• Türkçe
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
  • RUPELA GIŞTÎ
  • NÛÇE
  • ANALÎZÊN SIYASÎ
  • LÊKOLÎN
  • GOTAR
  • Hemû beş
    • Ji Edîtor
    • Jin
    • Perspektîfên Azadiyê
    • Rêze Nivîs
    • Rastiyên MIT
    • Hevpeyvîn
    • Ji Çapemeniya Derve
    • Nivîsên Azad
Sonuç yok
Tüm Sonuçları Göster
Turkçe
Anasayfa Beşên GOTAR

Yekane Rêya Şikandina Tecrîdê Rihê Berxwedana Zîndana Amedê Ye

Yayınlayan Lekolin
15 March 2020
Kategori: GOTAR
258 10
A A
Yekane Rêya Şikandina Tecrîdê Rihê Berxwedana Zîndana Amedê Ye
Facebook İle PaylaşınTwitter İle Paylaşın
FacebookX

20 Şubat 2019 Çarşamba Saat 07:45

Bi pêşengiya faşîzma AKP-MHP’ê ji herçar aliyan ve êrişên topyekum li ser îrade û nasnameya Kurd, yekane hêza ku bi kare bişkîne û ber bi tinebunê ve bibe di pêvajoya berdewamiya komploya navnetewî de, berxwedana ku bi rihê Zîndana Amedê bi pêşengiya jina Kurd Leyla Güven û bi sedan girtiyên azadiyê û hevalên wan yên li derve ku bi şîara ‘’Tecrîdê Bişkênin, Faşîzmê Hilweşinin, Kurdistanê Azad Bikin’’ despêkirî ye.

0

:” ”

:””

” “,” ”

Bi pêşengiya faşîzma AKP-MHP’ê ji herçar aliyan ve êrişên
topyekum li ser îrade û nasnameya Kurd, yekane hêza ku bi kare bişkîne û ber bi
tinebunê ve bibe di pêvajoya berdewamiya komploya navnetewî de, berxwedana ku
bi rihê Zîndana Amedê bi pêşengiya jina Kurd Leyla Güven û bi sedan girtiyên
azadiyê û hevalên wan yên li derve ku bi şîara ‘’Tecrîdê Bişkênin, Faşîzmê
Hilweşinin, Kurdistanê Azad Bikin’’ despêkirî ye.

Rêberê gelê Kurd Abdullah Öcalan dibêje, ’PKK’ê weke çalakî Kurd kir heyî.
Kurdîtiya di sedsala 20. de, Kurdîtiyeke wisa bû, divê berê bibe heyî û paşê bê
rizgarkirin. Ya PKK têde bi ser ketibû ew bû, Kurd kiribûn heyî’’. Gelê Kurd
êdî pirsgirêka xwe ya nîqaşa hebun û tinebunê derbaz kiriye, ketiye di pêvajoya
tekoşîna rizgarkirinê de. Berxwedan û serîhildana gelê Kurd her demê ji bo wan
buye tirsa herî mezin. Ji bo wê jî niha dagirkerên Kurdistanê gelê Kurd parçe
digirin dest û wana ji hev cuda dikin. Dibêjin birayên me yên Kurd û PKK ji hev
cuda ne. Gelê li kurdistanê tekoşîna nasnameya xwe dikin weke dagirker nîşan
didin.

Li vî welatî jiyan hesan nîne, ji bo Kurdan tu carî asan
nebuye. Dayîkên me tu carî bi dilekî rehet zarokên xwe himbêz nekirine. Zarokên
vî welatî tu carî bi azadî xeyalên xwe jiyan ne kirin. Dema ku zarokên
Kurdistanê di dibistan û saziyên dewletê de bi asîmlekirinê re derbaz dibun,
dema bedenên zarokên vî welatî li kolanan di hatin tazîkirin û kaş kirin, di
hatin bombebaran kirin, di bodrumande dihatin şewitandin her alî û her kesî tenê
temaşe dikir. Dema bi komployekî navnetewî îradeya bi milyonan kesî xistin nava
çar dîwaran û ji hemu mafên jiyanê bê par kirin her kes û her alî tenê temaşe
kir. Ji roja ku tekoşîna Azadiyê despêkir û şunde di her kêliyê de xwestin ku
tune bikin bi perçiqînin, di heman demê de jî di her kêliyê de li hember komplo
û çewisandinan bi çalakiyên weke Heval Zîlan, Heval Vîyan û bi sedan fedayîyên
APO’yî bersiva herî pêwist hatiye dayîn. Niha jî asta dagirkerî û zilmê
gihiştiye astekî wisan ku çav kor kirine, ziman lal kirine, guh ker kirine.

Di dîroka Tekoşîna Azadiyê de li hember dagirkeriya
Kurdistanê, li hember zordarî, bê mafî, çewisandin û asîmilekirina Kurd û
Kurdistanê gelek caran berxwedanên mezin ku cihê xwe di dîrokê de girtine
hatine kirin. Yek ji van berxwedanan ku dewleta Tirk ber bi têkçunekê ve bir û
çuk lê danî, berxwedana Zîndana Amedê bu. Bi pêşengiya faşîzma AKP-MHP’ê ji her
çar aliyan ve êrişên topyekum li ser îrade û nasnameya Kurd, yekane hêza ku bi
kare bişkîne û ber bi tinebunê ve bibe di pêvajoya berdewamiya komploya
navnetewî de, berxwedana ku bi rihê Zîndana Amedê bi pêşengiya jina Kurd Leyla
Güven û bi dehan girtiyên azadiyê û hevalên wan yên li derve ku bi şîara ‘’Tecrîdê
Bişkênin, Faşîzmê Hilweşinin, Kurdistanê Azad Bikin’’ despêkirî ye.

Çalakiya
Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Güven sê meh û nîv li
pey xwe hişt. Dîsa çalakiya ku bi pêşengiya Güven despêkirî li girtîgehên
Tirkiyê, Mexmur, Hewlêr, Strasbourg û li gelek welatên cîhanê belavbuye, bi
biryardariyekî mezin berdewam dike.
Li hemberî tecrîdê bersivekî herî mezin
û bi wateye. Ev berxwedan, berxwedana hemu gelên azadîxwaz yên li Tirkiyê ye.
Şikandina dîwarên Îmraliyê, rakirina tecrîda girankirî ya li ser rêberê gelê
Kurd Abdullah Öcalan daxwaza hemu gelên azadîxwaz yên li Tirkiyê ye, dengê wan
dengê bi milyonan kesiye, qêrîna wan qêrîna bi milyonan kesiye, qêrîna heqîqet
û lêgerina rastiyê ye.

Faşizma AKP ji bo valaderxistina vê çalakiya bi wate serî
li gelek rêyan da. Derxistina Leyla Güven ji girtîgeha Amedê û tenê 15 dk hevditina
bi Rêber APO re yek ji van rêyan bu, lê ew bi xwe vale derketin. Zêdebuna
zextan ya li ser girtiyan, dorpêçkirina mala Leyla Güven, asteng kirina
çalakiyên parlementeran, girtin û binçavkirinên gel nîşan dide ku çembera
hukumeta AKP-MHP’ê pir teng buye û wan dide tirsandin. Ji ber ku bingeha
avabuna dewleta Tirk li ser tunekirin îmha û înkarkirina Kurdan hatiye avakirin,
niha jî ketine çalekî kur ku êdî derketina wan ne gengaze.

Çalakiya birçîbunê ya bê dem û bê dorveger çalakiyekî hesan
nîne, ji bo wê îrade, hêz û bawerî pêwiste. Ger ku Kurdistanî û hemu gelên azadîxwaz
yên li Tirkiyê, li dora vê çalakiyê bibin xelek û dengê xwe bilind bikin, ev
çalakî dikare di astekî bilind qedera Tirkiyê bide guhertin. Ji ber ku qirkirin,
asîmle û zordariya ku niha li Tirkiyê tê meşandin tenê bi gelê Kurd re sînordar
nîne, qirmekî li ser tevahiya gelên Tirkiyê ye.

Çiçek BOTAN

0

TR
KO

:” ”

:””

” “,” ”

:TR

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkezi

www.lekolin.com – www.lekolin.org –
www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com
-http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Kürdistan Stratejik Araştırmalar Merkeziwww.lekolin.com – www.lekolin.org –
www.lekolin.net – www.lekolin.info -www.navendalekolin.com
-http://kursam.org/index.html- http://kursam.net/index.html

Etiketler: araştırmakurdiKurdishkurdistanLekolinTurkishTürkiye
Önceki yazı

Güneşimizi Karartamazsınız

Sonraki Haber

DAİŞ’E 13 TÜRK FİRMADAN PATLAYICI!

Benzer Haberler

Hêza Bêdeng a Şoreşê
GOTAR

Hêza Bêdeng a Şoreşê

20 July 2026
Rewşa Dawî ya Îranê û Pêşbîniyên Gengaz
GOTAR

Rewşa Dawî ya Îranê û Pêşbîniyên Gengaz

10 July 2026
Qirker Dîsa Vedigerin Peravê…
GOTAR

Qirker Dîsa Vedigerin Peravê…

27 June 2026
Sonraki Haber
DAİŞ’E 13 TÜRK FİRMADAN PATLAYICI!

DAİŞ’E 13 TÜRK FİRMADAN PATLAYICI!

Nivîsên Ku Derdikevin Pêş

  • KÜRDİSTAN’DA COĞRAFYA VE KÜLTÜR

    KÜRDİSTAN’DA COĞRAFYA VE KÜLTÜR

    572 Paylaşım
    Paylaş 229 Paylaş 143
  • Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

    503 Paylaşım
    Paylaş 201 Paylaş 126
  • Öcalan: Kürtler Arasında Kan Dökülmesin

    671 Paylaşım
    Paylaş 268 Paylaş 168
  • Mîrateya Hz.Birahîm, Kurd, Cihû û Li Rojhilata Navîn Lêgerîna Aştiya Demokratîk

    498 Paylaşım
    Paylaş 199 Paylaş 125
  • Em Toreke din a Sîxûrên MÎT û Parastinê Aşkere Dikin- NÛÇE TAYBET

    588 Paylaşım
    Paylaş 235 Paylaş 147

Hêza Bêdeng a Şoreşê

‘Qanûneke Ku Ji Rêbertî Heta Bi Şervanan Her Kesî Tevlî Siyaseta Demokratîk Dike, Divê Bê Derxistin’

KCK: Gelê me yê Rojava wê destketiyên xwe li ser xeta Rêber Apo biparêze û bi pêş ve bibe!

Şoreşa 19’ê Tîrmehê: Hafizeya Gel, Destkeftî û Dersên Ji Bo Pêşerojê

Kalkan: Mifteya Aştiyê Îmraliyê Ye, Divê Rêya Siyasetê Were Vekirin

Hevkariya MÎT’ê Bi Îranê Re û Planên wê yên Derbarê Eşîran de – NÛÇE ANALÎZ

  • DERBAR DE
  • PEYWENDÎ
  • HEMÛ NIVÎS
LÊKOLÎN

© NAVENDA LÊKOLÎNÊN STRATEJÎK A KURDISTANÊ 2025

Tekrar hoşgeldiniz!

Hesaba giriş

Şifrenizimi unuttunuz?

Tüm alanlar zorunludur

Şifrenizi sıfırlamak için lütfen kullanıcı adınızı veya e-posta adresinizi girin.

Oturum aç

Add New Playlist