagirkeriyê dikin, ev ji wateya peyveke rêzber zêdetir, em dixwezin behsa kiryar û pilanên ku bi awayeke sîstematîk li ser Gelê Efrîn û herêmên din ên dagirkirî li Rojava tê meşandin bikin.
Bi awayeke şênber li ber çavê tevahî dunyayê dewleta Tirk piştî dagirkirina Efrîn bi awayeke aktîf hemû hêza xwe da guhertinên demografîk. Ev guhertina demografîk ji bo hîn bi awayeke bi pilan pêkbîne hemû şêwaz û rêbazên derveyî mirovahiyê pêkanîn. Ji kuştina mirovên bêguneh bigire, dizîna şûnwaran, kuştin, talan û revandina sivîlan her berdewam kir. Bi vê yekê têr nekir, bi birîna daran û şewitandina dar û zeviyan xweşikbûna heyî jî li derveyî kiryayên xwe yên hovane nehêştin. Lê tiştê herî bi susret ev kiryarên sîtematîk ku dagirkeriya Tirk dikir hemû di bin navê tûga û komên çete yên girêday xwe bi nav dikir û weke ku xwe ji kiryarên wan bêrî dikir xwe nîşan dida. Ji bo vê yekê pêkbîne, hinek ji berpirsiyarên van komên çekdar ên heyî bi guhertina cihê wan û bi cezayên sembolîk ji raya giştî re dida diyarkirin ku ew ji wan hesab dixweze. Lê em dizanin ku ev komên çekdar û çeteyên wê ji Sultan Mûrad, Hemzat û heya Ehrar El Şerqiyê hemû ji navika Tirkiyê ketine. Dagirkeriya Tirk û serçeteyê wê Erdogan ji bo karibe sûd ji aloziya Sûriyê werbigire û van komên heyî li ser hesabê xwe bikarbîne hem di aliyê maddî û manewî de ji roja damezrandina wan de bigire her ew xwedîkirine û xwedî li wan derketine. Çawa ku em dizanin ku zarokek bê dayîk nayê dunyayê raya giştî jî bi tevahî dizane ev komên çekdar ne pêkan e ku ji bin baskê Tirkiyê derbikevin û bêy Tirkiyê kareke ji rêzê jî bikin. Di vê wateyê de hovîtiya ku li Efrîn tê meşandin hemû bi awayeke sîstematîk hatiye kirin û êdî hatiye astekê ku keseke xwe bi mirov binav bike nikare li Efrîn jiyan bike. Ji bo vê yekê di demên dawî de kuştina mirovên temen mezin û fişarên li ser malbatên heyî li Efrînê bi mebesta koçberkirinê û dev berdana ji axa xwe beşek ji vê siyasetê ne.
Di heftiya bihûrî de bûyereke ji rêzê weke ku rojane tên kirin di hundir Efrîn de hate jiyankirin. Ew jî ku koma bi navê Firqêt El Hemzat du sivîl ji malbatên Xûta di encama pevçûnekê de li ser dîkanekê kuştin. Ev yek bû sedem ku dagirkeriya Tirk tûgaya Sultan Mûrad û hinek tûgayên Tirkmenan li dijî Hemzata sorkirin û di encama vê sorkirinê de hemû navendên Hemzat hatin standin û şewitandin û ji holê hatin rakirin. Tabî balkêş e ev bûyer piştî serlêdana Silêman Soylo wezîrê hundirîn ê Tirkiyê ji xeta sînor di navbera Tirkiyê û herêma Efrînê de pêkhat?
Dagirkeriya Tirk û faşîzma AKP`ê ev bûyer hîn gur kir û di roja dîtir de bi deh hezaran şêniyên Xûtayê yên ku di malên Efrîniyan de bicihkiribûn derxistin kolanan û duruşmeyên “bijî Tirkiye” û “Bila ev çete ji nava me derbikevin” bangdikirin diavêtin. Dîmenên derketî li ser ekranên televiziyonên Tirkiyê hatin belavkirin û herwiha cihê dilêşiyê ye ku dîmenên bi dehan keçên Kurd ku di zîndanên çetên Tirk de derketin li ser ekranan. Tirkiyê jî weke çawa bi atifiyeta civakê dilîze weke melzemeyeke siyasetê ev bûyer bikaranî.
Ger armanca van meşan xwedîderketina li mirovahiyê û pêşîgirtina li kiryarên kuştin û revandina sivîlan bin, rojane bi dehan Efrîniyên ku di hundir Efrîn û gundewarê de mane rastî kuştin û revandinê tên. Eger armanc ji van meşan dawîanîna li komên çekdar be, kesên ku li hember çeta derketine bi xwe malbatên wan çeta ne. Eger armanc dawîanîna li dagirkeriyê be, dagirkeriya herî mezin Tirkiyê ye û dagirkerê filî li ser mal û milkên Gelê Efrînê rûniştine û ji xêr û bêrê Efrîniyan dixwin ev malbatên ku li dijî van kiryaran derketine bi xwe ne. Mirov dikare van pirsan hîn dirêjtir bike û hîn jî bipirse. Lê mixabin weke çawa ku dagirkerî bi awayeke aşkere û vekirî li ber çavê tevahî dunyayê li ser Efrîn hate kirin û di berdewamiya dagirkeriyê de ev kiryarên hovane û guhertinên demografîk tên kirin îro jî Tirkiyê bi kompolyeke bi vê rengî zemînek bi hêz ji xwe re çêdike ku mayîndebûna xwe li Efrîn berdewam bike. Ev jî bi rêya amedekirina şêniyên li wir ku ji malbatên çeta û koçberan pêk tên. Di vê çarçoveyê de meşa ku li dijî çeta û koma Hemzat hatiye meşandin û bi deh hezaran kes tevlî wê bibûn beşek ji komploya Tirkiyê ye ku zemînekê bide avakirin ku ber bi refrendumekê li Efrîn pêkbîne. Ji xwe beşek ji vê siyasetê weke me aniye ziman koçberkirina niştecihên resen ên Efrîn û fişarên li ser wan bûn. Lingê wê yê duyemîn jî ew malbatên çete yên ku ji derve hatine nûjenkirin û meşrûiyetdayîna siyaseta dagirkirinê ye. Çawa ku Lîwa Îskenderûn bi refrendûmekê bir îro jî amedekariya Efrîn dike.
Ji bo vê yekê divê di serî de hêz û tevgerên Kurdî û raya giştî li hember vê siyasetê hîn hişiyar û baldar tevbigerin. Çi li hundir û derveyî Kurdistanê him di warê zagonî û him di çarçoveya rewabûnê de divê rê li pêşiya dagirkeriya Tirk bê girtin. Xwedîderketina li Efrîn û herêmên dîtir li Rojava û Sûriyê erkeke exalqî û mirovahî beriya ku bibe erkeke siyasî.
Adnan Mustefa
Navenda Lêkolînên Stratejik A Kurdistanê