08 Ocak 2014 Çarşamba Saat 12:09
Tê gotin ku di demeke dîrokê de Şahê Îranê li dijî dewleteke din şer lidardixe. Li her devera Îranê ciwan weke leşkerê Îranê diçin şer. Her wiha ciwanên Kurd jî diçin şer. Bi taybeti jî du birayê Kurd di şer de gelek lehengî nîşan didin. Nav û dengê herdu birayan heta gel Şahê Îranê diçe. Şer bi serkeftina Îranê bi dawî dibe. Li ser vê yekê Şahê Îranê jî ji fermandariya artêşê dixwaze ku herdu birayên Kurd bişîne huzura wî ku wan xelat bike. Lê belê şerteke Şah heye. Dibeje ku, “Kîjan bira zûtir were ezê wî xelat bikim. Le çi bidim wî, ezê du qatî bidim birayê wî
Fermandariya artêşê herdu bira dişîne paytextê. Birayek zûtir derdikeve hizûra Şah. Şah dipirse, “Eze te xelat bikim. Lê birayê te rêka wî dûrtir e, ew hê negihîştiye cem me. Ji ber vê yeke tu ji bo xwe çi bixwazî ezê bidim te. Lê belê eze du qatî jî bidim birayê te. Keremke çi dixwazî? Bira diponije û dibêje: “Şahê min çavekî min derxe!
Ev kurte çîrok bi rastî hatiye jiyîn, an çêkirî ye, nizanim. Ez vê mijarê pir girîng jî nabînim. Çêkirî be jî rastiyeke hin ji me Kurdan bilêv dike. Ji hev heznekirin, hesûdî û hwd. tîne ziman. Dijminên gelê me ewqas bi kesayetên Kurd lîstibûn ku, bira bi bira re rast û dirust tevnedigeriya. Bi taybetî jî kesên hevalbendên dijmin hîn jî vê taybetmendiyên dijmin li ser me sepandiye weke nexweşike bê eman dijîn û dixwazin bidin jiyîn. Çavnelibar e ku rewşa birayê wî jê baştir, an go jê dewlemendtir be.
Hûn dikarin pirsyar bikin “ka ev mijar jî ji kîderê derkete pêş me? Pirseke di cîh de ye. bersiva vê pirsê jî gelek vekirî û zelal e. Tê gotin ku birayê mezin ya Mesud Berzanî İdris Berzani gotiye “Li Kurdistanê çi çêbibe divê bi destê me be. Ger ku em nikaribin çêkin, her tim hêzaa me yê xerabkirinê heye. Dîsa tê gotin ku ev axaftin makezagona binemala Berzaniyan e. Helwesta Mesud Berzani li diji gel û Şoreşa Rojava ev mesel anî bîra min.
Şoreşa Rojava xewn û xeyala hemû Kurdên xwedî rûmet pêkaniye. Li beramberî vê Şoreşê helwesta Mesud Berzanî ku mirov tîne berhev, rewşa birayê kû dibêje “Şahê min, çaveke min derxe tê bîra mirov. Bê guman tiştê ku İdris Berzanî bilêvdikir jî hema ev tişt e. Ji ber kû şoreşa Rojava rexmî PDK û Hukumeta dagirkerên Tirk biserketiye çavê Berzaniyan debar nake. Ew hêza gelê Rojava ku rexmî dagirkeriyên hêrêmê dijayetiya wan dike jî şoreş biserxistinê heye û ne hewceya PDK û Berzaniyanin divê ew şoreş bibinkeve. Şoreş bi destê Berzaniyan çênebûye û nakeve bin bandora wan jî. Wê demê ewê hêza xwe yê xerabkirinê bikar binin. Di encamê de wê gele Kürd zerarmend be, ew jî ji bo binemalê ne xem e.
Berê ku Mesud Berzanî serdana Tirkiye bike bi daxuyaniyekê Şoreşa Rojava înkar kir. Bi Serokwezîrê Devleta Dagirker ya Tirk re hin hevdîtinên bi dizî bi pêşxistin. Xalê sereke û ya herî girîng mijara Şoreşa Rojava bû bêguman. Rayedarên dewletan yên payebilind berê ku biçin serdana welatekê hin daxuyaniyên ku malovanên wan pê kefxweşbin bibin. Mesud Berzanî jî ew kevneşopiya bi reşkirina Rojava bicîhanî. Di serîde Serokwezîrê dewleta dagirker ya Tirk Tayip Erdoxan û rayedarên dewleta dagirker li çavekê digeriyan, Berzanî ji bo wan bû du çav. Ji bo reşkirina şoreşa Rojava, PKK û Rêber APO bi salane şerê taybet dimeşînin. Ew şerê taybet bi Kurdekî weke Mesud Berzanî bidin kirin wê bi bandortir be. Berzanî jî tişta ku heta îro bi dizî dikir, icar eşkere dike û bi şêwazeke gelek zelal radixe ber çavan. Ji bo dewleta dagirker û hikumeta AKP’ê ji vî baştir çi heye?
Êrîş û hewldanên hikumeta AKP’ê û Binemalê tenê bi van kiryaran ve sînordar nin in. Demeke dirêje ku ji bo partiyeke dijî PKK avabikin xebateke berfireh dimeşînin. Hemu bermahiyên Çepê Kurd yên berê derbeya 12 Îlonê, revokên ji PKK’ê reviyan e û xwe spartine hêzên Başûrê Kurdistanê, xayinên bi hêzên derekî re hevpeymana ji bo jinavbirina Tevgera Azadîxwaza Kurdistanê çêkirin û li gorî vê rastiyê tevgeriyane tînin cem hev û dixwazin li gel van bermahiyan PDK Bakur avabikin. Demeke dirêje xebatek bi vî rengî dimeşînin. Dîroka van hewldanan gelek kevnin. Lê emê li ser yê herî nezîk rawestin.
Roja 27 Nisana 2013 li Amedê civînek berfireh têlidarxistin. Di vê civînê de pêdivî bi “partiyeke siyasi yê nû, vekirî û rewa tê tespitkirin. Ji bo ve xebatê bi rêve bibe komisyonek ji 50 kesî bi nave “Ji bo projeyeke nû ya siyasî komê diyalogê tê avakirin. Raburdiya vê xebatê bi qasî du sal heyê. Yê em qala wî dikin encemê vê xebatê ye.
Li gor danezana Hewldanê Partiya Kurdistanî, li ser banga Komê Diyalogê 19-20’ê Cotmehê li Amedê civîneke fireh tê lidarxistin. Beşdarên civînê yên wekî tevger KDP, DDKD, KUK, RIZGARÎ, ALARIZGARÎ, ÖZGÜRLÜK YOLU, TÊKOŞÎN û KAWA’ye. Wekî takekes jî beşdarên civînê hene. Lê bi tenê navê rixistinan hatiye dayin. Li gorî tê gotin piştî serdana Mesud Berzanî ya Amedê lez dane xebatê damezrandina partî. Piştî ku Serokwezîr Erdoxan navê Kurdistan bilêvkir, Hewldana Partiya Kurdistanî biryar daye ku navê Partiyê “Partiya Demokratê Kurdistan be. Tê payin ku bere sersala nû jî were damezirandin.
Ji bo pênasekirina cewherê vê hewldanê naskirina beşdaran bes e û zêdeye jî. Ji bo vê yekê jî zanîna diroka nêzîk ya Kurdistanê û çepê Kurdistanê pewîstiyeke jiyaniye. Bi taybetî jî ji bo nifşê nû agahdarî jî pêwîstîyke gelek girîng e. Ger kû rabirdûya van partî û koman neyên zanîn rexneyek rasteqîn jî wê neyê bi peşxistin. Ma li gorî we jî ne welêye?
Rêxistinên beşdarî civînan bune hemû jî tên naskirin. Milê wanê bîrdozi, siyasî, çînî u hwd. baş tê nasîn. Wekî kes ku pêşeng û endam guhertibin jî weke feraset baş tên naskirin. Em karin yeko yeko jî pênasebikin, lê ji ber ku heman feraset e, pêwîstî bi vê yekê nîn e. Di nava hewldaneke hevbeş de bûna wan ne tiştekî xerib e. Hin jiwan jixwe îro jî partiya yasayine. Mafê mirovan heye kû partiyên siyasî yê nû avabikin. Li pêşiya vê yekê tu asteng nîn e. Bi qasî mafê avakirina partiyên nû heye, herî kêm ewqas jî mafê rexnekirinê jî divê heb e.
Dema APOCI weke komeke nû dest bi têkoşînê kirin, hinek ji ew navên derbasbûn partîbûn. Komele, kovar, rojnamê û hwd. yên wan hebûn. Ji gelek milan ve ji APOCIYAN pêştirbûn. Ji ber ku wan partî û koman -hinekan jixwere bigotana proleter jî- nunertiya çîna navîn dikirin. Pêkhateya pêşeng û endamê wan jî ev rastî piştrast dikir. Lê belê APOCI bi bîrdozî, gotin, kiryar û pêkhate jî nunertiya çînên bindest dikirin. Ji ber vê yekê APOCI gelek biçûk didîtin û henekê xwe pê dikirin. Heta di destpêka sala 80’i de sê kom ji wan li dijî APOCIYAN hevgirtin avakirin. Ew komên ku li dijî dagirkeriyê tu hevgirtin çênekiribûn, li dijî komeke Kurd hevgirtin çêkirin. Navê xwe jî kirin Hevgirtina Hêzên neteweyi û demokratîk bi navê Tirkî “Ulusal Demkoratik Güçbirliği … Wê demê jî ev pirs di rojewê de bû: Yên ku li dijî dagirkerî tu hevgirtin, têkoşînek hevbeş bi pêş nexistibûn, çima û çawa li dijî komeke şoreşgerê Kurd û Kurdistanî hevgirtineke bi wê awayî avakiribûn? Bersiva vê pirsê hîn jî bi şêweyeke rexnedan nehatiye dayin.
Di salên 1973-1980 de komê herî biçûk û lawaz APOCÎ bûn. Îro rewş çawayê li ber çavan e. Yên ku wê demê partî bûn, karîbûn şaredariya Amedê bidestbixin, çima îro navê wan jî hatiye jibîrkirin? Kî û ji bo çi dixwazin wan ji nûve zindî bikin? Divê li ser were sekinandin. Ez bawer dikim ku hûn jî erê dikin!
Gelek caran hewldanên bi vî rengî çêbûn lê biser neketin. Ne ku hinekan ew asteng kirin. Berovacî, heman feraset be jî ji rastiya gel, welat û pêşketinên cîhanî û heremi dûrbûn destneda ku ew hewldanana biserkevin. Gelên Kurdistanê tama azadiyê girtin. Bi vîn û armanca xwe tevgerîn kêm destkeft nîn e. Gelên Kurdistanê têkoşerên berdêlên giran dane û yên ku di roja teng de li meydanê nebûn jihev derdixîne û baş nasdike.
Îro ew derfet heye an na? Ew hinek jî liser armancê dimîne. Ger ku armanc tenê damezirandina partiyeke wekî hin partiyên li Rojava ku tenê binav hene û li ser têkoşîn û destkeftên gel xwe dana jiyankirin be, fermî damezrandin pêkan e. Lê ger ku armanc çareserkirina pirsgirekên bingehîn ya welat û gelan be, divê bersivên hin pirsan were dayin. Ku ev bersiv bi şêwazeke zelal û rexnedan neye dayîn, ji ber ku wê bawerî nede gel zêde pêkan diyar nake.
Dema ku êrîşên hovane li ser pîroziyên gel dihate meşandin, komkujî birêvediçûn -ku hîn jî berdewan e- wan çidikir? Ew li kûbûn? Îro çidikin? Di koma mijara gotinê de yên ku berê ne pêkan bû werin ba hevdû, îro bi kîjan regezan tên ba hev? Ev hatina cem hev û hewldana partiyeke hevbeş avakirin li ser kîjan rêgez an jî pîvanan birêve diçe? Bê Bîrdoziyek hevpar partiyek çawa wê bê avakirin?
Bê guman pêwîstiya me Kurdan ji nan û avê zêdetir bi hevgirtin û yekîtî heye. Ji hatina ba hevdû yên koman ez bixwe ne acizim, berovacî ez gelek kêfxweşim. Lê tu hevgirtin an jî yekîtî bê regez -ango ilke, mebde- nabe. Ku bibe jî ji bo gelan sûddar nabe.
Îro têkoşînek ku xwe bi cîhanê daye nasandin û pejirandin heye. Gelên Kurdistanê jî bi her şêweyî di nava vê têkoşînê de ye. Avahisaziyên ku hemu beşên civakê, hemu komên bîrdozî û siyaseta wan cuda be jî tê de bikarin xwe bi rêxistin bikin -wekî KCD- hene. Xwe di nava van avahiyan de bi rêxistinkirin, heta rêvebiriya wan bi destxistin û li gorî bîrdoziya xwe xebitandin ne guncawtir e? Helwesteke bi vê şêwazê ne demokratîktir e? Ji bo çi di têkoşîna siyaseta demokratîk de cih nagrin?… Mirov bersiva van pirsan bixwaze ne şaş e. Ez bawerim ku pêwîste hemû kesên welatparêz jî van pirsan bikin û bersiv bixwazin.
Îro Hukumeta AKP di rewşeke gelek xerab de ye. Di milekê de li Rojhilata Navîn de bi tenê maye. Siyaseta Erdoxan û hukumeta wî iflas kiriye. Di ser de jî keyraneke aborî ya giran li ber deriyê Tirkiye ye. Di heman demê de li Surî û Rojava binkeftineke mezin tamkirin. Çeteyên ku bi rêxistin û hevkariya hukumeta AKP êrişî gelên Rojava û deskeftan dikin di warê leşkerî de bi binketin. Ew têkçûyin di heman demê binketina Tirkiye, Hukumeta Herêma Kurdistanê û PDK’ê bû. Ji ber ku herdu hêz li dijî Şoreşa Rojava di hemen sengerê de bûn. Hukumeta herêm jî bi Hukumeta Navendî ya Iraqê re nakokiyên giran jiyandıkırın. Herdu serok, partî û hukumetên di Rojhilata Navîn de tengav bibûn, bi vê hevgirtina lawazan xwestin xwe ji vê rewşê rizgar bikin. Ev hevgirtina lawazan li ser rêgezê dijayetiya Tevgera Azadixwazê Kurdistanê û Şoreşa Rojava avabibû.
Di vê hevgirtinê de dewleta dagirker ya Tirk û Hukumeta AKP’ê sûdmend bû. Ji ber ku bi pertola ji Kurdistanê bihata, wê peşi li qeyrana aborî bihata girtin. Di heman demê de li Rojava ji ber hevkariya bi çeteyên El Kaide re hukumeta AKP li ser Suç hatibû girtin. Di nava gelên Rojava, Bakur û Başûr de bertekek şênber afirîbû. Bi piştgiriya Mesud Berzanî û PDK’ê jî wê di milê siyasî de xwe mafdar û rewa nîşanbida. Ji ber vê yekê berê ku serdan destpêbike, Mesud Berzanî heqaret li gel û Şoreşa Rojava kir û Şoreşa bi xwîna şehîdan avabibû înkar kir.
Van siyaset û kiryarên ku tu pêwendiyên wê bi netewîyet û welatparêzî nîn e, mirov kare gelek dirêj bike. Ji ber ku kiryar bi qasî dij mirovî ye, hewqas jî zêdene. Lê belê evên ku hatine rêzkirin jî Hukumeta AKP û PDK û Hukumeta Herêma Kurdistanê di nava hevkariyete çawa qirêj de ne şênber nîşandide.
Baş e, di vê helû mercên ne asayî de PDK Bakur were damezirandin wê çi bike? Pirs û bersiva jiyanî di vir de ye. Wê di siyaseta demokratîk de valatiyeke dagre, wê ji bo maf û berjewendiyên gelên Kurdistanê bi pêşxîne bitêkoşe an jî wê hewlbide ku valatî ava bike?
Rêzan Çiyayî / Komünar
Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê
www.navendalekolin.comwww.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info