No Result
View All Result
  • Anasayfa
No Result
View All Result
  • Anasayfa

‘ROJEV’a Me Azadî ye

Lekolin by Lekolin
15 Mart 2020
in Basından Seçmeler
Reading Time: 2 mins read
A A
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın

16 Haziran 2011 Perşembe Saat 08:57

Di pêvajoyeke girîng û rojeveke xurt û germ de em careke din bi ROJEV’ê li pêşberî we ne.

Di pêvajoyeke girîng û rojeveke xurt û germ de em careke din bi ROJEV’ê li pêşberî we ne. Bi hestên bilind ên encamgirtina serhildan û têkoşîna azadiyê ya gelê kurd em dibêjin silav ji we re

Di pêvajoyeke girîng û rojeveke xurt û germ de em careke din bi ROJEV’ê li pêşberî we ne. Bi hestên bilind ên encamgirtina serhildan û têkoşîna azadiyê ya gelê kurd em dibêjin silav ji we re. Bi kêfxweşiya mîsogerbûna hîmê yekitiya kurd, yekitiya gelên Mezopotamyayê û hevgirtina bi hêzên aştîxwaz, demokrat û çepgir ên Tirkiyeyê re em we silav dikin. Bi heyecan û serbilindiya tevî hemû astengî û zextan jî şandina nûnerên gelan a parlamentoyê, bi coşa ji aliyê gelê kurd ve di hilbijatinê de beyankirina îradeyê ya ji bo Xweseriya Demokratîk em we silav dikin.
Hikûmeta AKP’ê û hêzên dewletê yên pêvegirêdayî li hemberî serkeftina gelê kurd a di hilbijartinê de beyî demê winda bikin ketin nava êrîşan. Êrîşî gelê kurd ê serkeftina xwe ya di hilbijartinê de pîroz dikirin kir û bi çavsoriyeke bêhempa heta bi nexweşxane kirin hedefa bombeyên gazê. Her wiha bi van êrîşan re hevdeng hikûmeta AKP’ê yekemîn îcraeta xwe disa bi astengkirin û girtina çapemeniya kurd pêk anî. Rojnameya Azadiya Welat bi hincetên ji rêzê yên di her demê de ji bo çapemeniya kurd asteng bikin 9’emîn car hate girtin. Bi vê girtinê xwestin coş û heyecana gelê kurd û serkeftina ku mîna taceke zêrîn li pêvajoyê diyar kirin veguherînin şîn, hêrs û hêvîşikestinê.

Lê belê bi têkoşîna hatiye meşandin gelê kurd xwe gihandiye sazîbûneke wisa ku asta êrîşê çendî tund be jî neçar vala tê derxistin û di demeke kurt de bi reflekseke hostayî alternatîf tên afirandin. Lewra beyî windakirina demê silavkirina we ya bi rojnameya ROJEV me hesabê biryardarên girtina Azadiya Welat pûç derxist. Kêfxweşiya wan a careke din bêdeng, bê agahî hiştina gelê kurd a bi girtina rojanemeyeke xwerû kurdî me di gewriya wan de hişt.

Lewra di vê pêvajoya ku bi sedan êrîş, zext, dek û dolap heta bi tevkujiyên siyasî, çandî û fizîkî ji aliyê gelê kurd ve vala hatine derxistin û ev êrîş, zext ji xwe re xistina hinceta serkeftinên mezintir bi tu awayî ne gelê kurd ne jî em hêvîşikestî û dilşikestî nabin. Em dizanin ku bi serkeftina 12’ê Hezîranê re fetlînoka herî girîng a di riya avakirina aştî, demokrasî û xwe gihandina azadiyê de bi têkoşhina gelê leheng bi serkeftineke mezin hate derbas kirin. Em jî wekî neferên ragihandina gelê kurd em wê sozê didin ku bi tu awayî em ê gelê xwe bê alternatîf nehêlin û bi tu awayî neçarî bêzarbûna ragihandina alîgirên AKP’ê û pergalê nekin.

Rojev bi ROJEV’ê dê ji her aliyê ve were şopandin û ji mafê agahîstandina bi zimanê dayikê yê hêna jî înkar dibe gelê me, hûn xwendavanên dê di her şert û mercî de were parastin. Ji ber ku êdî tenê û tenê rojeveke me heye ew jî azadî ye… Bi coş û heyecana gihandina asteke jortirîn a serkeftina gelê kurd careke din em we bi hurmet û rêz silav dikin…-Azadiya Welat

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.com www.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info

Tags: araştırmakurdiKurdishkurdistanLekolinTurkishTürkiye
Share204Tweet127
Previous Post

Türkiye Raporuna Kürt Sorunu Damgası

Next Post

11-31 Ekim Kronolojisi

Lekolin

Lekolin

RelatedPosts

Basından Seçmeler

Cizre belediyesi AKP’liler tarafından talan ediliyor

by Lekolin
5 Mayıs 2020
0

Cizre Belediyesi’ne kayyum atandıktan sonra bütün yatırımlar “güvenlik” temelli yapılıyor. Personel alımlarının da AKP kadın ve gençlik kollarına bırakıldığı belediyede,...

Read more

NCT: PKK İsveç’in güvenliği için tehdit oluşturmuyor

5 Mayıs 2020

Başkanlık Rejimi ve Ekonomi

5 Mayıs 2020

Astana öncesi Bab ateşi

5 Mayıs 2020

Mesele dolar değil

5 Mayıs 2020
Next Post

11-31 Ekim Kronolojisi

KÜRDİSTAN ARAŞTIRMALAR MERKEZİ

© 2025 Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi