Li Başurê Kurdistan Dinya jî xirab bibe, hêzên mêtîngeh li çar aliyê welat operasyonên dagirkerî û bindestiyê jî bide destpêkirin, dewlet jî xirab bibin rojeva esasî wê her muçe bimîne. Kesên ku vê wek siyaset dibînin wê her vê yekê hembêz bikin. Ên dixwazin hikumetê bi vê yekê rêve bibin her wê bi van diruşmeyan meş bidin kirin. Kesên vê dikin, kesên ku li pêş heman daholê govendên cuda digrine.
Şerê cîhanê ê Sêyem tê jiyankırın, hevsengî ji nu da ava dibin u pêşketinên ciddî ên aborî u siyasî hene. Kurdên ku di navenda van hemu pêşketinan de ne, çima li Başurê Kurdistan belavkirina pere dixin rojeva xwe ya sereke? Ê duyem welatekî wekî Başur dewlemend, çawa u çima xistin vî halî? Ji vê kî berpirsiyare?
Başur; ji 1990 virde cîhekî ku derveyî yasayên dewleta Iraqe; 30 sale ji aliyê PDK u YNK ve tê birêvebirin; Beşekî pir girîng ê petrola Iraqê ji Başurê Kurdistan tê derxistin. Başur; welatê ku di Rojhilata Navîn de ava wê herî zêde; Ji aliyê erdnîgarî, çandinî ve xwedî erdên ne tenê têra Iraqê, bi qasî têra gelek welatên din bike dewlemend; bi mêrgên xwe ên çêrînê ji bo heywandariyê qadekî bê mînak; Cîhekî dewlemendê çavkaniyên bin erdî; daristanên wê jî hene; ku ger bê çandin u xwedî lê bê derketin bi hêsanî dikare bibe wek welatekî wekî welatên Amazon ê ji daristanan pêk tê. Lê belê buyerên ku di vî welatî de tên jiyankirin, buyerên ku di welatekî Efrîqa ên di çolên zuha de tên jiyankirin dixe bîra mirov. Mirov ji birçîbun, tûnebun û ji bêkariyê êşdikşînin. Xeyalên di welatekî azad u demokratik de jiyankirinê bi erdê ve bune yek. Ceyran nîne. Ji bo xwe germ kirinê amurên şewatê pirsgirêkin…
Gelê ku ji bo Kurdistan bi kêfxweşî u kelecan canê xwe didan, di dema ku mal u milkê wê xirab dibu bi gotina “wê sêberojên azad u xweser ava bibin” tehemul dikirin, niha dixwazin ji welatê ku di destê Kurdan de ye birevin, li şuna hikumeta Kurdan daxwaza rêveberiya hikumeta İraq’e dikin.
Em li sedemên van ên sereke binêrin.
Ger ku siyaseta Başurê Kurdistan ev pêvajoya 30 salan di pîvanên welatparêzî u li gor nirxên demokratîk ên gerdunî bi kar anîba, îro pirsgirêkên di Rojhilata Navîn de wê bi vê qasî kûr nebuna. Iraq wê ne di nav qeyrana heyî de ba. Pirsgirêk wê bi rêya siyasî çareser biba. Başur wê ji aliyê aborî, çandî ve biba mînak. Gelê Kurd wê ji vê yekê navdariyekî pir mezin bidestbixista. Wê kurd bi vê yekê bibuya pêşengê tevlîkirinên nû li dîroka mirovahiyê û demoratîkbûna Rojhilata Navîn. Ji bo pêşerojekî azad u demokratîk wê hevalbendiya gelên ereb zêdetir bidest xistiba. Li PDK û YNK li Başur vê yekê nekirin.
Esas pejirandina serokwezirtiya Iraqê a Mam Celal, nepejirandina îdamkirina Saddam, perspektîfên ji bo YNK dida û hwd… Nîşaneya li Başur hin aliyên siyasi vê derfetê dibînin û dixwazin binirxînin bû. Lê “ecemiyên, aşiqên pera, tirsonek û nikare pêşbînî bike” ên di nava YNK de vê derfeta girîng nenirxandin. Di nav wan de hin alî ji aliyê PDK xapandin û bi hevre hevparî kirin. Bi piştgiriya ku ji vê digirin bi qasî ku bibin sîxurên Tirka rêyekî namerdane hilbijartin. Xiyanet kirin. Bi vê re jî li Başur ji pozisyona partiya yekem, ketin asta ku bi zehmetî dikare bikeve parlementoyê. Belavbû. Û bi vê re jî Başurê Kurdistan ji PDK re ma.
PKK pêşketinên li Başurê Kurdistan hertim ji welatiyên Başurê Kurdistan re hişt. Hem zehmetiyên ku ji bi komployê dîl ketina Serokê PKK, hem jî piştgiriyên Dewleta Tirk û îran a ji bo ku xeta PKK di Başur de pêşnekeve dida PDK û YNK, ji ber gumanên di nav Kurdan de şerekî navxweyî derkeve, PKK xwe di Başur de bi sînor kir. Her çiqas di ev salên dawî de pêşketinên cuda rû didin û Başur ne Başura berê be jî, pêwîste em rexne û diyarbikin ku ji rewşa heyî ji ber nelîstina rolê xwe, PKK jî berpirsiyare.
PDK ji 2003 virde bi aqlekî cuda difikire. Dixwaze di Başur de xeta YNK tûne bike û bibe hêza tekane. Vê jî YNK bi nîşandana wek bi giştî hêzekî girêdayî Îranê ye, bi bikaranîna gengeşiya di navbera Îran û Dewletên Yekbuyî ên Amerîka (DYA) dike. Li hemberî PKK, li gel dewleta tirk disekine. Bi bikaranîna dijminatiya DYA a li hember PKK, li derve dîplomasiyekî pir qirêj dimeşîne.
PDK ya ku wek Başurê Kurdistan bidestxistiye difikire, bi Tirkên ku serkêşiya wê AKP û baskên wê dikin, li ser petrola Başurê Kurdistan lihevkirinên ku naveroka wê tû kes nizane kirin û mîlyar dolaran komkirin. Li hemberî Şîa’yên ku ji vê yekê nerehetin, bi grubên Erebên Sunnî ên bi DAÎŞ’ê re tevdigerin lihevkir û xwest bibe yek ji hêzekî sereke. Li İraqê di navbera AKP û Sunniyên bi DAÎŞ re tevdigerin rola pirê lîst. Ev siyaseta ku hemu bi belgene, encamekî ku bi destê serkêşiya wê hevkariya malbata Barzanî û çend malbatên li gel wê cîh digirin, ji Erdoğan û derdora wê re talankirin û pêşkêş kirina Başurê welatê me derxist holê. Li ruxmê ku firotina petrolê deyndarê Tirka derketin, li welatê çandiniyê Başur berhemanînê xilaskirin, li ev erdnîgariya ku sewal yekem hatine kedîkirin bi dawî kirina sewalkariyê û bi muçeyekî çend hezaran gel bi xwe ve girêdan, encamên din ên vê siyasetê ne. Vê jî gelê Başurê Kurdistan xist nava xizanî û feqiriyê.
Ji kîjan alî ve lê dinêrin binêrin, ji kûderê digirin dest bigirin encamê ku em bigihînê, di asta yekem de berpirsê vê tirajediyê PDK ye. Çend malbat, axa û şêxên ku bi vê navê hatine gel hev û hemu dewlemendiyan xistine bindestê xwe ne. Van kesan ji bo ku tiştên kirine di gel de bertekek lez dernexe, para bideng kirinê di bin navê muçe de belavkirin û xwestin ser diziyên xwe bigirin. Ev perde êdî qetiyaye. Ji bo pînekirinê dirun jî têrê nake. Wisa xuyaye vê encamê rê li derew û bêbextiyên nû vekirine.
Hikumeta III. a Barzanî bi soza “li hember gendeliyê têkoşîn, pêşveçûn-gûhertin” hat avakirin. Vê di hin aliyan de bendewarî afirand. Lê rêya ji bo xizmetkirina gel pereyê pêwîst dîtin, bi sitûyê dizan ve girtinê re û ji betalkirina lihevkirinên bi Tirkan re derbas dibe. Heta ku hikumet malbata Barzanî be, betalkirina lihevkirinên bi Tirkan re û bi sitûyê dizan girtin qet gengaz nabe. Kanî ji serî ve şîloye. Dizekî ji dizekî din bigire, tê wateya xirabûna tifaqê, kel û pelên qirêj wê derkevin holê. Wek mînak; cîhê Mesrur Barzanî a di piyasaya petrola Başur de eşkerekirin. Betal kirina lihevkirinên bi Tirkan re li aliyekî, hewildana di ber çav re derbaskirinê dahî tê wateya dest danîna ser pereyên di bankeyên Tirkan de ku bi Milyardolaran tê behskirin. Ji ber ku ev pere hemu bi rêya ne yasayî hatiye bidestxistin. Ne tenê dest danîna ser pereyan, dikare heta belavkirina kasedên sexsê û suîkastên siyasî jî biçe.
Berpirsên pirsgirêkên aborî ên gel, tifaqa dizên ku ji tiştên dikin re dibêjin siyaset, kurdayetî û partîbûne. Ger diziyên vê tifaqê nebûna di hemû cîhanê de jî qeyrana aborî hebe, di Başur de nabe. Ango herê dawî wê li Başur bibe. Gelê Başur êdî vê rastiyê pir baş dibîne. İttîfaqa dizan ku ji vê dîtinê ditirse, dixwaze di bin navê muçe de sedemên pirsgirêkên gel ên aborî, têkoşîna gel a ku ji bo çareseriya bingehîn beralî bike.
Muçeya ku hikumeta Başurê Kurdistan dide hemu kesan, siyaseta “bi hevkarkirinê, hemu gel bêdengkirin e”. Ev siyaseta dizên mezin e. Bi xemgînî û dil êşi tînim ziman ku di Başur de kesekî ku nehatiye vê lîstikê, nemaye. Aliyê hîn bi êş jî ewe ku vê rastiyê rewşenbîr, hunermend û rojnamevanên Başurê Kurdistane bi hemu aliyên xwe analîz nekirin, rexnenekirin û gel hişyarnekirin, nedan fêm kirin û rast pênase nekirin. Tabî berpirsiyaria perçeyên din jî bi qasî ên Başurê Kurdistan hene.
Pêwîste, jiyana aborî bi muçe ve girêdan, wek operasyonekî li ser gelê kurd a hikumeta Başurê Kurdistan, komekî ku serkêşiya wê malbata Barzanî û alîgirên wan bê dîtin; Operasyonên ji rastiyan, ji pêşketinên dîrokî qûtkirin, ji yekitiya netewî durxistin, li ser diziyên xwe girtinê ye. Nexwe çima ne bi hilberînê, bi muçeyan debara jiyanê kirin bibe politikayek bingehîn? Çima qemyonên Tirk û Îran ji nav bi sedan bax, bostan û erdên Kurdan re derbas bibin û xwarin vexwarinê bînin Başurê Kurdistan? Çima qemyonên Tirk’an ji Zaxo heta Hewlêrê li dehan cîhan ji ser balcanên ku hilberînerên Kurd ji neçariyê rijandine ser rêyan bipelçiqînin û sebzeyên tije nexweşî ku li tavxaneyan (sera) hilberandine bînin welatê me bifiroşin? Çima li hilberînerên Kurd hewesê jiyaneke sosret tên kirin? Çima bixwazin têkoşîna ku di dema şoreşê de kirine bê jibîrkirin?
Rastiyan dîtina gel, tifaqa dizan tengezar kiriye. Vê carê dixwazin tengezariya xwe, tirsên xwe bi berpirsiyar nîşandana Bexdayê xilas bikin. Vê carê jî dixwazin bi navnîşandana hikumeta navendî a İraqê xwe xilas bikin. Rêbaz pir ji rêzê ye; Dibêjin “Hikumeta İraqê pere nade me, butçeya ku ji bo me veqetandî qût dike; sedema muçe nedayîna me dewleta İraqe.” Ev gotinên ku hemu derew û berovajîkirinin, di gel de bi qasî misqalekî jî bersiva wê nîne. Berovajî hêrsa gel heye. Gel li vê polîtîkayê wek mikurhatina diziyan lê dinêre.
Hikûmeta Başur, dewleta Iraqê çima perê wan dibire venabêjin an jî îtîraf nakin. Lewra nikare vebêje. Ya duyemîn jî li Iraqê pere heye lê li Başur çima tuneye nake rojev. Lewra nikare bike rojev. Cewhera rastiyên ku nikarin vebêjin wiha ye; Hikumeta Iraqê ji ber dizane ku hin kesên Barzanî têkiliya wan a kaçaxçitiyê ya bi Tirkiyê re heye pere nade. Dewleta Iraqê, ji ber dizane ku hevpeymana ku PDK’ê pêre kiriye bi awayek yek alî û ji bo Tirkan betal kiriye û bê isulî kiriye butçeyê qût qût dide. Ji ber vê yekî ye di derxistina petrolê û bikaranîna wê de zelaliyê dixwaze. Ji bo vê yekî ye Iraq kontrola deriyên sînoran dixwaz e. Dewleta Iraqê bi zimanekê siyasî û dîplomatîk ji koma ku di siyaseta Kurdên Başur de xwedî gotinin re dibêje ‘Diz’. Dibêje ez pereyê radestê dizan nakim. Dibêje ez pereyê naşînim çeteya mezin a ku ya civakê û gel dixapîne re. Dibêje ez piştgiriyê nadim kesên ku di ser Erdogan û AKP’ê de dewlemendiyên me pêşkeşê Tirkan dike, dibêje ez deriyê sînorê welatê xwe radestê wan nakim. Lê ev nayên vegotin. Ew zewat vana venabêje.
Aqlê dewleta Iraqê siyasetmedarên Kurd ên Başur baş nas dike. Çi kirine û wê çi bikin baş dizane. Heya niha ger gav nehatibin avêtin û hê jî pir hêdî dimeşe sedema xwe ji dizên Bexdayê ne.
Wisa xuyaye ku tîfaqa dizên li Başûr, tê hesabê dewleta Iraqê jî. Ji ber li gor hesaba wê dimeşe ew jî encamên van diziyan ji bo karibin ji nû ve Kurdistanê qontrol bikin bikar tîne. Ev mirov, bi mejiyê hikumet û dewletê dixebitin. Hikumeta Başur jî bi mejiyê diziyê dixebite. Bi mejiyê ku “ka ez çewa bikim ku karibim zêdetir pereyên min diziye, bînim Başûr” li bûyerê dinêre. Bi gotina “muçe, ha muçe” yê re dixwaze gel bikşîne aliyê xwe ve. Ev jî nîşan dide ku têkiliya di navbêra wan û gel de tenê muçe maye. Ji ber ku Iraq vê yekê baş dizane ew ji siyaseta “Ê ger muçeya wan ez didim divê hûn girêdayê min bin” dimeşîn e. PDK bi vê rêbazî ya Kurdan ji dewleta Iraqe re dixe bazariyê. Ev yek eger di nava demê de statuya Başur ji holê raneke jî wê pir teng-tengav bike. PDK ji bo ev rastiya ku dizitiya wan bûye sedem neyê dîtin berxwedana PKK’ê sûcdar dike. Propagandaya PKK statuya Başur dixe zahmetiyê an ji xeteriyê dike. Lê tu kes vê siyasetî nakire. Bi zaravayê Soranî “Vê carê naxurê, tu biro kaka!”
Mehmet GÖREN
Navenda Lêkolînên Stratejîk A Kurdistan