09 Temmuz 2015 Perşembe Saat 06:12
Tê dîtin ku serkeftina HDP’ê li Bakûrê Kurdistanê û
Tirkiyeyê ku AKP’ê li bin xist û diyare ku ev serkeftin tê li Kurdistan û
Rojhilata Navîn dê bi derxistina encamên girîng berdewam bike. Bêguman bi
serkeftina hilbijartinê ya HDP’ê re hêzên ku herî kêm wek e AKP’ê li bin ketin
dê bi AKP’ê re bikevin îtîfaqê û dê hemû cûre piştgiriyên madî û manewî bidin. Ango kesên razemeniyê ji bo serkeftina
mezin a hilbijartinê ya HDP’ê kirin û ev kesan vê yekê ji bo li Kurdistanê
pêşketina xwe bizivrînin derfeteke mezin. Dema HDP bendavê derbas kir û AKP û
dîkdatoriya Erdogan bi giranî têk bir û bi vê re jî kesên xeyalên wan ên mezin
şikestin di heman demî de hesab û plana wan vala derketin.
Her çiqas ev hez
kîbin li Kurdistanê û tevahiya cîhanê ji hela her kesî ve tê zanîn jî dîsa jî
em ji bo bi şêwazeke îlana malûm de bîr bixin. Ew hêzên bi AKP’ê re di nava
îtîfaqê de ne di esasê xwe de ne yên em ji wan xerîbin, lewra berê de jî gelek
îtîfaq û têkiliyan bi belgeyan hatibûn afîşe kirin, çewa di çapemeniyê de
derketibûn PDK û DAÎŞ in. Erê, bi serkeftina HDP’ê re hemû plansazî û hesabên
KDP û DAÎŞ’ê, bi hêstiyareke kûr a şikestina xeyalên wan xeniqî. Helbûkî pir
hêviya xwe pê ve girêdabûn, tu piştgiriya madî-manewî kêm nekiribûn.
Her çiqas piştî hilbijartina 7’ê hezîranê Serokê Herema Kurdistan
a Başûr Mesût Barzanî piştî bi rojan zahmetî be jî ji bo xwe wî rewşî xilas
bike bi peyameke kurt HDP’ê pîroz kir jî rengê vî rastiyê nagûhere. Belkî jî nêzîkatiya PDK’ê ya li hemberê
hilbijartina Bakûrê Kurdistanê aşkere dike û mînaka bi AKP’ê re ketiye nava
îtîfaqê bi belge dike rewşa parlementerê PDK’ê ya piştî hilbijartinê ketibû çi
rewşî ye. Bi kurtasî be jî rastiya hatî jiyandin hindik be jî bînin ser ziman
dê rastî bê fêm kirin.
Parlementera PDK’ê Emîne Zîkrî rojek piştî hilbijartina 7’ê
hezîranê bi cil û bergên reş tê Parlementoya Başûr. Hevalên Emîne Zîkrî yê ku
wê di nava kincên reş de dibinin jê dibirsin ku ‘Xêre çima tu wisa di nava
cilên reş de yî, ma xizmekê te miriye, tû şînê dikî’. Ew jî bersiva ‘Qet
nepirsin’ dide û wiha didomîn e “Ma we nebîhîst duh çibû AKP di hilbijartinan
de têk çû . Bi vê awayî sedema ketina şîna xwe vedibêje.
Yê ya parlementera PDK’ê xistî nava şînê derbaskirina
bendavê ya HDP’ê û serkeftina mezin bû. Sedema vê şînî têkçûna giran a AKP’ê û
bi mutefîkê wî DAÎŞ’ê re ketibûna nava îtîfaqê bû ye. Di esasê xwe de Emîne
Zîkrî ya ketî rewşa şermê ne tenê helwest û hêstên wê ya kesayetî bû. Ev yek
nêzîkatiya ku rastiya PDK’ê ya li hemberê têkoşîna azadiya kurd û serkeftina
hilbijartinê ya HDP’ê hatibû maskekirin tîne ziman. Gelek mînakên weke vî em
dikarin rêz bikin.
Mînakekî din jî piştî serkeftina hilbijartinê ya HDP’ê ligel
li Kurdîstanê û tevahiya cîhanê bi şahiyan ev serkeftin hat pîrozkirin jî PDK
li Dûhok û Zaxoyê van pîrozbahiyan qedekir e. Ev kurdewariyek, netewebûnek e
çewa ye ku bi awayeke di cîhanê de mînakeke wisa nehatî dîtin nahêle
hemwelatiyên wî kêfxweşiya birayê xwe parve bike. Ev mejiyeke çewa ye ku ji
rastiya netewbûna xwe ewqas dûr bikeve û di ritama hevkarên xwe de bigevize.
Divê em ji berpirsiyarên asayîşê ya pîrozbahiya serkeftinê ya li Dûhok û Zaxoyê
qedexekirî bipirsin… Hûn asayîşa mêtînger a AKP’ê ya li Dûhok û Zaxoyê ne? Hûn
ji kî/ê re xizmet dikin hûn ji bo vê ji AKP’ê çi distînin. Yên mejiyê PDK’ê
dinase dizane ku ev nêzîkatî ne bê hesab e.
PDK ku ew şoqa derbaskirina bendavê ya HDP’ê û têkçûna mezin
a AKP’ê ji ser xwe navêtiye, darbeya ku AKP’ê xwarî digire serxwe û daxûyaniyên
derveyê cidiyetê dide. Berî çen roj Berpirsiyarê Îstîxbaratê ya PDK’ê û kurê
Mesût Barzanî, Mesrûr Barzanî, bi daxûyaniyeke radibe behsa ya PKK’ê ji Kerkûk
û Şengalê yên di bin gefa DAÎŞ’ê de ye wê derbixe. Ev daxûyanî xizmetê berjewendiyên kurdan nake
tenê xizmeta berjewendiya partiyek û rejîma xanedanekî dike. Ev daxûyanî tenê
tê wateya ku PDK bûye berdevê AKP’ê ya Başûr. Li ser çi esasî tu nêrîna
vekişandina gerîlayên Azadiya Kurd dikî hele gelên me yên di Şengal û Kerkûkê
ku bi gefa komkûjiya DAÎŞ’ê re rû bir û ye, derdixî pêş.
Kî, li ser kîjan navî ji ku derdixî. Ma tu Kurdistanê
wek mulkiyeta xwe dibînî. Ma tu ne firqa
wê de yî ku gelê Kurdistanê ji bin rejîm û mulkiyeta malbatek, eşîrek û
xanedanek ji zû ve derketiye? Hêj xûyna kurdên êzîdî yên li Şengalê ku
peşmergeyan reviyan û wan bi mirinê re rû bi rû hiştin, zûha nebûye. Ev
komkûjiya çima pêk hatî tê zanîn û tê de rola te ya partîbûna teng û mejiyê te
yê malbatî hêj nehatiye jibîrkirin. Ma ne zihniyeta te bû sedem ku jinên êzîdî
ji hêla DAÎŞ’ê ve di bazarên kole yên Misûl û Raqayê de hatin firotin? Eger ew
siyaseta te ya nehişt gerîlayan Şengalê biparêze tunebûya mad ê DAÎŞ karibûya
Şengalê dagir bikira û qetil kiribûya? Ma te karibûya Şengalê û Kerkûkê li
hemberê DAÎŞ’ê parastibûya hewce bi YPG û HPG’ê dikir?
Gelê kurd ên li perçeyên Kurdistanê ku di pêvajoyeke qederê
tayîn dike de derbas dibe de daxûyaniya Mesrûr Barzanî ya ku nîşaneya mejiyê
PDK’ê ye zirarek mezin dide yekîtiya gelê kurd. Beriya tu daxûyaniyeke wiha
bidî pêşî çareyek ji vê şerma mezin û dexmeya reş a li Şengalê tu ketî navê ku
wê dîrok û gelê Kurdistanê tucar jibîr neke, bibîne. Nexwe ev helwesta te ya
qlasîk, hevkar ya li hemberê dijmênên xwe pisîk, li hember birayên xwe şêr xwe
dihesibînî ne tu marîfet e… Nexwe heye ku ev hêrsa te ya ji bo şikestina AKP’ê
ya di hilbijartinê de tu pê re ketî îtîfaqê û têkçûyî, bixwe re şoqek pêk hatî
wek e refleksek avêtiye derve?
BEHDîN BARZAN
Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistanê
www.lekolin.com – www.lekolin.org
– www.lekolin.net – www.lekolin.info – www.navendalekolin.com
0
21
TR
:” ”
:””
” “,” ”
:” ”