25 Haziran 2018 Pazartesi Saat 13:23
Encama hilbijartinên Tirkiyê ya pir bi nîqaş
derbas bû, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di demên pêş de çi le benda me ye hin
îhtîmalan dide. Di Tirkiyeya ku pergala hilbijartinê êdî hatiye asta bê
baweriyê de, daxwazên pêwîstiya guherîn û veguherînê bi encamên hilbijartinê re
zelaltir bû.
Hilbijartinên qrîtîk û pir bi nîqaş li paş ma û
ligel li ser encamên derketî nîqaş hene jî Lîjneya Hilbijartinan ên Bilind
(YSK) ve serkeftina Erdogan û “Îtîfaqa Cumhur hat îlankirin. CHP û namzetê serokomar Muharrem Înce ligel
ku îdîeaya mezin avêtibû holê ku li gor encamên gihiştine destê wan
hilbijartina serok komariyê ma tura duyemîn û ji ber vê yekê jî gotin ew weke
CHP dê ji ber avahiya YSK’ê dûr nebin. Lê bi awayek ne li bendê CHP û namzet
Înce encama hilbijartinê zû qebûl kirin. Baş e, ev encamên hilbijartinê tê çi
wateyê û ji niha û şûnde çi li benda Tirkiyeyê ye?
PERGALA HILBIJARTINÊ ÊDÎ PIRTIR BAWERÎ PÊ NAYÊ
Rêbazana hatî bikaranîn û encamên hatî
aşkerekirin, fikar û bê baweriya derbarê pergala hilbijartinê ya heyî zêdetir
kir û kurtir kir. Bi taybetî hilbijêrên muxalif, hêsta wan a baweriyê ya ji bo
hilbijartinan her çiqas diçe kêm dibe. Ligel wêne û dîmenên ku mudaxeleyên
sindoqan dihatin kirin û bi tomarî deng dihatin avêtin vekirî dihatin nîşandan
jî, bi helwesta alîgir a YSK’ê re çewa çend hilbijartinên dawî kiribû divê
hilbijartinî de ji bo alîgirê partiya desthiladar pêşî bi rêjeyên pir bilind
aşkere kir, piştre jî di noqteyê de sabît kir û vê baweriyê kurtir kir.
Ev tablo di hin aliyên hilbijêrên hilbijartinê
de nêrîna “Em hilbijartinan ji ber helwesta saziyên wekî Ajansa Anadolu û YSK’ê
winda dikin da avakirin, di aliyê desthiladar de jî hêsta baweriya bi van
saziyên tê gotin re zêde dike, ji ber ku ew çi dibêjin li gor wan dimeşe. Ji
ber vê yekê di esasê xwe de yê hilbijartinê winda kir pergala hilbijartinê
bixwe bû.
JI MHP’Ê RE ROLA RESTOREKIRINA PERGALÊ
MHP jî di vê hilbijartinî de peywir û rola xwe
ya vê pergala antî-demokratîk a xitimî dîsa di ser qodên genetîk de
restorekirin bicih anî. Hem di avakirina pergala serok komariyê hem jî vê
xistina pratîkê de MHP rola kilîd leyist. Bahçelî di heman demî de bi derketina
arîtmetîka meclîsê re ya AKP û Erdogan anî asta wan mecbûrê xwe bike.
AKP jî piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê ji ber
“pirsgirêka Bekaa jiyan kirî, pêşiya ji bo MHP vê rolî bilîze vekir û di
mijara mecbûrê MHP’ê bûye de ew jî dilxwaz bû. MHP, ji ber ew cihên Cemaata
Gulen girtibû û ji ber pêvçûna AKP-Cemaata Gulen qadên vala bibûn xwest tije
bike û di nava desthiladariyê de paralel pratîka îktîdara duyemîn xist
meriyetê.
PERGALA KEMALÎST
Qaşo ev serkeftina hevkariya AKP û MHP’ê di
heman demî de tê wateya têkçûna pergala Kemalîstan jî. Pergala Kemalîst ku xwe
weke sazûmankariya dewletê û xwediyê wê didît, bi vê hilbiijartina dawî re
têkçûyîna xwe jî îlan kir. Pergala Kemalîst ku di rêbazên antî-demokratîk de
israr û di ser înkarkirina reng û dengên cuda de têşe girtiye, ji ber van her
du sedemên ku hinceta hebûna wê ne li dijî AKP’ê têk çû. Yanî AKP ji vê pergalî
zêdetir înkarker bû û jê zêdetir deng û rengên cuda aciz e, naxwaze. Kemalîstan
di vê hilbijartina dawî de di serî de bi kurd bi hin cudayan re îtîfaqkirin
jêneger û pêwîst dît û hate aste qebulkirinê lê ev yek ji bo kemalîstan ketina
firqê dereng çêbû. Eger ligel her tiştî ev ketina firqê bizivire rexnedayînek
jidil, dijbertiya li dijî siyaseta kurd bê terk kirin, Kemalîst riya aştiyê ya
bi kurdan re hilbijêrin wê ev rewş ji bo guherîn û veguherîna Tirkiyeyê bibe
bingehek girîng.
JI NÎVÎ ZÊDETIR CIVAKA TIRKIYÊ HÊJ JÎ
GUHERANDINÊ DIXWAZE
Ligel encamên hilbijartinê ya hatî îlankirin ku
tê nîqaşkirin rastiyeke din jî derket holê. Rastiya ku herî kêm nîvê civaka li
Tirkiyê hêj jî ji rewşa heyî aciziyek mezin dikin û dixwazin bê guherandin e.
Hevkariya AKP û MHP-BBP bi awayek nîqaş encax
tenê karibûn ji ser sedî 50 piçekî derbas bikin, ev jî dide nîşandan ku nîvê
civaka tevahiya Tirkiyê guhertin û veguherînê dixwazin. Di demokrasiyên temsîlî
ya li ser pirhejmarî hatiye avakirn yê esasî ewe ku maf û hiqûqên kêmanan
parastin e. Lê, li gor ku heta niha pratîka AKP’ê berovajê wê pêkanîbe, wê ev
aciziya li hemberê desthiladariyê her çiqas biçe mezintir bibe.
Ev rastî jî, di heman demî de aliyek berfireh a
civakê di ser zanîna civakbûyînê bê rêxistinkirin wek pêwîstî datîne holê.
RASTIYA KURD BI SER KET!
Yek ji peyamên bingehîn a di vê hilbijartinê de derxist holê, rastî û
rasteqîna kurd e. Rûxmê hemû êrîş, polîtîkayên tunekirinê û konseptan tevgera
siyasî ya kurd hebûna xwe bi hêztir kir û didomîn e. Hilbijêran bi vê encamî re yên bi peyamên di
qadan de digotin “Pirsgirêka kurd tune ye û dixwestin hilbijêran krîmînalîze
bikin bersivek zelal dan. Hilbijêr, peyama divê teqez pirsgirêka kurd bê
çareserkirin da. Kurdan jî careke din ligel polîtîkayên tunehesibandinê û
dervehiştinê, nîşan da ku di siyaseta demokratîk de israr dike û pirsgirêkên
xwe bi vê rêbazî çareser bike. Di vê hêlî de yek ji serkeftiya bingehîn a
hilbijartinê rasteqîna kurd û israra wê ya çareseriyê ye.
AKP WÊ ÇI BIKE?
AKP û desthiladara wî ku ji niha û şûnde dê Tirkiyeyê çewa birêve bibe tê
meraq kirin, çend îhtîmalên wê hene. Rastiya ku Tirkiye bi rewşa heyî nayê
birêvebirin jixwe ya AKP û MHP bir biryara hilbijartina pêşwext. Di serî de
aborî hin pirsgirêkên heyî wê girantir bibe pêş de dihat dîtin. Ji ber vê yekê
dibe ku AKP hin gavên ku piyasê û civakê rehat bike bavêje, lê jixwe AKP
mecbûre vê bike.
HIN ÎHTÎMAL
Li aliyê din AKP dikare bibêje bi vê rêbazî
“Jixwe tiştê min dixwest girt, bi polîtîkayên heta niha min dikir garantiya ez
careke din qezanc bikim tune ye û bikeve nav lêgerînekê xwesteka civakê
standinê. Di vê mijarî de divê kes ne li bendê be ku AKP hin gavên demokratîk a
bi kok bavêje, lewra ev yek hem ne li gor feraseta siyaseta AKP’ê ye, hem jî
AKP di firqê de ye ku di rewşeke demokratîk de temenê wê pir ne zêde ye. Lê AKP
di mijara hin başkirina rewşê ya bi kontrol xwe mecbûr hîs dike.
Îhtîmala duyemîn jî, AKP bibêje “Jixwe ez encax
xwe bi van polîtîkayên zext û zordariyê dikarim li ser lingan bigirim û van
polîtîkayên zextê ku heta niha dikir kûrtir bike. Ev îhtîmal her çiqas temenê
AKP’ê heta demek dirêj bike jî, di heman demî de rêbazek ku wê dawiya xwe jî
bîne ye.
îhtîmala din jî AKP van her du îhtîmalan
“Polîtîkaya navginî di nav hev de bimeşîne ye. Ev îhtîmala ku diyare wê
zêdetir bixe pratîkê, AKP wê ji aliyekê ve zexta li ser civakê zêde bike, di
aliyê din de jî hin gavên bi kontrol ku ya takekesan rehet bike bavêje. Bi vê
re dibe ku pêdivî bi polîtîkaya “Alozî û hêvî bide di nav hev de bimeşîne
bibîne.
Kurt û kurmancî her cure îhtîmal jî di heman
encamî de derdikeve. Li gor ku nîvê civakê dê dev ji daxwaza xwe ya guherandin
û veguherandinê bernede, bi serdema nû re di Tirkiyê de ev daxwaza guherandinê
zêdetir derkeve pêş.
Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi
www.lekolin.com – www.lekolin.org – www.lekolin.net –
www.lekolin.info -www.navendalekolin.com -http://kursam.org/index.html-
http://kursam.net/index.html
0
21
TR
KO
:” ”
:””
” “,” ”